"Kewa Marî", romana pêşîn a Lokman Polat, 270-rûpelî ye û li ser pênc beşan hatiye parvekirin. Roman sala 1999ê li Stockholmê derketiye.
Min berê jî çend pirtûkên birêz Polat bi xwendevanên Mehnameyê nasandine û gelek ji hêjayiyên nivîskariya wî raxistine ber çavan. Di vê romanê de jî pirranî ji wan hêjayiyan diyar in.
Lokman Polat pûte û giringiyek mezin di vê romanê de dide erotîkayê û têkiliyên navbera jin û mêran, keç û xortan. Bila wiha bê kirin. Ji ber ku ev têkilî di her warê jiyanê de û di nav hemî gel û miletan û li hemî dem û serdeman de hene, binaxkirin û veşartina wan astengkirina tavdîtina rastiya jiyanê ye. Polat gavek mezin avêtiye ku wêriye bi kurdî van têkiliyan bike mijara romana xwe.
"Kewa Marî" - ango "Mêkew" ku navê serlehenga romanê ye - di nav gerîlayan de bi azadî û bêhnfireyî basa van têkiliyên xwe yên bi mêran re - çi yên bi kêfa xwe û çi jî yên bi kotekî - ji hevalek xwe re dike. Ev bûyera romanê bi temamî dijî wê rastiyê ye ku gerîla di nav de dijîn: Di pergal û sazûmanek leşkerî ya totalîter û dîktatorane, ku gerîlayên kurd tê de dijîn, mirov ji ber tirsa şikayetkirin û jiholêrakirina hev newêre basa tiştek wiha ji nêztirîn hevala/ê xwe re jî bike. Mixabin nivîskar ev rastiya beloq bi temamî ji bîr kiriye. Dîsan mirov dikare bibêje ku keç bi taybetî, ti kesek bi vî awayî vekirî basa jiyana xwe ya cinsî nake, heke azad û serbest be jî. (r. 3)
Herwiha di çîrok û galegotên gundewarî de serpêhatiyên seyr û sosret li ser gan û niyanan tên kirin. Nivîserê romanê xwestiye xwe bigihîne qada hinêra dabaşkirin û qalkirina van gotgotan lê mixabin bi pirranî li derî vê şiyanê maye. Lê ku hema di vî warî de ya ji destê wî hatiye texsîr nekiriye, hêjayî pesndanê ye.
Yek ji mijarên herî giring ên romanê Polat ji xwe tecawiz ango destdirêjiya namûsî girtiye. Li paşberga pirtûkê wiha hatiye nivîsîn: "Tecawiz jî tê de, bûyerên ku têne serê lehenga romanê (Keça kurd Marî) di jiyanê de tên û hatine serê gelek keç û jinên kurd." Ango bi rêya baskirina tecawizbûna Mariyê, Polat dixwaze rastiya keç û jinên kurd rabixe ber çavên me. Ser çavan, ma çi ji hindê baştir!.. Dibe dema keçik cara yekem tê tecawizkirin dilê mirov pê bişewite. Lê mixabin çendîn caran li pey hev dilê kesekî pê nasojîne lê çîroka keçika reben dibe entîke û tinazî. Carek jî tecawiz bes e bo ku bikare bandorek kembax a hetahetayî li ser mirov bihêle. Nivîser ne tenê xwe negihandiye vê rastiyê lê mala serlehenga xwe jî wêran kiriye û di romanê de rastiya jiyanê di vî warî de xwar bûye.
"Hêza gerîlan gundî ji nezanî û koriyê xelas kirine", di gelek derên romanê de bi vî awayî yan gotinên nêzî wan tê ziman. Ev roman jî mîna berhemên din ên Polat ji bilî "şoreşgerî" û "welatparêzî" pirraniya aliyên din ên jiyana kurdewarî ji bîr dikin. Herwiha divê wek nivîskarek xweberpirszan ji bîr nekiriba ku "hêza gerîlayan" bi pirranî jiyana gundiyan herimandiye jî. Tiştekî zêde kêrî wan bê fêrî wan nekiriye, tenê polîtîkaya xwe ya yekalî û totalîterane bi kotekî raberî wan kiriye û bûye sedema wêranbûna gundên wan û vederbûna ber bi bajaran daku li wir zimanê xwe jî ji bîr bikin û ji berê bi asanîtir bibin tirk.
Di romana Polat de gelek bûyer diqewimin, şer çêdibin, kuştin heye û hêvî û daxwaz derdikevin holê. Ev hinekî bêhnfireyiyê dide xwendevan. Lê diviyabû nivîser carinan basa jiyana normal û asayî, a bêşer, a ku mirov ditirsin lê tiştek naqewime jî bikira.
