MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 62, adar 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Pexşan
  • Eyûb Kiran: Pilingê Serhedê (roman, beş 5)
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Wendabûn (roman, beş 5)

  • Pilingê Serhedê (roman, beş 4)
    Eyüb Kiran


    File û Xormekan soza destbraktiyê dan hev

    Sal û dem derbiharî bû. Meha Adarê bû, berf êdî diheliya. Yek roja bayê başûr dihat, ewrên reşûtarî qiyame diçûn, yek roja dinê sayî bû, li berberojka tîna rojê dilê merû rihet dikir. Çend roj di şûn de ew ên bi koçerî derkevin warên zozanan. Pê Hemîdiyan re zozan bi bela bû, bi şer û şonik bû.

    Li herêmê, Dewleta Osmanî bi taybetî ji Eşîra Cibran sê-çar alay ava kiribûn. Her carê sed, du-sed siwar çek û rext li pişte wan, bi hev re digeriyan, museyrî hevûdu dibûn. Bi şan û dengdayina Hemîdiyan re Xormekên Deşta Ûskiran di qahr û qisawetan de bûn. Ji Osmanî tengijî bûn, lê nizanîbûn çi bikin. Xormekan ketibûn tatelê. Diçûn dihatin li mala Îbrahîmê Talo diciviyan.

    Roja çarşemê bû, ji her gundên Xormekan serekên mala Feran li mala Îbrahîmê Talo mevan bû. Xormekan jî wekî filan ketibûn tatelê, ev alayan êrîşa bibin ser wan ew ên çi bikin. Cemaat pirr bi deng bû, lê tu fikr û qiseyên zelal tune bû. Herkesî tiştek digot, hinekan bi henekî hinekan bi rastî, hinekan bi qerf qise dikirin:

    “Bavo êdî Hemîdiyan kolosên xwe xwar dikin, rextên xwe çeporast li xwe dijdînin û mîna merxasan ref davêjin û digerin.”

    “Wele îcar mêrikan wê me qir bikin.”

    “Teh, em êdî nekarin derkevin zozanên Şerefdînê û Çiyayê Bîngolê jî.”

    “Law ma çer bûye, Wele nekarin ser kîrê lawê te re jî bazdin.”

    “Law ma berê me û wan talanê hevûdu dibir, em jî bi sileh bûn, ew jî bi sileh bûn, bêminetî bû, lê îcar ew silehên dewletê li piştêne û eşkere digerin, mêrikân ji Stenbolê sileh û cepxanêyen rind anîne, ka emê dest vala çer bikin.”

    “Law ma keko em çer bikin, Ermeniyan jî sileh û cepxane tedarek kirine, dibêjin ûris ji wan re dişîne.”

    “Mêrika li hêla Wanê fabrîqa silehan li darxistine û tivingên ew çêdikin ji ên ûris û diwêlên din baştirin.”

    “Keko ma van Ermeniyan mêrê diya me ne, hewqas sileh ketiye nav wan, gelo ew dikin çer bikin, pê li kê xin?”

    “Law Wele ermeniyan merikan jêhatîne.”

    “Law ma qey ew jî dixwazin li vê derê dewleteke mîna Osmanî li darxin.”

    “Ê ew dewletê li darxin emê çer bikin?”

    “Law wele ku ermenî dawa kirinê bikin ewê qunê jî bi serdin.”

    “Law ma ermenî mêrikan rebenin, mîna dîkê xesîne, ew ên li kê xin, ji xwe re bo parastina xwe sileh girtine, rebena ew jî mîna me ne, ew ên çer bikin.”

    “Hew, îcar dikê xesine, law wele lê were mîna qertelên piştbicil in.”

    “Wî, ma dibên li Wanê, li Mûşê, li Bîlisê cilê kurdan li xwe dikin û li koçêrên xerzan dixin, jê gelek mêr kuştine.”

    “Keko madam ku ew jî mîna me ne û sileh pirr di nav wan de heye, bira hinekan bidin me, yan bi amanetî, yan jî bira bifroşin me.”

    “Bira kekê Îbrahîm here ser wan, gundê Emeran, ji me re sileha bistîne.”

