Li nivîskarên jin yên kurd, li edebiyata kurdî nivîskareka din jî zêde bû. Ev nivîskara jin ji zûve ye di kovar û rojnameyan de bi kurdî dinivîse. Wê niha berhema xwe ya edebî daye çapê û gihîştandiye destê xwendevanên kurd. Herçiqas pirtûka wê hêj nû derdikeve jî, ew ji zûveye ku stêrka edebiyata kurdî ye.
Pirtûka nivîskara jin Yildiz Çakar ”Goristana Stêrkan” di nav weşanên ”Elma – Sêv”ê de derket. Pirtûk 74 rûpel e. Ev pirtûka wê ya yekem e. Li gor dîtina min, divê di pirtûkên yekem yên nivîskaran de, di derbarê jîyana nivîskarê/a pirtûkê de nivîseke kurt –kurtejîyana nivîskar- û wêneyeke wî/wê hebe. Ev wezîfe, anku amadekirina vî tiştî jî dikeve ser milê weşanxaneyê.
Herçiqas nivîskar Yildiz Çakar navê pirtûkê ”Goristana Stêrkan” daniye jî, ev pirtûk ji bo min ”Gulistana Stêrkan” e, baxçeyê rengoreng yê helbestan e. Dengê dilê evîndaran e. Derûnîya hestên însanan e. Yildiz Çakar netenê helbest, herweha pexşan, çîrok û tiştên din jî nivîsiye û dinivîse. Niha ew di komîteya birêvebir ya PENa Kurd de, li Amedê kar û xebata rewşenbîrî pêk tîne.
Wek tê zanîn, maneya peyva ”Yildiz”ê Stêrk e. Nivîskar bi navê xwe û bi berhema xwe stêrka edebiyata kurdî ye. Ew xelatgêra helbestan e. Wê di pêşbirika helbestan de xelat wergirtiye. Hinek helbestên wê bi erebî jî hatine wergerandin û di kovareka bi zimanê erebî de hatiye weşandin.
Dema mirov li jinên Afganistanê, Pakistanê, Îranê û jinên Ereban dinêre hezar xwezî bi jinên kurdan tîne. Li gor jinên miletên-neteweyên- rojhilata navîn, jinên kurd hîn vekirîne, serbest in, pêşve ne, zana ne û polîtîk in. Di hêla têkiliyên civakî de jî jinên kurd ji jinên afgan, ereb û farisan pêştetir in. Paşvemayîn û girtîbûna jinên rojhilata navîn ji ber tesîra nêrînên Îslamî ye. Di nav ometên Îslamî de jinên herî vekirî û modern jinên kurd û bi taybetî jî keç û jinên soranîaxêf in.
Temaya helbestên nivîskara helbestvan Yildiz Çakarê li ser tenêtî, evîn, jîyan, şev, xem û xerîbîyê ye. Helbestên wê yên li ser tenêtiyê mirov dihizirîne. Herwekî ku tenêtî qedera nivîskaran e. Hinek nivîskar ji tenêtiyê hez dikin, hinek jî ji bo ku xwe ji tenêtiyê xilas bikin, xwe davêjin hemêza zewacê. Ew zewacê heldibijêrin, lê herçiqas dizewicin jî, dîsa tenê ne, tenêtiya wan didome. Laşê wan li ciheke û ruhê wan li ciheke din e. Evîndarên ku evîna wan têk diçe, nagîşin miradê xwe, yên ku ji hevûdu dûr in û yên ku li benda hevûdu dîtinê ne, divê miheqeq helbesta bi sernavê ”Dîsa Helbest” bixwînin. Hemû helbestên Yildiz Çakarê û bi taybetî jî ev helbesta wê bi hunereke bêpayan, bi şêweyeke derûnîya hestên mirovî, bi bêrîkirina evîndarên dilşewat û bi teknîka helbesta nûjen ya payebilind hatiye nivîsîn. Wê weka sîmyagera peyvan helbestên xwe bi peyvên helbestkî û bi şêweyeke hunerî neqişandiye.
Dema ez berhemên edebî yên nivîskarên jin yên kurd dixwînim, keyfa min tê, ez bi wan serbilind dibim. Di welatê min te çend jin bin jî, bi kurdî berhem diafirînin û ev ji bo me kurdan serbilindîye. Ez hêvîdarim ku, di pêşerojê de hejmara nivîskarên jin yên kurd zêdetir bibe. Nivîskara hêja Yildiz Çakar yek ji nivîskara jine ku, bi nivîsên xwe yên hêja çand, ziman û edebiyata kurdî dewlemend dike û bi pirtûkên xwe pirtûkxaneya kurdî dixemilîne. Zimanê wê gelek xweş, zelal û zimanekî helbestkî û hunerî ye. Teknîka nivîsîna helbestên wê nûjenî ye. Temaya helbestên wê balkêş in, naveroka helbestên wê girîng in.