Gelek bûyer û qewimînên di berhemên wêjeyî yên Polat de hene ku potansiyelek baş û rengek dewlemend dikarin bidin berhemên wî lê divê kûrbûn, hestnazikî û zimanek bedew ê bikare bikeve hest û ramanan hebe ku Polat pê xwe bixe dilê xwendevanên xwe. Bo nimûne, carekê serlehenga wî û hevalek wê sê rojan xwe di stargehek binerdî de vedişêrin daku leşker bi wan nehese. Mixabin nivîser bi çend gotinên netêr û ne hêjayî vê rewşê di ser wan sê rojan re diçe û xwe dilezîne bûyerek din. Lezûbeziyek nebaş wek dî jî di hemî berhemên Polat de serdest û tîpîk e. Wî dikarî romana xwe bi vê mana li stargehê dest pê bikira, serleheng her ji wir nelivîbûya jî lê li wir basa serpêhatiyên xwe yên paşerojê û hêviyên pêşerojê kiriba. Bo ku berhema mirov bibe şaheserek, pêdivî bi gerrandina serlehengan li bi dehan bajar û welatan û dantecawizandina çendîn caran nîn e.
Vegotina bi sedan û hezaran kuştina/hatinkuştina mirovan ji alî kê de be û pileya rastiya bûyerê çi be jî, heke ew wek nûçeyan hatibe vegotin û jiyana yekta ya kitekesan tê re nenume (diyar nebe), tenê hejmar nikarin bala xwendevanên wêjeya spehî bikişînin. Pêxwasiya zarokekê/î yan standina pariyek nan ji dest wê/î dikare bandorek mezintir bike li xwendevan li şûna ji wî re bê gotin ku şeş milyon cihû ji alî naziyên elman de hatin telaftin! Jimare bêrû ne.
Nivîskarên mezin û nemir ne ew in ku basa serok û rêberan, şah û siltanan an selhildêr û şoreşgeran dikin lê ew nivîskar in ên jiyana sade, jiyana kesên sade, bûyer û tevgerên asayî û rojane ji xwe re kirine mijar. Yên din heke bi zêr û zîvan, zirrzirrok û pirrpirrokan hatibin nexişandin jî, erê qalik reng û şeng e lê kakil xirpik û xirş e.
Di rewşekê de ku mirin li dest û hazir e, serleheng ji hevala xwe Berfînê re dibêje: "Jiyan bi hev re, mirin bi hev re!" Ev sloganek e ku ji devê me hemiyan dertê. Lê ez bawer nakim ku gelek kes, ta "gerîlayên gernas", jî bi rastî wiha bikin.
Wek din jî mirov dikare bibîne ku Polat an bandor û tesîra îşkence li mirov dike fam nake yan jî naxwaze fam bike loma kesekî di romana xwe de wiha dide axiftin:
"Gelek baş e. Pir keyfa min hat ku tu keçikeka şoreşgerî. Ez jî şoreşger im. Ji ber vê şoreşgeriya xwe ez deh sal li hefsê razam. Razana min a hepisê bîr û baweriyên min yên di derbarî sosyalîzmê de neşikand[in]..."
Nizanim ka Polat çi polat e lê ma deh sal zindan hewante û lîstik e!? Ne tenê sosyalîzm lê heke Xwedê jî li hewara mirov bê, mirov nikare ji zindanan sirpîsax xelas bibe. Xwedê neke îşkence û tazîb li kesî bê kirin, baweriya mirov çi be jî, mirov ne polat lê şkêbar e. Xwezî Polat li gel çend kesên rastgo yên ji tirrbilindiyê dûr û îşkencekirî bişêwiriya ka rewş çi ye yan jî, wek mînak, pirtûka
George Orwell
"1984" bixwenda, paşî ev gotin bikirana.
Nivîskar çawan binivîse, mafê wî heye. Lê ya giring ew e ku bikare bandorekê li xwendevanên xwe bihêle, wan bihejîne, bikenîne yan bigirîne. Polat gelek mijaran qal dike ku tovê vê hejandin, kenandin an giriyandinê tê de heye. Lê ya ji wî tê hêvîkirin ew e ku bikare li ser mijarên xwe hûr û kûr bibe û bi awayek taybet - ne bi baweriyên sloganî û klîşeyan - çîroka xwe vebibêje.
