Mamoste Mihemed Elî
[email protected]
“Teqez, mar bibe
ango bizewice, heke hevjîna te baş be tu yê dilşad û kêfxweş bî, lê
heke ne baş be tu yê bi bîrnas bî”
Socrates
(469 BZ-399 BZ) Bîrnasekî Grêkî ye
Marbûn (zewacî)
Marbûn qonaxek pir
girîng ji qonaxên jiyana mirov e, ew wek pir fêr û kevneşopiyên gelêrî,
xwedî ged û şanên taybet e. Li seranserî cîhanê pêvajoya marbûnê
pêvajoyeke girîng û birûmet e, her miletek li gor şexsiyet û
taybetmendiyên xwe hewayên marbûnê pêk tîne, lê îro û bi pêşketina
jiyana mirovantiyê di bin saya bicîhanbûnê de, diyardeya marbûnê hedî
hêdî tê guhertin, her çend ku navok û çemikên resen jî mabin; lê şêwaz
û grûvên marbûnê roj bi roj ji dab û bingehên xwe ên resen bi dûr
dikevin.
Sirûştî ye, ji ber
ku Kurd beşek ji beşên va cîhana guherbar e, ku pêşketin û werarbûn di
şêwaz û dabên wan ên zewaciyê de jî çê bibin.
Armanca min a sereke
ew e, ku ez di warê marbûnê de bi firehî li ser civaka Kurdî bisekinim
û hemû aliyên vê diyardeyê bi hûrbînî binexşînim, lê mixabin ji ber
tunebûna demê, û zehmetiya gihîştina hemû herêm û deverên Kurdan, min
pêwîst dît ku ez tenê li ser herêma xwe, herêma Efrînê bisekinim,
belkî ji pêre derfet û îmkan çê bibe ku ez herim û li nav herêmên din
ên Kurdan bigerim û rû bi rû bi vê diyardeyê re danûstandinê bikim,
çimkî bi rastî, fêr û dabên zewaciyê li nav Kurdan pir rengîn,
dewlemend û ciyawaz û têvel in, û ji ber dewlemendiya dîmenên folklorî
bandora vê dewlemendiyê li diyardeya marbûnê jî bûye.
Qonaxa yekemîn di
pêvajoya zewaciyê de, hevnaskirin û hevgihîştina keç û xortan e, ev
pêvajo jî bi giştî piştî ku keç û xort digihînin, ango derûn û laşê
wan ji alî cinsî ve temam dibe dest pê dike. Piştî vê qonaxê keçik
dibe xortekî di pindarê xwe de nîgaş bike û li siwarê xewnên xwe
bigere, her wisa jî, xort der barî keçikê diponije û dikeve vê qonaxê.
Piştî qonaxa
gihîştinê, hevdîtin û hevnaskirin çêdibe, berevajî hemû civakên
rojhilata navîn, nemaza ên Îslamî, hevdîtin û hevnaskirina keç û
xortan di civaka me Kurdan de ne qedexe ye, belê ev diyarde di civaka
me de ne tiştekî nivar e, ji berê û pêş de keç û xortên Kurdan tevle
hev dibin, û wek em di folklorê kurdî de dibînin, ev hevdîtin û
tevlehevbûn, afirînerê pir dasatn û bûyerên evînî ên navdar e, ango ne
ji azadiya hevdîtin û hevnaskirinê be, dê dastanên evînî ên wek Mem û
Zînê, Siybend û Xecê û Eyşa Îbê derneketina holê.
Cureyên zewaciyê,
hevdîtin û hevnaskirinê.
Wek min di destpêkê
de gotiye, tu şop û astengî li pêş hevdîtina zayendê nêr û mê de di
civaka Kurdan de nîn in, belê ji ber ku civaka Efrînê jî beşek ji
civaka Kurdî ye, ew ji vî alî de ne awarte ye. Li her cihekî û di her
demekê de hevdîtina xort û keçan çê dibe, ji serdanên navxweyî, kar û
xebatên çolê, lîstikên gelêrî, aheng û şahî û xwendegeh û zanîngehan.
