Filma bi navê Du goşeyên bircan ya ku beşa sînemayê ya Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê (DFKSM) kişandiye, di 12'emîn Pêşbirka Filmên Tirk ê Londonê de xelata yekemîniyê wergirt.
Filma kurdî ku di warê filmên metraja kin de tevli pêşbirkê bû, xelat ji juriyên sînemagerên ciwan ên di nava temenên 16-24'an de wergirt. Midurê DFKSM Hasan Şeker, diyar kir ku xelatê ew kêfxweş kirine û armanca wan ew e ku Amedê di hêla sînemageriya kurd de bikin navend. Aliyê herî balkêş ew e ku film bi naverok û orjîna xwe kurdî ye, lê di pêşbirkê de wekî filmê tirk cih digre.
Filma metraja kin a bi navê 'Du goşeyên bircan' (surlarin îkî yakasi) ku bi piranî kurdî ye, xelata yekemîniyê wergirt. Filma ku bi piranî kurdî ye, di 12'emîn Pêşbirka Filmên Tirk ê Londrayê ku di nava rojên 3-12 berfanbarê de pêkhat de ji aliyên juriyên sînemagerên ciwan ve layiqî xelata yekemîniyê hate dîtin. Midurê DFKSM'yê Hasan Şeker, der barê mijarê de da zanîn ku xelatê ew kêfxeş kirine û hêz daye wan. Şeker, bal kişand ku armanca wan ew e ku Amedê di hêla sînemageriya kurd de bikin navend û wiha got: "Çiqas li perçeyên din sînemageriya kurd pêşketî be jî, li Tirkiyeyê valahiyek heye. Em dixwazin vê valahiyê tije bikin. Bu rastî li Amedê yekemîn xebatên sînemayê ji hêla me ve hate destpêkirin. Heta niha Stenbol ji sînemageriya kurd re bûye wekî navend. Em dixwazin li Amedê xebatek di warê sînemaya kurd de bimeşînin û Amedê ji bo sînemageriya kurd bikin navendek. Êdî divê sînemaya kurd ji Stenbolê vegere Amedê. Divê bê ser koka xwe şîn bibe. Em dixwazin sînemageriya kurd ji rojava bînin rojhilat û ji Amedê li rojhilat binêrin"
'Em dixwazin li cîhanê hebûna sînemaya kurd îsbat bikin'
Nûnerê Beşa Sînemayê yê DFKSM'ê Bulent Aslan jî diyar kir ji bo ku li cîhanê sînemaya kurd îspat bikin beşa sînemayê saz kirine û wiha axivî: "Em filmên xwe dişînin pêşbirkên li Tirkiyeyê jî û yên li dewletên derve jî. Wekî mînak me filmê xwe yê bi xelat 'Du goşeyên bircan' him şand Pêşbirka Filman a Portakala Zêr a Antalyayê û him jî Pêşbirka Filman a Berlînê. Filmê me di çarçoveya 3'yemîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Amedê de hate kişandin. Îsal wekî başa sînemaya DFKSM'ê 3 filmên me yên kişandî hene. Emê van filman jî bişînin pêşbirkan."
'Mijara film nakokiya di navbera çand û nifşan de ye'
Yek ji senaristê film Kubilay Dengîz, da zanîn ku mijara filmaê nakokiyên di nava nifşan de ye û wiha pê de çû: "Di filma du goşeyên bircan de jiyana bavek dengbêj û lawê wî yê ku ji hîp-hopê hez dike tê nîşandan. Bav û lawê wî her tim bi hev re munaqeşe dikin. Di heman demê de munaqeşeyên di navbera çandên dengbêjî û hîp-hopê de jî tê dîtin. Bi kurtasî nakokiya çanda rojava û rojhilat di filmê de bi giranî cih digire. Film wêneyek mirovên ku xwe diguherin û yên ku li hemberî vê guhartinê disekinin e."
Ji bo filmê Kurd ku wekî filmê Tirk hate nîşandan îtiraz nayê kirin
Senarîst Dengîz, da zanîn ku dê der barê filmê kurdî ku di pêşbirkê de wekî filmê tirk cih girt de tu îtirazan nekin û wiha got: "Film bi kurdî ye. Zêdetirê film ji axaftin û têkiliyên kurdî pêk tên. Li çend cihan tirkî heye. Lê film di nava filmên tirk de cih girt. Emê ji bo ku film wekî filmê kurd bê nîşandan tu îtiraz nekin. Em kêfxweş in."
'Film zêdetir bi Kurdî ye'
Yek ji senaristên film Nafîz Tanrikulu jî da zanîn ku hin axaftinên bi tirkî hebin jî bi piranî film bi kurdî ye û wiha got: "Me film bi derfetên xwe li Amedê kişand. Di filmê de dema bi kurdî tê axaftin, nivîsên bi tirkî di bin ekranê de derbas dibin. Dema me film kişand ji beşa sînemaya Navenda Çanda Mezopotamyayê ya Stenbolê Kazim Oz, Huseyîn Kuzu û Ahmet Soner him perwerdehî dan me û him jî alikariya me kirin."
'Du goşeyên bircan' yekemîn filmê beşa sînemaya Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê ye ku di pêşbirkekê de xelat wergirt. Çîroka film ji aliyê M. Îlyas Unal, senaryoya wê ji hêla Kubîlay Dengîz, Nafîz Tanrikulu û Ahmet Firat Aydin ve hatiye nivîsandin. Derhêner Şêwirmend Kazim Öz e. Mesut Erencî, Leyla Batgî, Yasîn Guler û 24 fîguranan jî di filmê de wekî listikvan cih girtine.