MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 60, rêbendan 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Pexşan
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Wendabûn (beş 2, roman)
  • Eyüb Kiran: Pilingê Serhedê (beş 2, roman)
  • Joumana Haddad: Vegera Lilith
  • Jiyanname: Dost û dijmin

  • WENDABÛN (Beş 2)
    Şahînê Bekirê Soreklî: [email protected]


    (Sala nivîsandinê: 1985 / Lêniherîneke nû: 2004)

    Vê sibeyê hîn ne ew qas germ e. Duhinî germtir bû. Te digot qey roja li asîmên tenê va şûna ji xwe re kiribû amanc û hillika germahiya şewitandina xazên xwe lê nêşan kiribû. Ji ber ku dunya duhinî ew qas germ bû, bû bû daweta maran. Hema ji Xwedê dixwaztin ku kesek were hember wan û şerê xwe di wan bide. Gakûfiyan, berazên berrî, kewikan û lawirên din, hemiyan dizanibûn ku mebesta maran di va roja germ de ne yeke ji xêrê re ye. Ta ji dest wan dihat rêçikên xwe bi ser yên wan nedixistin. Lê duhinî roj ji bo mûriyan jî bû bû cejn. Eleke mûriyên sor xwe bi can û bêhn dabû ber kar û xebatê. Hemî rêçik û qulikên mûristana wan bi livandinê dagirtî bûn. Bi hezaran diketin hindir enbara binzemîn û bi hezaran jê derdiketin. Wan baş dizanibûn ku demên wanî germ û xweş tum bi dest nakevin, ku ewrên dagirtî dê di rojên li pêş de dîsa xwe bigihînin asîmên, xwe li hev bicivînin û ji jor ve baranê bi ser van derdoran de bibarînin. Wan di civîna şeva derbas bûyî de biryar girtibûn ku ew ê di rojên dihên de her ku fersend ketê embara mûristanê tiji bikin. Ew bi çûk û mezinên xwe ve, ji jin û mêran bigir ta pîr û kalan, her kes bi qasî ji dest dihat, îroj dixebitîn. Kar û xebata mûristana mûriyên sor wek rûnê hilandî derbas dibû dema marekî bi encama germahiya rojê har û dîn bûyî di ber warê wan re xuşiya. Mûrî wek lawirên din ji ber wî nereviyan, ne jî karê xwe eware kirin. Marî guhnedana wan ji bo xwe wek îhaneteke mezin hesiband. Ew careke din li mûristanê zivirî da ku heybeta xwe li ser şêniyê wê feriz bike, tirsê têxe dilên wan. Dema gihîşt wir, serê xwe ber bi jor hilda, zimanê xwe yê çetelîn bi nîvhustekê derxist û doçika xwe çep û rast hejand, vîzevîz û hîsehîs bi xwe xist, lê dîsa jî mûrî ji kar û xebata xwe eware nebûn çimkî şeva çûyî biryar hatibû girtin ku çi bibe jî rawestandin ê tune be, kesek ji wan karê xwe eware neke. Mar zor hêrs bû û du-sê caran xîje mûriyan kir da ku wan bitirsîne, lê va kiryara wî jî bêyî sûd ma. Di bin bandora girr û qehra xwe de marê xeyidî bi lez xuşiya ser erdê mûristanê û dest pê kir xwe li ser wir vegevizîne. Mar bi heybeta ku ew bi xwe re dihîne holê û bi tirsa ku dike dilên yên din serxweş bû bû, wî hurmeta mala mûriyan xistibû bin zikê xwe û ji xwe bîr kiribû ku tenê devekî wî yê bi axû heye; ku wî ne ling, ne lep û ne neynok hene. Hîn bi ser ve tiştekî mûriyanî ku bihata dadan tunebû. De wî dê çawa bi wan dada!

