::
Danûstandin bi
zimanê Kurdî re wek danûstandina rêvebirekî bi saziyekê re ye, heke ew
li ser bingehekê tevahiya saziyê birêve nebe, dê geremol û tevlehevî
têkeve wê saziyê û dernexûn bibe. Nivîskarên Kurd jî, ez nabêjim giş,
lê hinek ji wan eynî karê rêvebir dikin. Her roj an jî di her deq û
nivîsekê, bi teşeyekî bi zimanê Kurdî re didin û distînin, çi di warê
peyv û bêjeyan de, û çi di warê rastnivîsandin û rêzimanî de.
Spas ji xwedê re,
îro bi saya têknolojî bi hezaran malperên kurdî vedibin, û rojname û
kovar tên weşandin; lê hezar mixabin ta roja îro du malper an jî
rojname li ser bingeh û rêbazekê di warê bêje, rastnivîsîn û rêzimanî
de nagihêjin hev, ne tenê wisa, lê bi sedan û belkê bi hezaran çewtî û
şaşî di warê bikaranîna peyvan, rastnivîsîn û rêziman de jî hene.
Di movika yekem de,
em bala xwe bidin bikaranîna peyvan. Her nivîskarek peyvekê bikar tîne,
baş e, ciyawazî û zêdebûna peyvan nîşana dewlemendiya zimanê me ye, lê
carik din hezar mixabin, ji sedî 80 ji van peyvan biyanî ne.
Filan nivîskar
dibêje îhtîmal heye û nabêje
eger heye
an jî gengaz e, ewê din jî dibêje
edebiyat û nabêje wêje, tore. Hinekan
quncik di malper û rojnameyan de kirê kirine, lê qet nabêjin
taybetmendiya an jî ged û
şana rêzimana Kurdî,
lê xisusiyeta gramêra Kurdî. Nivîskarekî din,
wêrek, nebez, zat, dike cêsûr, serjimar û
amar dike statistics. Ên li Ewrûpa jî niştecî,
bertek û berkar dikin
rêaksyion, heya hinek TV jî danezanî dikin declaration.
Heke ez bi van nimûne û şanekan de pir biçim, ez bawer im xwendevan
dê bêhnteng bibe û negihêje dawiya gotarê, bi rastî min dixwast ku ez
lîsteyekê bi van bêjeyên biyanî ên bikar tên binivîsim û xwebêjên
Kurdî li ber wan dînim, ne ji bo wan nivîskaran hay bikin, lê ji bo
xwendevanan ên ku ez bawer im, bedbîn û bêcoş dibin, dema ewqas
bêjeyên biyanî di zimanê xwe de dibînin, heya pir jî baweriya xwe bi
Kurdî wenda dikin, vêça ez ê xwe rasterê bavêjim movika din. Li vir ez
ê derbarî ew kesên ku peyvên biyanî kêm bikar tînin, lê mixabin, ew di
korta şaşnivîsandinê wer dibin, biaxifim. Hinek ji van dinivîsin,
bihar, ên din jî, dikin, buhar, bohar,
bûhar, Gelo ew kîjan rast e?. Hinek dibêjin, hûn,
ên din jî dikin hun, şerekî diwar derbarî ku
û ko ve heye, xwedê me biparêze dibe mirî û
birîndar jî hebin. Kovarek dibêje derûn, lê a din dibêje
deron, em dibêjin azadiya rexneyê, dibêjin
na, azadîya rexneyê – em dibêjin di stûyê we de
ye, dibêjin na, di stûyê we da ye. Em hêj di gengeşiya
xwe de ne, nivîskarek dê bê û bêje, ez tinê rast im, em
dibêjin na bira ne tu tenî, pir vê yekê dizanin, dibêje
na na ez tinê, em ji nîzîk ve
dibînin, lê ew qet ji nêzîk va nabînin. Em
di vê çarçoweyê de, na bisekinin, di vê çarçoveyê
de, dixwazin nivîsên nemirên xwe bibîr bînin, rastî, çewtî û şaşî li
cem wan di rastnivîsandinê de hene, lê li gor alav û têkiliyên wê demê
peydabûn, û beramberî çewtiyên ku em îro bikar tînin, gerek em bejna
xwe ji çewtiyên wan re bitewînin,( bala xwe bidî wan re
ne wan ra ).
Gelo lome ji van
kesên ku bi ciyawazî dinivîsin dibe lê na?,
ez dibêjin, na, çimkî tu dîrak û
stûnên ku em xwe pê bipesêrin û bêjin wî/wê bingeh û rêziman şikandiye
nîn in, lewma her kes û heya dawiyê dê bêje ez rast im û tu şaş î..........
hwd.
