Zazakî
16’ê Sibatê, di sala 1999 an da, bi girtina serokê PKK A.Öcalan va konsepteka sîyasî a nu, ku Ocalan jêra „Komara Demokratik“ digot, destpêkir. Bi ya vê konseptê, dev ji daxwazên Kurda yên neteweyî û sîyasî hate berdan. Dîsa bi ya vê projeyê, serhildan û berxwedanên Kurda yên sed sala borî, weki provakasyonên bona parve kirina Tirkîyê hate nirxandin. Bîr û bawerîya kemalîzmê, ya fermî, ku Kurdan yekcar qebûl nedikir, hate pejirandin. Ocalan, xwe wek „Neteweperwerekî Atatürkî“ nîşan da. Li ber dadigehê got; ku "Tekoşîna çekdarî şaş û xelet bû, li Tirkîyê rîya kar û xebatên demokratîk û aşitî her tim hebû, îro jî her heye. Di tekoşîna çekdarîyê da, serketina me sedî da sed jî hebe, em ji vir şûnda ti car çek hilnadin destê xwe.” Ragihand, ku dev ji xebatê çekdarî berdane.
Gerillayên PKK bona ku nişan bidin, bi dilsozê girêdayîya vê projeya ku jê mora Serkanê gishtîyê Tirk dixûye, bi destûra Ocalan sengerên xwe berdan û pash ve kishîyan bashûrê Kurdistanê. Lê belê êrişên dewleta Tirk di vê paşve kişandinê da jî berdewam bû û di encema van êrişan da, ji pênc sed gerillayê bêtir hatin kuştin. Di eynê wextê da bi navê „Gruba Aşitîyê“ hêzên gerilla shandin Tirkîyê, lê ewan bi cezayên giran hatin ceza kirin.
Bi projeya „Komara Demokratîk“ gelê Kurd kete bin manîplasyonek xort û bi mabesta, ku carek din Kurd entegreyê sîstema sîyasî ya Tirk bibin hate hereket kirin. PKK’yê ji ortê rakirin. Komel û sazîyên eşkere jî, gor wê projeyê, yan ji ortê hatin rakirin yan jî nu ve hatin sererast kirin
Di van pênç salên dawîyê da, li Tirîyê û Rojhilata Navîn bûyerên sîyasî yên girîng qewimîn û hin jî diqewimin....Rûdana xweguhertinên girîng û dîrokî di vê herêmê da nêzîk e. Bi operasyona hêzên hevpeyman ya li dijî Iraq’ê, desketîyên girîng ketin destê Kurdan. Dîsa di vê demê da li Tirkîyê, tabloyekî nu a siyasî hate holê. Hikumetê, bona endametiya Yekitîya Evrûpayê hinek guhartinên qanunî pêkanîn.
Di dawîyê vê projeyê da, pirsgirikên navxweyî di nav refên PKK’yê da pir bûn û PKK kete rîya ji hev belav bûyînê. Êdî serokatîya Öcalan tê nîqaş kirin.
“Dewlêta Veshartî”, ku ji guhertinên li Tirkîyê ne rehet e, dixwazê bi vê bîryara şer, pêşîya pêvajo bigre. Hêzên militarîst, dixwazin dîsa bi tenê bibin destilatadarê welêt. Bona şikandina deskevtiyên Kurdistana Başûr û fetisandina ronahiyê di vê beşê welatê me da, dixwazin zirufên dest direjîyê pêk binin. Ji xwe ci û şunê, ku biryara şer hatiye girtin, di bin qontrola Serkanêgishtîyê Tirk da ye.
Daxwazên, ku ji bo sedemên şerî hatine destnîşan kirin, ne daxwazên gelê Kurd yên netewî û sîyasî ne. Ji bona vê yekê ev şer, ne şerê gelê Kurd e, ti berjewendiya gelê me di vê şerî da tine ye.
Ji aliyê amaç û hedefên xwe ve, ev şer nayê qebul kirin û yê ku di vî şerî da bi serkeve dewleta Tirk e.
Ev şer, li ser deskevtî û saziyên sîyasî li Kurdistana Başûr xeter e. Ev şer, hencetan dide destê dewleta Tirk, daku êrîşê Kurdistana Başûr bike.
“Dewleta Veshartî”, ku naxwaze Tirkiyê tev lê pêvajoya endamtîya Yekitîya Ewropa bibe, hewcedarê vî şerî ye.