Di vê romanê de Polat kariye xwe ji hin bend û girêkên berê azad bike: Di pirtûkên wî yên berî vê de rikeberiya dijmin û kurdan hemî çîrokên wî zeft dikirin û nedihişt ku ew li ser tiştek din rabiweste. Lê di vê romanê de zêdetir jiyan heye, ne pevçûn tenê. Herwiha di vê romanê de tê der ku "şoreşgerên kurd" ne tenê baş in; kêmasî û neheqiyên wan jî hene. Niha jî dem e ku Polat kurdên "neşoreşger" jî bike mijara berhemên xwe.
Gelo Lokman Polat rojnamevanî kiriye yan na, ez bi xwe nizanim lê ya diyar û zelal ew e ku hezkirina dilê wî bo rojnamevaniyê di nivîsên wî de ji kûriya dilê wî difûre ber perrên esmanê heftê. Polat rojnamevaniyê bi her awayî wek karek pîroz dihesibîne. Ev roman û romana wî ya dawîn "Rojnamevan" vê baweriya wî digihînin gupik û lûtkeyê. Gelo rojnamevanî - ku bûyerên mezin biçûk dike û bi taybetî jî bûyerên bêwate mezin dike - çendî pîroz e? Bila xwendevanên vê nirxandinê bi xwe bersiva pirsê bidin.
Lê meseleya mezin di romanê de ew e ku tirk nahêlin Kewa Marî rojnamevaniyê bi azadî bike. Bêguman ev rast e. Lê gelo kurd bi xwe dê bihêlin ku kesek wek Kewa Marî - ku bi baweriya nivîskar rojnamevanek azad e – karê xwe bimeşîne? Hêjayî gotinê ye ku pirraniya romanê li ser serpêhatiyên serlehengê ne dema ew dikeve rê daku xwe bigihîne fermandarek gerîlayan ê bi kodnavê Baz. Lê gelo ma Baz û partiya wî dê bipejirînin û qebûl bikin ku rojnamevanek azad biçe û rastiya wan bibîne. Di rastiyê de - lê ne di vê romanê de - partiya Baz ji her tiştî zêdetir ji medyaya azad ditirse. Tevgerên azadîxwaz ên cîhanê bo ku dengê xwe bigihînin dinyayê xwe li ber dilê çapemenî û medyayê şirîn û nazdar û nazenîn dikin. Lê partiya Baz di rastiyê de bo ku realîteya dîktatorî, hovîtî û barbariya xwe ya hiyerarşî vebişêre, medyaya azad ji dor xwe qewirandiye, wê ditelêfe, wê dibirîne, vedirevîne û ji xwe dûr dixe. Partiya Baz dê qet nehêle rojnamevanek azad û serbixwe ya wek serlehenga vê romanê rastiyê bibîne.
Jixwe take sedema hindê, ku partiya Baz hemberî partiyên din ên kurd (qet nebe, li Bakur) bi ser ketiye û partiyên din xistine rewşa wendabûnê, ew e ku partiya Baz bi tundî û tûjî pawankarî û monopoliya medyaya "kurdî" (ku di rastiyê de ya tirkîziman e) bi pêtî di dest xwe de zîn û hefsar kiriye. Hemî sazûman û pergalên totalîter û nedemokratïk ji medyaya azad û pirralî ditirsin û dibehecin. Partiya Karkerên Kurdistanê jî ji wan ne cuda û awarte ye.
Bi rastî mentalîteya Kewa Marî jî - bê hemdî nivîskar - ji rojnamevaniyek serbixwe gelekî dûr e. Ew diçe daku hevpeyivînekê bi Baz re bike û rastiyê bi çavên xwe bibîne lê hê berî tiştekî bibîne, wiha tev digere û dibêje: "
Baz [generalê gerîlayan] ji min re bazek allegorîk e." Sempatiya wê li her derê diyar e. Ev yek jî di rastiyê de kirinên eskerên tirkan "heq dike" ji ber ku Kewa Marî jî li ser baweriya cudaxwazan e. Polat helwest û bîreweriyên xwe xistine serê keçikê û ji bîr kiriye ku rojnamevanek serbixwe û bêalî nikare wisan bi pêşdarazî dijî tirkan û dilsozî "kurdan" jî be!
Kewa Marî li her derê ji her kesê re basa tecawizbûnên xwe dike. Nabêjim ku bila neke; bike belkî dê pitir bêhna wê fire bibe dema dilê xwe ji kesekî re vebike. Lê gelo di rastiyê de kî wiha zirrşermîn e ku vekirî basa van tiştan ji her kesî re bike. Di rastiyê de pirraniya jinan hê ku derdorên wan mesele nebihîstiye heta xwe dikujin daku êdî ji meseleyê xelas bibin! Li vir jî dîsan serleheng rastiyên jiyana gel berevaj dike û seriyê din ê werîs dikişîne.
