MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 60, rêbendan 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Pexşan
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Wendabûn (beş 2, roman)
  • Eyüb Kiran: Pilingê Serhedê (beş 2, roman)
  • Joumana Haddad: Vegera Lilith
  • Jiyanname: Dost û dijmin

  • PILINGÊ SERHEDÊ (Beş 2)
    Eyüp Kiran


    Zeynel li Mezra Xarpêtê mektebê dixwîne

    Şal û şapik çû, fes, çakêtê qotnî û setrepantor hat. Libas û midas li bejna Zeynelê Xormekî edilî. Çîrki-çîrk ji qonderên wî dihat û gulika fesê wî li hêla çepê li ba dibû. Zeynel êdî mekteblî bû. Tevî hevalê xwe bi saeta radibûn, bi saeta nan, xwrînî û şîv dixarin, bi saeta ders didîtin, bi saeta radiketin. Mehek şûn de şuştin û veşuştinê benz û rengê Zeynel guherî. Ruyê wî yê qemitî vebû, spî-boz bû, porê wî yê zerqlêrî weke zêr zer bû. Por hat qusandin, hew temelîkek kurt ma.

    Li mektebê her roj hişt saet ders didîtin. Bi şev jî mutalaa hebû. Sala ewilê dersên elîfbayê, Ilm û Zimanê Tirkî, Kur’an, Zimanê Erebî, Zimanê Farîsî, Mulahhas Tarîx û Muhtesar Coxrafya ya Osmanî, Ehlaq û wekî din hinek ders dîtin. Zeynel famê wî vekirî bû, zû fêr dibû, Quran xitim kir û eyn mîna hafiza hemû ji ezberî karîbû bixwinda, mamoste jê razî bûn.

    Di nav dersan de; qelbî însaniyet, tabîatî beşer, ahlaqê beşer, ahlaqê cemiyetê, hafizaî beşer, kesayetiya Namiq Kemal û Ahmet Mithat Efendî û berhemên wan, felsefeya hîndî ‘Humayûnname’, Kelîle û Dimne, mantiqa Arîsto û felsefeya Soqrates didîtin.

    Zeynel li mektebê zû raserî dersan bû, xwendin û nivisandinê, zimanê Osmanî, Erebî û Farisî zû fêr bû. Her sê ziman jî ji Zeynel re ne xerîb bûn. Ji meleya zêdetir ilmê îslamî fêr bû. Perwerdeyiya wan pirr ciddî bû, bêyî dersan, saetên mutalayê jî rind derbas dibûn. Gelek mamosteyên wan bi wan re li pansiyona mektebê diman. Zeynel van zimanan zû û rind elimî, îcar çaxa di tahtîlan de diçû gund Kurdî ji bîra dikir. Çaxa dikira bigota destê mîn, digot elê min, çaxa dikira bigota serê min, digot başê min û heval û hundirê malê pê dikeniya. Wexta qise dikir, pîrekên malê pê dikeniyan, carna jî bi henekî qerf pê dikirin. Li mal, li gund, li zozanan li dora wî top dibûn û jê dixwestin ku ew bi Tirkî, bi Erebî ji wan re galgala bike, qala mektebê, qala fila û qala Xarpêtê bike.

    Hinek muelîmê wan di mutelê de, yan jî li ciyên xewle, bi dizî ji şagirtan re qala meşrûtiyêtê dikirin û pesnê wê didan. Li dijî Evdilhemid qise dikirin, digotin xwînmij e, xayin e. Pesnê meşrûtiyetê didan û digotin di meşrûtiyetê de ‘mûsawatî, edaletî û huriyetî’ heye.

    Mezra gundekî piçûk bû. Wexta misyonerên emerîkî li wir xebat kirin, mekteb û nexweşxane û dêr ava kirin, Siltan Evdilezîz jî li Mezrê mektebên leşkerî û sîwîl ava kirin. Li wir camî dan çê kirin, loma navê wê derê bû Mamuretulezîz.