    Di hundirê oda Îbrahîm Axa de hinekan qelûn dikşan, hinekan pel û cixare girêdidan û kulmîna wan bû tutûn dikşandin, bîna tutûna şewitî û dûyekî reş bi ser cemaatê ketibû. Eynî mîna rovî di qulikê de be û neçîrvan lê dû çêkiribe.

    Çend roj di şûn de Îbrahîm Axa û Zengelê Selîm Axa li Gundê Emeran bi pêşdirên Ermeniyan re li hev rûniştin. Ermeniyan xwe jê re kirin erd. Di civînê de herdu serî jî ji damezirandina Alayen Hemîdiyê nerazîbûnên xwe eşkere kirin. Çimkî bêlûgên alayan serbest davêtin ser gunda, kîjan pezên rind bû û kîjan dewara rind bû ji bo qerwana xwe didan ber xwe û tew bê sebeb û sewal dibirin.

    Ermenî dewlemend bûn, bazirganiyek xurt dikirin, him li xeta Tebrêz û Stenbolê, him li xeta Xarpêt û Trebzonê dişuxilîn. Ji Stenbolê û ji nav Ûris silehên rind bi dest xwe xistibûn, ji Stenbolê tivingên şîşxanê, ji Ûris tivingên legan anîn dabûn. Nav gundên Ermeniyan tije tiving bûbûn. Îbrahîm Axa ev yeka zanî bû, zanî bû ku nav ermeniyên cîranên wan de tiving pirr in. Pê mesele şirovekirinê re hatin li encamê sekinîn ku ewê çi bikin?

    Di dawiyê de Xormekan soza çekan ji Ermeniyan girtin ku çiqas tivîngî ji wan bixwaze ewê bidin Îbrahîmê Talo. Îbrahîm Axa bi dilê qewîn, lê Selîm Axayê Zengelê dilê wî bi şik ji Gundê Emeran vegeriyan. Selîm Axa bi rê ve şika di mêjuyê xwe de ji Îbrahîm Axa re got: “Keko wele emelê ermeniyan belî nabe, ez bawer nakim ku bidin me.”

    Îbrahîm Axa got: “Law ma Selîm dilê te pirr xirab e, ma qey waye mêrikan soz da me.”

    Selîm Axa got: “Keko ro were ezê bînim bîra te, inşela ya te rast derkeve. Lê ku mîna min derkeve ez zanim çi bînim serê wan. Ez dê serê wan di diya wan kim. Ma ez van ji zarotiya xwe de nas dikim. Ê van ji kê bitirsin ew e. Kesê jê netirsin metelika xwe tên adin. Tu wan ji pismamê xwe pirs ke.”

    Cibran zaroyên xwe şandin Stenbolê Mekteba E’şîran.

    Dawiya havînê bû, Îbrahîmê Talo û hinek merivên wî li Gimgimê bajarvanî bûn û dîsa li Qaweya Memil rûniştibûn, çay vedixwarin. Mala Mahmûd Paşayê Cibrî ji wan ve xuya dikir. Panzdeh-bîst hesp zînkirî li ber malê tewilandîbû. Tu nema Mahmûd Paşa xwe tevkirî derket der, dikira bi rêketena, berê peyayên wî li hespan siwar bûn. Du xortê piçûk deh-donzdeh salî ew jî li hespa siwar bûn. Pîrek bi zaroyan re hetanî ber hespan hatin, zaro dikirin himêza xwe û demiyên wan, çavên wan radimûsan. Mîna ku jin jî digiriyan. Îbrahîm Axa meraq kir û ji Selîm pirs kir, got: “Selîm, gelo çi bûye? Çi qewimiye? Jin çima digrîn?”

    Memilê Qawecî zanî bû, wî got: “Keko Mahmûd Paşa zaroyên xwe dibe Stenbolê, dibên wê li wê derê bixwînin, loma dibin, wekî din tiştek nebûye, dilê pîrekan tenike, ji hesretan digrîn.”

    Selîm Axa got: “Mêze waye, Memil ji her derê xeberê hiltîne, wa ye rind zane.”

    Memil got: “Keko ma cîranên min in. Pirekên min royê pê de diçin mala wan, ê wan tên mala me.”

