.:: HOME ::.|.:: ABOUT US ::.|.:: CONTACT ::.|.:: YOUR ACCOUNT ::.| .:: SEND YOUR OPINION ::. |

 

 

 

 

 

    MENU

Home

Photos

القسم العربي

Taybet

 

    LANGUAGE

See more Kurdish  language resources

    INTERNET

Getright

kurditgroup

PCkurd Tip

malpersaz

rojonline

linux-ku.com

wîndowsa Kurdî

jimarok.com

    CULTURE & NOVELS

Dastana tawîr Beg Pend

Kovara mehname

Kovara W

Tûrik

Sebrî Silêvanî

Ruanîn pirtûk Pend

    KURDISH REGIONS

Efrîn region

Amûde

Qamişlo

eDuhok

    ZIMAN AVRÛ YE

 

 

 

 

.::Gelo kêşeya neaxaftina kurdî li bakur çî ye ::.

 Mihemed Elî, Efrîn

 [email protected]

Mijara sereke a ku di van rojên dawîn de xam û rûpelên nivîskar, malper û rojnameyên Kurdî dagirtiye, mijara gengeşiyên li ser zimanê Kurdî li bakurê Kurdistanê ye. Nivîskarên me diyardeyeke sosret û seyr pêşberî me dikin, ew bûne du enî, ew şerekî dijwar dikin, lê armanca wan ji vî şerî heman armanc e. Ew herdu enî dilsozên Kurdî ne, dixwazin tiştekî bo parastina Kurdî bikin, ku li dawiyê ev zimanê şîrîn ji holê ranebe.

Di destpêkê de, gerek mirov biaşire ku Kurdî li bakur li ber biv û talûkeyeke jidil e, û heke Kurd bi giştî û rewşenbîr û siyasetmevan jî bi taybetî hin alav û tevdîrên tund dernexin holê, hezar mixabin, rewşa Kurdî dê li bakur ne dûrî rewşa Aşûrî û Suryanî be. Ez li vir naxwazin gotinên ku berê hatibûn dubare kirin bêjim û xwe û xwendevanan ji êş bê hervan vegerînim, lê ez ê ezmûna xwe wek Kurdekî başûr-rojava araste bikim.

Wek em giş dizanin ji roja ku Kurdistan parve bûye ta roja îro, tiştê sereke ê ku dagîrkeran bala xwe daye ser, ew e, ku zimanê Kurdî ji holê rakin, çimkî bi asanî rabûna kurdî dê bi şêweyekî xoza miletekî bi navê Kurdan rake û di encamê de, hem serêşî ji dagîrkeran re namîne û hemî gencîneya miletê kurd dê bibe a wan, nexwe hertim zext hatiye ser kurdan ku ji zimanê xwe bidûr bikevin û zimanê serdest ê dagîrker bikim zimanê xwe ê sereke. Tev ku dagîrker di vê gavê de hinekî biserketiye jî, lê maka Kurdî hêj jîndar e û tenê hin derfet û rêxistin dixwaze ku verege dewsa xwe û av ji nûve di kaniyên ziwa bûne re biherike.

Bi baweriya min gerek mirov sedemên nexweşiyan binase û pê re li dermanan bigere, ango em çiqas pêşniyar û dermanan ji Kurdî re li bakur peyda bikim, bêyî em nexweşiya ku mirov çima li wir bi kurdî deng nake nas bikim, hemû hewl û bizavên me dê li ber bayekî payîzê  bi toz û telazê re dûr harin û em ê tazê li holê bimînin.

