Hejmara 8ê ya kovara Serbestî jî hat desteserkirin û belavkirina wê hat qedexekirin.
Serbestî kovarek serbixwe ya zanistî û ronakbîrî ye û ne ser bi ti rêxistinekê ve ye lê dîsan jî Dadgeha Ewlehî ya Dewleta tirk (DGM) biryara desteserkirina wê da.
Hêjayî gotinê ye ku tevî qanûn qaşo zimanê kurdî û azadiya çapemeniyê berfire dikin ti bandorek kargêrî di pratîkê de li zihniyeta qedexekerane ya Tirkiyeyê nekiriye.