Di van hevdîtinan de, keç û xort bi hev re, dikenin, dipeyivin û
mijarên gengeşiyê vedikin, xwestek û armancên xwe ji hev re pêşkêş
dikin, belê ji van hevdîtinan pir cêwiyên ku hevsazî di raman, vîn û
nêrînên wan ji jiyanê re derdikevin û tûşî hev tên, û bi dubare û
sêbare bûna van hevdîtinan her ku diçe hiş û dilê wan ji hev nêzîk
dibe û di encamê de dilîniyek hevbeş di navbera herduyan de peyda dibe,
ev dilînî jî, pile plie werar dibe ta digihîne hezkirin û evînê. Evîn
jî girêdayî diyaroka evîndaran e, ango evîn di nav xort û keçên cîran
de, di van ên ku diçin palê û di nav xwendevanên xwendegehan û
zanîngehan de çê dibe, heke bi vî şêweyî keç û xort bigihînin hev û ji
hev hez bikin, û pêre biryarê bidin ku ew ê jiyana xwe ya mayî ligel
bidomînin, dê ji wan re bêjin ku ew li ser evînê zewicî ne. lê mixabin,
ev yek ne tim li gor daxwaza wan bi serî dibe, pir şop û astengî dibe
derkevin pêş wan, wek nerazîbûna xwendanên keçikê, an jî rola ku fesad
û xêrnexwaz dilîzin û pir caran dibe sedema negihîştina du dilan,
ligel ku berê qedera û çarnivîsa keçikan bi şêweyekî tundtir di destê
bavên wan de bû, digel ku evîniyek rast û paqij di nav keçikên wan û
xortên gund de çêdibû, lê dilsarî, kînî û rikberiya ku di nav xwedanên
xort û keçan de hebû pir caran dibû sebeba ev helwestê neyênî ji alî
bavên keçikan de, li kêlek xelkê asan û reben, zewaciya navbera axe û
dewlemendên Efrînê jî hebû, digel ku tiştekî pir awarte ji bilî xemil,
zêr û terzên avend û torin ku di roja dawetê de di zewaciya axe û
dewlemendian peyda dibû, lê wek dibêjin evîn diyarok û dewlemendiyan
nas nake, ango çiqas axeyan hewl dida ku çîna xwe di ser xelkê asan re
bigirta, lê dilînî û evîna keçikên wan ev dîwarê tund û hişk dişikand,
ji bextreşiyan axan re, piraniyên wan dilê keçikên wan diketin ew
kesên ku li cem axeyan wek devecî, cotkar û rêncber dixebitîn, çimkî
yekmîn kesên ku keçikên axeyan li pêş xwe piştî gihîştinê didîtin, ew
karkirên ku li cem axeyan dixebitîn bûn, û berevajî mêrên axe û
torinan, ên hertim di delalî û nazikiyê de mezin dibûn, sîma û laşeyê
wan bala keçikan wek sîma û laşeyê karkirên axeyan nedikişandin, bi
giştî kelex û laşeyên van karkiran baldiz bûn, ew zend û mil qalin,
sîng pand û dest girs û pîç qalin bûn, belê yekemîn tiştê ku bala
keçikê piştî gihîştinê dikşînin ev in, çimkî wexta keçik cara yekemîn
bi xort difikire ew paldêr û xwesteka xwe a zayendî dişopîne. Lê
mixabin piraniya eger em nebêjin hemû bûyerên evînî di navbera keçikên
axe û dewlemendan de ji aliyekî û ew kesên ku li cem bavên wan
dixebitîn bi şêweyekî pir hovane û dilêş dihatin pelixandin, ango ji
bo axe û dewlemand ji ya xwe danekevin û li gor baweriya wan çîn û
qata xwe nehermînin, wan çi ji dest dihat dikirin bo zewaciya keçikên
wan bi van mêrên reben re ne pêkan ba, û di encamê de xweştirîn
bûyerên evînî bi xwîn û xirarê bi dawî dibûn, hem keçik û hem jî
dildarê wê dihatin kuştin, û li herêma Efrînê hema her malbeteke axan
an jî dewlemendan, çîrokek xwe bi vê yekî re heye, û bûyera evîna
keçika axeyê gundê Qitmê, Zekiye û deveciyê bavê wê a ku bi saz û
kilam hatiye bercestekirin, wêneya tev berbiçav di vê warî de ye.
