Ev demek e, ku li Tirkiyê di Televîzyonên Tirkan, di bernamên magazîn de stranbêjên Kurd yên mihalî hin caran kilam û stranên Kurdî dibêjin.
Di roja 25.10.2003an de hozanê gelê Kurd Civan Haco jî di Televîzyona Kanal-D, bernama xanima Hülya Avşar, “Hülya SHOW” de du stranên Kurdî gotin.
Çapemeniya Tirk û hin qunciknivîsên wan van bûyeran wek guhertinên mezin li Tirkiyê rayê didin û dibêjin, ku êdî demokrasî hatiye Tirkiyê û stranên Kurdî jî têne strandin.
Televîzyona SHOW-TV, bernama ÎBO SHOW, ku vê bernameyê Îbrahîm Tatlîses bi xwe pêşkêş dike, di roja 05.12.2003an de bi Kurdî stranek got û di pê strana xwe re wiha axivî "bi salan e me ev dixwest û Tirkiye gavek avêt û dê gava dudiya jî were, dê her tişt xelas be". Di pê vê axaftina Îbarahîm Tatlîses re, rojnamegerekî Tirk ji rojnama Milliyet, ji Îbrahîm Tatlîses re telefon dike û jê dipirse, ku gava dudiya çi ye? Di pê vê bûyerê re polêsên Tirkan Îbrahîm Tatlises digirin û roja din Îbrahîm Tatlises mecbûr dimîne, ku îfade bide sawciyên Tirkan û di pê re ÎBO serbest tê berdan.
Rojnamegerên Tirkan wek îstixbaratên MITê kar dikin û tu dibêjî qey ew hemû polês û şefên îstixbaratê ne.
Ev çend roj e, ku li ser vê bûyerê Tirk êrişî Îbrahîm Tatlises dikin û jêre dibêjin “xayîn, tu nanê me dixwî, lê li defa xelkê didî, emê te li meydana Texsîmê (li Stenbolê) bixenîqînin û hwd.”
Wek tê zanîn, ji bo straneke Kurdî, ku ji vir çend sal berê Tirkan li serê hozanê gelê Kurd Ahmet Kaya jî wiha kirin û Ahmet Kaya mecbûr ma, ji Tirkiyê derê û li surgunê, li Parîsê çû ser dilovaniya xwe.
Ji ber ku Tirk di pirsa Kurd û Kurdistanê de sînorê hovîtiya xwe nas nakin, loma ez bawer dikim, ku dê felaketekê bînin serê Îbrahîm Tatlises jî. Jixwe, ji niha ve dest bi hin senaryoyan kirine, ku Îbrahîm Tatlises ji holê rabikin.
Îbrahîm Tatlises heta niha wek kurdekî stranbêj, ku bi taybetî ji Tirkan re stranan dibêje, di tevgera Kurdî de rola xwe nelîstiye. Lê ev nabe sedem, ku em Kurd lê xwedî derneyên û wî neparêzin, çumkî êriş ne tenê li dijî şexsê Îhrahîm Tatlises e, ev herwiha li dijî stranên kurdî ye. Di binê vî mantiqî de dijminahiya Kurdîtî û Kurdistanê heye.
Li Kurdistanê û Tirkiyê hin rêxistinên civakî, yên sivîl dengê xwe bilind kirin û li Îbrahîm Tatlises xwedî dertên. Ev bûyereke baş e, ku aqîbeta hate serê Ahmet Kaya bila neyê serê Îbrahîm Tatlises jî.
Ez bangî Kurdistan-TV, Kurdsat û Medya-TV dikim, ku bila deriyên xwe ji Îbrahîm Tatlises re vebikin û wî dawet bikin, ku ew bernama xwe, ÎBO SHOW di televîzyonên Kurdan de pêşkêşî gelê Kurd bike. Eger Îbrahîm Tatlises jî vê dawetê qebûl bike, dê ji Tirkan re bersiveke baş be.
Di roja tengasiyê de xwedî li hemwelatiyên xwe derketin, bûyereke pir bi rûmet û payebilind e. Ez dixwezim mînakekî ji Amerîka û Ewropa bidim. Hemwelatiyên Amerîka û Ewropiyan li dervayî welatên wan, tiliya wan bêye êşandin, Amerîkî û Ewropî tevaya cîhanê ji bo hemwelatiyên xwe radikin ser piyan. Divêt em Kurd jî qîmeta tiştên wiha bizanibin, nekevin şaşiyan û nebêjin, ku Îbrahîm Tatlises çima? Wiha dikir û çima? Wiha nedikir û hwd., jêre çi? hewce ye em bikin.