Di nav jinên kurd ên siyasetmedar de du jin navdar bûne. Yek jê Leyla Zana ye, ya din Xeco ye. (Hatîce Yaşar e.) Lê, van herduyan jî tu berhemek edebî neafirandine. Xeco gelek nivîs û meqaleyên siyasî bi tirkî nivîsiye. (Gelek nivîsên Xeco di kovara entelektuel –Bîrîkîm -ê de derketin.) Lê, li ser edebiyatê tu nivîseke kurdî nenivîsiye. Ew di kovara ”Rizgarî” de jî bi tirkî dinivîse. Bi navê Evîn Çîçek Aydar jineka kurd ya nivîskar heye. Ew ji hêla lêkolînê ve jineka jîr e. Li ser serîhildana Koçgirî pirtûkek wê ya lêkolînî hate weşandin. Du pirtûkên wê yên hevpeyvînê jî hatin weşandin. Niha wê jî dest pê kiriye bi kurdî dinivîse. Pirtûkeke wê ya helbestan bi kurdî derketiye. Niha di hinek kovar û malperên kurdî de hinek jinên kurd –her wekî Hêvîdar Zana, Rukîye Ozmen, Lorîn Hêvîdar, Zeyneb Yaş, Emîne Çelebî, Şîlan Baranî û yd.- bi kurdî nivîs dinivîsin. Naveroka nivîsên wan û kurdîya wan gelek baş in. Ev pêngava ku niha wan avêtiye, ji bo pêşerojê dê bibe pêngaveke bingehîn.
Şermîn Bozarslan jineka siyasetmedar e. Serokatiya federasyona komeleyên Kurdistanê li Swêdê jî kiriye. Niha ew carek din dîsa bû seroka federasyona komelên kurd. Hinek nivîs û meqaleyên wê yên bi tirkî û kurdî di kovaran de hatin weşandin. Li ser întegrasyonê bi zimanê swêdî pirtûkek jî nivîsiye. Lê bi kurdî û li ser edebiyatê, yan jî berhemeke wê yê edebî tune ye.
Suzan Samancî digel ku bi kurdî dizane jî, bi tirkî dinivîse. Dema mirov li vê rewşê dinêre, qîmet û rûmeta Yildiz Çakar û jinên nivîskar yên ku bi kurdî dinivîsin, hîn bêtir tê fêmkirin. Li gel min nivîskara jin Yildiz Çakar û yên wek wê ku bi kurdî dinivîsin, xwedî qîmet û nirxeke payebilind in. Nivîsên Yildiz Xanimê kêmê nivîsên nivîskarên jin yên tirk, ereb, faris û yên cîhanê nîn e. Helbestên wê bi her awayî giranbiha ne, ji alî naveroka xwe ve dewlemend in.
Li cîhanê -dinê- gelek nivîskarên jin yên navdar hene. Vana gelek berhemên edebî yên hêja afirandine. Gelek jinên edebîyatvan xelata Nobelê girtine. Berhemên edebî yên hinek jinan bi gelek zimanên cîhanê hatine wergerandin. Hinek berhemên jinan bûne “best seller”, anku gelek hatine firotin.
Pirtûkên nivîskara swêdî Asrîn Lîngberg li gelek zimanan hatiye wergerandin. Du pirtûkên wê bi kurdî jî hatin weşandin. Ji bo nivîskariya jinan Asrîn Lîngberg nimûneyeke baş e ku wê bi afirandina berhemên xwe edebiyata swêdê çiqas pêşve xist, dewlemend kir. Ez di vê baweriyê de me ku, dê Yildiz Çakar û yên wek wê jî edebiyata kurdî dewlemend bikin, pêşve bixin.
Jin xwediyê hestên dilşewatiyê ne, bi sebir in û fedekar in. Dikarin di hêla xebatên edebî de karên baş bikin û berhemên hêja biafrînin. Heta dikarin di vê hêlê de bibin pêşeva. Nivîskara jin Vîrgînîa Woolf pêşevayeka afirandina romana modern e. Helbest û pexşanên Xanim Yildiz Çakarê jî ji bo edebiyata kurdî nûjeniyeke giranbiga ye. Wê li ser kesayetiyên dîrokî yên kurdan hestên xwe bi şêweya helbestê pêşkêş kiriye.
Hinek xisûsiyetên ku di jinan de heye, bi mêran re tune. Di hinek waran de mêr bixwazin jî wek jinan nikarin binivîsin. Mêr wek jinan nikarin hestên dilê xwe û psîkolojiya ruhîyeta xwe bidin der.
Nivîskarên mêr hest, îhtîras û evînên jinan bi qasê nivîskareka jin nikarin bînin zimên. Mêr nawelidin. Tu mêrekî bi qasê jinek êş û sancîya -qolinca- welidandinê di berhemê xwe de nikare bîne ziman. Tu nivîskarekî mêr bi qasê nivîskara jin hest û dilşewatiya xwe ya ji bo ewladê xwe, nikare bide der. Fantazîyên jinan yên erotîk, egzotîk û romantîk pir rengîn in. Û herweha gelek xisûsiyetên jinan hene ku di mêran de tune ne. Hebûna nivîskariya jin û afirandinên wan yên edebî ji bo edebiyatê pirrengiyek e, dewlemendiyek e.