Ji sedemên ku kurd li bakur di jiyana xwe a rojane de Kurdî bikar nînin: Rebenî, nezanî, û xwebiçûkdîtin e. Ji alî rebeniyê ve, Tirkan kurd gihandin vê qonaxa, ku kurd tenê bi nanê zikê xwe mijûl bibin, û di encamê de heya nanê zikê wan dê bi rêya Tirkî were, ango şagird û karkir, bêgavî fêrbûna tirkî dibin bo ji pê re di dem û dezgehên hukumetê de bixebitin, û nanê zikê xwe derxin, ev jî bi xwe ne ramyariyeke Tirkan e, Tirk vê yekê ji Fransî û Îngilîzan fêrbûne, dema ku Fransa û Îngilîstanê welatên cîhanê xistibûn bin destên xwe ev siyaset bikar danîn, slogana wan ew bû, Mirov ji zimên bidûr bixe, ew xoza ji çand, dîrok û nasnameya xwe winda dibe. Ev rewşa hanê îro li Bakur rastiyeke û bilez jî dimeşe, jixwe wan rojan li bajarê Helebê ez pêrgî jineke bakûrî bûn, min dît ew bi zarokên xwe re bi Tirkî diaxive, dema ez pirsîm çima ew wisa dike got ” Em ê çi sûdê ji Kurdî werbigirin, em mirovine reben in, çawa bibe siba zarokên min dê karekî xwe li dezgehên Hukumetê bibînin û pê debara xwe bikin, gelo tu dezgehên ku bi zimanê Kurdî xwarina mirov derdixin hene?”. Bersiva vê xwîşkê me davêje sedema din a vê arîşeyê, ew jî nezanî ye, Kurdên bakûr ji girîngî û buhaya zimanê xwe hay nîn in, ew nizanin ziman berî ku bibe alaveke debarê, ew bingeha hebûna kesayetiya wan e, ew nizanin, ku çiqas gotin û pesnên li ser Kurdan ji alî rojhilatnasan ve, ji alî dîroknasan ve hatine gotin, giş bi saya zimanê wan hatine gotin, ango zimên ew miletekî taybet û cuda di nav xelkê rojhilata navîn de hîştine, û wan hay nîn e, ku roja zimanê wan biçe, hemû şan û gedên wan dê li ber bayê geremola rojhilata navîn biçin.

Ez dixwazim van du sedemên ku min anîne ziman û bandora xwe li bakur kirine beramberî rewşa Kurdî li başûr-rojava bikim. Em xelkê rojava hertim xwe û kurdiya xwe bi hebûna Kurdên bakûr dibînin, yanê tiştekî asa ye, ku tu di nav xelkê me de bibihîzî ew dibêjin, em girêdayî bakur in, heke tiştek li bakur bû, dê teqez û rasterê bandora xwe li me bike... lê hezar mixabin wek tê xuya ez dibînim bakur dê li me bisekine ku xwe biparêze, helbet ew kesên dixwazin haaaa… Ka em binihêrin Xelkê başûr-rojava çawa li Kurdî dinihêre, berî hertiştî, Kurdê ku di civaka kurdî di li cem me bi Kurdî neaxive jê re dibêjim, bê namûs, ango kurdên me zimanê xwe namûsa xwe dibînin, û li ba wan ew kesê ku di cikava xwe de bi zimanê dagîrkeran deng dike, ew mirovekî bê namûs e…  îro heke mirov bê cem me, ne tenê bajar û bajarokên kurdan lê metrepolên Sûriyê jî dê bi çavên xwe rewşa Kurdî bibîn.

 Kurdî li hemû kolanên Heleb û Şamê tê bihîstin, heke tu hat van bajaran bawer bike tu tu astengiyan nabînî, tenê di cihê xwe de bisekine tu dê bibînî du kesên bi kurdî diaxivin pêrgî te bûn. Kurdî li hemû dezgehên hukumetê tê bikar anîn, her çiqas dewleta Sûriyê hewl da jî, lê me kurdan di vir de serhişkiya xwe wek rojê nîşan da, kurdî li hemû Teksî û otobûsan serdest e, Kurdî li sûk û dikanan serdest e, kurdên me banga amanên xwe bi Kurdî dikin, heya Erebên ku tên taxên kurdan, li bajarên Sûriyê bi Kurdî banga amanên xwe dikin, kurdî li dibistan, em nebêjin di sefan de, lê di navbera waneyan de Mamosteyên Kurd yekcar vedigerin zimanê Kurdî, heya pir dibistanên ku li herêmên kurdan û mamosteyên wan kurd in jî, pir tiştan ji şagirdan re bi kurdî şîrove dikin. Kurdî li zanîngehên Sûriyê hevkêşî erebî ye, her çiqas ne fermî be jî. Tê bîra min rojekê di waneya dîroka rojhilata kevin de, ez û xwenedevanekî din bi kurdî bi hev re diaxivîn, rabû profêsor bi dilşadî got, Heke hûn tiştekî hêja dibêjin yan bi Erebî bêjin û yan jî me fêrî Kurdî bikim, Teqez ew helwesta hanê ji profêsor ne kelevajî bû, berevajî, pir caran, wan pesna girêdana me bi kurdî ve dikirin, ta bigihîne, di dersên xwe de jî hebûna ciwanên kurd dixistin hesabê xwe wexta ku mijareke têkildarî Kurdan dihate holê, belê ev jî berhema xwedîderketina kurdan li zimanê xwe ye.