Îro piştî rabûna pir
dab û kevneşopiyên neyênî, û peydabûna azadiyê bi radeyek ne tevahî û
teqez, Radeyeke ne kêm ji xortên Efrînê rêya evînê ji bo zewaciyê
hevyaz dikin. Lê ta ciwan ji girêkên dab û kevneşopiyên kevn ên neyênî
rizgar bûn, ew di korta astengî û zehmetiyên aborî wer bûne, herçend
berê astengî û nedadî (ne-edalet) heba jî, lê temenê zewaciyê ewqas
wek îro bi derengî nediket, û ez ê di rûpelên pêşî de şîrove bikim,
çima zewacî di temenekî biçûk de çê dibû. Îro bi guhertina rewşa aborî
û pêşketina terzên jiyana mirov, ciwan bêgav dimînin, ku zewaciya xwe
bi paş bixin ta ew pêdiviyên ku bê wan zewaciya îro nabe, dabîn bikin.
Li rex zewaciya ser
evînê, cureyekî din ê zewaciyê heye ku jê re dibêjin, zewaciya klasîk.
Di hevnaskirina xort û keçan de, teşe û girûvên cureyê klasîk pir
fermî û tund in, ango keçik nikarin bi serbestî bi xortan re bidin û
bistînin, lê hevnaskirina wan bi rêya xwedanên wan çê dibe, bi ya min
ji terz û teşeyê vî cureyî em têdigêhin ku ev fêr û adet ne Kurdî ye,
lê ji nav cîranên Kurdan têperî nav civaka Kurdî bûye, û em karin
bêjin ku Kurdên vî teşeyî dişopînin ketine bin bandora îslametiyê;
rastî ku piraniya kurdên Efrînê misliman tên jimartin, lê di mijarên
civakî de bandora rewatiya îslametiyê pir bi sînor e, û ew kesên ku
ketine bin bandora vê rewatiyê(şeri’a) jî li ser pîçên destan tên
jimartin, û heya ew jî ne teqez bi vê rewatiyê digirin.
Di zewaciya klasîk
de, xort û nemaze piraniyên wan ên ku yan bi temen mezin bûne yan jî
evîna wan binkeftî bû û yan jî wek min gotiye xwe dispêrin rewatiya
îslametiyê, dê ji dayîkên xwe re bibêjin ew dixwazin bizewicin û bila
ji wan re li keçikekê bigere.
Di vir de dayîka ku
xwe dispêre heval, xizm û nasên xwe, dest bi lêgerînê dike, û her ku
jê re gotin filanî keçikeke xwe heye, ew ê biçe wê bibîne û pêre li
hal û kutukê mala wan bipirse, ji ber ku nêrîna yekemîn di vê zewaciyê
de ya dayîka xort e, heke wê keçik dît û pê qayîl bû û eciband, dê rê
ji kurê xwe re pêşdûz bike bû ew jî biçe û keçikê bibîne, ev jî wexta
ku mala xort xeberê ji mala keçikê re dişînin û soz û jivanekê ji wan
dibin ku xortê wan dê bê û keçika wan bibîne. Hêjayî gotinê ye ku
hemû xortên di evîna xwe ya yekemîn de bi bin dikevin, xwe dispêrin vê
zewaciyê û pir giraniyê didin ser meselya navê malbeta keçika ku nû
dixwazin, em karin bêjin ku ev bertekek, reaksioyanek, derûnî ye bo
xort bahaneyê ji binkeftina xwe re bibîne, û wek ku bawer dike dê tola
xwe ji keçika ku vê re ne gihîştiye serî vede, ango ew ê li keçikekê
bigere ku ji dîlbera xwe ya yekemîn xweşiktir û dewlemendtir û
diyaroka xwe ya civakî bilindtir be.
Li mala keçikê, xort
dê rû bi rû bi keçikê re rûne, dê bi hev re biaxifin û hinek pirs jî
ji hevdu bikin, pêre serdana wan kuta dibe, û her kes dê paşê xeberê
bide ê din, ango dibe xort bi keçikê qayîl bide an jî na, û her wisa
keçik jî dê biryara xwe bide,(belê heke bavê wê guh dide nêrîn û
rayê wê).
Piştî ku xeberê ji hev re bişînin û heke razîbûn û
pejirandin ji herdu aliyan ve çêbû, xwedanên xort dê carik din biçin,
bo barê xwe nîşan bikin, û bavê keçikê jî daxwaz û mercên xwe pêşkêşî
wan bike. Hêjayî gotinê ye, ku meseleya bav keçikên xwe bi darê zorê
bidin mêran li herêma Efrînê pir kêm bûye, lê mixabin, hezkirina
diravan, sîma û dîmenên derew, rolekî pir neyênî di zewaciya klasîk de
dilîzin.
