Çand û koltura cimaeta me xezîneyek kûr û têr û tijî ye ku bi salan û saya serê femdarîya gelê me xuliqiye û bi saya xîreta cimaeta me şîrhelal hatiye parastin.
Her gel û milelekê li dirêjiya jiyan û hebûna xwe da hinek caran hinek tiştên ku jê lazim bûye ji gel û çandên din standiye, û hinek caran ji bona xatir xweşiyê yan cînartiyê.
Hinek tişt û hebûna xwe daye milet û çandên dinê, miletê me hiqas şîrhelal bûye ku her tişta ku ji çand û miletên din standiye ser navê heman çand u gelî parastiye, Ger çi gelek gelan heya nika gelek tişt ji kurda standine lê paşê kirine ser navê xwe.
Efsana koroxlî efsane û zargotinek tirkan ya herî kevnar e ku ji ber cînartiya kurdan û tirkan rê li nav kurdan jî peyda kiriye û bi sal û zemanan bûye gotina ser zarê cimaeta me.
Dibêjin yekî navê Koroxlî bêhêstibû û li dilê xwe da xwe mezin dikuşt û fikir dikir ku pir mezin û navdar e, loma fikra wî bû ev ku ew ji xwe bike kuroxlî ta ku cimaet wî ra jî bêjin koroxlî, loma jî fikra xwe kir ev ku rojeki çavê bavê xwe derxîne bila cimaet jê ra bêjin Koroxlî. Vî zilamî hanî hat çavên bavê xwe derxist, lê cimaetê jê ra negotin koroxêl, jê ra gotin korê mêrkê kor.