Li başûr-rojava, ew kesên xwe şaş dikin û bi Erebî jî diaxivin, rastî pir azar,  riswatî û rexneyan tên. Rojekê em di otobûsê de bûn, du keçikên Kurd di dewsa axaftina xwe de didorandin Erebî, rabû pîrejineke Kurd li xwe zivirî û ji wan re got, hûn çima wisa dikin, ma namûs bi we re tune ye !, gelo Ereban diya we… nizanim çi kiriye ?!. Carike din, ez û ajokerekî otobûsê ketin gotûbêjan, ka çima hin Kurdên me bi Erebî diaxivin?, mirov ezmûna xwe a kesane ji min re hewal da "Ez bûne sîh û sê sal in li  bajarê Helebê dijîm, tê bîra min, dema em nû hatibûm vir, dayîka min fêr bûbû ku bi erebî bi re deng bike. Rokejê bavê min kete mal û dît em û diya xwe bi erebî bi hev re diaxifin. Ez çi bêjim… bavê min çûv kişand û li me û dayîka me da, xwedê dizane tu cih di çermê me de reş nebûbû nema bû. Piştî lêdanê bavê min em civandin û got, baş e, du roj in em hatine vir em ê zimanê xwe, namûs û avrûya xwe jibîr bikin, ne wisa ye !, de ka carik din ez bêm û bibînim yek ji bilî kurdî diaxive, bicehimin, li nav Ereben hûn çiqas dixwazin bi erebî deng bikin, lê li mala min, ew heram e."  Mirovê me dibêje, ew îro pir serbilind e, ku bavê wî wisa kiribû, bi kêmasî, ew bûyer bû sedema parastina kesayetiya wî û zarokên wî, ew pirtir pêde çû û got ew îro rêç û şopa bavê xwe digire, û dê heya zindî ye jî jê nebire.

Sebaret bi bakur, em dizanin sedema sereke a ku dihêle zarok li wir bi kurdî qise nekin, axaftina xwedanên wan a Tirkî di mal de ye… Hemû lêkolînên ku li ser zarokan hatine çêkirin dibêjin, ku pênc salên pêşîn di jiyana zarok de têrî dikin ew fêrî zimankî bibe û jibîr jî neke.  Ez nizanim çima xwîşk û birayên me ên bakurî di van pênc salên pêşîn de bi zarokên xwe re di mal de bi Kurdî deng nakin!?, heke ew ji polîs û mîtên Tirk, yan ji sîxorên Kurd ditirsin, ez bawer dikin di van çend salên dawîn de, ew kiryarên ne mirovane ji holê rabûne, lê heke sedemeka wan a taybet heye, ez dikarim bêjim pîroz be, piraniya Kurdên bakurî li dawiyê li ser mijarekê li hevkirine, belê ev jî pêşketineke, ku Kurd li ser tunebûna xwe jî li hev bikin, ma  em tim li ser netifaqa Kurdan nedibasin !!!.

