Rezvanek li ber mirinê bû. Wî dixwest ku piştî mirina wî, kurrên wî baş guh bidin zeviya xwe. Lewre wî bangî wan kir û ew li kêleka xwe dan rûniştin. Ji wan re got:
- Lawên min, gencîneyek mezin di nav rezê me de veşartî ye.
Piştî mirina wî, kurrên wî tevir û merrên xwe hilgirtin û bost bi bost herdera rezê xwe koland.
Wan ti gencîne û xezîne nedîtin, lê keda wan bû sedemê berhemek mişe ku ji gencîneyan jî bihartir bû.