MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 32, rezber 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Pirtûk
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Pirtûk

Lokman Polat: Çima Kejê?
Husein Muhammed: "Kewa Marî"


ÇIMA KEJÊ?

Lokman Polat: [email protected]

Ez ji temaşekirina fîlman gelek hez dikim. Loma jî gelek caran diçim sînemayê û fîlmên ku diecibînim temaşe dikim. Di televîzyonê de jî hinek fîlmên rêzefîlm -ku bi tirkî jê re “dîzî” dibêjin- seyr dikim, her hefte li wan fîlman temaşe dikim.

Min di rojnameyekî tirkî de xwend ku artîsekî tirk - yê ku fîlma şoreşger Denîz Gezmîş çêkiribû- bi navê “Kejê” rêzefîlmek dikşîne. Di vê rêzefîlmê de serpêhatîya keçikek kurd ku navê wê “Kejê” ye dikin fîlm. Dema min vê nûçeyê xwend, romana Adîl Zozanî a ku navê wê “Kejê” ye kete bîra min.

Min ev roman kirîbû, di pirtûkxaneya min de hebû. Di nav refê pirtûkan de bû, lê min ji ber xwendina pirtûkên din firsend nedîtibû ku ez vê romanê bixwînim. Pirtûka Mehdî Zana “Me Helal Bikin” di destê min de bû. Min xwendina wê pirtûkê qedand û dest bi xwendina romana Adîl Zozanî “Kejê” kir.

Romana “Kejê” di nav weşanên “Pêrî” de, di sala 2001an de li Stenbolê derketiye. Pirtûk 240 rûpel e. Bi tîpên hurik hatîye nivîsîn. Tîpên biçûk ji bo çavên mirov nebaş e, çavên mirov xirab dike û xwendina wê gelek zehmet e. Bi min, divê pirtûkên kurdî bi tîpên gir bên nivîsîn, ji bo xwendinê hêsan e.

Edîtorê weşanên Pêrî Hesen Cunî hem redaksîyona pirtûkê kiriye û hem jî ji bo pirtûkê rûpelek pêşgotin nivîsîye. Ew di pêşgotina xwe de li ser girîngîya ziman disekine û bi çend gotinan behsa naveroka romanê dike.

Min dema dest bi xwendina romana Adîl Zozanî “Kejê” kir, ji ber gelek sedeman xwendina wê bi min zehmet hat. Pirtûk bi tîpên biçûk hatibû nivîsîn. Zimanê pirtûkê herêmî -lokal- bû. Li gor devoka Hekarîyan bû. Ziman herîkbar nebû û li gor pîvanên edebî jî gelek qels bû. Gelek hevok li gorê rêzimanê kurdî şaş hatibû sazkirin. Di mesela nêr û mê’bûna peyvan de tevlîhevî hebû. Navên leheng û fîgurên romanê jî navên ecêb bû. Hinek navên kurdî ên mê -ku ji bo keç û jinan ew nav tên danîn - li mêran hatibû danîn. Herwekî “Têlî” navê jinan e, lê di vê romanê de navê mêrikekî bû.

Herçiqas min di xwendinê de zehmetî kişand jî -hinek peyv ji bo ku lokal in, ez maneya wan peyvan nizanibûm - lê, ji bo ku berhemeke edebî bû, navê romanê li ser bû û bi zimanê kurdî hatibû nivîsîn, min zorê da xwe û temamê romanê xwend.

Romana “Kejê” romaneke sosyal-civakî ye. Jiyana gundîyên kurd, berxwedana wan di vê romanê de tê ravekirin. Gundî û gundên kurdan bi zimanekî lawaz tê qalkirin. Taswîrên ku têne kirin jî gelek qels in. Ev berhema adîl Zozanî a yekem e. Wek her nivîskarî di berhema pêşîn de qelsbûnî tişteke tebiîye, normal e.

Tîp û fîgurên ku di vê romanê de ne, yek jê navê wî Koçero ye. Ev kes di pêvajoya romanê de dibe lehengê sereke ê romanê. Koçero (ew Koçero’yê mehkûm ê navdar nîn e. Ev koçero’yekî reben e.) hêj zarok e. Dixwaze biçe dibistanê. Navê bavê Koçero, Têlî ye û navê dîya wî jî Kewê ye. Navê gund “Bêbokê” y. Navê yekê jî “mela Dogo” ye. Li gundê Bêbokê dibistan tune. Divê Koçero biçe bajêr û li wir di dibistana dewletê de bixwîne.

Koçero bi îcaza -îzna-malbata xwe diçe dest bi xwendina dibistanê dike. Ew hêj heşt salî ye. Dibistan dibistana fermî a dewletê ye. Dibistana razanê ye. Bi tirkî jê re “Yatilî Okul” dibêjin. Ev dibistan cihê asîmîlasyonê ye. Cihê înkarkirina kurdan û zarokên kurd, tirk kirin e. Zarokên ku li wan dibistanan dixwînin hemû jî zarokên gundîyên kurd in. Van zarokan ji biçûkîyê ve ji malbatên wan qût dikin û di dibistanê de wan wisa perwerde dikin ku, wan dikin tirk. Perwerdekirina wir bi temamî li gor îdeolojîya fermî a kemalîstî ye, li gor şovenî û nîjadperestîya tirk tê meşandin.

Koçero dest bi dibistanê dike, lê bi tirkî nizane. Ji mamostan lêdan û kutan dixwe. Bi çova zorê fêrê tirkî dibe. Di dibistanê de bi kurdî axaftin qedexe ye. Lê, xwendevanên kurd bi dizîka di nav xwe de kurdî diaxifin.