Nexwe, gerek zimanê malê di nav dayîk û bavan de zimanê serdest be, hem ji bo wan û hem jî ji bo zarokên wan, û heke zarok ji ber vê yekê zimanê dayîka xwe, zimanê zikmakî li mal baş bistîne, ew ê teqez li derve jî bikar bîne, çimkî ew ê xwe hertim bajêve zimanê ku pê difikire, û zimanê ku xwe pê bileztir îfade dike. Li vir piştî ku malê berpisiyarî û bar xiste ser milê xwe û zarokekî Kurdaxêf şande rojeva jiyanê, berpirisyarî li sûk û kolan û warê xebatê, dikeve ser milê Kurdên ku li van deran xwedî erk in. Wek min li jor gotibû, li başûr-rojava zimanê Kurdî hem li sûkan, bazaran, warên xebatê- ên Kurdan, ên Eraban- avahiyên hukumetê, zimankî serdest e, bi baweriya min bandora warê xebatê li ser zimanê dayîkê ne kêmtirî bandora mal e, çimkî piraniya çalakiyên, zarok, ciwan û heya ên mezin jî, her kes li warê xebata xwe, bi sê qatan ji çalakiyên wan ên malê zêdetir in, û heke zimanê wan li wir kurdî be, dê bihêle Kurdiya wan bibe Kurdiya jiyana rojane a ku em her roj tika ji Kurdên xwe dikin ku bi kar bînin. Niha li pir warên xebatê li Metrepolên Sûriyê xwedîkar bi kotekî dihêlin karkirên wan bi Kurdî deng bikin, û di wezîfe û avahiyên kuhumetê de, bi rastî jî ev heye û ne jî perçifandin e, Kurdî hema hema ji erebî pirtir tê bihîstin, her çend wek min berê jî gotibû ku zimanê kaxiz û xamê zimanê Erebî ye, Wan rojan hevalekî ereb got, bi xwedê kurdî ketiye hemû avahiyên kukumetê, gelo ev Kurdistan e, lê Suriyê ye!?*

Heya vir, em gihîştin têgînekê, ku doza axaftina Kurdî barekî hevpar e, û li ser milê herkesî ye, û ji ber ku me erk û peywir û pêdiviyên ku ji Kurdên asan tên xwestin anîne zimên, em ê niha li ser erk û peywira ew kesên din bisekinin, ew jî rewşenbîr û siyasetmevan in.

Ji sedemên din ên min çêr wan kiribûn, û bûne astengiyên pêşî axaftina Kurdî, girêka xwebiçûkdîtinê li ba Kurdan e, nemaze, li bakur. Bi baweriya min berpirsiyar û gunekarên vê arîşeya hanê, sê kes in, yek dewleta Tirk e, a ku gazî jê nabin, çimkî li ba wê, û li gorî têgîna faşîst, ew erkekî netewî dike, û tu caran vê yekê şaş nabîne, berevajî, ew pir kêfxweş e, ku Kurd gihandine radeyekê ew tê de ji zimanê xwe fedî bikin. Tirkan di hewl û bizavên xwe ên heyştê salan de, tu cure û şêwazên, pûçkirin, aqilşûştin û hilweşandina binemayên hebûna Kurdan, neparastin û bi kar nanîn. Ne tenê wisa, lê pir Kurd ji ber axaftina rojane bi kurdî, yan jî guhdarîkirina li bekereyeke (kasêt) Kurdî, ketina hebs û zîndanan û pir lêdan û îşkence dîtine, li ba kurdan axaftina kurdî ketiye rêza gunehên dizî û kuştinê, yanê ew çiqas ditirsin ji ber dizî û kiryarên derzagonî bên darizandin, her wisa ji ber axaftina Kurdî jî xwedî heman endîşe ne. Dewleta Tirk ji vê yekê têr nebûye, wê çi nav û sîfetên pîs hene li kurd û Kurdistanê kirine, Dewleta Tirk Kurd ji berhem û dahateya wan kirine, mal û gundên wan talan û wêran kirine û hîştina Kurd li kolan û metrepolên wê bibin, paqijkerên pêlav û solan, û pê re gotiye vaye, kurd û nasnameya wan, karê wan ê tev  baş paqijkirina pêlavan e !, dewleta Tirk berhem û dîroka Kurdan şewitandiye û pê re gotiye Kurd di dîrokê de nîn in, ew Tirkên ku bi çiyan ketine û zimanê dayîka xwe Tirkî jibîr kirine, Tirkan bi hezaran berhemên folklora Kurdî dizîne û ew bi qelpî kirine ên Tirkan…

Li rex gunehkarî û perpirsiyariya Tirkan, tenê em dikarin gilî û gazinan, ji herdu gunehkarên din bikin, ew jî rewşenbîr û siyasetmevanên Kurd in.

