|
|
Hebû nebû carekê pîrek jinek hebû. Wê komek mirîşk, werdek û qazan hebû. Wê her roj keça xwe dihinart nav mêrgê şivaniya wan.
Lê wê qazek hebû ku ti car li gel yên din nedişand. Pîrejinê kolikek û dermalek biçûk bo wê qazê dabûn çêkirin. Qaz herdem li wir dihêla.
Her roj wê qazê hêkek mezin ya zêrrî dikir. Pîrejin wisan bi wê qazê kêfxweş bû ku bi zor xwe ta roja din digirt daku qaz dîsan hêkek zêrrî bike.
Taliyê pîrejinê ji xwe re got: "Ez ê qaza xwe bikujim û hêkê tê de bi carekê derînim."
Lê dema wê qaz kuşt, ew jî her mîna qazên din bû.
Ji ber ku pîrejinê lez li zengînbûnê kir, ew ket feqîriyê.
Hesûdî bereketê dikuje.
|
|