MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 37, reşemeh 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Gelêrî

Beşîr Botanî: Heyran - heyranok
Sebrî Botanî: Sibe în e, navê Xwedê bîne


Sibe în e
Navê Xwedê bîne

Sebrî Botanî

Dibêjin ku melayekî got jina xwe:

- Divêt em ji îro û pêde ji bo karê jin û mêraniya xwe şevekê diyar bikin û xwe ji bo wê şeva pîroz berhev bikin.

Jina wî gotê:

- Bila seyda, keyfa te ye lê ez dibêjim kêm e.

Melayî gotê:

- No… ne kêm e û bila êvara înê be.

Jinê bê dilê xwe got:

- Bila.

Paşê û piştî çend rojan jinê gote xwe:

- Hosa (*) ji min re û ji melê re naçe serî.

Vêca her du şevan şevekê û paşê kir her şev, diçû xwe dikir berê wî ve û digot:

- Sibe în e, navê Xwedê bîne!

Şevekê xewê çav û dilê melayî girtibû, dîsan jinê xwe tê aland û got:

- Sibe în e, navê Xwedê bîne!

Melayî veciniqî û got:

- Ma ev wêrana înê ji kambaxa me dernakeve? Pa rojên dî çi lê hatin? Pa ka şem, yekşem, duşem, sêşem, çarşem û pêncşem, kûve qeşitîne (çûne)?

"Kurt û kurmancî", jinseydayê "în" li ber seydayî winda kir. Êdî wî nezanî çi bike. Wî jî şerm dikir ku ji xelkê bipirrse, çiku dê bigotan (da bêjin):

- Ev çi tov mela ye? Roja înê li ber winda bûye!

Ji lew re neçar bû, çû ji mam keşeyî pirrsî:

- Mam keşe, kengê yekşem e?

Mam keşe:- Piştî înê bi du rojan yekşem e.

Di dûmahiyê de, mam keşeyî zanî ku mam melayî "în"a xwe winda kiriye, ji ber hindê pirrsa yekşemê jê kir.

- - - - - - - - - - -

Hosa: wiha, wa – MN.

_____________________

Ev çîroka folklorî ji pirtûka Dibêjin hat wergirtin.
Dibêjin
Nivîsîn: Sebrî Botanî (1925-1998)

Navnîşanên xwestinê:

1- Bashir Botani.
Forellg.10,1tr.
133 42 Saltsjöbaden.
Sweden.

2- E-post: [email protected]

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1