Li rex van herdu
cureyên zewaciyê, li Efrînê cureyekî sêyem heye jê re dibêjin
bihevguhertin, lê bihevguhertin hema hema ji nav xelkê
Efrînê rabûye, ji ber ku ev cureya encamên pir neyênî derdixe holê,
lewma xelk hevguhertinê hevyaz nake, û vaye sedema ku xelk xwe ji
hevguhertinê dide alî, bingeha bihevguhertinê ew e ku du mal keçikên
xwe bi hev diguhêrin, ango her malek keçika mala din ji kurê xwe re
tîne, lê pir caran dibe yek ji van herdu keçikên ku bi hev hatine
guhertin, hevsazî di navbera wê û mêrê wê de tune be, û li mêrê xwe
neke û di encamê de bê berdan, akam û netîceya vê berdanê dilsarî û
dijmantiya ku di nav herdu malan de peyda dibê ye, dilgel ku dibe
keçika din pir ji mêrê xwe hez bike û hevsazî di navbera wan de hebe
jî, vêça dema ku aliyek tê berdan xwedanên keçika berdayî dê zext û
pestê bidin ser kurê xwe ku ew jî keçika mala din berde û dilê wan
bişewtîne, û di encamê de jiyana miroveke bêguneh dê li ber pevçûn,
kîn û rika di navbera xwedanan de bê herimandin. Bi rastî ev cureyê
zewaciyê pir ji nirx û diyaroka jinên Kurd bi giştî û ên Efrînê bi
taybetî kêm dike, berî her tiştî, li jinan wek aman û tiştên ku tên
kirîn û firotin tê nihêrîn, ango piraniya keçikan bê nêrîn û rayê wan
wek balgî, text û sekreton, tên bazar kirin, pêre jiyana herdu jinan
dê girêdayî hev bin û di destê nîr, hoker û kêf û jihevraziya xwedanên
wan de bin, wek nimûne pir jinên bihevguhertî piştî bîst salên
zewaciyê ji mêrên xwe hatine berdan, ne ji ber tiştî, lê ji ber ku
hevala xwe a ku pê hatibû guhertin hatiye berdan, ango yek bi yekê
ye!.
Pêdengkirin,
xwazgînî
Di herdu cureyên
zewaciyê ên êvîniyê û klasîk de, piştî qonaxa hevnaskirinê û
hevecibandinê, xwedanên xort dê serdana mala xwedanên keçikê bikin, bo
bi şêweyekî ne rasterê gubîsî xwedanên keçikê bikin ku ew wê ji kurê
xwe re dixwazin. Heke xwedanên xort bersiv û nîşaneke erênî ji
xwedanên keçikê werbigrin, hingê dê ji wan re bêjin,” mineteke me ji
we heye, an jî em ji we rica dikin”, ev jî tê wateya ku ew keçika wan
ji kurê xwe re dixwazin, xwedanên keçikê dê bersivê bidin û bêjin,
berg û derfetê bidin me ku em bi hev û bi keçika xwe bişêwirin, û em ê
di demeke kin de bersiva xwe ya dawî ji we re bişînin.
Dema ku bi rahatî
xwedanên keçikê piştî wê bersiva xwe didin ji hefteyekê heya deh rojan
e. Di derfeta ku xwedanên keçikê ji xwedanên xort xwastibûn, û heke ew
razî bin, û keçika wan jî razî be, ew ê biçin û li mala xort bipirsin,
ango navê vê malbetê, rewşa wan ya aborî û ya civakî çawa ye, gelo tu
arîşe, pirsgirêk û pevçûnên wan bi xelkê re hene lê na?, ma xortê wan
çawa ye, navê xwe li nav xelkê çawa ye, gelo çûndin û hatinên xwe hene
lê na, gelo ew dixebike, ew çiqasî ji xebatê xwe qezenc dike ..hwd.
Piştî ku malbeta
keçikê lêpirsînek hûrbînî der barî xort û mala wî kir, li gor nêrîn û
agahiyên ku xelkê ji wan re hewaldane, û piştî wergirtina bersiva dawî
ji keçika xwe ku ew bi xort qayîl dibe lê na, xwedanên keçikê dê
helwestê xwe ji malbeta xort re bişînin, heke bersiva wan neyênî be,
dê ji malbeta xort re bêjin, me bibexşînin, qismet tune ye, û em hêvî
dikin ku hûn xwesteka xwe li cem hinek din bibînin; lê heke bersiva
mala keçikê erênî be, dê xeberekê ji mala xort re bişînin û bêjin ew
pir dilşad û kêfxweş in, ku keçika xwe bidin kurê wan.
