MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 62, adar 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Pexşan
  • Eyûb Kiran: Pilingê Serhedê (roman, beş 5)
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Wendabûn (roman, beş 5)

  • WENDABÛN (roman, beş 4)
    Şahînê Bekirê Soreklî: [email protected]


    (Di sal 1985 de hatiye nivîsandin û di sal 1987 de li Almanyayê hatiye weşandin. Lêniherîneke nû: 2004)

    Min xwarin bi dest nexist. Mirovê birçî nedikare dûr biçe. Ez dîsa westa bûm û divê car din di siya darekê de vêsî bikim, yan na, ez ê yekcar bêhêz bibim. Va germa dikare mêjiyê mirovî bihelîne. Siya darê min ji germê naparêze, lê nahêle roj min bi şewata xwe biqewirîne. Min hewcedarî bi ponijandina berdewam heye, mêjiyê min divê mijûl bimîne da ku nekeve xewê. Çi were serê min jî mêjiyê min divê hişyar bimîne. Raketina mêjî dê pergala min belav bike, dê min têxe nav tunebûnê û çiraya jiyana min bide vemirandin.

    Mêşên bêbav li dora min vingeving in, dixwazine ji hebûna min sûdê bi dest xin; ne ditirsin, ne jî bi hêsanî rê didin pelixandina xwe; jîr û har in mêşên vir, tenê berjewendiya xwe didin ber çav; ne wek yên me ne. Mêşên welatê me çavtirsonek in, bêçare ne, kukum in. Li bajarên xelkê kew û çivîk di nav lingan de diçêrin, lê teyrên me?! Teyrên me di xewnên xwe de jî ji me bizdoyî dibin, ta dikarin ji me dûr difirrin. Ew ê çawa baweriya xwe bi me wînin, emên ku dijminên her tiştê xwe ne?! Em hêkên teyrên xwe dipelixînin, hêlînên wan tune dikin, çêlikên wan diqurincînin, bask û qanadên wan dişikênînin, û dema fersend dikeve destên me em wan hildiqetînin. Di stran û çîrokên me de gotinên Ii ser piling û hurç û xezal û gur û gakûfiyan hene. Lê îroj li welatê me tenê çend gur û xezal di derên ase de mane. Ger goştê guran bihata xwarin ew jî nediman. Li hin welatan heta bi kujtina maran be jî qedexe bûye, li hinekên din jiyan bi xwe! Gelo me maf hebe behsa “welatê xwe” bikin?! Em kî ne, em çi ne, em hene?! Bêguman e ku em hene! Ta ew roja ku dijmin xwîna me û em jî ya hev û ya lawirên welatê xwe birijînin kes nikare hebûna me înkar bike. Hebûneke wisa jî yek ji şêweyên hebûnê ye! Feylesofê frensî Descartes gotibû, “Ez difikirim, loma ez heme.” Xweziya ciwanmêrî her weha gotibûya, “Yê baş bifikire jiyanxweş e, yê şaş bifikire talihreş e.” Di vê rewşa kambax de min jî ponijandin divê. Heke baş neponijim mêş ê li ser hesabê bedena min dawetê bi rê xînin. Heta bi mêşan be ji bo hebûna xwe difikirin. Xweziya em jî hema wek wan bifikiriyana! Mêş hev nakujin, kok û rehên xwe înkar nakin, mêş MÊŞ in!

    Erê, mêş MÊŞ in, Iê ez jî kurê bavê xwe me! Ta zindî bim û nefes di dev û pozê min re were der ew ê n’ikaribin ya mûriyan hanî serê marê har wînin serê min. Wa ye min çar ji wan bi carekê ve di navbera her du lepên xwe de pelixandin û bi herriya erdê destên xwe ji xwîn û hûrpizûrên wan pak kirin. Ez zû bi zû namirim; ta ez bifikirim, ez ê hebim. Bicehimin herin, mêşên bêwûjdan! Ez goştê we naxwim, hûn jî yê min mexwin. Canê min bi min şêrîn e, mêşino! Ez ne Eyûb im û ne jî sebra wî bi min re heye da ku bihêlim hûn min zindî bixwin. Wa ye ez di toto re derketime û hûn hêvî dikine min wisa bi hêsanî bikin rizqê xwe! Na, na, ez ne Eyûb im! Dizanim kurm ketibûn bedena hezretî Eyûb. Dema kurmikek diket, wî ew radikir û dîsa li ser bedena xwe bi cîh dikir, digotê, “ Bixwe rizqê xwe.” Çi dibêjin bila bibêjin; ez nahêlim mêş min ji xwînê hişk bikin.

