Kêlîka min dît ji wêde de ve bilez û ornî tê, min xwe da aliyekî, lê
çiqas min xwe yal da wê wanyaya bêyom nekir bêyî ku min di ava genî û
şêlû de bigevizîne… hezar heyf û mixab li wan sê mehên min zikê xwe ji
çêniyek goşt û şîvek germ bêpar kiribû bo ez van cilan bikirim. Hefy
li patronê bi xwarina meh û nîvekê, heyf li kurtikê sipî, hefya pêlava
Îtalî a ku min ji nav balê kirîbû, herçend min bi kêmasî lê dinihêrî
jî; lê dîsa xelkê dê bigota law tu dibînî wî kafirî ji kafiran çi
sol xistiya lingên xwe ! .
Ev
bû du sal in ez xwe ji vê rojê re amade dikim, îro ez ê biçûma
xwezgîniya Zozê, îro min ê ji Zozê re dupak bikira ku ez durust im, ez
ne wek ciwanên vê seredma me, fen û fêlan li serê wê dikim. Zoz bû çar
meh in hewl dide jivanekê ji min re bi bavê xwe re bistîne, Zozê di
van du salan de bi dehan xwezgîn red kirine, piraniyên wan xwedî karên
taybet bûn, kes ji wan ne dîlê mêd û xêrkariya dewlêtê bû, rewşa wan a
aborî bi sed carî ji a min baştir bû… kes ji wan li karê xwe neditirsî
bigota ez Kurd im, tu kesî ji wan şevpest û kabûsên ku bi kurdayetiyê
hatiye tawanbarkirin û li perçebûna welêt digere… û ferman bi avêjtina
wî ji kar derketiye, nas ne dikirin.
Zoza delal tim ji min re digot ”digel ku ez dizanim rewşa min a
aborî û jiyana min a rojane dê ligel te bi hezar qatî ji a ligel wan
xirabtir be… lê ji te hez dikim, ez amede me bi te re li ser kulavekî
perspankirî razêm û kevir û axê bikim taştî, firavîn û şîva xwe…
Ez ji te hez dikim, gelo tu wateya
helwesta min dizanî ? ”. Îro ez diçûm vê dilsozê bixwazim, ma ne ji
berê de gotine bixwe bi qinyat bizewice bi kok û binyat, min bi
qinyat xweribû û min ê ev keçika bi kok û binyat jî bikira hevjîna xwe…
Min di rêveçûna xwe de tiştên ku min ê ji bavê Zozê re bigotana didan
ser hev û dubare dikirin, Zozê û bavê wê hişê min bi rê ve dagirtibûn
û ez di rêya xwe re serbest diçûm heya ew wanayaya bêyom û ajokerê ê
bêholman derketin pêşberî min û ez di cihê xwe de tevizandim… xwezî wî
ajokerî bi awirên lixwepoşmambûnê li min mêzebikira, xwazî tev li min
nezivirîba, hingê min ê bigota heywex bi xwedê ew jî wek min bû
gurbanê gendelî û diziya rayedarên dewletê ên ku li şûn rê û kolanan
ezger bikim, qesr û qonaqan ava dikin… hingê min ê bigota bila cilên
min herin dojehê, ma ew li ber ziyana ku gihîştiye wanyaya vî rebenî
çi derdikevin… lê camêrê min bi rûyekî ne liyax ken û bi didanekî
tekane devê ku dişibî şikevta me li gund, geş kir, û benzîn dewisand,
wek çawa Cûlan vegerand yan jî çend nimêjkarên Şîî li mizgefteke
Bexdayê qir kirin û rêya buhiştê dabîn kiribû.
Wek çawa mîza heftarekî mirov ditevzîne, ava ber loqên wê wanyaya
bêyom ez tevizandibûm, û wek çawa Ekraneke mezin an jî dika derşanoyê
li meydanekê danîbin, hemû xelkê kolanê di cihê xwe rawestiyabû û
çavên xwe li ser min çespandibûn… Di wê neliv û tevgera min de, di wê
seqema ku canê min girtibû û li benda kesek bê û bi aveke gerim
bihelîne, fikr û ramanên seyr xwe berdan serê min, ji nişka ve şerê
Îraqê hat bala min, balefirên ku di Adara 2003 an Bexda bombebaran
dikirin, wêneya kuştina serokwezîrên berê ê Lubnanê Rerfîk al Herîrî,
bavê min ê ku berî deh salan miribû, revîna cîgirê Serokê Sûriyê Ebdul
Helîm Xeddam… Tevizîna canê min hinekî domand, solixek tarî hilhat,
îcar ez ji xwe haybûn jî ; lê laşê min hêj nedilivî, Ez ji xwe pirsîm
gelo çima laşê min nalive... piştî hindekê dîsa tarî hilhat û carik
din jî ez ji xwe haybûn, pê re deng û qîrînine seyr û bilind hatin
guhê min, ez hîs bûn laşê min bi tundî dilebite… carik din tariyek
hilhat û vê carê domand, domand, ez li bendê bûn carik din hîs bikim…
lê vê carê ne deng hatin û ne jî ez liviyam, tenê roniyeke lar hat ber
çavên min û di dawiya wê roniyê de Zoz bişirî û got "Oxir Be…"
Mihemed Elî
[email protected]
|