Ji deh salan û vir ve, her sal mehrecana helbesta kurdî li Sûriyê li
dar dikeve.
Ev çalakî, li seranserî herêmên kurdan, dikarîbû di demeke kurt de bibe
çalakiya rewşenbîrî ya herî serekî.
Di temenê xwe yê kurt de, mehrecana helbestê bûbû derfeteke giring û
pîroz bo nirxandin û xelatkirina helbest û helbestvanên kurd ên rojavayê
Kurdistanê.
Di dema dawî de dehemîn mehrecana helbesta kurdî li Sûriyê pêk hat. Lê
mixabin ko mizgîniya pêkhatina mehrecanê xwedî temnekî kurt bû, çimkî
pêre pêre hate diyar kirin ko du mehrecanên helbestê yek li Efrînê û ya
dî jî li Qamişloyê, çêdibin.
Me nûçeya dabeşkirina mehrecana helbestê bi xemgînî wergirt.
Em di wê baweriyê de ne ko ev dabeşkirin binpêkirina mafê helbesta
kurdî û mafê Seydayê Cegerxwîn e, çinku di roja koçkirina wî ya dawî de
çêdibe. Dabeşkirina mehrecana helbesta kurdî ji hêla kêve hatibe kirin jî,
karekî neberpirsyar e û ti qazencê nagihîne. Baweriya me ew e ko
rewşenbîr xwedî kesayetiyeke serbixwe û azad e û nabe karê xwe yê ferhengî bi
helwesta ti rêxistinên siyasî ve girê bide. Herweha pêwîst e rêxistinên
siyasî jî rêz û hurmetê ji vê taybetmendiyê re bigrin.
Ya giring ew e, ko ev gava çewt neyê dubare kirin. Pêwîst e ko ji niha
ve, ji bo Yekîtiya yazdemîn mehrecana helbesta kurdî li Sûriyê bê kar
kirin da ko sala bê yek mehrecan û bê dudilî pêk bê.