Ziman kilîla zanîn û zanyarîyê ye. Zanîn û zanyarî xurt û qayîmkirina xwenasîn û bixwebawerîyê ye. Mirovê ko bikaribe zimanê xwe bi kar bîne, pê binivîse û bixwîne, ji yê nezan hêsantir hîn dibe û dibe wergirê her cure zanistê. Bi vî rengî hem kesatîya xwe pêşde dibe û hem jî dikare xizmeteke baştir pêşkêşî civata xwe û mirovahîyê bike.
Eger te bivê tu bibî xwedîyê vê kilîlê, kerem bike û vê delîveya ha ya bêhempa ji dest mede. Zimanê xwe bi awayekî zanistî û akademîk li zaningaha bajarê Uppsalaya Swêdê, ko yek ji kevintirîn û navdartirînê zanîngehên Ewropayê ye, bixwîne.
Ev xwendina han bi destê Weqfa Kurdi ya Kulturi Li Stockholmê û Universîteya Uppsalayê li Swêdê tête bi rê ve birin. Dirêjahîya wê nîvsaleke xwendina bilind e. Ya sala 2003î di meha yekê de dest pê dike û di dawîya meha pêncan de dawî têt.. Weqfa Kurdî ya Kulturî li Stockholmê xwe dide ber mesrefên xwendinê.
Da ko tu bikaribî ji vê xwendinê behredar bî, ji te ev mercên jêrîn tên xwastin:
1. Divê te bi kêmanî lîse xelas kiribe. Xwendinên bilind û zanîna zimanekî ewropî xwedî tercîh in.
2. Divê tu ji herdu zaravayên kurdî (kurmancî, zazakî) yekê baş bizanibî. Yên ko her du zaravayan baş dizanin xwedî tercîh in.
3. Kesên ko nivîskar, rojnamevan û mamoste bin, yan jî mamostetî xwendibin, xwedî tercîh in.
4. Divê tu piştî xelaskirina xwendina xwe vegerî û li gor karîna xwe xizmetê ji zimanê xwe re bikî. Jin / keç xwedî tercîh in.
5. Wergirtina xwendekaran ji alîyê zanîngehê ve bi riya nirxandina merîtên wan û azmûnê dibe.
Ji bo vê xwendinê divê tu van belgeyan bigihînî navnîşana jêrîn:
1. Kopîyeya dîplomeya lîseyê yan jî xwendinên bilind.
2. Kopîyeyên merîtên din ko ji bo xwendinê wek tercîh dikarin bên hesibandin.
3. Belgeya qeyda nifûsê.
4. Kurtejînenîgarîya te bi kurdî û nivîskî.
5. Nav û navnîşanên saloxdêran (referensan).
6. Navnîşan û telefona te ya ji bo danûstandinê.
Divê belgeyên te herî dereng 20.12.2002yan de bigihên destên me.
Navnîşana serîlêdanê
Kurdiska Kulturstiftelsen i Stockholm
Box 12097
102 23 Stockholm/Sweden