    Her şagirtekî mektebê ji derekê hatibû. Nîvê pirr Bermazî, Axinî, Erepgîrî, Çêmişgezekî, Komirxanî û Pertekî bûn. Zeynel di nav xwendevanan de bi bejn û bi hêl bû. Hevalên wî yên mektebê nekaribûn tahde lê bikirina, hinekan dixwestin wî di bin tesîra xwe xin, xwe ceribandin, nekarîbûn, zû ji devê hevûdu fam kirin û êdî teselya wan ket. Zeynel zû hogirî hevalên gorayê xwe bû, gelekan dixwest Zeynel bi hevalê wan be û bi wan re bigere.

    Bi şev di pêy mutalaan re wexta raketinê êdî deng ji herkesê dihat birîn. Zeynel berê diket xeyalên welêt, carna jî ser de xewn didîtin. Zeynel bîriya Gundê Qasimanê, warên zozana, diyarê Girê Koxê, Mêrga Heftrengê dikir. Çend cara serê sibê li diyarê Koxê li ser pozê zinêr temaşa hilatina rojê kiribû. Şevên ku pez nezîkê Girê Koxê bû, hîn roj hilnehatî şiyar dibû, hildikişya diyarê kurê, li pozê zinêr rûdinişt, berê xwe bi rojhilat de dikir, stûkura kulêv li xwe dicivand û li berbanga sibê mêze dikir. Roj mîna lengerîkek sor ji paş Çiyayê Agiriyê derdiket. Berê çimê wê derdiket, paşê hêdî hêdî giş hildihat, bi quandî misasekî bilind dibû hîna zer dibû.

    Carê hat bîra wî ku şevekê ew duajoyê apê xwe yê Welî bû. Li binya Girê Koxê şevder bûn û pezê xwe rakiribûn şevîniyê. Wê şevê kuçikên wan jî pê re nebûn. Zeynel li hêleka pez bû, apê wî Welî li hêla din bû. Şev tarî bû, nişkave pez bi ser de guricîbû, di tariyê de tiştek, tebakek xuya nedikir, dengê fixe-fixê hatibûyê, ber vî deng reviya bû, apê wî jî hatibû, di tariyê de hinek reşên mîna hirça ferq kirin lê fam nekirin ku terşek bi xwe re biribin û apê wî Welî jê re gotibû “Cinawire, înşala terşek nebiribe, Wele ku biribe ji min û te re rûreşiyeke, birazyê min.” Sibehî mêze kiribûn, pezê xwe jimartibûn, bizina reş a guhşekal tunebû. Welî jê re gotibû: “Biraziyê min wele binê me şile, wa ye bizina reş tuneye, pirr qelew bû nekaribûye xwe ji ber lepê hirçê xelaske, em êdî gerek di şevreşê de bi vir de neyên.” Du-sê roj din şûn de kivil, mû û hew qoçên bizinê li nêzikê feza xwe dîtin. Ev bûyer dihat bîra Zeynel, dikeniya û bêhemd di xew re diçû.

