MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 55, gilavêj 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Weşan
  • Lokman Polat: Gulistana stêran
  • Hesen Polat: Bîbliyografiya Mele Sedreddîn

  • Nêrîn û Nirxek li ser Biyografîya Melle Sadreddîn Öztoprak (1)
    Hasan Polat: [email protected]


    Her kes bi torekê giringîya dîrokê tîne zimên. Lê bi tenê hanîna zimên îş rêva nare, vanî jî her kes dizane. Zanîn her çiqas ji bona dîtin û gîhiştina armancê tiştekê giring bibe jî, ew jî bi serê xwe tiştek nine, ger gora wî kirin jî hebin. Loma li Qur’anê de tim li pişt behsa "îman"ê re behsa "emelê salîh" tê kirinê.

    Em dîsa wegerên behsa dîrokê. Çer ku jîyana mirovekê bê nan û bê av nabe, jîyana gelekê jî bê dîrok nabe. Heyan ku komek bi kirinên xwe, ji xwe re dîrokekê pêda neke, nikare bibe gel. Gelek jî bi kirinên xwe li xwedî dîroka xwe dernekeve nikare gelbûna xwe bidomîne. Pêda kirin û li xwedî derketina dîrokê wer bi carekê de jî nabe, pêvajoyek e. Him jî pêvajonek dirêj. Gelê kurd gelekê kevne û hemu pêvajokên dîrokî dîtine. Lê were ku kurd vê dema nûdem de li Kurdîstana bakûr de li bin tehdîtê wendakirina dîroka xwe da ye. Bi gotinek din li hember guhertinên nûjen de ji ber pir sedemên cur be cur nikane li xwedî dîroka xwe derbikeve, an jî lê xwedî dernakeve. Pir kesên cîvan nizanin ku dê û bavên wan li bin kîjan şert û şûrtan de jîyane û li vir 60-70 salî pêşt de rewş li welatê wan, an jî li welatê kalik û pîrikên wan de çer bûye. Ji ber ku pir kurd li derî Kurdîstanê hatine dinê an jî li dîasporê da mezin bûne.

    Bi çi torê mirov dikane li dîroka xwe li xwedî derbikeve? Li xwedî derketin ne bi tenê şiklekê, bi pir şiklan dibe. Ne em dikarin li vir ser vê mijara bisekinin, ne jî nîyetek me yê wusa heye. Em dixwezin bi vê nivisa kitabekê ji we bidin nasdayîn.

    Kitab bi zimanê tirkî hatîye nivisandinê û biyografîya mellekê ku yê medreseyê kurdî de xwendîyê û jîyana xwe yê melletî jî nav gelê kurd de derbaz kirîye. Bi hezaran melleyên me ên heja bi tev pir agahdarîyên balkêş dijin û ew agahdarîyên wan ji wan re, nezantîya me jî bi me re dimîne. Ew li bin barên wan agahdarîyên xwe, em jî li bin sivikbûna nezantîya xwe de nav tengasîyên mezin de jîyana xwe didomînin. Hêdî hêdî ewna vê dinyayê cîh diêlînin û em jî bi dest vala dîroka xwe dûr dikevin. Ard heye, rûn heye, şekir heye. Lê helawî tune, yanê kirinên me tunin.

    Kitab bi navê „Sadreddin Öztoprak; Şark Medreselerinde bir Ömür ( Jîyanek li medreseyên rojhilat)“ li Stembolê, weşanxana „Beyan“, meha Cotan 2003 de hatîye weşandinê.

    Kitab bi devê Melle Sedreddin hatîye gotin, ji alîyê lawê wî yê M. Siraceddin jî hatîye nivisandinê. Ger gotina Siraceddin va kitaba bi teşvîq û israra Prof. Dr. Hulûsî Kiliç derketîye holê. Xwedê ji wan hemûyan razîbe. Kesên ku derketina vê kitabê de ked rijandine hemû jî berxudar bin!

    Kitab bi takdîma Prof. Dr. Hulûsî Kiliç dest pê dike. Va rêzên, yên birêz Prof. Dr. Hulûsî Kiliç gor min pir manidarin: „Dilê min nenaskirin çûyîna va însanan re qet razî nedibû. Ku wan bê riza Xwedê qet hêvîya bergîdanek /qezencek kesekê nekirin. Him însanên heremê perwerde kirin, him jî li Tirkîyê de ji bona îlm û xizmeta dînî/olî pir miftî, vaîz û melle perwerde kirin. Hinek tiştên ku fakulteya zanîngehekê nekarî bike wan bi serên xwe anîn cîh.“ Dema em va rêzana dixînin dibe ku em bêbêjin, ma va pesandinek mezin nine? Lê dema em funksiyona medreseyên Kurdîstane bi teybetî bînin ber çavan dibe ku derheqê medreseyên li Kurdîstane de fikrê me biguhere. Va kitaba derheqê va medresana de me gelekê agahdar dike, ku jîyana Melle Sedreddin serî de heyan dawî li medresan de derbaz bûye.

    Birêz Osman Aydin di kitaba xwe de di heqê medresan de wusa dibêje: „Medrese, sazîyên ziman û kultura kurdî herî zêde tê de dahat hinbûnê bûn... Rejîma kemalist va husîsîyeta medresan pir baş dizanî bû ku di 3’ê Adarê 1924 de qerara girtina medresan dide. Bi tev girtina medresan Kurdîstan bi lezgînî ket nav nezantîyê û neçartîya fikrî. Çimkî sazîyên ku yên cîhê wan bigirin nehatên damezrandinê.“ (2)

    Hêvîdarim ku va kitaba ji alîyên kurdan de bê xwendinê, ser wê nêrîn û nirxeyên balkêş bin kirinê, bi alîkarî û teşvîkên me hemûyan hîna pir kitabên wusayên bîbriyografîk bên nivisandinê. Va kitaba ne tenê derheqê jîyana Melle Sedreddin, li derheqê dîroka Kurdîstanê de jî me agahdar dike.

    Kitabê da hinek helbestên bi kurdî, farisî û erebi jî cîh digirin. Helbest bi zimanê orjînal bi tîpên erebî hatine nivisandin û binî de wergera wan bi tirkî hatîye nivisandinê. Li vir em çarînekê we re werdigerînin li tîpên latînî. (3)

    Zinhar! Mebe li malê dunya haris
    Lewra ki di bin ji destê te waris
    Cema wî ji bo te bar û zehmet
    Terka wî ji bo te nar û hesret.
    

    Em dîsan dibêjin; Xwedê dest û pîyên ew kesên ku keda xwe dane weşandina vê kitabê re be. Hêvî dikim ku keda we tenê bi vê berhamê namîne!

    01.07.2004, Stuttgart, Elmanya

    _______________________

    Jêrenot

    1. Sadreddin Öztoprak; Şark Medreselerinde bir Ömür ( Jîyanek li medreseyên rojhilat)“. ISBN: 975 473 310 4. Beyan Yayinlari, Ankara Cad. 49, 34410 Coðaloðlu – Istanbul. Tel: 0090 212 512 76 97 – 526 50 10

    2. Osman Aydin, Kürt Ulus Hareketi 1925, Weşanê Weqfa Şêx Seid, (Cî û tarîxa çapxanê ne belû ye). Rûpel 23

    3. Sadreddin Öztoprak; Şark Medreselerinde bir Ömür ( Jîyanek li medreseyên rojhilat). Rûpel 83

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1