MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 55, gilavêj 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nûçe
  • Kurd-der hat damezrandin
  • Ronakbîr dijî siyaseta nû ya A. Öcalan (bi kurmancî û zazakî)
  • Çarem konferansa nivîskaran li Dihokê
  • "Dijî êrişan hevkar bin"
  • Tirk li Ewropa jî bela xwe ji Hemo Amedson venakin

  • Tirk li Ewropa jî bela xwe ji Hemo Amedson venakin
    Ragihandin: [email protected]


    STOCKHOLM / TALLINN. Kurdek bi navê Hemo Amedson (Heybet), roja 16’yê Hezîranê 2004, li Estonya’yê hat girtin. Wek ji danûstandinên di navbera polîsên estonî û tirkî de xuya dibe, xetera teslîmkirina Hemo’yê welatiyê Swêdê ji Tirkiyê re pir heye. Berpirsiyarên Swêdê ta neha li hember vê rewşê chi helwêstek diyar ne kirine.

    Hemo berî dema 12’yê Îlon’ê sala 1980’yî, bi aktîfî beşdarê têkoşîna ji bo mafên demokratî û mafên azadiya gelê Kurd bûbû. Piştî derba leşkerî, bi hogirên xwe re, derbasî Sûriyê bû. Leşker û polîsên tirk ku vê yekê ne pejirandin, derbasî bin xetê bûn û li bajarê Qamîşlo’yê, roja 13’yê Chiriya Yekem sala 1980’yî, Heybet û tevlî wî, 15 kes ji endamên KAWA’yê, û mirovên sîvîl tev kuştin û brîndar kirin.

    Hemo’yê ku li vê tevkuştinê gran birîndar bûbû, bi vê brîndariya wî ya gran wî xistin di nav zindanê de. Paşê dewleta Sûriyê ji ber zextên hundirî û derveyî bêgav ma, ku Hemo’yî serbest bihêle.

    Dewleta Swêdê, hem vîze û hem jî hemwelatî da Hemo û wî ji Şam’ê hanî Stockholm’ê. Her chend dewleta tirk, Hemo’yî chend caran ji Swêd’ê xwast jî, dîsan dewleta Swêd’ê vê daxwaziya dewleta tirk şun de vegerand.

    Hemo ta roja îro li Estonyayê girtî ye. Sedemên sûcdarkirina ji bo teslîmkirina Hemo ji Tirkiyê re, ew sedemên bêbingeh û derewîn ên ji serdema cûntayê ne. Nexwe her ev sûcdarkirin li ser her mirovek demokrat, pêşketî û welatparêzan dihat kirin.

    Kurdên ku li Swêdê dijîn, ji ber vê kirina Swêd’ê pir ber dikevin û ji Swêdê dixwazin, ku Swêd guh ne de van peyv û sûcdarkirinên dewleta Tirkiyê. Ji ber ku tevayiya kurdên welatiyê Swêdê, ku ji Bakurê Kurdistanê ne, ji hêla dewleta Tirkiyê ve, bi her heman (eynî) gotinan ve têne sûcdarkirinê.

    Estonya divêt nîşan bide, ku ew endamê Yekîtiya Ewrûpî ye û divêt rêz û hurmeta mafên mirovan û mafê bextxwastinê (îltîca) bizane.

    Divêt Hemo Amedson hema îro teslîmê welatê xwe yê Swêdê bibe.

    Polîsê Estonyayê hema ji neha de dev ji bazarkirina li ser Hemo bi polîsê tirkî re berde.

    Em kurdên temamiya Ewrûpa’yê û dostên Hemo dev ji vê bûyerê na berdin û em ê bi tundî li pey vê yekê herin.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1