Pêre xwedanên xort
dê jivanek nû ji mala keçikê biştînin bo biçin û qelenê xwe bibirin.
Bo bibîranîn, ev tiştên min li jor gotine, li ser malbeta ku keçika
xwe bi darê zorê dide mêr û zewaciya bihevguhertinê nameşin.
Qelen birîn
Piştî mala xort
bersiveke erênî ji mala keçikê wedigrin, ew xwe ji çûndina qelenbirînê
re hazir û amede dikin. Pevajoya qelenbirînê em karin bişibînin
bazareke kirînê, her yek dixwaze havil û berjewendiyên xwe tê de
biserxîne. Di vê qonaxê de bavê xort dê çi ji dest bê bike ta nirxê
qelen nizim û erzantir bike, lewre, ew hewl dide ku çend mirovên
biqedir û rêzdar bi xwe re bibe, belkî di saya qedir û diyaroka wan
de, bavê keçikê ji feybûnan re nirxê qelen daxîne. Her wiha bavê xort
tev ew kesên rêzdar diçin mala bavê keçikê û li wir rûniştina
qelenbirînê dest pê dike. Di pê xwarin û vexwarinê re, bavê xort an jî
yek ji ew kesên rêzdar dê dêng li bavê keçikê bike û bêje” ka bêdera
xwe ji me re bêlî bike”, ango daxwazên wî çi ne?. Li vir, heke bavê
keçikê daxwazên xwe berê amede kiribin û naxwaze bazarê li ser wan
bike, dê daxwazên xwe bi şêweyekê nivîskî pêşkêşî bavê xort bike, heke
wisa be, bavê xort dê têbigêhe ku bavê keçikê ne amede ye bazarê û
gengeşiyê bike, ango bazar li ser tiştên ku dixwaze ne pêkan e. Bavê
keçikê kaxizê dixe beriya xwe bo paşê li mal ligel malbeta xwe
daxwazên mala keçikê bixwînin.
Lê heke bavê keçikê
daxwazên xwe bi şêweyekî devkî pêşkêş mêvanên xwe bike, bazar û
gengeşî li ser nirxê qelen gengaz û pêkan e, di vir de rola ew kesên
ku ligel bavê xort hatine derdikeve holê. Dibe daxwazên bavê keçikê
barekî giran bixe ser milên bavê xort, hingê yek ji ên rêzdar dê dengê
xwe bike û bêje, “na keko, filan tişt giran e, filan daxwaz hinekî
girantir e, bila filan tişt tune be, û bila filan daxwaz jî hinek
siviktir be”. Wek nimûne, dibe bavê keçikê, der barî zêran deh tek
bazin dixwaze, yek ji ên rêzdar dê bêje, na, deh pir in, bila pênc
bin. Armanca wan rêzdaran ku her bavê keçikê tiştek an jî daxwazek
pêşkêş kir, ew destên xwe têwer bidin û hinekî ji nirxê daxwaza wî kêm
bikin. Ez bi xwe li qelenbirîna birayê xwe rûniştî bûm, cara yekemîn
bavê keçikê dused hezar dirav xwestin, lê ew çar pêç rêzdarên ku bi
bavê min re çûbûn, yekî ji vir û ê din ji wir, heqê qelen gihandin
heftê û pênc hezaran.
Di qelenbirînê de
pir caran, têkçûn jî çêdibe, nemaze dema ku bavê keçikê serê xwe hişk
dike û bavê xort jî ji helwestê xwe danekeve, û hin caran jî gotin
derdikevin û dibin qerf û henek, wek carekê di qelenbirîna mirovekî
Efrînî rûniştibûn, rabû her rêzdarekî ji bavê keçikê xwast ku deh
hezaran ji bo qedra wî kêm bike, lê bavê keçikê pir tengezar bû got,
bas e law, çi deh hezar li vir û deh hezar ji bo te û deh ji bo wî,
min xwîna dilê xwe daye keçika xwe, min bi deh hezaran tenê piyazên
xwarinê jê wê re kirîne.
