MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 61, reşemeh 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Diyarî
  • Bernameya Hilbijartinan ya Hevpeymaniya Kurdistanê (kurmancî, soranî)
  • Evînname (berhevkirin û wergerrandin: Husein Muhammed)
  • Samed Behrengî: Masîkê Reş (wergerrandin: Brahîm Ronîzêr)
  • Hozan Bengî: Geştek li Kurdistana azad
  • Bûroya Kurdî ya Brukselê: Xebata sê mehan
  • Serhad Bapîr: Osman Sebrî (grafîk)

  • Bernameya Lîsteya Hevpeyman ya Kurdistanê
    Bo Hilbijartinên Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê
    û bo Encûmena Niştimanî ya Iraqê


    Be soranî

    Piştî rejîma diktatorî ya Baas ruxî, û jinûveavakirina dewleta Iraqê ket rojevê, Gelê Kurdistanê bi vînek hevgirtî û hevpar bo dabînkirina mafên xwe yên siriştî û rewa, ku bi dirêjahiya dîroka xwe û ya Iraqê bo xebitiye, îro xwe bo hilbijartinên qonaxa duyem ya Perlemana Kurdistanê amade dike. Bi wê mebestê pirraniya hêz û aliyên serekî û pêkhateyên siyasî, neteweyî û olî yên Kurdistanê bi lîsteyek bi navê Lîsteya Niştimanî ya Demokratîk ya Kurdistanê tevlî hilbijartinan dibe û bi hemî şiyanên xwe bo van armancên jêrîn tê dikoşe:

    1. Çespandina sîstemek federalî di makeqanûna berdewam ya Iraqê bo dabînkirina çarenûsa xwe li ser bingehek Yekîtiya Dilxwazane di vê qonaxê de.

    2. Yekkirina herdu îdareyên hikûmî yên Herêma Kurdistanê û parastina destkeftiyên Gelê Kurdistanê.

    3. Vegerrandina Kerkûkê, Xaneqînê, Zimarê, Şingalê, Mexmûrê û hemî bajarr û bajarrokên erebkirî, ku piştî hilweşîna rejîma diktatorî ya Bexdayê rizgar bûne, bo nav Herêma Kurdistana Iraqê.

    4. Diyarkirin û çespandina sinorên cografî yên Herêma Kurdistanê bi paldariya rastiya dîrokî, siyasî û cografî.

    5. Jihevveqetandina hêzan û serweriya dadê; guherrandina desthilatê bi aştiyane û xweseriya dadgêrriyê.

    6. Rêzgirtin li taybetmendiyên civaka Kurdistanê, li pirralîtiya siyasî, olî, mezhebî (di nav de misilman, file, şîî, sinî, êzidî, kakeyî, şebekî û ermenî).

    7. Dabînkirina dadîkirina neteweyî û siyasî, îdarî û çandeyî ya tirkemenan û kildûaşûran (aşûrî, kildanî, siryanî) û erebên xwecihên Herêma Kurdistanê.

    8. Nehêlana şûnên siyaseta erebandinê û paqijkirina nijadî û şopên wêrankariyê li Kurdistanê û qerabokirina hemî gorî û ziyanlêbûyiyên Enfalê, gelkujiyê, kîmyabarandinê û awarekirinê.

    9. Berxwedana dijî hemî cûn tundûtûjî û terorê û pevçûnan li civaka Kurdistanê û têkoşîn bo nehêlana sedem û serekaniyên wan.

    10. Çespandina desthelata dadî, rêzgirtin li mafên mirovan, berfirekirina sinorên azadiya takekesî, xurtkirina rehên civaka medenî û berfirekirina bingehê pişikdariya siyasî li Kurdistanê.

    11. Berfiretirkirina azadiyê di biwarê raderbirinê, çapemeniyê û weşandinê de.

    12. Pûtepêkirin, piştevanîkirin û pêşxistina ronakbîriyê, hunerê, wêjeyê û zanistê.

    13. Yekkirin û rêkvexistina Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê wek hêzek hevdem û bicihanîna pêdiviyên wê hêzê.