    Komeke ji mûriyên leşger zû xwe amade kirin û ji bo parastina warê xwe hêrîş birin ser marî. Komeke din bi lez bang gîhandin tevahiya endamên êlê da ku bêyên hawara leşgerên ji bo parastina stanê di şer de. Dirêj nekir dema goştê marî yê nerm ji mûriyan re bû pergende. Ew çiqa lipitî, çiqa xwe bi vir de û bi wê de çekir jî, nikaribû xwe ji gezên mûriyan azad bike. Va roja germ ne tenê ya maran bû, ew ya mûriyan bû jî. Ez ê çi bêjim! Bi hezaran mûrî, mûriyên sor, li ser laşê marî civiyan; ji bini û ser û kêlek û pêşî û paşî ve li mar wer hatin û dirêj nekir li şûna marê har tenê hestiyên wî yên zirav man. Te digot qey wan berê dizanibûn ku hêrîşeke ne ji xêrê re li pêş e, û ji lewre xwe ji bo vî şerî bi tevdêr û amanc amade kiribûn.

    Wey mûrîno, mûriyên jîr û fêde! Kê dê ji we bipa ku hûn ê bikaribin marekî wek stûnekê tune bikin! Min ji çavên xwe bawer nekir dema wan bi hev re hestiyên Li şûna marî manî ji rêçikên mûristanê bi dûr xistin û dîsa xebata xwe, te digot qey çi mar nehatibûn ser stana wan, wek berê domandin.

    Erê, vê sibeyê dunya wek sibeya duhinî ne weqa germ e çimkî ewr li asîmên hene, lê ewrên îroj wek ewrên salên hişk yên welatê min in. Ew ewrên ku pirr caran li hev kom dibin, lê çîlikek baran ji wan nahêt xwarê. Ew ewrên bêsûd, ewên xwe li ser welatên Ewropayê vala dikin û li ser yên belengazan vêsî dikin, ew ewrên ku xelkê dixapînin, zarokan dişînin lîztika şûllikê, êldefiyên sofî û şêxên terîqetan germ dikin û stuyên cotkaran xar dikin, hêviya di dilên wan de melûl dikin.

    Dibêjin belengazan darên welatên xwe hilkişandin bo xwe di rojên sar de bi şewitandina wan germ bikin, yan da ku xwarina xwe bi agirê wan bipêjin. Dibêjin da ku ewr xwe biguvişin û baranê bidin barandin hebûna darên pirr pêwîst e, û ji ber ku belengazên cîhanê zeviyên welatên xwe req û rût kirine baran jî li ser genim û ceh û nok û nîsk û kizin û garisê wan nabare. De mirov çi bibêje! Ma heke baran nebare, de darên li warên belengazan ê çawa mezin bibin?! Bêyî baran dar mezin nabin û bêyî dar baran nabare!

    Ez li asîmên mêze dikim û dibînim çawa ewr bi ber bê ketine, ji hev belav dibine. Ewrine wek wan berê jî rojekê xwe raber min kiribûn. Ew roja yeke ji yên nîsanê bû, nîsaneke salên zaroktiyê. Ez û hevalên xwe li dervayê gund, li qeraxa gir dilîztin. Bihara wê salê yeke xweş bû û erdê xwe bi rengan xemilandibû. Ewrên wê salê ne miqris bûn, baran bi xwe re dihanîn. Baranê jî çandinî geş dikir, kulîlkên rengrengîn vedijandin û kepir ji çandina zebeş û kelekan re didan telbîz kirin. Baran û berfê ken dixistin ser lêvên cotkaran, rez bi xêr û bêr dikirin, hebikên darên zeytûnê mezin dikirin, fistiq û hêjîr û muşmuş şêrîn dikirin, pere dikirin beriyên rêncberan, û xwediyên firoşgehan kêfxweş dikirin. Berf û baran xêr û bereketa gundê me bûn.

