MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 61, reşemeh 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Gelêrî
  • Yûsifê Bajarî û Keça Firotî (amadekirin: Cankurd)

  • Çêroka Yûsif Bajarî û Keça Firotî
    Tîpguhastin: Cankurd: [email protected]


    [Ji Berhevoka Socin û Prym – Petersbourg 1889 Rûsiya]

    Go carig(k) ji cara, rehmet li dê û bavê guhdara, Yûsif Bajarî hebû, xwedî mal bû. Yeg(k) zilam qîzê wî hebû piçûk, ji birçîbûnê firot. Yûsif Bajarî kirrrî, piçûk bû bi xwedî kir, mezin bû, çêtir jê bi der neket, axlera lêdinêrin, diheyirin. Keçik li xwe mehir kir. Şuxulê Yûsif Bajarî çî ye? Ji subehî nan dixuwe, dice dikanê alîş – vêrîş dikê. Keçik dostik ji cîrana ji xwe re girt, dost vêra dişuxule û pera didê dost. Yûsif Bajarî yeg(k) îvar hat, keçig(k) bê mee’de. Yûsif Bajarî dibê:”Wah, ev hewalê wî (wê) çî ye? Herşev dihatim a bi mi re dikeniyaû îşev bi mi ra nakenê.”

    Go: “Pitê, hewalê te çî ye?.” Keçik dey nekir. Rabû li keçikê xist. Wê şevê cem hev razan, keçik şand cem dostê xwe, go: “Bere bê cem mi.”

    Dost hat, go:”Tu çi dvê?.”

    Go: “Here sûkê ji te re çil quruş, here sebetek çêke, bîne ji mi re.”

    Go: “Qenc e.”

    Dost çû, sebetek çêkir, keçikê ketê.

    Go: “De sebetê hilîne, ser mile xwe deyne, mi bibe sûkê, lê mebêje keçik tê da heye, sebetê bifiroşe.”

    Rabû kurik, sebet hilanî, ser mile xwe danî, anî sûkê.

    Dellal go: “Ev çî ye?.”

    Go: “Sebet e.”

    Go: “Tê (tuyê) bifiroşê?.”

    Go: “Erê.”

    Dellal sebet hilanî, li çarçiyê dibê û tîne. Wezîr yek xulamê wî heye, navê wî Abdilqadirî ye. Abdilqadir li sûkê bû, dî dellal sebet digerîne, Xulamê wezîr go: “Ev sebet ji mi ra qenc e, ezê cilê xwe tê da deynim.”

    Go: “Pi (bi) çi qayis?” Got dellal.

    Go: “Bi çil qurûş.” Lê dellal dibêje:”Heçî bikirre poşman e û heçî nekirre poşman e.”

    Xulamê wezîr kirrî, çil qurûş da. Bir malê xwe, li odê danî, sê roja ma, sebet vekir. Çi dî? Keçikeg(k) weke wî (wê) nîne. Xulamê wezîr şah (şa) bû, rahi]t keçikê maç kir, divê di dilê xwe deyne. Xulamê wezîr vêra şuxulî bê melle ê mehir.

    Subeh8 diçê cem wezîr, îvarî tê mal, kêf dikê bi şev, lê nabêje min jinig(k) dî. Subehî radibê odê kilîd dike, mufte (muftah) bi xwe ra dibê. Emê jê qerin, ji kurik.

    Yûsif Bajarî hat mal, li jinê xwe dipirsê, nabînê, ji cîrana dipirsê, dibêjin:”Me nedî.” A’ciz bû bigere, nizanê li ku derê ye. Dev jê berda.

    Xulamê wezîr got wezîr, go: “Şev tu mêvanê min î.”

    Wezîr got: “Kuro, kesik te nîne, tu nikarê min bibê.”

    Go: “Belê tu were.”

    Wezîr karê xwe kir, go bê cem xulam. Xulam berî wezîr hat mal, ew keçikê şîv hazir kirin. Wezîr hat li mala xulam rûnişt, dinêrê keçikek heye, weke wî (wê) tu nine. A’qlê wezîr çû. Wezîr bi dilê xwe dibêje: “Ez wezîr im û jinê min wilo qenc nine, ev ji ku derê peyda kir?.”

    Wezîr dey ne kir, şîv xwar û hat mal. Yek roj go xulamê xwe, go:“Jinê te qenc e, lê gellik zea’ (zîna!) dike.“ Xulam susd (sist) bû, nema zanê çi bibêje.

    Go: „Li jinê xwe nexe bi roj. Bi şev ji şibakê bavêje hewşê wê bimrê.” Ev wezîr dibêje. Bi dilê xwe dibêje, go:”Bavêje ezê çim (biçim) ji xwe re bînim.”

    Xulam çû mal, fikirî di aqlê xwe, go: “Bi Xwedê rast e, wextê dellal firot, go: Heçî bikirre poşman e û heçî ne kirre poşman e.” Bû nîvê şevê. Wezîr wê li hewşê wî ye, dibê:”Qengî (Kengî) keçig(k) bavêjê, ez ji xwe ra bibim.”

    Hajê xulam ji wezîr nine, şibakê ziqaqê vekir, keçik avêt ziqaqê. Wezîr ma heta subehî, nahtor dike ne avêt hewşê.

    Bazirganik rabû ji nav bajar, keçig(k) dît avêtî li zikakê, keçik suwar kir û bir. Wexte keçig(k) bemire. Çû ber bajarê xwe, bi xwedî kir, keçik rehed(t) bû.

    Bazirgan gotiyê, go:”Tu xuhê min î.”