Helbestvan Yildiz Çakarê helbestên xwe bi şêwe û teknîka modern ya hunerî nivîsiye. Helbestvanên navdar Pablo Nerûda û Nazim Hîkmet û helbestvanê kurd Ahmed Huseynî jî hinek helbestên xwe bi vê teknîkê nivîsîne.
Hinek helbestên Yildiz Çakarê helbestên evînî û romantîkî ne. Di nav edebiyata cîhanê de gelek berhemên edebî hene ku naveroka wan li ser evîna romantîk hatiye hunandin. Hem di nav edebiyata klasîk de û hem jî di ya modern de, ji mijara evîna romantîk berhemên nemir hatine nivîsîn.
Evînên romantîk, evînên dilêşîyê ne. Bi derd, kul û keder in. Xemgînî û dilşewatî xwe li ruhê mirov radipêçe. Di evînên romantîk de dram heye, kuştin û xwîn rêtin heye, îronî heye. Kuştinên -cînayetên- evînî heye. Evîndar nagihîjin miradê xwe. Keç yan kur, yan tê kuştin, yan kor û seqet dibe, yan wek Mecnûn dîn dibe.
Evîna romantîk û trajîk ji bûyera Habîl û Kabîl dest pê dike û heta dema me bi şikl û rengên cuda tê. Kurên Adem, Habîl û Kabîl li ser zewaca bi keçika cêwî bi hevûdu dikevin û Kabîl, Habîl dikuje. Kuştina Habîl trajîk e, kuştineke cînayeta evînîyê ye.
Evîna Romeo û Julîet, Mem û Zîn, Ferhad û Şêrîn, Leyla û Mecnûn, Kerem Û Eslî û herweha gelekên din, evînên romantîk û trajîk in. Berhemên ku li ser mijara evîna wan hatine nivîsîn hêj jî tên xwendin, bi nirx tên ecibandin. Tiyatro û fîlmên ku li ser wan hatine pêkanîn bi dilxweşî tên temaşekirin.
Evîn çi ye? Belkî hetanî niha tu kesekî tarîfa wê ya rasteqîn nekiriye. Her kes li gor xwe evînê şîrove dike. Lê, li gorî min, evîn; haz û xweşîya bextîyarîyê ye. Şadbûyîna hestên ruhî ye. Di têkilîyên cinsî de, heger evîn tunebe, ferqa wê têkilîyê û têkilîya cinsî ya heywanî tune ye. Ji xwe têkilîyên cinsî tişteke xwezayî ye, biyolojîk e, hêlekê mirov ê heywanî ye. Evîn ferqeke girîng û manedar dixe nav têkiliya cinsî a însanan û heywanan. Mirov hestên evînî herî xweş di helbestên evînî û têkiliyên evîndariyê de dibîne. Helbestên Xanim Yildiz Çakarê di vê hêlê de jî gelek giranbihane û hêjayê xwendinê ne. Min ji hemû helbestên wê hez kir û bi dilxweşî xwend.
Di dema me de hem di siyasetê de û hem jî di edebiyatê de jin serkêşiyê dikşînin. Êdî li gelek welatên cîhanê jin dibin serok dewlet, serok wezîr û seroka partî û rêxistinên sîyasî, çandî, wêjeyî. Li Kurdistanê yên herî aktîf jinên kurd in. Ez di vê baweriyê de me ku, dê jinên kurd jî pêşkêşiya siyaset û edebiyata kurdî bikin. Leyla Zana û jinên wek wê dê di hêla siyasî de, Yildiz Çakar û yên wek wê nivîskarên jin jî dê di hêla nivîskariyê de, edebiyatê de pêş bikevin, serkêşiyê bikşînin. Ji xwe berhema Yildiz Çakarê hêvîyeke mezin dide mirov ku ew dê ber bi pêş bikeve û di warê edebiyatê de bi ser bikeve, serkêşîyê bikşîne.
Nivîskara hêja Yildiz Çakar û hemû nivîskarên jin yên kurd netenê di hêla helbestê de, divê ew di hêla kurteçîrok, kurteroman, ceribandin, şano û romanê de jî berhem biafrînin. Min çend pexşanên Yildiz Çakarê di kovaran de xwendibû. Pexşanên wê jî gelek baş û xweş in, giranbiha ne.
Ez nivîskara jin a kurd Yildiz Çakarê pîroz dikim ku wê vê berhema hêja afirandiye. Wekî xwendevanekî wê, ez li benda berhemên wê yên din im.
Têbinî: Ez ê di beşa duyem ya berdewama vê nivîsê de nirxandina li ser tema, teknîka nivîsê û pirrengîniya naveroka helbestên Yildiz Çakarê binivîsim.