Du dîkan sera serdariya zeviyekê bi dijwarî şerr dikir.
Taliyê yekê yê din li erdê da.
Yê têkçûyî çû kuncikekê û xwe lê mit kir. Yê biserkeftî bo pîrozkirina biserkeftina xwe çû ser dîwarekî û firr da. Lê firra wî dûr neçû, ew ket erdê û çengên wî şkestin.
Bazek di wir re firrî, xwe li dîkê baskşkestî da û di nav pencirrkên xwe re bir.
Dîkê têkçûyî tavilê ji kuncika xwe derket, û ji hingê ve serdarê wê zeviyê ye.