Ji alîyê din ve, bona ku carek din pozîsyona sîyasî û otorîteya Ocalan, di nav refên PKK da wek herden kar bike, pêwîstî bi vî sherî heye. Bi dest pêkirina vî sherî ve, hakîmîyeta Ocalan, di nav PKK da dê carek din bi cih bibe.
Bi kurtî:
Divê ev şer bê sekinandin. Divê dewlet dev jê operasyonên xwe berde û gerillayên PKK jî êrîş nekin. Herweha, pêwist e herdu alî jî, li Peymana Cenewreyê ra rîayet bikin.
Divê dewleta Tirk dev jê sîyeseta nijadperest berde daku ev dibe sebeba sher û divê zirufeka demokratîk pêkbîne, daku gelê Kurd bikare çarenûsa xwe bigire destê xwe.
Divê PKK, dev ji daxwazên marjînal-kulturî berde û têkoşîna xwe li ser mafên miletê Kurd yên neteweyî, sîyasî û demokratî bimeshine.
Em bang dikin, yên ku dijî vî şerî bê armanc in, werin ba hev û li ser bernameyek hevbeş xebatê bikin.
Mahmut KILINÇ, Nejdet BULDAN, Yilmaz ÇAMLIBEl, Ayhan ÇIFTÇI, Cuma YAKUT, Hüseyin TURHALLI, Zeki ÖZTÜRK, Murat DAÐDELEN, Mehmet BAYRAK, Eskerê BOYIK, Ahmet ÇAMLIBEL, Munzur ÇEM, Cemil GÜNDOÐAN, Musa KAVAL,A.Haydar KOÇ, Seyidxan KURIJ, Siraç BILGIN, Rezan DIYAR, Mehmet YAKUT, Murat ÜLGEN, PIRKEMAl,Sevda BERCILE ,Fikret YILDIZ ,Hadi BAGHISTANI, Recep MARAŞLI, Arif BEYENCIR, Elif ILBAY, Kenan Fani DOÐAN,Zýnar ÖZTÜRK, Kutbettin ÖZER, Abdullah KAYA,Yýlmaz KAYA, Behram ALABAY, Suna GÜVEN, Ali KARDAXOS, Serhat MERT, Selým ÇÜRÜKKAYA, Baran HEMZE, Metin AYYILDIZ, Ikram OÐUZ, Ferman ÇÜRÜKKAYA, BEDÝL,Mustafa ALADAÐ, Veysý ÖZGÜR, Özcan SOYSAL, Bube ESER, Hüseyýn KIZILOCAK, Kazým TEMURLENK, Nazif TELEK, Ümit KAYA, Necmeddýn ALP, Serdar Fettah MUSTAFA, Xeyri AKIN, Cafer DARICI, Brusk SOLDUK, Ali DÖNERTAŞ, Baran KARA, Mustafa KISABACAK, Bervarto ŞAHÝN,Sait ÇÜRÜKKAYA, Mehmet ECE, Serpil ÝNANÇ, Osman ÇINAR, Bekir ÜÇKEN, MALMISANIJ,Ali ALXASÝ, Dara CÝBRAN,Fettah TÝMAR,Veli ABBAS, Sema AYDIN, Zeynel Abidin HAN, M.Sýddýk ÖLÇER, Yücel SÖNMEZ, Mustafa FÝLÝZ, M.Ali YILDIRIM,
Dostê hêja,
Yên ku vê belavokê imza kirine, em hatine ba hev û di nava xwe da li ser bûyerên dawiya Kurdýstanê niqaş kir. Di emcamê da me biryar da, ku belavokê jêrin bi imzayê niviskar, hunermend, pizişk, muhendis û ronakbîrên Kurd, pêşkeşê bîrûrayê Kurd bikin.
Me pê xweş e, ku cenabê te jî vê belavokê imza bike.
Bi hêvîya serketinê...
Ger imza dikin, kerema xwe bi rêka faks û e-maila jêrî me agadar bikin.
Faks: 0049-202- 758 34 79
E-mail: [email protected]
Têbînî: Ger vê daxûyaniyê bigihîni destê hevpîşeyê xwe, an nivîskar, hunermend, pizîşk û ronakbîrên Kurd, ku cenabê te wan nas dýke, emê kêfxweş bin.
Ez jî imza dikim.
Nav:..................
Navnîşan.......................
Pîşe:...........................
Faks:..................
Tlf:.........................
E-mail:.......................