Ji sala 1975-an ve evîna kovaran ketiye dilê min û ez bûme xwendevanekî baş yê kovarên kurdî. Di nav pêvajoya 30 salan de tu kovareke kurdî ku ez nexwînim tune. Yanî ji sala 1975-an ta îro çi kovarên kurdî/kurdan derketiye, min miheqeq xwendiye. Helbet, digel kovarên kurdan, min gelek kovarên sîyasî yên çepên tirkan jî dixwend. Niha jî, ez çiqas kovarên kulturî, edebî yên bi tirkî hene dixwînim. Lêbelê, ez kovarên sîyasî yên çepên tirkan naxwînim.
Di wan salên berê de kovarên kurdan yên ku dihatin weşandin bi piranî bi tirkî bûn. Hinek kovar navên wan kurdî bûn, (herwekî rizgarî, şoreş, xebat, kawa) lêbelê nivîsên kovaran hemû bi tirkî bûn. Hinek kovarên wê demê cih didan nivîsên kurdî. Lê, nivîsên kurdî ji yek, du nivîsan nedibûrîyan. Di wê demê de kovara ”Tîrêj” bi temamî kurdî bû. Kurdîya wan ya wê demê gelek qels bû û di nivîsên wan de şaşiyên rêzimanî gelek bû. Ew dem rojnama ”Roja Welat” bi kurdî û turkî derdiket. Di nav weşanên kurdî/kurdan de weşana ku herî pir dihat firotin rojnama ”Roja Welat” bû. Naveroka vê rojnameyê jî sîyasî bû û têde gelek şîroveyên polîtîk û hinek jî nivîsên kulturî hebûn.
Kovarên kurdan yên ji sala 1975-an heta 1990-î bi tevahî kovarên îdeolojîk, polîtîk bûn. Di van kovaran de nivîsên sîyasî û felsefî bi tirkî dihatin weşandin. Heçiqas di wan kovaran de carna hinek nivîsên kurdî derbiketana jî, têr nedikir. Kovar û rojnameyên kurdan ji alî partî û rêxistinên kurdan ve dihatin weşandin û sîyaseta partîyên kurdan jî bi tirkî dihat birêvebirin.
Piştî salên 1990-î hem li Stenbolê û hem jî li Ewropayê rojname û kovarên xwerû bi kurdî hatin weşandin. Ev kovarên xwerû bi kurdî ji bo pêşveçûna ziman, çand û edebiyata kurdî bûn pêngavên destpêkê û gelek xêzmetên hêja pêk anîn. Ji salên nodî û virve, êdî netenê kovarên îdeolojîk û sîyasî, herweha kovarên çandî û edebî jî hatin weşandin. Di van salan de jî herçiqas dîsa piranîya kovaran ji alî partî û rêxistinên kurdan ve dihatin weşandin jî, hinek kovar ji alî rewşenbîrên kurd ve hatin weşandin û ew kovar girêdayê tu partî yan rêxistineke kurd nebûn. Kovara ”Helwest” û kovara ”Nûdem” du kovarên ku girêdayê tu rêxistinan nebûn.
Piştî salên nodî, bi taybetî jî di navbera salên 1990 û 2000-î de li Stenbolê û li Ewropayê bi dehan kovarên kurdî/kurdan dihatin weşandin. Tê bîra min, tenê li Swêdê heft, heşt kovarên xwerû kurdî dihatin weşandin. Lê, piştî salên duhezarî rewşa weşanên kurdî ber bi xêrabiyê ve çû û sala 2004-an bû sala herî xirab ya weşana rojname û kovarên kurdî.
Ji sala 2000-an û virve rewşa weşanan wisa ber bi xirabiyê ve çû ku, gelek weşanxane, rojname û kovarên kurdî hatin girtin, anku weşana xwe dane rawestandin. Wek mînak; li Swêdê kovara Helwest, Nûdem, Dîdar, Armanc, Roja Nû, Jîndar, Şano û Sînema, Konseya Kurd, Ararat, Rewşen, Rabûn û hwd, weşana xwe dane seknandin û êdî derneketin. Li Stenbolê jî, kovarên ku niha navên wan di bîra min de ne, kovara Medya Guneşî, Vatan Guneşî, Newroz, Newroz Ateşî, Serketin, Pelîn, Gulistan, Rewşen, Zend, Nûbihar û gelek rojnameyên kurdan hatin girtin, anku nehatin weşandin.
Di rewşeke xirab ya weşangerîya kurdî de derketina kovar û rojnameyeke kurdî keyfa min anî. Derketina wan herdu weşanên kurdî ji bo min bû weke mizgînîyeke giranbiha. Li Almanyayê rojnameya xwerû bi kurdî ”Peyama Kurd” û li Amedê ”Kovara W ” derketin. Kovara ”W” kovareke wêjeyî –edebî- ye û navê xwe herfa serî ya wêjeyê wergirtîye. Rojnameya ”Peyama Kurd” jî rojnameyeke hefteyî ye. Rojname ji hêla nûçe û nirxandinê ve rojnameyeke ku naveroka wê dewlemend e. Ez weşana van herdu weşanên kurdî pîroz dikim û di hêla jîyana weşanvaniyê de ji wan re temeneke dirêj daxwaz dikim.