    Min ji ewrên ku biharê li warê zaroktiya min bi ber bê diketin zehf hez dikir, lê ez ji wan ditirsiyam jî. Hezkirin û tirs çito dibin yek ez jî fêhm nakim. Min li ewrên gewr, yan reşavîn, seyr dikir û ew li pêş çavên min dibûn Xwedê, pêxember, yan dêw. Carine min wer texmîn dikir ku Xwedê jî wek cendirmeyan derketibû dewriyê da ku bibîne ka millet çi dikêye, ka mirovan xwe bi karên qenc yan yên bed ve mijûl kirine! Rojekê min li kêleka gir li asîmên diniherî. Min dît çawa Xwedê, du-sê pêxember û sê-çar melek derketine dewriyê, ji rojava ber bi rojhelat diherine. Ji nişkan ve dengekî ku cara yekem bû diket guhên min ji aliyê gund hat. Min û zarokên din me bi rev berên xwe dan şûna bêderan û xwe bi du qîtan gîhand wir. Me dît çawa tiştek dike zirrezirre û li şûna bêderan li dor xwe dfertilêye. Ji ber ku ber em berên xwe bidin gund Xwedê di bîra min de bû, tiştê ku bi zirrezirr li dor xwe difertilî û dû bi ser xwe dixist di cîh de şeytan hanî bîra min. Bêyî hemdê xwe ez li hevalan fertilîm û min gote wan: şeytanok, şeytanok! Yekem car bû ku traktorek hatibû gundê me. Wê dest pê kir şûna bêderên me di bin zincîra xwe de kortkortî bike, bayê pak bi dûyê mazotê gemarî bike, çivîk û kewik û başîqên çola me biheyibîne û perdeyên guhên me bi dengê xwe bilerizîne. Bi gihîştina wê re, çawa ku kevirên taximan sînor dixin navbera zeviyan, wê jî sînor xist navbera rojên par û yên li pêş. Li dû hatina wê traktor bûn dudu, sisê, çar... û li dû wan hatin patos û kamiyon; û wan hemî rê û rêçikên jiyana me dan guherandin, em li hev şaş kirin. Li şûna ku bi hatina wan re endamên civata me di rewşeke xweştir kevin xelkê me bi pirranî bêkar ma, cotkar perîşan û riswa bûn, çillekî û mirdalî zêde bûn, rindî û çeyî hindik bûn.

    Ax rojên kevn, hûn çiqa xweş bûn! Dizanim. Pirraniya mirovan her li ser rojên kevn digirîn, Iê çi guman li cem min niye ku rojên kevn di jiyana min de pirr ji yên îroj xweştir bûn. Rojên kevn di jiyana dapîra min de, heye ku hîn ji yên min xweştir bûn. "Aax, ax!" digot dapîra min bi rehmetî, "Xweziya rojên par bar nekirabûna! Gundê me yekî mezin bû. Bi hatina êvarê re carine bi dehan keç û jin û pîr derdiketin şûna bêderan û beşdare lîztina hîvlotikê dibûn. Carine jî me pîrek li pişta jineke ciwan dikir, yan paşepê Li kerekê siwar dikir. Em ji kenan lal dibûn, dengê tîqetîqa jin û qîzikan radibû asîmên. Em êvarine ‘gurkî baskîn,’ yan ‘çavqurçonekê,’ dilîztin. Erê, dawiya lîztikên me nedihat! Dîsa jî em bi gihîştina şefaqê re ji xew radibûn, me nan çêdikir, dew dikiland û dû re me taşteya bav û brayên xwe, yan mêr û zaroyên xwe, ji wan re dibir. Dema bihar dihat jin diketin todan, xort û peya li hespan siwar dibûn û berên xwe didan berrî û zozanan. Bi zilxitên qîzik û jinan, bi teqeteqa tifingên xortan me xatir ji pîr û kalan dixwest. “Di rojên biharê de, ber bi esir, bi dehan jin û keçên berbext, çawa av ji çaviyan tê der, ew jî li vir û wir ji binê konan dihatin der û berên xwe didan şûna keriyan. Te hişmekar dikir ji xwe re li bejin û balavên wan zerî û esmerên bi tac û rext, li îçqorên bi dobra û zêr û xaziyan xemilînî binihêrî.”

