MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 59, berfanbar 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Weşan
  • "Hozanek cîhanê: Şivan Perwer" ya Salihê Kevirbirî
  • Lokman Polat: Rewşa kovaran
  • "Jiyanek" - romana nû ya Bûbê Eser

  • "Hozanek Cîhanê Şivan Perwer"
    ya Salihê Kevirbirî


    Navê wî, Şivan Perwer. Kurd bi salan e ku wî bi saz û awaza wî nas dikin. Her ku li sazê dixe û distrê, kurd xwe di saz û awaza wî de dibînin. Şivan; “Heger ez rojek be jî nestirêm dê zimanê min biwerime, tiliyên min biêşe!” dibêje û li gotinên xwe wiha zêde dike:“Gava ku zimanê dayîka min, di nav zimanê min de vedibe, sazê hildidim destê xwe û distirêm. Ew ziman, ji dilê min ber bi mejiyê min ve wekî şelaleyekê diherike. Wê gavê tu tişt nikare xwe li ber min ragire!”

    Kê li ber deng û awazê karîbûye xwe ragire? Saza Şivan, zimanê gel e, berdevka hestên gel e. Guhdarîkirina Şivan, hezkirina ziman, çand û dîrokê ye. Şivan, saz û awaz; sê bêjeyên ku ji hev nayên veqetandin bixwe ne. “Ez evîndarê dengê sazê bûm. Li ku derê dengê sazê bihata min, li pey dibeziyam. Carcaran komên muzîkê dihatin gund. Gava min dengê wan seh dikir, aqil di serê min de nedima, min nizanibû ji kêfa çawa bikim. Dengê sazê ji bo min, melodî, hest, delalî, jiyan û xweza ye. Saz û awaz ji bo min tê wateya pirengî û pirdengiya jiyanê. Hê zarok bûm dema min rahişt qevdika sazê. Piraniya caran, min bixwe tembûra xwe çêdikir” dibêje Şivan û yekem hevnasiya xwe ya bi sazê re wiha tîne zimên: “Erê, heşt salî bûm. Rojekê min qûtîkeke ku dims û tiştên bi vî rengî dixistin navê vala kir. Min eyarekî ku dayîka min hişk kiribû û darek jî peyda kir. Dayîka min diçû bajêr. Min jê re got: ‘Ji min re têl bîne!’ Diya min ji têlên tizbiyan ji min re anî. Rûniştim, min bi tena serê xwe tembûrek ji xwe re çêkir. Min nekarîbû akorda tembûrê baş sererast bikim. Li gorî zanîna xwe min ew eyar jî kir. Baş tê bîra min, bavê min hate malê. Tembûra min a li ser barê dexil dît. Wiha got: “Xêr e, qey wê kurê min bibe qereçî!?” Rahişt tembûrê û henekên xwe pê kir. Dayîka min, tembûr ji destê bavê min revand û got, ‘dest nede tembûra kurê min!’ Heger dayîka min negota, ‘dest nede tembûra kurê min!’ niha wê Şivan nikaribûya li tembûrê bixista!. .”

    Weşanxaneya Elma bi kitêba nû ya Salihê Kevirbirî yekem car portreya Şivan Perwer pêşkêşî we dike.

    Bir Dünya Ozaný Şývan Perwer
    (Ozanekî Cîhanê Şivan Perwer)
    Salihê Kevirbirî
    Weşanxaneya Elma
    160 rûpel, bi tirkî

    Ji bo têkiliyê:
    Elma Yayinlari
    Îlkbelediye Cad. No: 37/6
    80070 Tünel Beyoglu / Îstanbul
    0090 212 243 77 80
    [email protected]
    [email protected]

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1