Daxwazên sereke ên
ku di qelenbirînê de tên pêşkêş kirin, ew in, zêr, cil, hûremûrên mal
û diravên next. Bo mirov rastiyê bêje û neheqiyan neke, şerê ûm û
keda bavê keçikê ji bo qelenê wê buha bike, ne ji bo wan diravan bixe
beriyên xwe, lê ew pir caran qasî wan jî dike ser û ji keçika re xwe
hemû pêdiviyan dikire.
Îro bi pêşketin û
werarbûna rewşa civakî û aborî, pir daxwaz û xwestekên xwedanên
keçikan hatine guhertin, ango berê qelenê keçikê bi giştî, wek min
gotiye, zîvareke zêr, hin cil û sandiqek bû, ev sandiq jî li şûn
sekretona îro bû, û berê qalkirina hewşa taybet tiştekî şerm bû û qet
ne gengaz bû. Lê mixabin, îro ji merc û şertên sereke ên dandina
keçikan, hewşa taybet e, ango xwedanên keçikê niha berî ku li tiştekî
din bipirsin, li hewşa taybet dipirsin, û ji destpêkê de heke hewş
hebe dê gengeşî û bazara xwe bidomînin; lê heke hewş tune be, teqez,
qismet jî tune ye, hîn pir caran mala keçikê barê çiyayekî li pişta
mala xort dikin, ango ji bilî hewşa taybet dibe nivartir (moderntir)
amanên vî serdemî ji keçika wan re bê kirîn.
Şerbet û Şîranî
Piştî mala xort û
keçikê li ser heqê qelen li hev dikin, xwedanên xort dê xwe ji ahenga
qulpikvêxistinê re hazir û amede bikin, di vê ahengê de xort dê bi
şêweyekî fermî qulpikê bixe pîça keçikê û girêdana xwe bi wê ve zagonî
bike, ji vê boneyê re şerbet an jî şîranî tê gotin.
Berî ahenga şerbetê
bi çend rojan xwedanên xort dê hinek dirav ji heqê qelenê keçikê ji
bavê wê re bişînin bo ew ji keçika xwe re hûremûran bikire, qulpika ku
xort û keçikê bi hev dixin, her kes ji yê din re dikire, ango keçik
qulpika xort dikire û her wisa jî xort qulpika keçikê dikire.
Ahenga şerbetê an jî
nîşankirinê dîmeneke pir biçûk ji ahenga dawetê ye, dibe tenê xwedanên
xort û keçikê beşdarî vê şahiyê bibin; lê hin caran beşdarbûna şahiyê
firehtir dibe, ango herdu malên xort û keçikê heval, nas û xizmên xwe
vedixwînin şahiyê. Bi rahatî aheng li mala bavê keçikê çêdibe, lê di
van demên dawî de aheng bi şêweyekî firehtir çêdibe ta mirov wê ji ser
ahenga dawet û zemawendê dernaxe û cuda nake.
Ligel şahî, govend,
mûzîk û dîlanê, di ahenga şerbetê de xwarin û vexwarin jî tê pêşkêş
kirin, belê di nîvê şahiyê de hemû mûzîk û dîlan radiweste û hewaya
qulpikvêxistê dest pê dike, li vir bi kombûna xwedanên xort û keçikê,
herdu dê bi şêweyekî dilşad qulpikên xwe bi hev bixin, û li kêlek wan
dengê lîlînan berz û bilind dibe, piştî qulpikvêxistinê xizm û nasên
xort û keçikê jî dê bên û her yek dê diyariyekê pêşkêşî keçikê bike,
ev diyarî li gor rewşa wan a aborî ye, ango ewê ku ji dest tê der ji
keçikê re bazinekî yan jî guhar û gerdenan tîne, û ew kesên ku halê
wan tenik e, dê bi kêmasî hinek dirav bidin keçikê, belê di diyariyên
nas û xizman de ew dixwazin ji xort û keçikê re xuya bikin ew dixwazin
alîkariya wan bikin a pêzewarî(madî) û arîşanî û maneyî bikin.
piştî xort û keçikê
qulpikan bi hev dixin û nas û xizmên wan jî diyariyên xwe bi ji wan re
pêşkêş dikin, aheng ji nûve bi mûzîk û dîlanê berdewam dibe, di
navrêza ahengê de xwarin û vexwarin jî tê pêşkêş kirin û her wiha
aheng heya katjimêreke dereng piştî nîvê şevê didome.