Ji her kesekî re diyar e çiqas van camêran ji bo doza Kurdî  zor û zehmetî, êş û jan dîtine, lê tiştê seyr ew e ku ev mirov li êşa xwe, li xwîna hevalên xwe xwedî dernakevin, ango ew îro bi kiryarên xwe zilm û îşkence û stemkariya Tirkan spas dikin… çawa ?, dema rewşenbîrekî Kurdî zimankê Tirkî ji xwe re zimanekî serdest hildide û pê xebat û berhemên xwe diafirîne, ne tenê wisa lê tiştê ku mirov dikuje ew e, ku ev camêr ji ber vê yekê berxwe didin û hewl didin me mitmane bikin ku tiştê wan rast e !, gelo ew kesê bi Tirkî dinivîse dê çawa kurdperwer be, ewê berheman bi zimankî tirkî delal dinivîse dê çawa bêje  ez kurd im, û ez ji bo kurdayetiyê dixebitim, ma ev camêr, lîstoka Tirkan dubare nake, ma ne Tirkan bi hezaran berhemên Kurdî dizîne û di dawiyê de kirine yên xwe, ma rewşenbîr û nivîskarên Kurd ên ku vê yekê dikin, bi şêweyekî vekirî û aşkere rajeya Tirkan nakin. Me di dîrokê de wisa bi hezaran Ereb, Faris û Tirkan berhemên ew kurdên ne bi zimanê xwe berhem diafirandin nekirin yên xwe. Dibêjin cilên xwe neçirîne, ew camêr bahaneyên bîrnasî jî ji me re pêşkêş dikim- belê ev jî rêbaza rewşenbîrên rojhilata navîn e, kes nabêje ez şaş im, lê piştevaniya şaşiya xwe dikin…- cêmêrên me dibêjin ZIMAN NE XEM E, em bi dilê xwe Kurd in ? pê re dibêjin, zimanê kurdî ne zimanekî pêşketî ye, ku mirov pê hest û dilîniyên xwe birjîne ??, Gelo zimanê zimanê Tirkî baştir e ?!!. Ev gotinên li jor teqez ne şer û agir in, û ez kurdayetiyê nafiroşîm wan, lê tenê divêt ez deng bikim -berî ku ez biteqim- çimkî hûn dizanin qîrîn û derbirîna tund hinekî hêrsa mirov dişkîne.

Ez dixwazim ji birayên xwe ên rewşenbîr re bêjim, birano, parastina Kurdî îro li ser milê we ye, hûn xwedî vê erk û peywirê ne, îro dem dema zanîn û teknolojiyê ye, îro karê pîroz ê ku bapîr û dapîrên me dikirin têrî nake em zimanê xwe biparêzin, ev kar karê rewşenbîran e, îro heke her rewşenbîrek di berhemên xwe de, li mala xwe û di kolanan de Kurdî bike zimanê serdest dê di demeke kin de nifşekî kurdî xwerû biafirîne, ma çima em rê û şopa birayên xwe cihû nagirin, ma rewşenbîrên cihû piştî du hezar sal zimanê xwe ê mirî zindî nekirin, ma îro Îbrî ne zimanekî jîndar û fermî ye ?, zanibin ku bi kiryar û helwesta we hûn milet sor dikin û reşbîn dikin, heke kesine rewşenbîr û zana, ên ku wek rêber û pêşengên civakê tên hesibandin, zimanê xelkê dikin zimanê xwe ê serdest, em ê çi ji reben, hejar û ne xwendeyan re bêjin,  ma bi vê yekê em xwebiçûkdîtina wan kûrtir nakin, ma em gotina Tirkan di serê wan de bibawerîkirin nadin. Nebêjin em ditirsin, nebêjin dewleta Tirk dê me bixe hebs û zindanan, derfeta ku îro li pêş zimanê kurdî li bakur vebûye, derfeteke dîrok û bêhempa ye, tu zagonên ku rê li ber kurdî bi şêweyekî wek berê digrin nemane, her roj kovar û rojnameyên me derdikevin, hûn jî xwedî li wan derkevin. Herçend hinek bîrokarsî di dezgehên fermî ên Tirkiyê de mabe jî ez bawer im di pêşerojê de ew dê rabin, ez dabîn dikin ku di rojên pêş de kurdî dê bi fermî di dibistanan de jî bê xwedin û fêrkirin, ewê ku bahaneyan îro dîdine, biborînin ew derewkarekî bêhempa ye, ew naxwaze tiştekî bike ew koletî û tiraliya xwe nîşan dide, û ew bûye veyrosekî qirej û kujer, merezê li ew kesên dor xwe jî belav dike, û bi baweriya min çarenûsa xwe dê ji ya rebenên, mirîşk û dîkên bakur ne dûr be.