Koçero heşt salî ye û di dersxaneya yekem de ye. Di dersxanên bilind de kurdên xort ên xwendevan hene. Vana kurdên sîyasî ne. Ew bi Koçero re jî têkilî datînin, jê re propaganda sîyasî dikin. Koçero di dibistanê de, dema bi şev radikeve xewnek dibîne ku di çîya de, di nav gerîllan de ye. Zarokekî weha heşt salî û xewneke weha bibîne?!... Belkî jî ev xewna nivîskar bi xwe ye, lê bi Koçero’yê biçûk dide dîtin.

Li Tirkiyê û Kurdistana bakur, havînan dibistanên tirkan tên girtin. Koçero jî diçe gund. Ji wir jî diçin zozanan. Di 48 rûpelên pêşîn ên vê romanê de Kejê tune. Di rûpela 48an de derdikeve. kejê dotmama Koçero ye. Ew jî li zozanan in. Koçero û Kejê bi hevre diaxifin. Koçero wê havînê li zozanan dimîne, guhdarîya çîrokbêjên gelêrî dike. Nivîskar Adîl Zozanî çîroka “Seyran Xatûnê” jî girtiye xistiye nav romana xwe.

Zozanî ji zozanan vedigerin gundê xwe. Tam di wê demê de ordîya tirk derba leşkerî pêk tîne. Kenan Evren û cunta faşîst a leşkerî tên ser hikûm. Koçero ji gund tê, dîsa dest bi dibistanê dike. Rewşa dibistanê ji berê xirabtir e. Ji bo ku Koçero bi hevalê xwe re bi kurdî diaxife, mamostê wan li wan dixe.

Sal û demsal derbas dibin. fierê çekdarî dest pê dike. Hinek xwendevanên ku di dibistanê de dixwînin, diçin beşdarê nav hêza çekdaran -gerîllan - dibin. Lê, Koçero naçe çîyê. Lehengê romanê Koçero dibistanê diqedîne, dîplome digre û paşê jî ji bo xwendina xwe di dibistanek din a bilind de bidomîne, bi hevalê xwe fiêxmûs re diçe Adanê. Ew li wir xanî kirê dikin û dest bi dibistanê dikin.

Mirov vê romanê dixwîne, ji nîvî zêdetir diqedîne, hêj jî Kejê li holê tune ye. Bi rastî min fêm nekir ku nivîskarê romanê Adîl Zozanî çima navê vê romanê “Kejê” danîye? Bila navî “Koçer” yan jî “Koçero” daniyana. Ji xwe her tiştê romanê li derdora Koçero û li gor rewşa wî tê vegotin. Kejê keçikek çawane? Qarektera wê, hestên wê yên ruhî çine? Taswîra Kejê qet nehatiye kirin.

Xwendevanên vê romanê tişteke ecêb jî di rûpela 119an de fêr dibin ku paşnavê Koçero “Kurt” e û paşnavê hevalê wî fiêxmûs jî “Bozkurt” e. Nav û paşnavên wan bi hev nakevin. Ev herdu paşnav jî sembola tirkên nîjadperest û faşîstan in. Xuya ye mamostê dibistanê jî mirovekî pêşverû ye, loma ku dibêje “Qet paşnavê xwe ji min re nebêjin.” Paşnavên weha tirkî realîteyeke îronîk ê kurdan e. Navê bîst milyon kurdan çi dibe bila bibe -ku piranî navên erebî ên îslamî ne- paşnavên wan ji mecbûrî miheqeq bi tirkî ne. Ev jî ji ber nîjadperestîya fermî a dewleta tirkan weha ye.

Di rûpela 127an de, em fêr dibin ku dilê Koçero ketiye Kejê. Koçero li Adanê ye û Kejê jî li gundekî Hekarîyê ye. Di dibistanê de keçikek kokkurd ku bi kurdî nizane biaxife heye, navê wê Songul e. Dilê Songulê jî ketiye Koçero. Evîna Songulê evîneke platonîk e, yek alî ye.

“Heşt salên Koçero û hevalê wî fiêxmûs li dibistanê diburin.” Van gotinan ez nabêjim, nivîskar Adîl Zozanî bi xwe dibêje. Di nav pêvajoya van heşt salan de çi bûye, çi qwimîye, çi hatiye serê Koçero û hevalê wî? Ne diyar e. Nivîskar di ser heşt salan de çil daye. Ê, piştê heşt salan çi dibe?

Navê pirtûkê “Kejê” ye. Xwendevan pirtûkê dixwîne, lê Kejê li holê tune ye. Kejê ne wek lehenga romanê û ne jî wek fîgurek di vê pirtûkê de cih nagrê. Wisane, nivîskar çima navê pirtûkê “Kejê” danîye? Min wek xwendevanekî meraq kir. Ma qey Kejê jî însan nîn e? Fikr û ramanên wê, hizr û hestên wê tune ne?

Koçero piştê ku diçe dibistana Adanê, li wir bi Sorgulê re dibe heval, paşê jî ew herdu bi hevre dizewicin. Sorgul di pirtûkê de gelek cih digre, lê Kejê na. Gelo çima nivîskar navê romana xwe “Sorgul” danenî?

Li ser berga pirtûkê wêneya xortek, keçek û hespek heye. Xort li hespê siwarkirî ye, keçikê jî li pêşîya xwe siwar kirîye û hesp rabûye çargafê, bi rewanî dibeze. Mirov dema li wêneya berga pirtûkê dinêre, dibêje qey xortekî keçikek li hespê siwar kirîye û wê direvîne. Lê, di vê pirtûkê de revandina tu keçikek jî tune ye. Hem navê pirtûkê û hem jî wêneya berga pirtûkê û naveroka pirtûkê ji hevûdu cuda ne û tu eleqeyê wan bi hev tune ye.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Pirtûk | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

1