Lê di binê cerrikî de tenê piçek av hebû lewre qirrereşkê nikarî nikilê xwe bigihîniyê.
Qirrereşka me pirr tîn bû û hema dê ji tîniyê miriba.
Taliyê fikrek ket serê wê: Rabû hin ber û kevirk avêtin binê cerrikî ta ku ava tê de hêdî-hêdî bilind bû. Wisan qirra me xwe gihand avê û tîniya xwe tê şkand.