    Wê sala dawiyê nîvê pirr bi xeyalên Fatikê wext derbas dikir. Fatmê qîza mezinê Gundê Badan E’liyê Mahmûd bû, hemsala wî bû. Xeyal dikir, di bin lihêfê de dikir cem xwe û pê şadibû. Havîna, li zozanan car hebû konên wan li ser hev dadanîn, car hebû li nêzîkê hev dadanîn. Di hîvronan da kur û keç bihev re li mêrgê, li derê repin derdiketin bindarî. Xevrîşok digotin, qala pevçûnan dikirin, qala serpêhatiyên çolê dikirin. Hat bîrê, havînê li zozanan ji cem pez vedigeriya, ji qasna riya xwe di nêzikê konê E’liyê Mahmûd re derbas kiribû. Ji dûr de di mesilê besta binya mala wan de dûyê guniyan xuya dikir hema nezanîbû ku agirê çiye. Xwe hinekê li bineya konê E’liyê Mahmûd girt û xwe berra ser bestê da. Di devê bestê de stareyek hebû, bi taybetî ji bo kiraşo û serşokê hatibû lêkirin, berberoj bû, nîvro bû û dinê germ bû. Hew mêze kir beroşa avê dikele û Fatik taziye serê xwe dişo. Diya wê avê lêdike êw serê xwe sabûn dike. Xwedê çawa li hev anî bû. Canê Fatikê tazî ji berfê sipîtir xuya dikir. Memikê mîna nîv sêvan, na na mîna şemamokan li ser sînga wê bi yek hêlan xuya dikir. Xwe danî û şûn de vegeriya riya xwe guherî. Berê jî gelek car li bêriyê, li ser riya dangiya, li mal dibû, hema tama vê dîtinê tiştekî bêbiha bû. Herçî cara Fatik dihat bîrê, ew canê wê yê tazî dihat ber çavên wî û nedixwest ji ber çavên wî biçe. Çavên xwe digirt û ew dîmena dianî bîra xwe. Niha di hişê xwe de digot: “Xweziya wê hîngê ez li wir qulûsbama û min ji xwe re rind û têr lê mêzekira.” Paşê ji xwe re digot: “Na na, eyb bû, le ku wan ez bidîtama. Minê ji fedya çi bikira.” Dîsa digot: “Vê havînê ezê ji dê û bavê xwe re bibêm bira ji min re bixwazin.” Bi zewaca Fatikê re dinê ji xwe re dikir bihûşt. Ji xwe re dia dikir ku berê wî kes nexwaze.

    Zeynel sal bi sal hîn jêhatî dibû. Êdî di nav bajêr de, li mektebên din hevalên wî peyda bûn. Nas û dost zêde bûn. Qet tengayî nedikşand. Li Mezrê û li Xarpêtê piçûk mezin pirr mekteb hebûn. Bi qandî sêsed gavî dûrê mekteba wan, mekteba Eskerî Ruştiya Mamûretulezizê hebû. Di navbera mekteba wan û Xarpêtê de Koleja Frensiz hebû. Li Xarpêtê li mehela Şahrozê mekteba Emerîka Koleja Ferêt (ermeniyan digot Yarpet Kolej) hebû. Ew mekteba ji mekteba bingehîn hetanî fakulta îlahiyatê kompleksek pirr mezin bû. Mekteba Zeynel wan rojên înê tatîl bû û xwendevan betal bûn. Rojên înê zaro ji bo dîtin û mêzekirina qîz û mamosteyên pîrêk ê Koleja Ferêt qor bi qor bi hev re diçûn Xarpêtê. Xarpêt bajarekî xweş bû. Cil û caw, êmîş û fekî, dendik û fistiq, şekir û loqim, her babet mal hebû. Dikanên wê dewlemend bûn. Pîrekên filan, Keldaniyan, Suryaniyan û Ermeniyan serbest di nav çarşî û bazara wê de digeriyan. Qîz û bûkên ciwan rûvekirî, çavkilkirî, demî boyaxkirî, birû qelemkrî serbest digeriyan. Bîna od û emberê, lawantê bi xwe werdikirin, merû li bin bayê wan mest dibû. Çarşî û mihelên Xarpêtê tije qîzên xweşik û sipehî bû, bi cîlwebûn, bi şehwet bûn, rind bûna wan deng dabû dinê alemê. Loma xwendevan ji museyirbûyin û temaşa Xarpêtê pirr kêfxweş dibûn. Di kolêjê de gelek mamoste jin bûn, hinek jê tew azeb bûn. Qîzikek berzewac, bi bejn û bal, porzer, çav hêşin, cîld spî, girênekê çavan mezin navê wê Emily Wheleer bû. Emily him mamoste bû, him jî sekretera mektebê bû. Zaroyan ji temaşa wê pirr hez digirtin û ji temaşevegera wê pesnê wê didan, digotin: ‘Law ma bêbavê çi bedewe, bejn û bala wê, sîng û berê wê, zend û bendê wê, nav û çîpên wê, porê wê, nexşê ruyê wê, pozbilind, birû qelem, bijang dirêj, welhasil çêkirina Xwedê îşê dûrê aqilan bû. Hemû xwendevanên mekteba Zeynel mişteriyê dîtina wê bûn. Çavên wan li roja înê bû ku biçin Xarpêtê, dora Kolêja Ferêt li qîzikan mêzekin. Bêyî Emily Wheleerê, Hariet Seymor, Fleransa Riggs û du jinên din jî ji mamosteyên bedew bûn.