Li derek romanê jî gundî ketine suhbetan û bi serbilindî û bê tirs û xof dabaş dikin ka çendî welatperwer in û çawa alîkariya gerîlayan dikin (r. 136-142). Kek Lokman, ma zindan, girtîgeh û nezaretxane ciyê îşkence, lêdan, tirsandin û debirandinê yan jî koçk, eywan û seraya Mam Smaîlê çîrokbêj in???
Polat 10-15 caran navê Kewa Marî û meseleya xaîntiya kewan bas dike û dîsan lê vedigere û dubare dike. Lê bi rastî tiştekî di warê kewan de nabêje. Ya hê rasttir: baş diyar e ku kew ji nivîskarê me re nenas in.
Polat niha çendî sosyalîst û çepgir e, ez nizanim. Lê dixwiye ku bîreweriya sosyalîzmê li ser rewiştên mirov û hêviyên sosyalîzmê ji mirovan kûr di mejiyê wî de ne: mirovên zana, mirovên amade bo baweriya xwe can bidin, - bi kurtî - mirovên bêkêmasî! Ev bîrewerî bo hemî bîrdoz û îdeolojiyên ektremîst (sosyalîzm jî di nav de) giştîmend û rewiştî bûye û mirûd û peyrewên wan bi serhişkî li pey wê rê û rêbazê çûne û xwestine hemî dinya mîna wan be lê mixabin ew bi xwe li gavên xwe likumîne û hilingivîne û bêhêvî mane. Yek jî ji lehengên çîrok û romanên Polat carekê jî kêmasî yan şaşiyek wî tine ye. Ew bi xwe kesên xawên û pak, bijûn û paqij in. Neheqî hertim li wan dibe; ew ticar xerabiyê li kesekî nakin. Polat di pêşgotina romanê de dibêje ku serlehenga wî "rewşenbîr e, entelektuel e" lê bi baweriya min afirandina lehengên wiha bêkêmasî hem dûrî rastiya mirovan û civakê ye, hem jî (bi gotinek Evdile Koçer) entel-nexweşiyek giran e.
Lokman Polat xwestiye romanek realîstîk û rastînêz binivîse. Ku dîsan dubare bikim, ew dibêje: "[B]ûyerên ku têne serê lehenga romanê (Keça kurd Marî) di jiyanê de tên û hatine serê gelek keç û jinên kurd." Erê Kewa Marî jî tê tecawizkirin û sed mixabin ku ew bi serê gelek keç û jinên kurd jî hatiye. Lê di romana 270-rûpelî de, ku hemî li ser "keça kurd" Kewa Marî ye, ti rewişt û karakter, rabûn û rûniştina wê naşibe keç û jinên normal û asayî yên kurd. Kewa Marî rojnamevan e, entelektuel e, ronakbîr e, zana ye, û nizam çi û çi ye... Ji bilî heke mirov hin keç û jinên hin rêxistinan bi çargavkî lê bi çavkorkî dane pey xwe û tirkî fêrî wan kiriye û kurdî ji bîra wan biriye wek zana bihesibîne, gelo ka ev keçên kurd ên wiha zana, ez jî dixwazim wan binasim!..
Ji alî rastnivîsiya kurdî de ev roman ji hemî berhemên din ên Polat kembaxtir e. Ez naxwazim kitekit li ser şaşiyên rêzimanî û rastnivîsî rabiwestim. Hema sernavê nasandina romanê li paşberga pirtûkê wek mînak bes e: "Ro
rama Rêveçûna Li Pey Evînê" (Jixwe mirov dikare bipirse ka gelo wateya van peyvan bi kurdî çi ye!?). Ne rast e ku Polat kurdiyek wiha birîndar û şerpeze dizane, lê piştî nivîsîna romanê, xwe pê ve neêşandiye daku biferisîne ka çi rast û çi jî şaş hatiye nivîsîn!
Ji alî teknîkî de jî kêmasiyên berçav hene. Yek jê dabeşkirina babet û jêrbabetan e. Hin 1-2 rûpel dirêj in. Yek jî çarêkek ji hemî romanê ye (ji r. 94 ta r. 143). Her car xwendevan nikare babetek wiha dirêj bi yek rûniştinê bixwîne.
Nivîser wisan nekiriye ku dema xwendevan hinek ji romanê dixwîne, bi kelecanî bendewarî qewimîn an diyarbûna hin bûyerên balkêş be. Xwendevan di romanê de gelek mijarên bi hev ve girênedayî dixwîne bê ku li hêviya diyarbûna mijara serekî ya romanê be.