Partîya Sosyalîst a Kurdistan, Kongra xwe ya 7. çend roj berê, di destpêka Çileyê Pêşîn-2003 da çêkir. Nûnerên rêxistinên partîyê yên li der û hundur welat bi hejmareke fireh di kongrê da beşdar bûn. Di civînê da li ser kar û xebata partîyê yê sê salên dawî (ji Kongra 6.an vir da), li ser bûyerên mihîm di warê netewî û navnetewî da û li ser xalên dinê ku di rojewa kongrê da bûn, hat sekinîn, biryar hatin girtin ji bo kar û barê dahatû, Komîta Navendî ya teze hat hilbijartin û beyaneke dawî hat derxistin.
Sekriterê Giştî Kemal Burkay, ku ji avabûna Partîyê virda ew kar bi rêva dibir, di axaftina xwe ya ji bo vekirina Kongrê da got ku êdî naxwaze karê sekreterîyê bike û di komîta navendî da cî bigre, lê wekî din karê partîyê ku bikeve ser milê wî, dîsa wê bike. Kongrê jî, bona kar û xebata wî ya dirêj wek Sekreterê Giştî, jê ra sipas kir.
Piştî Kongrê, Komîta Navendî civîya û di nav xwe da kar dabeş kir, Heval Mesût Tek wek Sekreterê Giştî yê teze hat hilbijartin.
Beyana Dawî û hin biryarên Kongra 7. her usa jî axaftina Kemal Burkay ji bo raya giştî hatine eşkerekirin.