    Hevalên Zeynel pirr muhebeta Emily û keçikên fila dikirin. Hinekan ji bo Emilyê digot: “Law wele derpê lê tune”, hinekan digot: “Ne qîze.” Hinekan tew li ser Emilyê distran, dûrik bi ser hev dixistin:

     
                         “Hey lê gidyê lê Emo,
                         Ax lê gidyê lê Emo,
                         Heyrana bejna temo,
                         Hey lê gidyê lê Emo,
                         Heyrana sînga temo,
                         Hey lê gidyê lê Emo,
                         Heyrana memikê temo,
    
                         Min Emo dîbû li ser masê,
                         Her çavêk mîna tasê, 
                         Hila rabe reqasê,
                         Hey lê gidyê lê Emo,
                         Bi şev ketime cemo,
                         Hey lê gidyê lê Emo,
                         ................,

    Çend hevalê wan ji keldaniyan û suryaniyan hebûn. Di nav hevde carna li hev rûdiniştin û şor dikirin. Ji wan yekê nav Corc gotibû: “Law çaxa li ser kursiya xwe rûdine û şeqa xwe ji hev dike di bin masê re eynî pûrta wê jî xuya dike.”

    Di Xarpêtê de qîz û bûk, keçên xama serbest di nava bajêr de digeriyan. Loma Xarpêt ji xwendevanên hevalê Zeynel re mîna ciyekî kêfê bû, ji Mezrê dihatin, di deriyê teng re diketin nav bajarê Xarpêtê, lê digeriyan, carna jî nerihetî dikirin û vegerê wisa qala wan û keçikên filan ên xama dikirin. Her derê wan dipesinandin. Her yekî ji xwe re xeyal li dar dixist. Bi şev jî bi xeyalên di himêza wan de xewn didîtin. Wexta vala, rast derew wisa qalkirina wan ev xewn û xeyalan bûn. Welhasil çavên zaroyan li keçikên filan bû. Wexta ji bajêr vedigeriyan mektebê, mîna vegerin hepsê û îcar her yekî ji xwe re derewek çê dikir, qala serpêhatiyên xwe dikirin.

    Tiyatro, cambazê ser têlan, pêlwan, sazbend dihatin Xarpêtê. Qird, qeşmer, meymûn û hirçên lîstikên dihatin. Di mehekê de gelek car şênayî çêdibûn. Her şemî û yekşemê mitleqe şênayî û şayî hebû. Xarpêtiyan ji kêfê hez dikirin. Ecnebî û Xarpêtî ji hev nedihatin gerandin.

    Di nav Xarpêtê de Zeynel û hevalên xwe bi hev re digeriyan. Makîneya fotgrafa hatibû Xarpêtê, Onnoyê Mirad bûbû fotqrafçî û bi pera fotgraf dikşandin, resmê hinka bi ber dikana xwede kiribû, eynî te digot belkî bi can e, temaşekek eceb bû. Zaroyan qor bi qor diçûn cem Onnoyê Mirad û resmên xwe dikşandin. Carna jî mamosteyê wan ban fotqrafçî dikirin, dianîn, bi hev re wêneyên xwe dikşandin.