    14. Pûtekirin bi pêşmergeyên kevnare û bicihanîna pêdiviyên wan

    15. Baştirkirina jiyan û jiyara welatiyan bi rêya sûdwergirtina zanistiyane ji beranîna serwet û samanên Kurdistanê û pêkanîna projeyên stratejîk; adilane dabeşkirina dahat û projeyên li Kurdistanê bi awayek wisan ku hejariyê nehêle û delîvên wekhev yên kar û beranînê bo welatiyan peyda bike.

    16. Zêdekirina mûce û miza fermanber û karmendan û malnişînan, bi taybetî yên dahatkêm, bo bicihanîna civakek dadane.

    17. Pûtekirin bi malbat û kesûkarên şehîdan û kesên kêmendam û enfalkirî û goriyên çekên komkujî, awareyan û zindaniyên siyasî; qerebokirina wan hemiyan yên ji encamên siyaseta nijadperestî ya rejîma berê ya Beesî ziyandar bûne.

    18. Pêşxistina civaka Kurdistanê li hemî biwar û astan, bi taybetî nûjenkirina binesaziya aborî.

    19. Danîna bernameyek lezgîn bo çarekirina pirsgirêkên av, karebayê û sotemeniyê li Herêma Kurdistanê, û terxankirina budceyek pêdivî jê re.

    20. Danîna bernameyek pirralî bo çareserkirina pirsgirêkên niştecihiyê; asankirina damezrandina malbatan.

    21. Pûtekirin bi çandiniyê, gundan û varêgehan; bilindkirina asta jiyan û jiyara cotkarên Kurdistanê; pêşkêşkirina her cûn xizmetan bi awayekî ku cudahiya navbera bajar û varêgehan kêmtir bibe.

    22. Çêtirkirina perwerdeyê, nûjenkirina zanîngehan û fêrgehên bilind.

    23. Bilindkirina rêjeya beşdariya jinan di hemî biwarên siyasî, aborî, civakî, çandeyî û hwd; têkoşîn bo çalakkirin û asûdetirkirina rola dayikaneya jinên Kurdistanê.

    24. Çespandina mafên zarrokan di biwarê civakî, tendiristî û perwerdeyê de; parastina wan ji her cûn tundûtûjiyê; û desteberkirin û çavdêrîkirina wan di dema pêdivî.

    25. Giringîdan bi gencên Kurdistanê di warê perwerdeyê, tendiristiyê û civakî de bi sûdwergirtina ji derhatiyên nû yên zanistî, wek warê pergal û têkiliyên kompûterî û Internetê de.

    26. Pûtekirin bi çalakiyên werzişî û bizavên dîdevanî, û piştevanîkirina korr û yaneyên werzişî bi dabînkirina yarîgeh û kelûpelên pêdivî.

    27. Xurttirkirina xizmetên bajarvanî û rêban û coyan.

    28. Baştirkirina xizmetên saxlemiyê bi avakirina nexweşxaneyên pirsporî û bingehên saxlemiyê li bajar, bajarrok û gundên Kurdistanê, û dîtina rêyên nûjen bo çareserkirina nisaxiyan.

    29. Damezrandin û xurtkirina bingehên turîzmê; handana sektorên taybet yên hindirrîn û derveyî.

    30. Parastin û vejandina jîngeha Kurdistanê; danîna qanûnên taybet bo parastina jîngehê û siriştê.

    Listeya Niştimanî ya Demokratîk ya Kurdistanê

    Partiya Demokrat a Kurdistanê; Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê; Partiya Komunîst a Kurdistanê; Hevgirtiya Îslamî ya Kurdistanê; Partî û kesatiyên siyasî yên tirkmenan; Partî û aliyên siyasî yên kildanî, asûrî û siryanî; Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk ya Kurdistanê; Bizava Cotkar û Çewsandiyên Kurdistanê

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1