Weke tê zanîn ku ev teknîka ewqasî bi pêşde çûye, divê mirov jî jê fêdê bibîne. Eger em rastî yê bêjin, îro ev gelekî ji me re lazim e. Ji ber ku TV û Radyoya me tune ye. Lê bi riya “PALTALK”a (www.paltalk.com) ku hatiye dîtin mirov dikare gelek tiştan bike. Kesên dikin jî henin. Gelek koçk hatine vekirin ku di wan de tiştên hêja jî têne munaqeşekirin û dibe ku tiştên nebaş jî. Lê divê em aliyê wê başî bigirin wê li gor pêwîstiya îro bi kar bînin.
Bi riya vê Paltalkê ku mirov ji xwe re odeyekê vedike û wê çawa dixwazî weha jî bi kar tîne. Bi hevre munaqeşe dike, dîtin û nerînin hev guhdarî dike. Seminer û konferansa jî dikare bide. Loma me jî weke gelek kurdan odeyek bi navê “Koçka DENGÊN AZAD” vekirî ye. Me xwest ku di virde hin tiştan bidin munaqeşekirin ku ray û baweriyên durust belav bibe.
Ev ê di 16 meha îlona 2002an de dê têkeve xizmeta we. Loma jî daxwaz ew e ku hemî nas û dost, heval û hogir jî bikaribin beşdarî bikin da ku munaqeşeyên xweş û bi sewiye bêne kirin. Her weha em li benda pêşniyarên we ne jî.
Em li benda beşdarî û pêşniyarin we ne ku ev bibe koçkek xweş û delal ku di nava hemî koçkên dinê de bibe dengê gelê me. Bîr û baweriyên rast belav bike.
Di beşa danenasînê de em hewl bidin ku şexsiyetên navdar, nivîskar û berpirsên kovar û rojnameyan (çi yên internet û çi yên normal) bidin naskirinê.
Li gel silav û rêz.
Koçka DENGÊN AZAD
Têbinî:
Me li gor daxwaz û pêşniyarên dostan, him navê koçkê guherî û kire Koçka DENGÊN AZAD û him jî programa wê bi awayekî din bi cih kir. Ji bona têkiliyan hûn dikarin bi riya vê maîlê danûstandinê bikin. [email protected]