    Digotin makînekek din jî hatiye, jê re dibêjin telefon, tu dikare bi Stenbolê re, bi Parêsê re, bi Londonê re qise bike, tiştekî dûrî aqila ne. Zaro bi van xeberan li hev diketin, şaş diman. Xarpêt bajarek mezin bû. Roja înê zaroyên qolêjên Emerîka, Aleman û Frensiz bernedidan der, roja yekşemê ji wan re mekteb tune bû, tatîl bû, loma li hev rast ne dihatin. Carna bêhemd li hev rast dihatin, xwendevanên filan û misilmanan qeda xwe di hev digerandin, ku kesên mezin neketena navbera wan, di kolanên Xarpêtê de ew ên gelekî li hevxistana.

    Îcar zaroyên mektebê ziniya bûn. Yên sinifên mezin, ji hevûdu pirs dikirin, berzika kê reş bûye, morî ketine çiçikên kê. Li hemamê navçîkên xwe rê hev didan. Hinekên pirr heram navçîkê xwe radikirin û repdikirin, didan ber hev û dipîvan ku ê kê dirêj e û qalind e. Hinek ji xwe vê re pûrta simêla wan reş werdigeriya û mûyê riya wan davête der, êdî her roj serê sibê guzan di destan de xwe disûtandin. Ê hineka riya wan derneketibû, dîsa jî guzan tê didan ku zû derkeve. Bi kamilbûyinê re dengê wan xwe diguherî, deng qalin dibû, êdî bahri-bahr pê diket. Hezar finêskên xirab di nav de çê dibûn. Hemû kur bûn, keç di nav de tune bû, her yek ji derekê hatibû û hogirê hev bûbûn. Te mêze dikir hinekan ji şeveqê de rabû û bi qapqapkan riya hemamê digirtin, li sar û sermê mêze nedikirin, serê xwe dişuştin. Hevala jê pirs dikirin: “Çi bû, te çû serê xwe şuşt lo.” Bi paye digot: “Law qet qal meke, îşev Arpîna qûn mezin ket xewna min û ez du cara vala bûm, ez heram bûm, loma min çû xwe şuşt, gusûl girt.” Arpîne xedema mektebê bû, bî bû, salê wê bihorîbûn, hema sîngûberê wê, kulêmekên wê, çîp û hêtên wê, yanê mal û milkê wê li cî bû, dibêjin ya: “Quzê rind di derpê re xuyaye”, kesê wê tune bû, ji zaroyan pirr hez dikir. Cilê wan dibir li mala xwe dişuşt. Çaxa zarokek nesaxba, li dora wan diçû dihat.

    Carna zarok eynî har dibûn, çavan li serî dilîstin, xwe li naxira Mezrê digirtin û bi kera diketin. Hinekan gavan dixapand, nan, titûn jê re dibirin, hinekan jî di newalan de, li derên xewle, di taldan de bi dore xwe li kera dixistin, dadiketin, xwe dikewandin. Îcar tew hinek kuçikên mezrê bi mitfaxa mektebê ketibûn. Bermayiyê mitfaxê dixwarin, li ser ariya mitbaxê diketin. Nanpêjan xatirê wan zanîbûn. Bi xwarinê qelew bûbûn. Zaro li dora dêlika diçû dihatin, navê yekê Tîlber, ê yekê jî Qerê danîbûn, wan jî qûna xwe di zaroyan didan û dêla xwe li ba dikirin. Hineka nav lê kiribûn û elimandibûn, nan didanê û bi şev xwe lê dixistin, dadiketin, xwe rehet dikirin, agirê xwe dikewandin. Paşê zaroya hevûdu îspiyon kirin û îdarê xeber bihîst. Midûr li hinek zaroyên qels û zihîv êşkence kir û zaro mikur hatin û şihetîn, her tişt gotin. Zeynel jî kiribû eşkencê. Xedema ban Zeynel kir got: “Midûr ban te dike dibê bila were oda min.”

    Zeynel çû oda midûr. Midûr got: “Were, ji min re bibêje, kê ev îşa zinyatiya kiriye?”

    Zeynel got: “Midûrê min kijan îş, ez nizanim.”

    Midûr got: “Hi, bavê te tu teslîmî min kir û tu jî ji min re nabêjî ha, dirêj ke destê xwe.”