Ez dixwazim gotineke dawîn ji wan re bêjim, li gorî min û wek ku ez dihizirim, ewê ku rast kurd e, ewê ku dibêje xwîna min Kurdî ye, tu xeman ji kurdî mezintir naxwe, û nemir hunermend Serhad grovê her berbiçav e, wî heya bîstşeş saliya xwe bêjeyeke Kurdî nizanîbû, lê dema ji xwe haybû û zanî xwîna xwe Kurdî e, Kurdî hembêz kir û gewretirîn berhemên nemir afirandin…, ev Kurd e û berevajî vê ez bawer dikin….

Em werin ser berpirsiyarên dawîn, em werin ser bela serê xwe, siyasetmevanên me, ax çi gotineke giran e, dema yek dibêje filan kes bi siyasetê mijûl dibe, ew yekcar difire ezmên û diyaroka xwe digihîne cem xwedê, jixwe kurdan ev camêr ji berê û pêş de Îsayê ku dê wan ji zilma dinyayê,  Ereban, Tirk û Firsan xelas bikin dîtine, Lê sedhezar mixabin, îro ew bûne bela serê me û ew li kesekî digerin wan ji gola ku tê de gevizîne xilas bike

Li rex hêmanên çand û kesayetiya gelan, hêmanê duwemîn ê ku gelan dixe ser rêya rast, ê ku wan rizgar dike û nirx û rûmetê dide wan, ew rêberên siyasî ên ku pêşengiya gelan dikin in.

Herçend em kurdî jî siyasetmevanan wisa dibînin, lê  wan ev nêrîn û baweriya me bi rûmet nedîtine û ne li yax baweriya me derketine û dilê me şikandine- ez li vir hemû siyasetmevanan tawanbar nakim- dema ew zimanê dagîrker dikim zimanê xwe ê sereke û di partî û saziyên ku ji erka wan bû kurdî biparêzin û pêş bixin, zimanê dijmin û dagîrkeran bikar bînin.

Ev camêr bi bahane û fenên matmayî çewtiyên xwe berejavî dikim û bi şêweyekî hunerî dihûnin, û dixwazin em bawer bikin ku ew rast in. Ta roja îro piraniya van partiyan û nemaze li bakur  zimanê Tirkî kirine zimanê ragihandinê ji bo têgîn û nêrînên xwe, mezitirîn partiyên bi serxwebûna Kurdistanê deng dikin, serokên wan wek nîşaneke torine bi zimanê Tirkî deng dikin û pirtûkan pê dinivîsin, ez bi guman im heke serokên mezin û kadirên partiyan dikarin 15 xulekan xwe bi Kurdî îfade bikin bêyî ku xwe bavêjin zimanê Tirkî !!