    Gelo ger hezretî Îsa di şûna min de bûya, wî jî dê mêş bipelixandana?! Bawer nakim. Ma ne ew bû yê ku gotibû, “Ger yekî sîlleyek li aliyê ruyê te yê rastê xist aliyê çepê bidê!” Li gor felsefeya xiristiyanî, wî xwe ji bo mirovan canfîda kir, bi mirina li ser xaçê mirovahî ji tawan û nerindiyên wan azad kir. Dikim-nakim nedikarim xwebêja vê gotinê di serê xwe pepûkê Xwedê de bidim pejirandin. Tênagihêm mirovek ê çawa razî be ku neyar wî li ser xaçeke textîn mîx bikin da ku Xwedê tawana gunehbaran, neyarên wî jî di nav de, bibexşîne! Bawermendên olên kevnar keçên qîz ji bo xudayên xwe dikirin qurban da ku Xuda wan ji tofanan biparêzin. Hezretî Îsa jî xwe kir qurban, na bibexşînin, bedena xwe kir qurban, lê dû re rabû asîmên, çû cem Xwedê, “Bavê li jor,” yê ku ji bo xatirê ciwanmerdiya wî û jana wî li ser xaçê hest kirî rûpelên stemkar û gunehbaran yên ku bi encama kiryarên nerind reş bû bûn ji wan re pak, gewrspî kirin. Na, na, heke hezretî Îsa îroj wek min wenda bû bûya wî dê mêş nekujtibûna. Lê hezretî Muhemmed (SELLELLAHÛ ELEYHÎ WE SELLEM) û kurmamê wî hezretî Elî (REDIYELLAHÛ ENHÛ)?! Gelo, ger ew di şûna min de bûna dê mêş bikujtana? Çawa na?! Ma ne hezretî cenabî pêxember di qewlên şerîf de yên ku ji devê wî yê bi misk û enber hatibûn der gotibû ku “Çav bi çav û diran bi diran e?” Hemorabî jî bi sedan sal ber hezretî cenabî pêxember (SELLELLAHÛ ELEYHÎ WE SELLEM) ew gotina bi xwe kiribû. Hezretî Elî (REDIYELLAHÛ ENHÛ), kurê eşîra Qureyşa Erebiye hîcazî, tew xwediyê şûrê çetelîn bû; ne mêş û ne jî bav û kalên mêşan ê bikaribûna nêzike siya bedena wî ya bimbarek bibûna. Lê Gandî?! Ger ew îroj li çola Xwedê wenda bû bûya û mêşan xweztibûna xwîna wî bimijin, gelo wî jî dê xwîna mêşan birijanda?! Na welle; wî mêrxasî dê bikira ku wan bi rihetî ji xwe bi dûr xe.

    Ji bedbextiya Gandî bavê wî jî wek bavên Marks, Engels, Lenîn, Brecht, Kastro û Gîvara mirovekî bûrciwazî bû. Wî kurê xwe ji bo xwendina qanûnê rêkiribû Îngliztanê, li dû ku kurê wî sond xwaribû ew ê Ii wir bedena xwe bi bedenên yên mê neke. Gelo Gandî, kurê gelê Hindistanê, çima çû li Îngliztanê qanûnê bixwêne?! Heye ku ji bo fêrbûna dek û dolabên wan, da ku bikaribe bi eynî şêweyan gelê xwe ji bin lepên wan derîne. Gandî xwendina xwe kuta kir, hebkî ji xwe re li Ewropayê û Afrîkayê geriya û dû re li welatê xwe vegeriya; ne wek hin ronediyên ku dema welatên xwe li şûn dihêlin êdî Xwedê bi xwe jî nikare wan li wan vegerîne. Na, Gandî ciwanmêr bû û vegeriya Hindistanê, li wir kincên ewropayî ji xwe şeqitandin û cawê gelê xwe li dor bedena xwe gerand. Ew nermî û xweşiya jiyana ewropayî yên ku sinçiyên hinan xirab dikin û lingên wan li wir bi erdê de diqemitînin di nav kurtedemekê de ji bîra wî çûn û wî dest pê kir wek hemwelatiyên xwe yên belengaz bixwe, wek wan vexwe, û wî teşiya wan jî xist destên xwe, amancên wan jî kirin yên xwe û tev wan keniya û giriya ta ku êdî xelkê navê “Bavo” lê kirin.

