MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 31, gelavêj 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Şano
Pirtûk
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Ziman

Adar Jiyan: Ziman nîvê neteweyekê ye


"ZIMAN NÎVÊ NETEWEYEKÊ YE"

ADAR JIYAN: [email protected]

Helbestvan û ramanwerê navdar ê Elman Goethe, pêwistiya zimên nîşan dide û dibêje:

"Ziman nîvê neteweyekê ye."

Rast e. Ji hêmayên ku neteweyekê dikin netewe, yek jê belê ya herî girîng, ziman e. Di bingeha neteweyekê de, ziman erkeke pirr girîng e. Her wisa ziman, nasnameya neteweyî û mînaka zindî ya hebûne gel jî.. Çanda gel, dîroka gel, huner û wêjeya gel bi ziman tên parastin û pêşve diçin. Kesê ku zimanê wî nebe, mirov nikare qala neteweya wî û hebûna wî bike. Bi rastî, nikare bibêje , ew mirov e jî. Mirov ne ew kes e ku, du çav du guhên wî/ê hebin û li ser du lingan bigere. Ji bilî wê gelek mercên mirovbûnê yên din jî hene. Bo nimûne, fikr û raman, axaftin, ango ziman, hest û hwd. Lê fikr û raman jî ne gengaz in ku, bê ziman bi pêş ve biçin. Tu kes nizane kî çi difikire, ta ku neaxive, ta ku ramana xwe dernebire. Lê ziman tenê ne axaftin e jî. Ew, bingeha hemû nirxên mirov e. Pêwendiyên rojane, danûstandinên civakî, perwerdehî, komelayetibûna takekes û civakê, pêkhatina hest û ramanê, derbirîna bîrdoz û ramyariyên nû û nûjen, xewn û xeyalên dahatûya takekes û hwd. pêşî bi ziman dest pê dikin. Naskirina gerdûnê, şirovekirina xwezayê, lêkolîn û dahûrandinên fezayê, têkiliya navbera civak û dîrokê, xwedîderketina li çand û hunerê, hemû bi rêgayî zimên bi dest dikevin. Nêrîn û nêzîktêdayînên zanistî, bi saya zimên derdikevin holê. Xislet û hestên mirov, bi zimên kifş dibin. Dilxeşî, xweşbûn û xweşbînî, her wiha xemgînî, reşbînî , êş û azar û jana dilê mirov digel zimên tên derbirîn.

Ziman, bi du awayan derdikeve pêşberî me. Yek; zimanê axaftinê(devkî). Du; zimanê nivîsandinê (wêjeyî). Zimanê devkî çiqasî xwe biparêze jî, ku zimanê wêjeyî nebe, ewê lawaz û bêhêz bimîne. Pêşveçûyîn û dewlemendbûyîna zimên jî bi xwendin û nivîsandinê bi dest dikeve. Belê ev yek nayê wê maneyê ku hewcetî bi zimanê devkî nîne an jî zimanê axaftinê ewqa ne girîng e. Na ! herdu ziman jî pêdiviyên takekesî û civakî yên pirr pêwist û jênager in. Herdu ziman jî hevûdin xurt dikin û diparêzin.

Ger ku neteweyek bixwaze di nava malbata gelan de cî bigire, divê pêşî li zimanê xwe xwedî derkeve û zimanê xwe bigihîne asteke neteweyî. Hemû têkliyên neteweyî û navneteweyî îro bi ziman pêk tên. Gel û kesên ku bi zimanê xwe nefikirin, nenivîsin û neaxivin di qada cîhanê de jî tu kes wan naxe şûna mirovan û tu nirx û qîmetê nade wan. Hêzên împeryalîst û dagirker, ji bo ku gelan bêvîn, bêhêz û bêrêxistin bihêlin, pêşî bi qedexekirina zimanê wan dest bi karê xwe yê kirêt dikin. Piştre jî zimanê xwe wekî zimanê dinê yê navneteweyî û zimanê bazirganiyê, bi gelan didin xebitandin û pejirandin. Ku îro li hemû welatên cîhanê û li dibistanên wan, zimanê îngilîzî bûbe zimanê duyem – li gelek welatan, wekî zimanê yekem- û xwendekarên wan welatan, ji zimanê xwe yê neteweyî û zikmakî bêtir bi îngilîzî diaxivin, ev yek ne tiştekî xweberê ye. Lewre zimanê împeryalîzmê ango zimanê DYA’yê Îngilîzî ye.