    Erê, rojên li paş manî xweş bûn! Yan gelo xweş bûn ji ber ku rojên ciwantiyê bûn?! Di rojine zivistanê de xortên gundê me dibûn du aliyan û bi holî dilîztin. Hin caran gundiyên me li dij xelkê gundekî din dilîztin. Holî lîztika yên jîr û beza bû. Dû re, dema bexteweriyê ji gund bar kir, lîztika holî jî bi xwe re bir. Li Ewropa min ji çavên xwe bawer nekir, dema min dît ku Înglizan navê “hocky” li holiya me kirine. Di şevên zivistanê yên dirêj de dengbêjan stranên Derwêşê Evdî, Siyabend û Xecê, Bêmalê, Mem û Zînê… di odeyên gundan de; û dapîran jî çîrokên pêrî û neysizî û dêw û Kûpkeskan ji neviyên xwe re, digotin. Ew çîrokên Kûpkeskan çiqa li xweşiya zarokan dihatin, dilên wan bi carekê ve tiji tirs û şadî dikirin! Di van çîrokan de xwediya kûpê kesk pîreke cazî bû. Wê zarokek direvand, dikir kûpê xwe û berê wî / wê dida asîmên. Her ku kûp bi jor ve diçû kûpkeskê Ji zarokî dipirsî, “Dunê bi te ve çito dixewine?" Pîrê kûpê xwe yê kesk ranediwestand ta ku zarok digot, “dunê bi min ve wek qulika derziyê dixewine." Îroj li şûna kûpên kesk balefir û rakêt radibin jor; êdî kûpkesk zarokan narevînin. Li şûna wan hukûmet gelan direvînin.

    Di bihar û payîzên rojên zaroktiya min de peya li hespan siwar dibûn û bi hev re diketin qerezan; diçûn ber lingê gir, berên hespan dîsa didan gund, li xar dikirin û ji hev re diçûn. Siwarê herî jîr, li ser pişta hespa kihêl, ber yên din xwe digîhand şûna bêderan û ji dilşadiya xwe hema hindik dima ku bifire.

    Erê, Xudayê gewre, erê! Bi dîtina ewran re tu dihatî bîra min. Çîroka min û te jî meseleyek kûr û dûr e! Di rojên zaroktiya min de damariya min ez carine, bi taybetî di mehên remezanê de, dişandim mizgeftê. Di destpêkê de ez bi destmêj diçûm, lê hêdî-hêdî min dest pê kir li te zexeliyan bikim. Di rojên zivistanê yên sar de min nema êdî dixwazt dehreteke nû bigirim û di rojên havînê yên germ de min nema êdî dikaribû bêyî vexwarina tasek av rojiya xwe bi seri bikim. Ji bo xatirê hevaltiyê û xwarina fitaran ya xweş min rojî digirt ta ku rojek hat û ez çûm cem anê û min gotê ku ez nema bi Xwedê bawer im. Ew ji tirsan hema hindik mabû bizdoyî bibe. Wê şîret li min kirin û got, “Bila va gotina ji devê te dernekeve.” Ez çiqa di hebûna Te de difikirîm, ey Xudayê pêxemberan! Min çend şevên bêyî xew derbas kirin, şevên ku ez tê de li te digeriyam! Gelo dihêt bîra te min çawa ji Te re “fatîhe” û “ayetul kursî” dixwendin, çawa ez li ber te digeriyam ku tu bihêyî alîkariya min, hawara min, û min bi xwe bawerkirin bidî? Lê, wek ava bîra kalikê min ya ku sal bi sal dadiket, baweriya min jî bi ola me roj bi roj kêmtir bû ta ku rojekê miçiqî. Rojên dirêj û bi tirsê avis derbas bûn ta ku min xwe ji ew sama ku xoce û melleyan ji çelrojkiya me de di hindir dilên me de çandibû azad kir, ta ku min dikaribû ew merbend û hevsarên olê biqetînim û ruhê xwe bigihînim serbestiyê.