    Go:”Qenc e.”

    Şuxulê keçik çî ye? Her ro kefîk neqiş dike, didê bazirgan, dibê:”Here bifiroşe.” Diçê bazirgan difiroşê bi hezar qurûş didê. Her ro ef (ev) kar e. Bazirgan betal kir ticariye, her ro hezar qurûş tehsîl dike ji destê keçikê. Ticar têr bû, dixuwê û vedixuwê. Ew keçikê bi tenê li odê radizin, dilê bazirgan xera bû ser keçikê, dive vêra çêbike.

    Yek roj got keçikê, go: ”Ezê te mehir bikim.”

    Keçikê go:”Here vê kefiyê bifiroşe û were mi mehir bike.”

    Ticar çû kefî firot û çûye hemamê laşê xwe şuşt û çû cem berber sere xwe kur bike. Keçik li şibakê ye, nirî zilamek bihurt ber derî, xerîb, du qantir vêra heye (hene).

    Go:”Tê (tuyê) here ku derê mêriko?.”

    Go:”Ezê çim (biçim) filan bajarî.”

    Go:”Tu mi bi xwe ra nabê û heqê xwe bistîne?.”

    Go:”Were.”

    Kaçik hat xwar. Mêrik suwar kir û yallah çûn. Go:“ Mi bibe heta sûkê û mi berde.”

    Keçik bir sûkê û heqê xwe stand. Çû nav bajêr li malek rûnişt.

    Bazirgan hat mal, kesik ne dî, pirsî û ne pirsî kesik ne got mi dî. Bazirgan rabû hat bajara keçikê. Ew û Yûsif Bajarî nasê hev in, tişta ji hev dikirrin. Hat çû mala Yûsif Bajarî, rûniştin ew û Yûsif Bajarî.

    Yûsif Bajarî got:”Tu ji ç ira hatî, bira?.”

    Go:”Bira mepirse.”

    Go:”Çima?” Yûsif Bajarî.

    Go:” Pi (Bi) serê mi hat, pi (bi) serê tu kesa ne hat.” Go: “Wellahî tê (tuyê) bêjê.” Go:” Par ez hatim vir, mi keçikek dî bi şev li sûkê avêtî, mi ji xwe ra bir, weke wî (wê) tune bû, nexweş bû, mi bi xwedî kir, rehed(t) bû, mi go:”Ezê li xwe mehir biki.”, keçik winda bû, ez lê digerim.” Yûsif Bajarî go:” Mehrabo (Malxerabo) jina min e.”

    Go: “Bi rast?.”

    Go:”Erê welleh.”

    Rabûn herdu lê digerin, keçig(k) dîn. Kirin û ne kirin bi war e ne hat. Çûn cem paşa herdu û keçikê, gilhê hev kirin.

    Paşa got keçikê:“Şuxulê we çawa ye?.“

    Wezîr rûniştî ye dey nake.

    Keçik go:“Efendim, bavê min li vir e, dûv wî bişîne, bere bê, û cîranê mi navê wî Osman e, bere ew jî bê.“

    Paşa şand bavê keçikê anî û Osman anî, û bazirgan û Yûsif Bajarî li wê derê ne, li meclîsê.

    Go:“Efendim, bere wezîr xulamê xwe bîne.“

    Wezîr xulamê xwe anî, ew jî hat meclîsê.

    Go:“Efendim, ji bavê min bipirse.“

    Ji bavê wî (wê) pirsî.

    Go:”Keça mi bû, ji birçîbûnê mi firot.”

    Yûsif Bajarî go:”Firot û mi kirrî.”

    Go: “Îcar ji Osman bipirse.”

    Paşa ji Osman pirsî.

    Osman got, go:”Dosta mi bû, mi xist sebetê, mi da dellal, dellal kir. Xulamê wezîr go:” Mi sebet kirrî ji dellal, keçik tê bi derket, ez şah bûm, wezîrê min go:”Jinê te qenc e, lê difiroşê” ji boyî lêxim keçikê û wezîr ji xwe ra bibê. Bûye şev dilê mi (min) jê sar bû ser xeberê wezîr. Wezîr hat hewşa min li ber şibakê nahtor dike, keçig(k) bavêjim ji xwe ra bibê, şibakê zaboqê mi vekir, mi avêt zaboqê.”

    Bazirgan go: ”Doxrî ye. Mi li zaboqê dî keçik nexweş, mi bir bi xwedî kir, sax bû. Mi go: ”Ezê li xwe mehir bikim.”, keçik revî, vaye ne wilo ye?.” Keçik go:” Belê.”

    Wezîr go: “Ez mam li hewşê heta subehê, mi serma xwar û tiştek bi destê mi ne ket.”

    Paşa got, go:”Hûn hemû di xesîsin, Şarîe’t dibêje. Bavê wê firot û (heqê xwe) xwar, ew bi derêxin bere here. Yûsif Bajarî kirrî û vêra şuxulî, ew jî biderêxin. Osman dostê wî (wê) bû, zea’ kir, ew jî biderêxin, xulamê wezîr sebet kirrî keçik tê biderket, lê ne dixwar. Avêt zikakê (ziqaqê), ew jî biderêxin. Bazirgan dî, kir xuhê xwe, dilê xwe lê xira kir, ev jî biderêxin. Wezîr ji êvarî heta subehî serma xwar û tiştek bi dest wî ne ket, emê keçik lê mehir bikin. Ne wilo ye meclîs?.”

    Ehlê meclîsê go:”Belê efendim heq e.” Li wezîr mehir kir, êdî hatin male xwe. Tu ji me re sax.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1