    Zeynel destê xwe dirêj kirin. Midûr bi destê wî ye rastê girt û tiliyên wî ji hev kirin, navbere tiliyên dirêj qelem kirinê û lê civand, dîsa destê wî da ser masayê û bi erdê de guvaşt. Tajanê da dilê Zeynel, rengê wî ye zer sor xeniqî mîna gulên şîlanê, diranê xwe çîrkandin. Midûr heta jê hebû guvaşt û dagirt. Zeynel got belkî tiliyên wî hemû şikiyan. Bi wê awayî dîsa jê pirs kir got: “Bibêje kurê min, mêze ezê bişkênim.”

    Zeynel deng jê derneket. Midûr teseliya wî ket, destê Zeynel berda û got: “Tamam min fam kir, qeneeta min hasil bû ku ne têkilya te heye û ne jî tu zanî kê wisa kiriye.”

    Zeynel her sê qelem ji nav tiliyê xwe derxistin, tiliyê xwe livandin, dewsa qeleman mîna kevana ma, bi destê çepê tiliyên xwe rast kirin û miz da. Tiliya wî ya qereqûçkê û a gustîrkê eynî ser rast nedibûn. Midûr bi gransekiniya Zeynel jî kêfxweş bû û bi destê wî girt, ber vî xwe kişand herdu gepên wî maç kirin. Paşê jê re got: “Tu emanetê min î. Ez naxwazim tiştekî xirab were serê te. Min bawer kir ku haya te jê tune ye. Haydê here sinifa xwe.”

    Zeynel tûka xwe xira nekir, ne got him ne got gim, şûn de vegeriya û çû. Îdarê ji bo dêlikên qûnde gelek zaro dan eşkencê. Sibahekê zaroyan bihîstin ku her sê delik bi jahrê hatine kuştin. Beratê wan li nêzikê mektebê bûn, pûrta wan ba lê dixist, mêşa girtibûn ser, mêşên kesk, mêşên reş, mêşên hêşin, gimi-gim bû. Roja duduya bi emrê midûr, xedema beratê bi benan kişandin newala dûr, bo bîna genî bi ser mektebê nekeve. Laşên kuçikan tije kurm bûbûn.

    Zaroyên ku navên wan derketibûn, midûr ew kirin feleqê, wisa lêxistibûn ku du-sê roja nekarîbûn li ser nigê xwe bigerin. Her pencşemê midûr di îştimê de hezar şîret lê dikirin, tahzîr didanê û ji mektebê avêtinê jî tirs tê di firandin. Mamosteyan di mutalaade şîret lê dikirin, ji bo kamilbûyinê perwerde dikirin û digotin baqil bin, wext were hûn ê bizewicin, xwedî jin û zarok bin, qet meraq nekin.

    Zaroyên sinifên mezin jî hinekan dest dida ser serê wan. Hila tew yekî Erepgîrî hebû, navê wî Evdila Cewdet bû, li Eskerî Ruştiya Mezrê de dixwend. Ji hêla xwendin û perwerdebûyinê de di nav hevalên xwe de sereke bû. Mamostê hemû jê razî bûn û jê re digotin: ‘Ya tibiyê bixwîne, ya milkiyê’. Hîn du salê Zeynel mabû ku Zeynel mektebê quta bike, Evdila Cewdet li Stenbolê çû mekteba Tibbiyê.

    Zaro wekî din jî rehet nedisekinîn. Di Xarpêtê de û li Mezrê jî gelek malên qahpikan hebûn. Şagirtên mekteban yên mezin û nerihet, guhên wan diliviyan hogirê wan malan bûbûn. Tew di nav hev dê yên ku neçûbûn wan malan mêr qebûl nedikirin. Nîşana mêraniyê yek ziyaret kirina wan malan bû. Sala dawiyê Zeynel jî bi du hevalê mezin yên berê çûnin û rê zanin re çû mala Gulera Îzmirê. Mala Gulerê li mehela Şahrozê li derek firk bû, jê şûn de mal tune bûn, rezan dest pê dikir. Xuwardeyên Xarpêtê jin dibirin nav rezan, araqî vedixwarin û keçik direqisandin.