    Erê, Mahmûd Paşa lawê xwe Hemed Xalit û biraziyê xwe Mehmed Şerîf dibirin Stenbolê. Lawê Ahmed Begê Qasim jî wê ji Kanîreşê biçe Trebzonê. Ewê biçin Trebzonê, li keştiyê siwar bin û biçin Stenbolê. Deh siwarê pê re herin, him ji bo ewlekariyê û him jî ji bo hespa û vegerandine.

    Memil dîsa got: “Keko dibên li Stenbolê mektebek ji bo zaroyên e’şîran vebûye û navê wê mektebê jî ‘Mekteba E’şîra’ye.

    Îbrahîmê Talo li ser vê agahiyê dilê xwe xweş kir ku ev sê salê lawê xwe Zeynel li Xarpêtê şandiye mekteba Siltaniyê.

    Demekê bi şûn de rind eşkere bû ku par li Stenbolê mekteba e’şîran vebûye. Evdilhemîd ev mekteba nîvê pirr ji bo zaroyên şêx û şûxên ereban çêkiribû. Ewê li Stenbolê mekteba e’şîra quta bikirana û li welatê xwe karê dewleta Êlî Osmanî bimeşanda. Yanê alîkarê rêvebirên Dewleta Osmaniyan perwerde dikirin. Hinek zaroyê kurdan, çerkezan û qarapaxan jî çûbûnê. Mahmud Paşayê Cibrî bihîstibû û bi Zekî Paşa re qise kiribû. Zekî Paşa ji bo sê zaroyên cibrî destûr stendibû. Mekteb li Stenbolê li Qabataşê li ber deryayê bû. Mekteb havînê du meha girtî dima, yanê tatîl bû. Zaro li mektebê radiketin, li mektebê dixwarin, vedixwarin, dewletê ser de ji bo mehê sî quruş jî xercî dida her şagirtê. Hew rojên înê berdidan der. Mekteb heft sal bû, yên mekteb qutabikirana karîbûn biçûna herbiyê, yan jî milkiyê. Mektebê serê vê payizê dîsa dest pê dikir, loma Mahmûd Paşa zaro dibirin Stenbolê.

    Navenda Serhedê

    Serhed heremek welat e, lê nîvê pirr havîngeh e. Xilbeyê wê çiya ye, mîna Mûnzûr, Agirî, Tendurek û Sîpan. Nava çiyan de hinek deştên piçûk mîna bihûştê hene, bi rastî mîna bihûşta rastî ne.

    Navenda Serhedê de Çiyarêzên Bîngolê û Çiyarêzên Şerefdînê bi hêla rojava û rojhilat de diber hev re mîna hêt û çîpên qîzikek hijdeh salî, berzewac, bi hemdê xwe kemilî be dirêj dibin. Ji wan deştên wek bihûştê yek Deşta Ûskiran e ku di navbera van herdu çiyan de veşartiye, asê bûye. Deşta Ûskiranê piçûk e, lê pirr şêrîn e. Herdu çiyarêz li hêla rojava, nêzîkê Kanî Reşê li hinda Çemê Mengelê digihîjin hev, ew der dibe duguliyê qîzikê, yanê herdu hêtê qîzikê digihîjin hev. Xêr û bereket ji wir destpêdike, xewn û xeyal ji wir destpêdikin. Noxteya ku herdu çiya digihîjin hev kaniyek avsar û şîrîn, xweşik heye, navê wê Kaniya Xizir e. Li ber serê kaniyê stareyek heye, însanên ku dixwazin xewn û xeyalên xweş, yanê başkêşan bibînin, bi taybêtî tên ser vê kaniyê, di stara wê de serê xwe datînin û paldidin, hema hinekî xulmaç jî bibin ew xewn û başkêşên xweşik dibînin, Xocê Xizir dinav cilên spî de li ser hespê xwe ya boz, bi riya xwe ya ji berfê spîtir, ji herîr nermtir, digihîjê alîkariya wan, û agirê dilê wan vedimirîne, ditewîne û birînên wan dikewîne.

