Mihemed Elî,
Efrîn
[email protected]
Sirûşa vê
nivîsarê ji gotina hevalekî ku qaşo zana û mamoste ye hat. Wî der barê
pirsa min, ku folklor û dabên li gundê xwe hene kom dike lê na, ev
bersiv da
“ Law de bes e
law, Eyb e ji te re, tu çi bi pey van şorên boş û nezaniya kal pîran
ketiye“
Di mercên
danûstandina miletên ku li paş pêvajoya şaristaniya nivar mane de, û
di mercên jiyana nerêkûpêk a ku ew tê de dijîn de, ev milet mîna
danûstandina xwe a geremolî û ne liserhev, çemk û têgeyan jî çewt ji
vê şaristaniyê digirin û bi teşeyekî heytûhot dinavînim. Kurd jî, ger
em çiqas bahane, basîn û rondikan derpêş bikin, yek ji van miletên ku
wisa vedilukumin û çemk û hilberîna vê şaristaniyê berevajî li laşê
xwe dikin, û li dawiyê ew ê ku der dide kurdayetî ye, kurdayetiya îro
di bin nîrine awarte û bivbar de dijî, ji ber ku hemû neyarên wê li
hev kirine ku tune bikin, lê çawa bibe û law û keçên wê kêra xwe di
pişta dayîka xwe de venin!!
Yek ji çemkên ku
kurd bi çewtî dinavînin û dihêlin ev navandin xaliyê li serê wan bike,
çemkê “Zana û Nezan e“.
Mixabin îro di civaka me Kurdan de ev çemk wisa bi çewtî tê
bikaranîn ku gihîştiye radeyekê mirov vê re mat û ecêb dimîne. Îro
nezan xwe zana dibînim û zana jî nezan tên hijmartin!! Em giş dizanim
ku ji ber sedemên dîrok, ramyarî, xaknîgarî û metîngerî, gelê Kurd
ketiye wisa nîrine ku ji şaristaniya nivar ve dûr û bêpar manye. Lê
heke em li dîroka Gelê kurd vegerin û rastiya wî binasin, em ê aşkere
bibînin ku ew gelekî tu caran ji zanîn û şaristaniyê ne dûr bûye. Wek
min di destpêkê de jî aniye ziman ku em giş di serdema nivar de çemk û
îdiyoman çewt bi kar tînin ji ber ku em jiyaneke çewt û bi hişekî çewt
tevdigerin.
Îro di nav
me Kurdan de du çîn derdikevin pêşberî me, yek jê re dibêjin zana û
rewşenbîr (ewên ji dezgehên hînbûnê yên serdestan derdiçin) û a din jî
wek nezan tê binavkirin( ewên ku tu xwendina fermî bidest nexistine).
Ez bixwe li dijî vê navandinê me, ya baş em bêjin “xwendevan û
nexwendevan“ çimkî tew ne merc e ku çemka zanînê bi dibistan û
zanîngehan ve bê girêdan. Jixwe her mirovekî hişmend û ponîjbar zana
ye, lê me zimanê xwe wisa teng kiriye ku em nezan û bêhiş dikin heman
keştiyê, ev jî tew nabe, hem ji bo rûmeta mirovahiyê û hem jî ji bo
nirxa mirovê Kurd. Di Îngilîzî de wek mînak ji ew kesê ku dikare
biponije re intelligent tê gotin, û ew kesê ku xwendevan û zana
ye, jê re intellectual tê gotin an literate û
illeterate. Mebesta min ew e ku em çemk û navandinên xwe sererast
bikin, çimkî bêyî em pirsgirêkê dirust bi nav bikin, dê tew ne pêkan
be ku em wê çareser bikin, ne wisa ya?
Ka em ji
kesên xwendevan re zana û xwendebar bêjin û ew kesên ku qaşo me
gotiye nezan in, nexwendebar bêjin. Lê ev yek pirsgirêkê çareser nake,
çima? Çimkî divêt em têkevin nav her du bêjeyan û rêşiyên wan jî
derxînin, ka em zanibin xwendebar ta çi radeyê zana an jî nezana ye û
nexwedebar ta çi radeyê zana û nezana e?