    Zeynel wan li derî xist, qebraxê wan yekê nav Lalo bû, derî ji wan re vekir û bir salona Guler lê rûdine. Çaxa ket hundir, Gulerê ji wan re got: “Werin berxikê min, fedî mekin, mêr cara ji tiştê wiha fedî nakin” û deng li qîzikên xwe kir got: “Qizlar baxin, mektebli balalar geldî, haydê gelîn îşlerini gorin.” Yanê keçikno mêzekin vaye şagirtên mektebê hatine, werin îşê wan bibînin.

    Tu nema sê jin ên ciwan ketin hundir. Xwe atrepotre kiribûn, xemilandibûn, her yekê destê Zeynel wan yekî kirin nav destên xwe û dan pê xwe birin oda xwe. A Zeynel bir, salê wê li dora bîst, bîstûdudya bû. Zeynel bir li ser textê xwe yê raketinê rûniştandin da, him di reqisî, distra û him jî xwe dişêland. Hew hevalkirasekî pembe tenê li ser ma vegeriya ser Zeynel. Ji Zeynel re got: “Navê min Sumeyra ye, yê te..” Zeynel got: “E min Mistefa ye, Mistefa Xulusî.” Jinikê ji Zeynel re got: “Tu ji ku ye Mistefa?” Zeynel got: “Ez ji Erqenînê me, tu ji ku ye?” Jinikê got: “Wele ez gurcî me, deh salîbûm em ji Batûmê hatin Stenbolê, û aniha jî li virim.” Jinikê dest avêt ser û cilên Zeynel, yek bi yek jê şelandin. Li pê sekinandî serê Zeynel kir nav singa xwe û guvajt, paşê serê wî bilind kir gepa xwe û Zeynel bi hev ve zeliqand. Herdu memikên wê li ser sîngê rep sekinandî bûn. Zeynel herbîku nêzîkê Sumeyra yê dibû, herareta canê wî zêde dibû. Jinikê çavên xwe kil kiribûn, podra di rûyê xwe dabû, odû ember bi ser xwe de werkiribû, Dest û gep û lêvên xwe di gulyaxiyê de hîştibûn.

    Sumeyra li ber textê xwe rûnişt, xwe serpiştê dirêj kir, bi destê Zeynel girt û kişand ser xwe. Destê xwe avêt nav lingên Zeynel, navçîkê Zeynel xist destê xwe û lê xebitî ku li xwe rast ke. Navçîkê Zeynel di destê wê de şehetî. Sumeyra yê got: “Hey senî gidî yaramaz, hem kendini, hem beni berbat etin.” Yanê hehey gidî li te, te ez û xwe tev hev milamet kirim. Bi paçekî him xwe him jî ber Zeynel paqij kir û disa destên Zeynel li nava xwe şidand û lêvên Zeynel kirin nav lêvên xwe û mêtin. Muemela xwe temam kir, him cilên xwe li xwe kirin û him jî cilên Zeynel lê kirin û tev hatin salonê. Herdu hevalên wî berê derketibûn. Her sê ji bi hev re dimizicîn. Her yekê sê mejdiye heqê kêf û şabûna xwe dan û derketin.

    Welhasil mekteb tiştekî baş bû, ji her herêmê zaro hebûn, ji hevûdu re qala rewş û bûyerên hêla xwe dikirin, qala kar û barên xwe dikirin, qala şer û şonikên xwe dikirin, qala zilma Osmanî dikirin, qala gund û bajarê xwe dikirin. Devok û zahravê zimanên xwe yê zikmakî bi hev re miqeyese dikirin.