    Li hêla başûrê Deşta Ûskiran zozanên Çiyarêzên Şerefdinê dest pê dike û berz dibe. Di navbera Çemê Mengelê û Çiyayê Şerefdînê de Çiyapanik û di orta Çiyapanik de jî guher û mêrga Heftrengê heye. Heftreng nav li ser e, helqidorê wê kanî ne, av tê dizên, dora kaniyan pûng, tirşo, tûzik û bendik digere. Guher ji hemû rengan hezar babet kulîlkan mişt xemilandiye, giş bi hev re vedikin, eynî tu dibê belkî kulîlk bi hev şadibin û bi merû re dikenin, loma rengê wan dikeve çavê merû ku ev nava lêkirine: ‘Heftreng’. Navbera Qasiman û Warê Çiyapanik û Heftrengê ya du hezar gav heye ya tune ye. Ji peyê sivik re hewşek e.

    Îcar li aliyê rojhilatê Çemê Mûradê ji hêla deşta Xinûsê tê û pêşiya herdû çiyarêzan dibire, eyn tu dibêje belkî dibêje: Bes, êdî pêş de neçin, ev der besî we ye. Herdu Çiyarêz xwe nagihîjin Çiyayê Xamirpêtê. Li diyarê Çiyayê Bingolê mirov li çiyayê Xamirpêtê mêze dike, li orta qotê çiyê Gola Xamirpêtê mîna binefşek narîn xuya dike. Çemê Muradê di navbera Çiyayê Bîngolê û Çiyayê Xamirpêtê de di bin erdê re diherike, li bakur dikeve bin erdê, li başûr derdikeve ser erdê û diçe Deşta Mûşê. Ji vê derê re dibêjin ‘Pira Xwedê’.

    Çiyayên Bingolê ji Şerefdînê bilintir e. Girê herî bilind Kox e. Berbangî li serê Koxê li ser zinaran rûniştin çiqas xweş e. Berî rojhilatinê aso sor xuya dike, dibe mîna xwinê, berê pozê rojê derdikeve zer e, roj temam derdikeve mîna tepsiyek zer di nav sorayê de xuya dike, na na mîna zerika hêkê, berê tîrêj tunene, ro bejnekê bilind dibe hîn tîrêj davejin. Zinarê kevirgir li diyarê qotê Koxê ketiye hev. Mirov derdikeve ser zinaran, li bakur Çiyayê Palandokenê, li rojhilat Çiyayê Gewrik li pêşyê, qotê Çiyayê Agirî li dawiyê, li başûr Çiyayê Xamirpêtê li pêşyê, Çiyayê Sipanê, Çiyayê Nemrûdê, Çiyayê Kortikê hemu xuya dikin. Li rojava hemû deverên Çiyayê Şerefdînê xuya dikin.

    Ji palên herdu çiyarêzan, çavkaniyên avên xweş, mîna mewijan derdikevin, diherikin, çaxa diherikin eynî dikenin û xwe serberjêr berdidin, dibin çem. Yek Çemê Golciya, yek Çemê Mengelê. Loma helbestvan gotiye:

    “Ro hilat, bû hoka hoka şivanan,
    Ji ber şîlanan du kevokerk firriyan,
    Yek çû Şerefdînê, Heftrengê,
    Ya din berz çû ser Çiyayê Bîngolê,
    Roj bilind bû, şivanan paldane di nav kulavan,
    Kuçik melis hatin mîna mirîşkan,
    Rûyê Keçikeke bedew xuya kir di nav ewran de,
    Digrî, êdî qet nakene,
    Du hêsir ji çavên wê nuqitîn,
    Yek bû Çemê Golciya,
    Yek bû Çemê Mengelê.”
    Herdu çem di Deşta Ûskiranê re bi rojhilat û başûr de diherikin, diçin tevî Çemê Miradê dibin. Herdû çiya, rubarê wan ên li hev dinerin bi dar û berin. Darê mêşe, darê hirmî û hişkokan li her deverê hene. Di gelî û ciyên asê de darên benîştokê, darên kenêrê û dirîmok hene. Ji xwe şîlan ên reng-rengî di her gelî, li rex hêmû çema û di mesilê devê bestan de hene. Di daristana qebal de dargerînên spî, sor û mor li dara dipiçikin. Di geliyan de darên biyê, darên sipîndara û sorindara ji xwezayî devê çema xemilandine.