Mebesta kolonyalîstan ev e ku, li ser rûyê dinê çanda hemû neteweyan di bin çanda împeryalîst de bifetisînin, bimehînin û tune bikin. Him jî, ji bo ku bi ser bikevin, erka zimên derdixin pêş û baş dixebitînin. Helwesta dugala KT’yê (*) jî pareke vê konevaniyê ye. Wekî hemû dagirker û desthilatdarên dinê, desthilatdariya Tirkiyeyê jî ji bo wê pêşî zimanê tirkî – naxwazin zimanê tirkî jî xwerû bimîne- û zimanê gelê kurd, laz, çerkez, ereb, gurcî, asûrî belê nemaze zimanê gelê kurd qedexe dikin. Çimkî baş dizanin ku bişavtina gelan bi qedexekirina zimên pêkan dibe. Bişavtin, jixwe bidûrketin û wendakirin e. Wendakirina zimên, birrîna jiyana gel e. Qedexekirina zimên tunebûna gel bi xwe re tîne. Li vê derê, xwedîderketina li zimên, bi pêwistiyeke mezin xwe dide pêş.

Desthilatdarên dinê û neyarên gelan bi çi awayî bi ser wan de were, divê ew jî bi vî awayî helwestê dayne. Ji bo ku gel û neteweyên bindest ji mirovahiyê û girêdayê wê ji hemû nirxên neteweyî û gerdûnî yên rûmetdar bidûr bixin, çi ji destê wan tê, texsîr nakin. Çi tiştên bêrûmet û bêrê hebe, xwe ji ber nadin alî û teqez wê yekê pêk tînîn. Ligel pest û kotek û neyîniyên demê û astengiyên bêyom dîsa jî gelê kurd digel vê qedexetiyê û di nava mercên gelekî dijwar de, zimanê xwe yî zikamkî parastiye û diparêze jî.

Gelo çima ne tiştekî din, îlam ziman tê qedexekirin û astengkirin ? Ji ber ku hêzên antîdemokratîk û mêtinger baş dizanin ku, zimanê neteweyekê bi pêş ve biçe, dê gel û neteweyên bindest, li nirxên xwe yên neteweyî xwedî derkevin. Ji bo gel û netewe bi ser bikevin jî, divê ew bi tevayî li weşanên xwe yên neteweyî û her wiha weşanên xwe yên neteweyî bi rêgayî xwendin û belavkirinê berfirehtir bikin. Weşanên ku bi ked û emega salan hatineafirandin, weşanên ku bi xwîn û xwêdana lehengan û bi neynûk û diranên kesên fêdakar hatine bidestxistin, werin perisîn û parastin.

Divê baş bête zanin ku tu kes ziman, çand, huner û wêjeya mirov, wekî sorguleke bêpînc û bêdirî naçine û nade dest mirov. Ev nirxên hêja û payeberz, tu car bi hêsanî bi dest neketine û nakevin jî. Wekî din jî ne gengaz e ku hêzên û qedexeker û desthilatdar rabin bibêjin : “Fermo ! Ha ji we re zimanê we û pîroz be !” Îcar berî wê jî divê em vê yekê ji guhê xwe bavêjin ku, tucar, tukes ranabe birîna meriv li gora dilê meriv derman nake. Divê em (gel) birîna xwe bi destê xwe derman bikin.Gotina pêşiyan jî vê yekê diselmîne: “Tiştên ku dest dikin, dê û bav nakin”

Madem ku rewş ewqa eşkere û diyar e, bi zimanê xwe axaftin, bi zimanê xwe xwendin û bi zimanê xwe nivîsandin, dermanê êşa me ya dijwar e. Ya rast jî ev e.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Pirtûk | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

1