Em herin
gundekî nenîşankirî ji gundên Kurdan û du nimûneyan derxînin û ezmûna
xwe li ser van du nimûneyan çêkin. Regezê yekemîn ciwanekî zanîngeh
kuta kiriye û bûye mamoste, ji vî camêrî re-li gorî têgeya îroyîn ku
di nav civaka me de belav bûye- Zana tê gotin! Em ê hîmên pîvana
zanîna vî camêrî li gorî civaka xwe damezirînin, tew têkiliya me bi
derve re nîn e, çimkî dema ew zana tê hijmartin ew li ser civaka xwe
zana tê navandin ne li ser ya derve, jixwe min gotiye civaka me kurdan
bûye du çîn, ango gotina me li ser kurdan e. Ev camêr pênûsê baş bi
kar tîne, kaxizan baş dixwîne, lê pênûs û kaxiza xwe biyanî ne, çimkî
pênûsa xwe yan bi Erebî û yan jî bi Farisî û Tirkî digere û kaxiza xwe
wî di heman gunehî de ye, nexwe, vî mamosteyî hîmek wenda kir, ew jî
zimanê Kurdî ye, tew nebêjin, ew bi kurdî dizane, na ew bi Kurdiya
qelpkirî dizane, kurdiya wî ne rasterast e, ew hevok û gotinan di serê
xwe di bi Erebî, Tirkî û Farisî dihûne û li dawiyê li tevneke ku qaşo
kurdî bar dike, û di encamê de Kurdiyeke şikestî û seqet, bêjeyine xar
û şermok derdikevin. Hîmê duyemîn, zanîna gelêrî ye, ku bingeha zanînê
di rewîşta mirov de diafirîne, zana û mamosteyê me teqez di vê xalê de
jî têk diçe, ew tiştekî ji vê zanîna gelêrî nizane ji ber ku ew tew bi
zimanê gelêrî naramine, ew çîrok, metelok, pend û şîretan tew nizane,
ew heke têkeve mijarekê nikare metelokekê, biwêjekê an jî bûyereke
gelêrî wek hêmanekî alîkar di dengeşiya xwe de bi kar bîne. Di qada
cot û çandinê de ew tew biyan e, jixwe li bajaran xwendin derbas
kiriye û bi salan ji van hewayan bi dûr ketiye, ew cilên gelêrî li xwe
nake, nizane tevgera xwezayê çawa dimeşe, dar kengî tên çandin, rez û
zeytûn kengî bêlî dikin, berkol, pîçik, şiv, pincar û hwd. Ev mirovekî
ku jê re zana tê gotin û neheqiyeke mezin pê li beşeke mezin ji civaka
me dibe, lê ya rast ev mirov tew ne zana ye, rastî ew dixwîne,
dinivîse, lê xwendin û nivîsîn, beşeke pir biçûk ji çemkê zanînê, û
şerm e ku mirov ji bo van du tiştan mîna ewrekî bêbext ku li ser
zeviyekî disekine, ne baranê dibarîne û ne jî dihêle ewrekî din were!
Heke ez vî mamosteyî li gorî pîvanên civaka me bêtir ezmûn bikin, dê
şilf tazî bimîne û pênûs û kaxiza biyan tew nikarin wî û şermikên wî
veşêrin…
Beramaberî
wî em ê kalekî an jî pîrekê bidin ber pîvanên zanînê ka ew ta çi astê
zana tê dîtin? Kal û pîr berî her tiştî bi zimanekî rewan û sax
dipeyivin, ew tew zimanê xwe li zimanekî din bar nakin, ew gengeşiyên
xwe, çiqas kin bin jî, bi dehan biwêj, metelok û bûyerên mînak
dadigirin, kal keyayê cot, çandin, borîna demslan bi kitekitî ye,
kengî av di daran digere, kengî dema çandina şitl û birîna zeytûn û
rezan e, kengî berkol, berbêr û kurm û hwd. Pîr xatûna teşî, rîs, cil,
miştik ûrzelk, hevalok, çîrok… Kal û pîr afrînerên regezine nû di
jiyana me de ne, çîrok û salixên wan jiyana me nû dikin, rabirdûya me
radixin ber çavan û hêza pêşerojê didin me, ema mamosteyê mebest çi
dike??
Hûn dê
bêjin ev mirov nîr û rewşa aborî û ramyarî nake bala xwe. Tew ne rast
e, ez bi van hemû tiştan ponijîm û piştre min dest avête pênûsê ku ez
vê gotara şermok binivîsim, jixwe ez jî mamoste me û ez tew ne dorî
mînaka jor im, û vê rewşa han û neheqiya ku em li ewên ku xwedîgirav
‘nezan’ in dikin, bûye sedema vê nivîsarê, belkî em hinekî mafê wan
lehengan bidinê û gunehê xwe sivik bikim. Çimkî bi rastî tiştekî seyr
û bêgane ye ku em wisa neheqiyan li van camêran bikin, ên ne ji wan
bûye em dê îro ne zana û ne jî nazan, tune bûna. Lewre bese em çemk û
îdiyomên şaş û nemirovane bi kar tînin û bi ser rindiya wan bav û
bapîrên xwe de hinekî tiseyî û kêmasiyê li wan bikin…
Hêvîdar im
em çemk û danasînên xwe baş sorax bikin berî ku em li xwe digirin û di
jiyana xwe de dikin rêbaz, çimkî alavên şaş kujerên xwediyên xwe ne, û
em Kurd îro bêtirî her kêlîkê pêdiviya me bi ponijîna rast û resen
heye, nexwe, bila em bilyan bin û bi hoya nezaniya xwe regezên
pêşketin û xelasiya xwe nekujin ta sibe bê û zarokên me li ser van
çewtiyan mezin nebin û rêya xelasiya xwe wek tiştekî kewden, kevin û
bênirx nebînin. Heke em îro kal û pîrên xwe mînak ji nezanî û
paşverûtiyê re dibînin û em zanîna qels û pênûs û kaxizeke miştî jehr
maka zanînê dibînin û pê xwe li serê civaka Kurdî qapan dikin, hezar
rehm û xweşî li tiştekî navê xwe Kurd be…
|