    Baweriya min bi hêzeke Xudayî her hebû. Min her weha rêz ji pêxemberan re hebû ku bizava baştirkirina xelkê kiribûn, lê min çiqa hewl da jî gellek ramanên di ola me de wek mentiqî nedihatin ber çavan. Yek ji wan pirsa qederê bû. Heke qedera me hemiyan ber em ji dayên xwe bibin hatibûya nivîsandin, de çima hinek ji me dê li dû mirinê têketina dojehê? Çima Xwedê hinan dike nav belengaziyeke weqa kûr ku ew neçar dibin kiryarên Li dij daxwaza wî bikin? Kê ji min pirsî heke dixwazim werim vê cîhanê, ger dixwazim bibim endamekî ji nijada mirovan, ger min dil heye têkevim nav neteweyeke talihreş û malbateke gundî? Kesekî ji min nepirsî! Heke Xwedê nijad û malbat û netewe û ola min ji min re bijartibe, ger rêçikên jiyana min bi daxwaza Wî di qedera li ser eniya min de hatibin nivîsandin, ger ew dizane û dibîne ez çi dikim, dikare min ji riya şaş derîne û têxe ya durist, wê demê wî maf niye min ji bo kiryarên ku Wî dikaribû bi min nedabûna kirin têxe nav êgir, giyanê min bişewitîne û bişewitîne, û her ku çermê min heliya yekî nû têxe ser hestiyan û careke din û yeke din û yeke din bişewitîne! Xudayekî weqa dilreş û bêmentiq min nedikaribû bi hişên xwe pejirandin bida.

    Li dû azadbûna ji tirs û sama olê ez pê hesiyam ku dawiya kêmasî û nezelaltiyên di olan de nahên. Ger Xwedê dizane di rojên dihên de dê çi bibe, çawa hîşt Hewa bihêt xapandin û sêvê bixwe? Çima Xwedê bi milyonan mirov ta rojên îroj wek bûdî û hindos hîştine? Çima rindî û dilpakiya yên bi “olên asîmanî” bawer ji yên komên bi wan nebawer ne zêdetir in? Çima Xwedê dihêle bi milyonan zarok ji ber birçîtiyê bimirin? Çima dawiyê nade ew bêtarên ku sal li dû salê bi sedhezaran mirovên belengaz dadiqultînin? Çima jiyanê li hinên ku bi hebûn û hêza Wî bawer in dike jar û ziqûm û dihêle hinekên nebawermend jiyaneke xweş bijîn? Çima pirraniya mirovên welatên pêşveçûnî ji heftê salan bêhtir dijîn û li welatên paşvemanî pirraniya xelkê bi umrê çel, yan pênceh, salîn pîr û kal dibin û dimirin? Ji bo çi Xwedê şeytan tune nekir û em ji fen û fûtên wî azad nekirin? Çima û çima û çima...? Dawiya çimayan nahêt!

    Li gel hemî pirsiyaran jî, nedikarim bi hişên xwe pejirandin bidim ku cîhan hema bi xwe hatiye holê. Baweriya min bi “Xwedêyekî” hêzmezin heye, lê ne Xwedêyê ku hewcedarî bi nimêj û rojiya mirovan heye, ne jî Xwedêyê dojeh û behuştê. Roja qiyametê hacetekî afirandina hêviyê ye ji bo ewên ku di jiyana xwe de ji bexteweriyê bêpar mane, yan ji bo berbendkirina kiryarên kesên şerûde ye ku bêyî tirs nikarin xwe ragirin. Bi milyonan mirov bi saya hebûna hêviyeke li dû minnê jiyana xwe didomînin. Heke bizanibûna ku behuşt û dojeh di cîhana me, û di nav jiyana me bi xwe, de ne, ku dema “hestiyên wan bibin enzerût” zindîbûna wan nema êdî pêkan e, wan dê yan bi darê zorê bizava xwegîhandina behuşta dunyayî bikirana, yan jî xwe bi xwe jiyana xwe ya di dojeha cîhanî de bi dawî bihanîna.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1