    Li gel ku Gandî kincên ewropiyan ji xwe danîn jî, wî ramanên hin feylesofên rojavayî di nav hişên xwe de bi cîh kirin. OIa Kurê Meyremê jî şopa xwe di nav bîrûbaweriya wî de hîşt. Yên wek me çi dibêjin bila bibêjin, Gandî xwe û zanibûna xwe ji bo gelê xwe bi kar hanî; ne wek hinan, yên ku gelên xwe ji bo mebestên xwe bi kar tînin. Gandî li dij rijandina xwînê bû, li dij şer û cengê bû. Wî ji gelê xwe re digot, “Heke leşgerên dijmin li we xistin hûn li wan mexin, lê çi caran bi ya dijmin mekin; daxwaza xwe wînin cîh!” Ew mirovê zana bi şev û roj diponijî. Min jî ponijandin divê. Heke ez ji mêşan baştir neponijim ew ê çermê bedena min mehf bikin, xwîna min bikişînin û goştê min ji hêkên xwe re bikin şûn û war.

    Erê, Gandî baş ponijî û daxwaza xwe bi cîh hanî, Hindistan rizgar bû. Lê gelo dilşadbûna wî bi serxwebûna welatê bapîran çiqa dirêj kir?! Leşgerên Îngliztanê li welat û xwediyên xwe vegeriyan, Hindistan ma ji hindiyan re, ewên ku misas, kureg, tevşo, şûjin, xencer, şûr, rum û tîrkivanên xwe rakirin û li hember hev bûn boke û xwînxwar. Di nav wan de ewên ku nedikaribûn tiştekî têxin destên xwe devên xwe kirin zengilokên hev. Gandî giriya û hêstir ranewestandin ta ku ava çemê Ganga bi barana hêstirên wî û yên xudayan rabû û laşên dê û bavên mirovên wek Rajî ji dinnikên qertelan azad bûn, Iê rijandina xwînê domand ta ku Gandî nema êdî devê xwe bi xwarinê kir, biryar girt ew ê xwe bi birçîbûnê bikuje heke şerê di navbera bawermendên bi olên cuda de raneweste. Şer rawestiya, lê aştî li hesabê serhişkan nehat. Wan dest bi dek û dolaban kirin ta ku rojekê nezanekî nekes teqînî bi şeşarekê xist û ruhê Gandî ji giyanê wî yê bi çerm û hestî mayî bi dûr xist. Çiqa bi hêsanî mirov dikare bibêje: Yekî Gandî kujt. Zanayekî mezin û mêrxas yê ku jiyana xwe ji bo gelê xwe pêşkêş kir, bi şev û roj bi rewşa wan ve mijûl bû, ew kirin hindir dilê xwe yê gewre, xwe kir palasa bin lingên wan, Ew Kesê nerxbilind bi destê, na bi gulleyeke ku ji lûleya şeşarekê hatibû der, şeşareke ku titika wê bi tiliya mirovkêzikekî kûnbigûh hatibû kişandin, mir. Û gelê Hindistanê bi jin û mêr û zaroyên xwe ve, bi hindos û musilman û bûdî û fillehên xwe ve, bi hemî kom û komikên xwe ve, bi belengaz û bûrciwazî û dewlemendên xwe ve, dest bi girî kirin û giriyan û giriyan û giriyan; ma ji girî hêsantir! Û termê Gandî li ser êzingan vexistin, agir berdanê û lê nihêrîn. Bi sedhezaran mirov li dora alewiya êgir dest pê kirin devên xwe bilipitînin û vingeving bi wan ket, û dîsa giriyan, hêstir ranewestandin ta ku li şûna bedena Gandî mistek xwelî ma û mirovekî olê tiliyên xwe xistin nav xweliyê, tiştekî hişk ji nav derxist û di nav du tiliyan de rakir jor, raber xelkê li dor alewiya êgir civiyabûn kir, yên ku vingîniyek ji xwe derxistin, vingîniyeke ku çar milyon mêşên hingiv jî dê nikaribûna ji xwe derînin. Tiştê hişk gulleya dabençeyê bû, ya ku jiyana Gandî qurçifandibû. Hêstirên hindiyan hişk nebûn ta ku xweliya li şûna Bavê wan mayî ket nav ava çemê pîroz. Dû re her kesî xwazt tola miriyên xwe bigire, heyfa wan hilîne, û di nav kurtedemekê de ramanên Gandî ji bîr çûn û hindistaniyan dîsa devên xwe xistin zengilokên hev û din, ranewestiyan ta ku Hindistan bû du û dû re sê stanan. Rik û nefreta wan li hember hev hîn jî berdewam e.