Ji hêlekê ve, kiryar û helwestên hanê ji rastiya ku hemû siyasetmevanên Kurd li dibistanên dijmin fêrbûne û huneriya siyasetê  an ji partiyên çeprew ên Tirk an jî ji bîrdoz û edyolojiyên derve bidest xistine. Ras t e berê berhem û agahiyên ku asoyên hişê mirov bi saya Kurdî fireh û têr bikim tûne bûn; lê ew kesên ku doza Kurdî hildane ser pişta xwe û her tim xwe wek rêber û pêşeng ji kurdan re dibînin, divêt vê yekê wek bahane arasteyî me nekim. Gelo nemir Celadet Bedirxan dema ku xwestibû Tîpên latînî biafirîne û zimanê kurdî  vejîn bike, li berahîkê dest ji tûnebûnê pê nekir ?, belê wî wisa kiribû, çima , ji ber ku ew dilsozê Kurdî bû, wî xwestibû mirov ji destpêkê de bi Kurdî biponije. Ema siyasetmevanên me vê yekê naxin tûrikê xwe, ji ber ew bi xwe  bi karê xwe ne bawer in, belê ez dibêjim ne bawer in, çimkî, kiryarên wan nîşana nebaweriya wan e, wan tenê siyaset û alavên wê wek amûrên pêkanîna berjewendiyên xwe  dîtine, perlementeran  li têla kurdî xistine bo dengê Kurdan werbigrin û bikevin perlemên, serokan dilîniya rast bi şêweyekî qirêj ji kurdan dizîne, wan her tim xebatê xwe li hesbê xwe xistine, wek bazirganan ! , gelo ez ê çi havil û qezencê bidest bixim, gelo çendî navê min dê derveke…

Di tevgera azadiya gelê me de li bakur, bi sedan gerîlayên leheng bi saya Kurdên parçeyên din ên kurdistanê fêrî Kurdî bûbûn, di cirît û rahênan de serleşkeran bi Tirkî wane didan gerîlan, pê re yekî din dê ji Kurdên rojava, rojhilat û başûr re, werdigerandana kurdî, belê dibe wisa be, çimkî diyaroka serleşker payebilind e, û zimanê kurdî bi wan ne guncav e !?, spas ji wan re pir Kurdên parçeyên din li serî çiyan fêrî Tirkî bûn… belavok û ragihandina Partiyên bakur ta roja îro bala xwe ji sedî nod didin ser zimanê Tirkî, mezintirîn rojname û kovar bi Tirkî ne*, danezan û beyan bi Tirkî ne, hevdîtin û dîdarên wan bi rojname û çapemeniya cîhanê re bi Tirkî çêdibin… gelo di rewşeke wisan de mirûd û alîgirên van partiyan dê bi çi rûyî bi zimanê Kurdî biaxivin, gelo ew dê çawa zimanê kurdî di mala xwe de bi zarokên xwe re bikar bînin. Dema em bi doza Kurd û Kurdisatnê bang dikin, dema em xwîna xwe dirjînin, dema em dikevin heps û zîndanan*, aya em ji bo çi vî karî dikin, ne ji bo ku em bi zimanê xwe û vîn û îradeya xwe bijîn, lê dema em di pêvajoya karê xwe de zimanê dagîrker serdest dikin, em dihêlin ciwanên me bi Tirkî biraminin, çi wateya karê me maye, gelo em xweqelandinê nakin, em ji miletê xwe re nabin, pêşengên çewt û derewîn… ? Çima ev diyarde li bakur pir belav bûye, çima partiyên bakurî li perçeyên din ên Kurdistanê zimanê Kurdî ji xwe re dikin zimanê ragihandin û propagandayê û di heman demê de li bakur Tirkî zimanê wan ê sereke ye !!!, hêja ye mirov li ser vê xalê bisekine û kûr biponije, ma em bi hemdî xwe lê bêhemdî xwe alîkariya asîmîlasiyon û qelandina gelê xwe dikin…

Li dawiyê ez dixwazim bêjim, ku zimanê Kurdî û mercên bihêlin Kurd, nemaze li bakur xwe pê îfase bikin û biçespînin, bi ew kel û dilîniya ku dihêle mirov hîs bike ew kurd e ve girêdayî ne. Bêyî Kurd bihizrin Kurdî ji bo wan avrû, şeref, namûs, hebûn û yan jî tunebûn e, dê pir zehmet be û ev kampanî û xebatên dilsoz jî dê bê encam û sûd bin, tenê em ê çûvê xwe li avê bixin, û piştî demekê hişyar bibin ku çûv çûv e, û av jî hêj av e, lê wê çaxê poşmamî dê bêsûd be, çimkî tiştekî me gotibû hîma hebûna me ye, şeref û namûsa me ye dê çûbe û hingê em ê bi rastî wek Tirk, Ereb û Farif bên naskirin.

