MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 58, sermawaz 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nûçe
  • Danezana Parîsê ya hêzên Bakurê Kurdistanê
  • Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Başûr-Rojava hat damezrandin
  • Kovarek nû bi kurmancî li Dihokê
  • Malpera Kovara W vebû
  • DAXYTANIYA KONGREYA YEKEMÎN A HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURD ÊN ROJAVA LI DERVE
    Daxwiyanî ji: www.rojava.net


    Di navbera 8 û 10ê meha10ê de, li jêr diruşmeya "Bila yekîtiya me ji boyî yekîtiya hemî hêzên kurd çi li derve û çi li hundirê welêt bi gava yekemîn be" li Swêdê, li bajarê Sandvikenê Kongreya yekemîn a HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURD ÊN ROJAVA LI DERVE li dar ket.

    Kongreyê bi rawestana li ser giyanê şehîdên kurd û Kurdistanê û pakrewanên serîhildana 12ê Adarê dest pê kir û bi mûzîka Deşt û Çiya ya ku ji alî kemanjenê kurd Stêr Kurdaxî ve hate pêşkêş kirin berdewam kir.

    Piştî ku gotinên mêvanan û nameyên pîrozbahiyê hatin xwendin, kongreyê dîwan hilbijart û dest bi Çalakiyên xwe kir.

    Seranserî sê rojan endamên ku amade bûbûn bi Çalakî beşdarî guftugoyên derbarê rêbaza hindirîn û armancên hevgirtinê bûn û bi riya dengdana azad hemî merc û xalên rêbazê hatin bi cih kirin hetanî ku di dawiya dawî de rêbaza Hevgirtinê bi awayekî gelemper hate pejirandin.

    Piştî teqezkirina rêbaz û armancên Hevgirtyinê, endamên kongreyê bi riya hilbijartina nehênî, Zagros Haco, Ehmed Huseynî, Ferhad Ehmê, Reşîd Hiso, Axîn Welat, Ebdilbaqî Huseynî, Qado Şêrîn, Selahedîn Bîlal û Rîta Mêşo, Wek komîteya kargêr hilbijartin.

    Komîteya kargêr jî di nav xwe de du komîteyên dîtir destnîşan kirin, Komîteya Çavdêr ku ji Dr. Ebdilbasit Seyda, Kamiran Haco û Hisên Hisên û Komîteya Rawêj ku ji Ebdulqadir Bedredîn, Rehîmo û Helîm Yûsiv pêk tên.

    HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURD ÊN ROJAVA LI DERVE bi vê kongreya xwe dest bi gavên xwe yên pêşîn dike û ji boyî hevgirtina rewşenbîran û avakirina dezgeheke Çandî û hunerî ku hemî rewşenbîrên rojavayê kurdistanê xwe tê de bibînin û bi alîkariya wê dest bi rolên xwe yên rewşenbîrî bikin êdî bi cegerdarî û bi bawermendiyeke tund hewl dide ku rola xwe ya dîrokî, di çarçeweya bergirtin û parastina nasnameya gelê kurd û geşkirina peyv û helwest û çalakiyên rewşenbîrane yên azad, hem biçesipîne û hem jî berfirehtir bike.

    Kongreya me ya yekemîn bi vê daxuyaniyê re banga xwe digihîne hemî rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê ku dest ji nakokiyên xwe yên takekesane û rêxistinî berdin û bi hişmendiyeke şaristane beşdarî parastin û geşkirina vî laşê ku nû ji dayik bûye, bibin.

    KONGREYA YEKEMÎN A HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURD ÊN ROJAVA LI DERVE.

    Swêd, Sandviken 10.10.2004

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1