    Çi hatiye serê min! Ma ez ji ber xwe ve şerm nakim ku çûme di Hindistanê re derketime! Ma li welatê min çîrok neman ku yên biyanî tînime bîra xweye!! Şkeftên welatê min, çal, kadîn, bendek û tûrikên wê ji çîrokên babet-babetîn tiji ne. Haaa, erê! Ez dizanim çawa gihîştim Hindistanê. Ez li çareyekê digeriyam ku bikaribe min rebenê wendabûyî ji van mêşên bêbav azad bike, û min pirsîbû heke Gandî îroj di şûna min de bûya, gelo dê mêş bikujtana? Min bi xwe bersîva xwe dabû û gotibû, ku na, wî ciwanmêrî dê mêşên bêvc nehênciqandana û dê bêyî rijandina xwînê ew ji xwe bi dûr xistana. Nuha guman ketiye dilê min û ez n’ikarim ji bo va helwesta xwe sond bixwim, çimkî bersîva min tenê di teoriyê de heye ku durist be; Gandî di piratîkê de ne di şûna min de ye. Li milê din, li welatên wek yê min mirovên wek Gandî mezin nabin. Çawa ku hin babetên mitan tenê dikarin li beşine cîhanê dirêj bibin, wisa jî hin tîpên mirovan. Li welatine cîhana me carine wisa diqewime ku hevsarê karbidestiyê dikeve dest biyaniyan. Hindistan yek ji wan welatan bû, lê biyaniyên ew bi rê ve dibirin, li gel ku berjewendiya Brîtanya ji bo wan yekem amanc bû jî, wan jiyana hindistanî qedexe nekiribûn. Fersend ji bo yên wek Gandî hebû ku mezin bibin. Lê li wan welatên ku tê de kes û komên ji helwestên mirovahî dûr serdest bin pêşbirrî li yên wek Gandî, ber mezin bibin, tê girtin. Li şûna bizin lê biçêrin darên henarê dirêj nabin! Li warê gur lê serdest û fermandar bin berx nabin mîh.

    De bes e min dema xwe bi Gandî re derbas kir, lo! Ne ew, ne Îsoyê Meyro, ne Hemoyê Evdo, ne Eloyê Têlib û ne jî Mûso dê bikaribin îroj min ji van mêşan azad bikin. De ez ê bikaribim di vê kelekela germa îroj de, û bi zikê xwe yê birçî, çi tevdêrê bikim?! Erê, min mêşine kujtin, lê her ku ez ji wan çaran dikujim, dehên din şûnên wan digrin; Xwedê mala wan bişewitîne! Ger ew fersendê bibînin û çavên min biniximînin ez çûm, mayîna min nema. Divê ez fersendê nedim wan, divê ez mêjiyê xwe mijûl bikim û baş biponijim. Li cîhanê tiştekî ku çare jê re nebe tune, lê bi şertê ku mirov bizanibe wê çareyê bibîne. Hele ez ji Apê “Marqîs,” na bibexşînin, ji birêzê hêja Karl Marks bipirsim; dibe ku di tûrikê wî de dermanekî li dij mêşên xwînmij hebe. De were Xwedêyo, were; were mekene û megirî! Ez bextreşê kukum, ronediyê nezan, dîwaneyê reben, belengazê bêwar, bêçareyê pêpûk, bêkesê wenda; de ez ê her sê bandên DAS KAPITAL ji ku wînim, di bin hêrîşa mêşan de çawa bixwênim û ji naveroka wan çito fêhm bikim?!