Îro bahane ji tu kesî re ji bilî xwefiroş û Kurdgumanan re nemane, îro kurd xwedî hemû hêman û mercên ku dihêlin ew bi serbilindî bêjin em kurd in, û jiyaneke kurdewerî bijîn, îro em xwedî dewlet in, îro me xwe li hemû paytext û saziyên cîhanê çespandiye, îro derfetên ku em kurd bin û bi kurdî bixwînim, bixebitim û bifikirim vebûne, îro tiştê bihêle em xwe biçûk bibînim nemane, hişê me  ji yê hemû miletên rojhilata navîn vekirî û pêşketîtir e, ev jî bi aşartina mezintirîn welatên cîhanê ye, îro asoyên pêşketina me ji yên hemû miletên rojhilata navîn firehtir in, îro mezintirîn malpar û şîrketên cîhanê di pêşbaziyê de ne, ku kî dê berî ê din biçe nav kurdan û karê xwe li wir damizirîn e… li Tirkiyê û bakurî kurdistanê derfetên ku em xwe bi çanda xwe, dîrok û zargotina xwe arasteyî cîhanê bikin vebûne, kurdî camêr e, wê neheqiyên me lê kirine giş jibîr kirine û dîsa destê xwe dirêjî me dike, bila em vê delîv û derfetê winda nekin, bila em ji rêwîtiya dîrokê dernekevin, bila piştî dused, sêsed salên din jî em hebin, bila tim bêjin miletek heye dixwaze bijî, dixwaze hemû aliyên pêşketinê bidest bixe, bila bêjin ev kurd e, ev dil pak e, bila di pêşe rojê de tu kes nebêje bala xwe bidin van erebên terorîst û olperest, van farisên paşverû, van alîgirên kujerên mirovan, bila nebêjin bala xwe bidin van Tirkên Anadolî, van fêlbaz û dizan…

[Slavek germ, bi rûmeteke mezin, ez bejna xwe li ber dilsozî û rastkurdiya te ditewînim, ey birayê puxte, ey Kurdê serbilind, te dilê Tirkan, te kezeba faşistan di hindir mala wan de şewitand, te dupak kir tu rast kurd î, te xuya kir, ku ewê dibêje ez ji bo kurdî dixebitim çawa dixebite, te dilsoziya xwe ji kurdî re di ser hemû havil û qezencan re girtiye, pîrozbahiya te bi kurdî cejna wan kir malkambaxî… tiştê te kir angaştkeran bi salan,  talan û xerakirina Kurdistanê nekirin…] Ji birêz Osman baydemîr re, Serokê şaredariya mezin a bajarê Amedê.

 

  • Ez tim çêr metrepolên Sûriyê dikim, ango cihên ku Kurd li wir di nav Ereban de dijîn, çimkî di herêmên kurdan de li başûr-rojava, ew dozeke birî ye, ku kurdî zimanê sereke ye.

  • Ev yek li ba partiyên kurd li başûra biçûk jî heye, wek çawa ew ji partiyên bakûrî fêr bûne

  • Piraniya Kurdên di girtîgehên tirkan de ( bi dilê xwe di nav hev de bi Tirkî diaxivin)

 

 

      LINKS

kaderland.net

kurdishworld

Hawlati newspaper

Peyama-Kurd

rizgari.com

Kurdishpoint.com

Ferheng.org Tip

Netkurd.com

 

 

Malpera Kurdî (coming soon)

 
    POLL
    KURDISH FIGURES

Celadet Bedirxan

Cegerxwîn

    PROMISING SITES

y

 

 

 

.:: HOME ::.|.:: ABOUT US ::.|.:: CONTACT ::.|.:: YOUR ACCOUNT ::.| .:: SEND YOUR OPINION ::. |

 

kurdishclub.com ©

[email protected]

 
1