MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 37, reşemeh 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Gelêrî

Beşîr Botanî: Heyran - heyranok
Sebrî Botanî: Sibe în e, navê Xwedê bîne


Heyran-heyranok

Komkirin: Beşîr Botanî: [email protected]

Pesteya Hesen Hesen e

1- Nesrîn Şîrwan (1928-1990), Şernex-Botan

Nesrîn Şîrwan 1928’ê li devera Şernexê hat cîhanê. Ew ji binemaleke welatparêz bû, ji lew re li gel gelek şoreşgerên dî 1932’ê ji ber çend arîşe, nexweşî û rewşên siyasî ber bi Kurdistana Îraqê ve pêkve revîn. Hingê Nesrîn zarokeke 4-salî bû. Ew li Kurdistana Îraqê û li Bexdadê mezin bû û binemala wê ji ber rewşa aborî û civakî naçar bû ku keça xwe bişîne mala kurdekî dewlemend da ku li nik wî kar bike. Nesrînxanê jî kar dikir û carina ji xwe re distirî û carekê seydayê hewa û stirana kurdî Elî Merdanî dengê wê bihîst û ew bir Radyoya Bexdadê - Pişka Kurdî. Ewê bi dengê xwe yê coş û germ çend lawik û heyranok xwendin. Ewê 1990’ê li Bexdadê wexer kir. Ev pesteya heyranokan ya li jêr ji aliyê binemala min ve jî hatibû xwendin û tekûzkirin.

Pesteya heyranokê
Hesen Hesen e (1)

Hesen Hesen e b’ Heseno, willa Hesen e
Hesen Hesen e b’ rebeno, willa Hesen e
Were mala me b’ Heseno, rûne û ne kene
Were mala me b’ rebeno, rûne û ne kene
Dinya û alem ê b’ Heseno loma’ j’ me d’bene
Dinya û alem ê b’ rebeno loma’ j’ me d’bene
 
Heyran hemûk e b’ Heseno, willa hemûk e
Heyran hemûk e b’ rebeno, heyran hemûk e
Sê deq semawî b’ Heseno nava memik e
Sê deq semawî b’ rebeno nava memik e
………………………………….
……………………………….
 
Destê Hesenî b’ Heseno, palanik soro
Destê Hesenî b’ rebeno, palanik soro
Min tewlik lêda b’ Heseno zevî û gundoro
Min tewlik lêda b’ rebeno, zevî û gundoro
Xuşka Hesenî b’ Heseno bûka çixsoro
Xuşka Hesenî b’ rebeno, bûka çixsoro
 
Destê Hesenî b’ Heseno, palanik reş e
Destê Hesenî b’ rebeno, palanik reş e
Min tewlik lêda, b’ Heseno zevî û zebeş e
Min tewlik lêda, b’ rebeno, zevî û zebeş e
Xuşka Hesenî b’ Heseno bûkek rûgeş e
Xuşka Hesenî b’ rebeno, bûkek rûgeş e

2- Hanna Lêvî li Îsraîlê

Ev stiran bixwe Nesrîn Şîrwanê ji binemala xwe fêr bûbû û paşê belav kir, ewê gelek caran li aheng, dawet û şahiyan dirêjtir dikir, yan kurtir dikir. Ev jî nimûneyek dî ya min ji devê Henna Lêvî li Îsraîlê nivîsî, wesan jî ji min re xwend.

Heyranoka giştî

Heyran heyirî Hatî kolanê, reng l’ te guhurî Ma min şû kir’ye, tu xemê d’girî

Pesteya heyranokê
Hesen Hesen e (2)

Hesen Hesen e lo lawo, heyran Hesen e
Hesen Hesen e rebeno, heyran Hesen e
Were mala me lo lawo, rûne û ne kene
Were mala me rebeno, rûne û ne kene
Heval şeytan in lo lawo, şika j’ me d’bene
Heval şeytan in rebeno, şika j’ me d’bene
 
Heyran î sil e lo lawo, heyran î sil e
Heyran î sil e rebeno, heyran î sil e
Heke tu sil î lo lawo, dilê mi’ b’ kul e
Heke tu sil î rebeno, dilê mi’ b’ kul e
Tu mala’ bar ke lo lawo, here Mûsil e
Tu mala’ bar ke rebeno, here Mûsil e
 
Cilkên hesenî lo lawo, qirêja par e
Cilkên hesenî rebeno, qirêja par e
Heke’ ez bişûm lo lawo, dê bêjin yar e
Heke’ ez bişûm rebeno, dê bêjin yar e
Heke’ ez ne şûm lo lawo, dilê min qar e
Heke’ ez ne şûm rebeno, dilê min qar e

3- Simko Dêrşewî

Min ev benda dûmahiyê ji kek Simko Dêrşewî wergirt.

Pesteya heyranokê
Hesen Hesen e (3)

Hesen hedad e lo lawo, heyran hedad e
Hesen hedad e rebeno, heyran hedad e
Were mala me lo lawo, simbêla’ bade
Were mala me rebeno, simbêla’ bade
Heyran bixwaze lo lawo, ka te çi m’rad e
Kurrko bixwaze rebeno, ka te çi m’rad e

Bi silavên germ û gurr ve
B. Botanî

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1