    Lo ne min got! Heke yek bikaribe baş bifikire, ew ê zû-dereng rêçikekê bibîne û xwe ji tengasiyê derîne. Wa ye min xwe ji mêşan azad kir. Ew li dor min êdî sêreg bûne û dê nikaribin tiştekî ji min bi dest xin. Çepelên min, rû û lepên min, lingên min, ew hemî bi gerrekê hatine siwaxkirine. Çawa ku xaniyên me li welêt bi celbê dihatin siwaxkirin û bi wî awayî rê li kêzik û mişk û dûpişkan dihat birrîn, wilo jî gerreka kêleka çêm çermê min ji mêşan parast. Wey hezar rehmet li dê û bavê te be, Herr KIug, serpêhatiya te bi kêrî min hat.

    Roja min û Herr KIug hev nas kir, em her du jî serxweş bûn; rastî ew e ku ez ser-reş û ew serxweş bû. Tevî ku ez çîrokan pirr zû ji xwe bîr dikim jî, serpêhatiyên wî ji min re hanîbûn ser zimên car-caran dihên bîra min û ya li bini yek ji wan e.

    Rojeke ji rojên saleke şerê cîhanî yê pêşîn bîst û çar leşgerên almanî, serleşgerekî wan û deh peyayên afrîkayî ji gundekî diçûn bajêr dema ji nişkan ve vinge-vingeke bêyî hempa ji beşekî daristanê hat. Ew deh rêncberên afrîkayî yên ku hûr-mûrên leşgeran hildabûn ser milên xwe hema di cîh de barên xwe danîn û reviyan kêleka avê. Leşgerên alemanî li hev şaş bûn û hinan ji wan xwaztin tifingên xwe biteqînin lê serdarê wan nehîşt. Li dû kurtedemekê yên afrîkayî vegeriyan. Beşên bedenên wan yên tazî nuha bi tevahî bi celbê hatibûn siwaxkirin. Wan ciwanmêran kirin-nekirin ku bi lesgeran bidin fêhmkirin bila ew jî wek wan bikin, lê bêyî sûd; yên almanî ji kenan lal bû bûn û nedikaribûn tê bigihên çima van “reşikên nezan” giyanên xwe bi celbê siwax kiribûn. Vingînî her ku çû nêziktir û bilindtir bû ta ku carekê bi milyonan mêş ji nişkan ve li wan der bûn. Leşgeran dest pê kirin tifingên xwe bi kar wînin, lê ne gulleyan dikaribûn mêşan bikujin, ne jî dengê ji tifingan dihat mêş tirsandin. Afrîkayiyan xwe bi zik avêtin ser erdê û nelipitîn ta ku vingîniya mêşan êdî ji wan bi dûr ket. Yek ji leşgeran Herr Klug bi xwe bû, Ji çakbextiya wî ew zû bi tehlûkeyê hesiya, hema bi gihîştina mêşan re saqo bi lez ji xwe şeqitand, serê xwe di nav de veşart û her du destên xwe kirin bin zikê xwe. Herr Klug, sê hogirên wî, serdar û her deh rêncberên wan zindî man. Ji leşgerên zindî duduyan hema xwe bi zorê xuşandibûn bin laşên koma afrîkayiyan. Wek tê gotin, “ruh şîrin e.” Ew bîst Ieşgerên din fersenda xweparastinê bi dest nexistibûn, mêşan hemî qulikên di serên wan de xetimandibûn û jiyana wan bi hezaran kîlometir ji welatê wan dûr di va bûyera trajîk de qurçifandibûn.

    “Mirovê zîrek ji şaştiyên xwe fêr dibe,” lê yê zanatir ji şaştiyên kesên din ïbretan werdigire; lê qoqî? Qoqiyên reben ne ji şaştiyên xwe û ne jî ji yên hevalên xwe fêr dibin tiştekî; ew her li dora çirayê diherin û dihên, xwe ji bo xatirê ronahiyê hema bêyî tevdêr dixin hindir qizêza wê û hêdî-hêdî dimirin. Lê ez ne qoqî me. Îspat: Min ji serpêhatiya Here Klug û hevalên wî ders wergirt û xwe ji mêşan azad kir, bi kêmasî bo îroj!

    (Didomîne. Beş 5: Di hejmara meha dihêt de)

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1