Li Amedê, di çerçeveya Rojên Wêjeyê de di rojên 2 - 3yê Çileya Pêşîn de Konferansa Zimanê Kurdî çêbû. Konferans cara yekemîn e ku ji aliyê Şaredariya ya Mezin ya Amedê ve tê amadekirin.
Ji çar perçê Kurdistanê; Îran, Iraq, Sûrye û Tirkîyeyê, herweha ji ewrûpayê gelek zmanzan, dîroknas û nivîskarên Kurd û yên biyanî beşdarî vê konferansê bûn. Ev kesên ku beşdarê Konferansê bûn ev in:
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stembolê Şefik Beyaz, Behrûz Şûcaî (Zmanzan), Prof. Dr. Celîlê Celîl, Prof. Dr. Ordîxanê Celîl, Osman Ozçelik (Siyasetmedar), Dr. Arîf Hîto (Zmanzan), Mehemed Malmîsanij (Dîroknas û Zimanzan), Firat Cewerî (Nivîskar), Hasan Çemanî (Zmanzan).
Konferansê bi axaftina Serokê Şaredariya Amedê Osman Baydemir ve dest pê kir. Di konferansê de ya herî balkêş ev bû ku hemû beşdar bi kurdî peyivîn.
Serokê Şaredariya Amedê Osman Baydemir, di axaftina xwe de xêrhatina mêvanan kir û weha got: “îro ez gelek keyfxweşim ku bajarê min (Diyarbekir) jî, gelek serbilind e ku îro hemû mêvanên konferansê helmêz dikin. Em ji bo vê yekê dilxwêş in. Birastî ez ne zmanzan im û li ser lêkolîna zman zêde tiştek ku bibêjim tune ye. Lê tiştê dinê bo min gelek muhîm e; heya îro di Rojhilata Navîn de ku bitaybetî jî, di vî warî de li ser vê axê siyaseteke li ser zmanê Kurdî hatiye meşandin naveroka wê vala kirine. Ez bawer im ku ev konferans wê vê valahiyê tije bike”.
Piştî axaftina Serokê Şaredariya Amedê Osman Baydemir mêvanan yek bi yek nêrînên xwe yên derheq zman bi beşdaran dan zanîn.
Yek ji beşdarên Konferansê Prof. Dr. Celîlê Celîl jî di axaftina xwe de li rewşa rewşenbîrên Kurd sekinî û weha got: “Yek awayekî rewşenbîrên Kurd ku li dinyayê belav bûne ku li ser karên xwe, daxwazên bi hev re biaxivin. Paşê jî, problemê zanîstî ku hene, li ser wê mijarê, li ser zman û wêjayê, em nêrînê xwe bêjin, belkî riya bigiştî bê vekirinê. Nuha îro me dest bi vê meselê kir. Emê hê axaftinê zaniyaran, pisporan guhdarî bikin. Paşê emê pirsiyar û pêşniyarên ku hewceyî şîrovekirinê ne, emê sibe li ser bisekinin.”
Dîroknas û Zimanzan Mehemed Malmîsanij jî li ser pirsa ziman weha got: “Çiqas van tiştan meriv minaqeşe bike, li ser bisekine, ew qas ji bo peşteçûna zman, ji bo zanîna zman, naskirina zman baştir e. Elbet problemên zmanê Kurdî meseleyên zmanê Kurdî gelek in, bi rojekî bi konferansekî helnabe. Lê gavek e, gaveke baş e. Li ba min, yek ji tişten baş ew e ku li Kurdistanê çêdibe, lê paytaxtê Kurdistanê çêdibe. Kurdistana Bakûr çêdibe. Ji wî alî ve baş e û wê tesîrek musbet, ez hêvî dikim ku hebe.”
Prof. Dr. Ordîxanê Celîl jî li ser têkilîya navbera edebîyat û zman sekinî û axaftina xwe weha domand: “Armanca min ku ez hatime vir ev e ku hema li ser Kurda ser edebiyata wan, li ser zmanê Kurdî xeberdan hebe, ez bi dil û can dixwazim herim û beşdar bibim. Her ciyê hema guhbidim û ji wan tiştekî hîn bibim û werbigrim. Çunkî mirovek nikare gelek tişt bizanibe. Gelek tişt milet dizane, gel dizane wek zanayek ji gel gelekî heldîwar bigrî û bikî sîstem û li ser vê sîstemê jî, xwendevan û lêkolîn lê bikin. Wek zanayek li vir problemên zman yên gelekî mezin hene. Wek ez dibînim Kurd li vir pir in û ji Kurdistana Başûr jî hazirin û çavên min in, birên min in û gişt mîna hev in”.
Konferans bi nêrînên beşdaran ve bi awayekî dagirtî derbas bû.