Tev ku ez ne
zimannasekî pispor im, lê movika sêyem a ku ez dixwazim li ser
rawestim, rêzimanî ye, û bi a , ê û ya
, yê ve giredayî ye. Gelo em çima a –
ê, ya – yê tevlehev dikin, ta
roja îro em nizanin çi van herdu grûpan ji hev cuda dike.
Li gor ez dizanim,
sê peywirên a û ê ve hene.
1- a
– ê wek veqetandek bikar tên, ango a li
dawiya navdêr zayendê wî nîşan dike û herwisa jî ê, W.N.
dibistana Kurdî
à
a xuya dike ku dibistan navdêreke mê ye, bajarê
Efrînê
à ê
xuya dike ku bajar zayendekî nêr e…hwd.
2- peywira duyem a
a – ê jî ku ew karî pênasînê dikin, W.N,
rêxisitina navnetewî a mafê mirovan, li vir heke em
ya li şûn a bikar bînin dê çewtiyeke mezin
be, çimkî a li vir amûra pênasînê ye(definite article),
û qet ne amûra arzû ye(possessive article), a xuya dike
rêxisitina navnetewî çî ye, ango bi a em dizanin ku ev
rêxisitin bi pirsgirêka mafê mirovan mijûl dibe, û qet ne arzû û milkê
mafê mirovan e, lê mixabin, ta nivîskarên mezin jî vê ya
arzû li şûn a pênasînê bikar tînin, em dibînin yek ji
wan bi vî dirûvî têgîna xwe diderbirîne û dibêje “mijara yekem ya ku
ez dixwazim li ser rawestim” lê a rast li gor nêrîna min ev e
mijara yekem a ku ez dixwazim li ser rawestim, çimkî ew me bi
mijara ku dixwaze li ser bisekine dinasîne, û ji bilî bikar anîna
a li şûn ya, dê hevok tu xwebêjeyan eed.
Ev derabrî a,
herwisa jî ez ê nimûneyekê li ser ê pêşkêş bikim,
derhênerê navdar ê kurd Yilamz Gûnêy li Parîsê veşartî ye
, heke em vê hevokê bi Îngilîzî binivîsin dê wisa be, the famous
Kurdish director Yilamz Gûnêy is buried in Paris. Nexwe
ê ji me re diyar kir ku derhênerê navdar Kurd e, ango ê
Yilamz Gûnêy bi me wek derhênerekî kurd da naskirin.
Heke em hevoka jorîn
bi yê li şûn ê binivîsin û wergerînin
Îngilîzî dê wisa bibe.
Bi Kurdî.
Derhênerê navdar yê kurd Yilamz Gûnêy li Parîsê veşartî ye.
Bi Îgilîzî.
For famous Kurdish director Yilamz Gûnêy is buried in
Paris.
Bi
baweriya min ev hevok bi tu şêweyan ne gengaz e.
3- peywira sêyam a a - ê
jî ew e ku ew rola relative pronouns dileyizin, W.N, keçika
ciwan a* ku ew ligel rûniştibû hevkara wî ye. Baş diyar e
ku a rola relative pronoun leystiye, û me bi keçika ku
bernavê ew vê re rûnştibû dinasîne û dibêje ew hevkara
wî ye.
Heke em
hevokê bi bikaranîna ya li şûn a jinûve
binivîsin, dê çawa bibe ?. Keçika ciwan ya
ku ew ligel rûniştibû hevkara wî ye. Wek em hêmanên binxêzkirî dibînin,
a karê xwe yê asan wek veqetandok dike, lê gelo ya
li vir çi karî dike ? helbet bersiv nîn e.
Di vê
kurtelêkolînê de, ez gihîştim encama ku a – ê
hertim ew sê peywirên ku me anîne ziman dikin û ya –
yê jî qet bi wan nayên guhertin û berejavî. Karê sereke û
tenê yê ya – yê ve ew e ku ew herdu
amûrên arzû(possissive ponoun) ne, û nîşana arzûya fîzîkî û madî ne.
Li
taliyê ez doza lêborînê ji we dikim heke min şaşî û çewtî kiribin.
Çimkî li dawî, armanca me gişkan serrastkirin û palînkirina zimanê
kurdî ji şaşî û çewtiyên rêzimanî ye, û bê hewldan û hin caran
serkeftin û hin caran binkeftin, em ê nikaribin bigihêjin armanca xwe.
Mihemed Elî, Efrin
[email protected]
-----------------------------------------------------------------
li vir mamoste Reşo
zîlan bi vî şêweyî dinivîse keçika ciwan ku ew ligel
rûniştibû hevkara wî ye. Bi baweriya min, heke rengdêr di
navbera Ku û navdêr de hebe, gerek em a
berî ku binivîsin, heya ku bi xwe jî
relative pronoun e, lê dema rengdêr dikeve nav navdêr û ku
ve, wan ji hev bi dûr dixe, û rê û berge dide şaşî û gongiyê.
|