    Qûntar û palên herdu çiyan bihara derengîn û serê havînê ji kereng, şekirok, strîzer, hîro, şîramê xemiliye. Bi bilindayê re gunî û gunîkur destpêdike. Li navrûya çiyê kinkor, helîz, masîcanik, guhbelo, anix û cahterî dest pêdike. Li bilindahiya bi belekiya re zîl derdikeve, adîrok û binefşên hêşin ber zinaran dixemilîne. Canemerg û kozvilîk, gelek babet pîvok û laleyên xizemkirî li pê belekiyên berfê erdê dixemilînin. Di meha gulanê de kuvarkên ber tumê kinkorê ji goştê berxa jî xweştir in. Sûryaz, sîr û pîvazokên bejî xemla ewlê biharê ne. Îcar payizê, wexta pûş û pelaş hişke, di nav de kozvilîkên xezalan vedikin.

    Deşta Ûskiran hemû mêrg û çayirin. Mêrg bi cûrêyen nefelê; sor, zer, mor, spî, genimoka simil dirêj, pelgê ga, adîrok, mircor, tirşika ga, tirşoya mirova, gulên floçewtî, pazax, gulsosin, jajik, nêrbenî, pelehiş û wekî din bi hezar babet giya û kulîlkên heftrengî xemilandiye.

    Tûzika ber devê kaniyan, tirşoka kepiran, sîrik xwarinên çolê ne. Li çiyê li her derê xwarina ber serê mirov in.

    Li Deşta Ûskiran deh-panzdeh gundê Xormekan heye. Xormekan Elewîne û dumilîne. Li Deşta Ûskiran du-sê gundên Ermeniyan jî hene.

    Him rohilatê Xormekan û him jî rojavayê Xormekan gundê Cibran e. Cibran misilmanê şafî nin û kurmanc in. Ji eşîrên Milan e, çaxa Tirkman hatin Kurdistanê, wan û Tirkmanan pirr şer kirine, di guna Aqoyûnyan de debara wan nebûye, wekî hinek eşîrên kurdan yên din çûne Anadola navîn, Yavuz Selim ji bo hududê xwe yê Îraniyan dîsa ew ji wir ajotine Serhedê, ji wê hîngê de li vir bicî bûne.

    Îcar havînê koçerên eşîrên Milan, Bertiyan bi koçerî dihatin zozanên Şerefdînê, Çiyayê Bingolê û hîn bakurê wan Çiyayê Palandokenê. Riya koçerên Milan di navbera Deşta Ûskiran û Deşta Cibran re derbas dibe, navê vê riyê ‘Riya Milan e’.

    Pişta çiyan warên koçeran e. Li pişta çiyê gelek war hene ku koçer konên xwe lê vedigrin, havînê li wir diborînin. Li diyarê Çiyayê Bîngolê Warê Tanzikê, Warê Reqasa, Warê Sêgirê, Warê Dapak, Warê Kêçan, Warê Kestemert, Warê Mûzûra, Warê Qerqerûtê, Warê Kumnexşan, Warê Alangozê, Warê Zaçikê, Warê Kovikê, Warê Nofelê, Warê Arûzê, Warê Meydanê, Warê Gozeldereyê û Warê Bîngolê.

    Li diyarê Çiyayê Şerefdînê warê herî xweşik Warê Çiyapanik û Warê Mêrgemîrê ye. Herder çayir û mêrg in, dora çayiran hemû darên hirmiyan e. Hila Heftrenga Çiyapanik di nav kulîlkan de xemilandî ye. Jixwe nav li ser e: Heftreng. Ji bo van kulîlkên lê vedikin loma ev nava hatiye danîn.

    Havînê çêra pez pirr e, av û delavên pez pirr in, nexweşiyên pez û mirovan kêm in, loma koçerên kurdan havînê her der û dorê Serhedê binpê dikin, pezê xwe li derên bujîn diçêrînin, digerînin, mexel dikin, lê bêrî dikin, qatix didin hev, pezên wan goşt digrin, berx dibin kavir, kar dibin gîsk. Mî tên beran û avis dibin. Serma hîn nehatiye, berî pûk û şiliyan dîsa keriyên xwe berjêr berdidin û vedigerin, îcar berê xwe didin Berriyê, germiyanê.

