MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 48, rêbendan 2004

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nûçe

Atolyeya Wêjeya Kurdî
Bang bo guherandina civaka sûrî
Civînek bo bîranîna Hemreş Reşo
Kemal Burkay êdî ne serokê PSKê ye
Êriş li hunermend Îbrahîm Tatlises


Daxwiyanî ji

Atolyeya Wêjeya Kurdî

[email protected]

Atolya Wêjeya Kurdî weşana xwe ya ceribandinê didomîne û kete qada duyem. Di demeke kin de dê têkeve qada sêyem û dest bi weşana xwe ya bi navê xwe bike.

Heta niha nivîsên nirxandinî yên Îbrahim Seydo Aydogan, Yaqob Tilermenî, Lokman Polat, Rêzan Tovjîn, Husein Muhamed, A. Meretowar, Dilawer Zeraq, Polat Can, Mem Mîrxan û M. Nezîr Silo hatine weşandin.

Di malpera me de nirxandinên li ser pirtûkên Çiya Mazî, Fewzî Bîlge, Hesenê Metê, Sedat Yurtdaş, Ridwan Karaaslan, Suleyman Demîr, Enwer Karahan, Roşan Lezgîn, Perwîz Cîhanî, Helîm Yûsiv û Eyup Kiran hatine weşandin.

Her wiha di beşa Wêje-go de Rêzan tovjîn, Sîdar Nûxak û Şîlan Baranî li ser Xelat a Sedat Yurtdaş guftûgo kirine û ev guftûgo hatiye weşandin.

Li ser 8 pirtûkên kurteçîrok, 3 roman û nivîskarekî nirxandin hatine weşandin.

Di beşa serbest de 9 nirxandinên mijarserbest hatine (li ser wêjeyê) hatine weşandin.

3 waneyên perwerdehiya Atolya Wêjeya Kurdî jî di beşa waneyên atolyê de hatine weşandin.

Heta niha ji bilî weşanên aram tu weşanxaneyan ji me re pirtûk neşandine.

Malpera me ya ceribandinî hîn jî di navnîşana http://nirxandin.sitemynet.com de didome. Dema me bi navê xwe yê nû mînak weke www.pirtûk.com dest bi weşanê kir, em ê we agahdar bikin.

Em hêvî dikin ku her nivîskar nivîsên xwe yên weşandî û neweşandî bi riya e-mailan ji me re bişînin da ku em wan di beşa arşîvê de, an bi daxwaza nivîskar di beşa Quncikê de biweşînin û xwendevanên Atolyê ji bo perwerdehiya nirxandinan jê sûdê wergirin. Pêşniyar, rexne û nirxandinên xwe yên li ser malpera me ji me re bişînin van navnîşanên:

[email protected],
[email protected]

Em dixwazin di malpera xwe ya nû de Quncikekê bi navê Weşan, yekê jî bi navê Televizyon amade bikin û nivîskarek, an jî du-sê nivîskar di van quncikan de weşan û televizyonên kurdî roj bi roj binirxînin û rê li ber pêşketina bernameyan vekin. Em bawer dikin ku ev ji bo wêjeya kurdî dê gaveke mezin be.

Nivîskarên ku bixwazin di malpera me ya nû de bi navê Quncikeke taybet nirxandin û danasîna pirtûk, weşan, hewildanên wêjeyî binivîsin û malperê dewlemendtir bikin, dikarin ji zûtirîn dem me agahdar bikin ku em cih bidin wan jî.

Atolya Wêjeya Kurdî li Qoser a girêdayî Mêrdînê ye. Berpirsiyar û avakarê Atolyê Rêzan Tovjîn be jî, her nivîskar û wêjenasê kurd xwedî maf e ku Atolyê dewlemend bike bi nirxandin, rexne û pêşniyarên xwe. Em ê li gor raman û dîtinên we malperê rojane nû bikin.

Armanca malperê ew e ku di sala 2004 an de bikaribe her heftiyekê pirtûkeke kurdî bike manşet û bi kadroyên xwe pirtûkê binirxîne. Ji bo vê yekê dê lijneyek jî bê avakirin. Ne pêwist e ku ev lijne li bajar, an jî welatekî rûne. Bi riya înternetê em ê bikaribin têkiliyên herî zûtirîn ava bikin. Nexwe li pêşiya nivîskarên kurd astengiya herî mezin bi tenê tiştek maye.

Atolya Wêjeya Kurdî
Sîdar Nûxak (Cîgir),
Şîlan Baranî (beşa Çîrok û Helbestan),
Dilovan Xofger (beşa weşan û reklamê),
Jêhat Berîvanî (beşa wane û teknîkê),
Merwan Serxetî (beşa pexşan û arşîvê).

[email protected]
[email protected]

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1