Helbestvanê kurd Refîq Sabir li Swêdê hat xelatkirin. Pirtûka wî ya helbestan "Serdema Qeşayî" ev xelatê bi bihayê 25 000 kronên swêdî (n. 2 800 euro/dolar) jê re anî.
Di çapemeniyê de berhema wî ya navborî wek bedew, bihêz û astbilind hat nirxandin. Herwiha rexnegir dibêjin ku ev helbestvan bi peyvên xwe yên balkêş û dîmenên surrealîst dikeve dilê xwendevanên xwe.
Helbestek ji Refîq Sabir:
Me tenê hevdu heye
Me tenê hevdu heye.
Em hev hemêz dikin.
Bedenên me bala bêhna hev
û bêhna baran û tarîgewrikê kişandiye.
Mîna du pizotên li ber sarmayê
em bi ronahiyê dilîzin
em li ber xewn û bêkesiyê ne.
Em bi jiyanê û negengaziyê dilîzin.
Me tenê hev heye
Bi hev re em ê ava bikin
welatekî ji xewnan
malekê ji ronahiyê
û pêşerojekê ji evînê.