    Şiliyên salê di dawiya payizê de dest pê dikin û berf dibare. Berê çogek, paşê navek, di pê re bejnek û dom dike. Berfa kapek, berfa kulî di ser hev de dikeve. Berf, berf, berf, bahoz û tozan, firtone û pûk, serma û seqem, jar û ziqûm. Hêşinayê dişewitîne, terş û merû di hundir de dirize, eynî merezdarî dibe. Welat penc-şeş mehan di bin berf û qeşayê de dimîne û bi biharê re geş dibe. Biharê baran dibare, erd û ezman li ser avê disekine, best dibin çem, çem dibin gol û derya. Şilî kêm dibin û her der hêşin dibe.

    Her biharek bi şeng û şox dihat. Bi biharê re eyam di bînije, qeşa ji hev vedibe newş û nema rind dibe. Ji sivînekan zembelîlk diketin, hilmi-gilm bi erdê diket û mîna dûyê rojîna difûriya. Jiyana xwezayiyê nû ve dibû. Li bilindciya berf diheliya, kulîlkên canemergê û pîvokan vê re li pê berfê davêtin der û ji mor heta spî bi hemû renga vedikirin, zîlê her nebatî mîna bizmara davêt der, te digot belkî zivistanê di hepsê de mane. Şîlanan xonceyên sor û zer di perçivîn. Rojê şewle dida, şewq û şemala xwe rê nebatan, rê heywanan û rê însanan dida, tîna germ xwe dida nav pişta mirov û heywanetan. Mar û mişk, kêzik û duphişk, bihuk û pinpinîk cûrbecûr derdiketin. Çûkên koçer hêdî hêdî ji germahiya dihatin. Hechecikan li ser xaniyan, li ser devê rojinan helange digirtin û paşê xwe di rojinan re berdidan û li asraxa hêlîn çêdikirin. Her carê di devê xwe de qirşik dibirin hundir û bi xwezya xwe bi hev dizeliqandin, li asraxa hêlîn çê dikirin. Her anacikê heft-hişt hêk dikir, paşê ser de qurp diket. Panzdeh-bist roj di şûn de çêlik derdiketin û dengê nigê meriv diçû çêlikan, deng bi wan diket, dibû vîçi-vîça wan. Çaxa wan çêlik mezin dikir, mal ji xaniyan derdiketin, diçûn waran. Carna mar mûsalatê wan dibûn û çêlikên hechecikan dixwarin. Carna jî pisika xwe çindî asraxan dikirin ku çêlikên hechecikan bixwin. Ew çêlikên çavên wan girtî, bixwe reş, kêleka devê wan zer, carna bêhemd ji hêlînên xwe diketin û dibûn xwarina mar û pisîkan.

    Wan salan bi geşbûna biharê re tevî Xormekan û Cibran, koçerên Milan, Bertiyan karwan bi karwan koçên wan ji Beriyê dihatin û li warên Şerefdinê, li warên Bîngolê û warên Palandokenê bela dibûn. Şûna warên her malê belî bû. Koçerên Milan û Bêrtiyan hinek hogirê Xormekan bûbûn, hinek hogirê Cibran bûbûn, tew hinekê diçûn Palandokenê jî hogirê eşîra Zirikan bûbûn. Li waran konên xwe li kêleka hev vedigirtin, li zozana bi hev re rind cîrantî dikirin. Mal mezinên Xormekên Deşta Ûskiran û Cibran jî derdiketin warên xwe û keriyên xwe li mer’a zozanan diçêrandin. Şivanan pezên xwe ji delavên gol û bestan bi çirava keviyên berfê avdidan. Şivanan pez berdidan derên bujîn û di çêrandin. Bi geşbûyina çêrê re şivanan çêre ji hev didizîn, li fêza mexel dikirin. Nav û dengê şivanan bi rindkirina terş bû. Şivanê xwemal jixwe malê xwe, terşê xwe rind dikir. Şivanên ragirtî jî gorayê terş rindkirinê miaş digirt û qedr û qîmet didît. Li derên repin bêrî dikirin. Li ser tahta xwêdidan. Şivanan çêra kîjan guherê, kijan diyarî, kîjan newalê rind e, di çi merhalê de ye zanîbûn. Kereng kengî derdikeve û kengî gupik lê dikeve, helîz kengî derdikeve û şeql lê dikeve, masîcank kengî kulîlkên zer vedike, guhbelo kengî qert dibe, nançûk, giyareş kengî diseride, giyagulik, şekirok, kinkor, cahteri, masîcank, anix kengî derdikeve, zanîbûn.

    (Dê bidome)

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1