Ev dîmena ku min li
jor nîgaş kiriye, hinekî nûjen e, û belê cudayetî di navbera şerbeta
îro û a berê li herêma Efrînê pir e, wek nimûne, berê xort û keçikan
qulpik bi hevdu nedixistin, piştî xwedanên xort keçik ji lawê xwe re
dixwastin û bavê keçikê razî dibû, soz û gotina devkî ya bavê keçikê
li şûn qulpikê bû, û bi giştî berê heyama destgirtiyê pir kin bû, ango
piştî keçik dihat xwastin bi demeke kurt, ew diçû mala mêrê xwe, lê ev
nayê wateya ku pir xort û keçik bi salan bi hev re bidestgirtî nediman,
pir nimûne li Efrînê hene ku xort û keçikê bi salan bidestgirtî diman,
ango hin hebûn heya deh salan diman.
piştî
qulpikvêxistinê, xort an jî em niha karin bêjin destgirtî karê bi
şêweyekî serbestir biçe serdana desgirtiya xwe û wê bibîne, di her
çûndinekê de xort bi xwe re diyariyekê ji destgirtiya xwe re dibe, û
pir caran diravan jî dide wê bo ji xwe re hûremûran bikire, belê ev
dirav jî derveyî heqê qelen in. Bi rahatî destgirtî her hefteyekê an
jî deh rojan carekê diçe serdana destgirtiya xwe, belê ev rêbaz li ser
ew kesên bi teşeyekî kilasîk bi destgirtî bûne dimeşe, di rewşa van
de, xwedanên keçikê sînoran ji hevdîtinên keçika wan û destgirtê wê re
dîdinin, ev jî ji paşverûya hin malbetan tê; berevajî wan, ew kesên ku
li ser evînê bi destgirtî bûne, bi awayekî azatir û rizgartir hevdu
dibînin û dîdaran çûdikin, çimkî bi giştî ew yan hevkar in, û yan jî
xwendekarên dibistan û zanîngehan e, û derfeta ku ew hevdu li derve
bibînin firehtir e; lê ev nayê wateya ku destgirtiyên evînê serdanên
fermî ên mala keçikê nakin, berevajî ew diçin û wek destgirtiyên
kilasîk diyarî û diravan jî ji hev re dibin.
Qonaxa destgirtiyê
qonaxeke pir girîng e bo keç û xort hevdu baş binasin, di vê qonaxê de
ew hevdu ji nêzîk ve dinasin û rewişt, fêr û kesayetiya hevdu kûr
vedikolin; lê di vê qonaxê de pir caran têkilî û peywendiya herduyan
têk jî diçe, belê pir sedem ji vê yekê re hene, dibe wan ji hevdu baş
fêm nekir, an jî hinek nakokiyên biçûk ji ber serhişkiya wan mezin bûn
û bûn sedema binkeftina têkiliya wan, hin caran dilsariya di nav herdu
mala de dibe sedema jihevdûrketina herdu destgirtiyan, ligel rola
fesad serseriyan. Wê çaxê dibêjin qelenê wan xire bû, belê lekeya ku
bi navê keçik û xort ve dikeve, ku filan bidestgirtî bû û paşê karê
wan xire bû, ziyanê hem digihîne keçikê û hem jî xort, û ew kesên ku
bi destgirtî bûne û berdane, pir zehmetiyan dibînin, dema ku dixwazin
carik din bidesgirtî bibin, mixabin, wexta ku du mal keç û xortê wan
qelenê xwe xire dibe dibin dijminên hev û rikberî û neyarî dikeve
navbera herdu malan û bi salan berdewam dike.
Berê
jihevbidûrketina du destgirtiyan pir kêm û bisînor bû; lê mixabin di
van bîst salên dawî de, ev diyarde her ku diçe firehtir dibe, û heke
mirov li sedemên birîna têkiliyên destgirtiyan binihêre, dê bibîne ku
girifta aborî, têperîna fêr û dabên Ereban û bandorên neyênî yên
bicîhanbûnê( globalization) rolekî sereke di vê yekê de dilîzin.
Nexwe, ew kesên
bextewar û bi şinas di qonaxa destgirtiyê de bi ser dikevin û pêre xwe
ji marbûnê re hazir û amede dikin. Hêjayî gotinê ye, ku dema xort û
keçik destgirtî dimînin, ne bisînor û diyar e, lê bi giştî ew ji şeş
mehan heya salekê ye.
Xilat, rihel û têr
Berdewam
dibe…….
|