    Salekê derbiharî bû. Zeynel bi îzin hatibû mal. Malan tedarêkê zozanan dikirin. Pê taştiyan re erd hejiya. Bi carekê nesekini, li pê hev gelek car hejiya. Deng bi nav gund ket. Çûk-mezin herkes ji xaniyan derket. Bi hejandinê re dengê hilşandina yek hewş û dîwarên qels jî hat. Kuçikên gund hemû dizûriyan. Zûrandina wan bi ser dengan hemûyan diket. Dengê zûrandina kuçikan ji gundên din jî dihat.

    Merûyên birawir ban dikirin:

    “Law erd hejiya, ha erd hejiya, zû ji xaniyan derkevin.

    Kalê Memil derketibû ser xênî û ban dikir. Tu nema ji her malê mêr-pîrek, zaro-ciwan, kal derketin der, li ber mala Îbrahîmê Talo civiyan û herkesî çi hîs kiriye dianîn ser ziman.

    Herkesî bi awayekî digot.

    “Law mi got belkî dewxa min çû.”

    “Min hew mêze kir, qirçi qirç ji asraxa hat, torbeyên bi darda diheziyan.”

    “Law ma mîna merû di hêlkanê de be.”

    “Gelo çima erd diheje.”

    “Dinê li ser pişta kusî ye.”

    “Law dibên dinê li ser qoçên ga ye, ga jî li ser masi ye. Mêşa gewgewe jî li ber pozê ga ye. Gava moz bi ga vedide, ga serê xwe dihejîne, loma dinê jî di heje.”

    “Dibên carna jî masî xwe dilivîne, ga nikare xwe li ser biedilîne, loma erd diheje.

    Her qise dihat guhên Zeynel. Zeynel bi qiseyên wan keniya û got: “Na na, çi gaye, çi masiye û çi kusiyê, ev ne raste. Dinê top û gilover e, dinê pirr mezin e, li dora royê doşdibe, hema hûn bînin hişê xwe kîjan ga û masî kane dinê ragire. Binê erdê pirr kur e û qat qat li ser hev e. Hinek qat dişikiyên û hildiweşin, wê hîngê erd diheje. Îcar xaniyên me di erdêdane, loma hilnaweşin, wele ku li ser erdêbana em kes sax ne diman.”

    Li pê vegotinên Zeynel dîsa herkesî bi awayekî qise dikir.

    “Tobe-tobe, îcar dinê top û gilover e û li dora royê doş dibe, çêkirina Xwedê îşê xerîb e.

    “Mêze merûyê xwendî fikrên wî çiqas xweş e. Eferim Zeynel ê min, ez çavên birazyê xwe ramûsim, tu dilê meriv rehet dikî.”

    Îcar meraq dikirin Zeynelê ji mekteba Xarpêtê şûn de wê li ku bixwînê û wê bi çi be? Hinekan digot wê bibe zabît, hinekan digot wê bibe qeymeqam, hineka digot wê bibe tebîb, welhasil herkesî jê re kirasek dibirî. Diya wî Besê jî tim hesreta lawê xwe dikişand. Çaxa dişand dawiya dawiyê wê lawê xwe bi rê dikir, dest di stû re dibir, demiyên wî maç dikirin, zêrên jê re dabû ser hev bi dizî didayê. Çaxa Zeynel li mektebê bû, daka Besê ji bo lawê xwe dûrik digotin û digirya. Nixwiriyê wê bû û li derên xerîb bi meha li wir ji malê dûr dima. Çi dixwar, çi vedixwar? Kê cilê wî dişuştin? Mialimên wî tahde lê dikirin yan na? Paşê jî digot: “Ma qey ne ew tenê ye, û ewê bixwîne bibe tiştekî mezin, merûyekî maqul, giran, amîr.

    Havînê wexta Zeynel ji mektebê dihat, mala wan dibû mîna ciyê şêwrê. Nameyên xwe, celb û zebtên ji kesan re dihatin dianîn cem Zeynel, Zeynel ji wan re dixwend û bi kurdî şirove dikir. Hinekan dihatin pirsgirêkên xwe yên di navbera wan û hikumetê de pê di şêwirîn.

    Dê bidome

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1