Mihemed Elî,
Efrîn
Xwedê mir!
iştî marbûna bîst
salan, ku tê de tu ocaq û mezel nehîştibûn, û serdana wan nekiribû; û
tu darên pîroz nehîştibûn û paçik pê ve daneliqandibûn, xwedê zarokek
dayê. Bexteweriyê dil û jiyana wê dagirtibû, nizanîbû vî zarokî çawa
bike, hema hişê wê dê vê re bifiriya; lê di heman wextê de metirsiyeke
mezin jî dilê wê dagirtibû û tim ji xwe re digot
- heke xwedê neke
û zaroyê min bimire, ez ê çawa bikim?
- Divêt ez navekî
pîroz li wî bikim, ku mirin newêre berve wî bê...
Her wiha, piştî
kûr diponije û bi mêrê xwe dişêwire, ew herdu biryarê didin navê zarok
bikin Xwedê, çimkî dibînin tiştê ku mirin dê newêribe bervê were, navê
Xwedê ye. Du sê sal derbas dibin û Xwedê mezin dibe, bi mezinbûna wî
re hêvî û dilşadiya xwedanên wî jî mezin dibin, lê hezar mixabin, merezekî
giran bi xwedê dikeve û pê re pir dirêj nake û dimire... Diya Xwedê
wek dîn û bodeleyan bi nav gund dikeve, dibeze cem meleyê gund û jê re
dibêje
- Mele mele,
Xwedê mir Xwedê
Çawa ku mele
dibihîze, ew matmayî dimîne û jê re dibêje
- te çi got, hele
dubare bike!
Wexta mele ji
gotina jinikê dabîn dibe, fîtika xwe davêje erdê, cibeya xwe diçirîne,
hildipere û dibêje
- wey mizgîn li
te, de here ez ê nema ji kesî re nimêj bikim...
Îro ez ê ji
Şeytên re nimêj bikim
Kalemêrekî pêncî
salî ji xwedê re nimêj dikir û di her nimêjeke xwe de lavaj û tika ji
wî dikirn ku fêr û zêdahiyê bi ser de bişîne; lê ew tim pirçî û tazî
bû, deriyê wî jêketî bû, bextê wî xirab bû, û diçû ber kîjan karî têk
diçû ...
Rojekê kalemêr
ji xwe re got
- gelo ev bû pêcî
sal in ez ji xwedê re nimêj dikim, lê wî camêrî tu xêr bi min nekir,
îcar ez ê ji Şeytên re nimêj bikim, de ka ew ê çi bide min...
Her wiha kalê
dest bi nimêja xwe kir
Şeytanûekber,
şeytanûekber....
Piştî kalemêr
nimêja xwe qedand, kete nav nivînê û bi xew ve çû. Di xewê de Şeytan
hate kalê û jê re got
- te çi
dixwast law te bangî min dikir ?
- Ezbenî,
ev bû pêncî sal in, min ji xwedê re nimêj kiriye, lê tu xêr bi min
nekiriye, îcar min berê xwe berve te kiriye, de ka tu yê jî min rûreş
derxînî lê na?
-Te ev
kortika hanê li nîvê hewşê dîtiye, here di binê wê de bênderke zêr
heye, wan derxîne û ji xwe re bibe
Kalê
silimek berda binê bîrê, û rastî komek zêr jî dît, rabû delingên
şelwerê xwe kirin girêk û zêr xistin şelwerê xwe. Li derketinê hêj ew
negihîştiye nîvê silimê, yekî ji jêr ve zeft bi hêlikên wî girtin û
kişandin.
- law min
berde law, te ji min xêre !
lê wî guh
neda kalê û her diçû hêlikên wî zeft dikirin û nedihîşt kal tevbigere,
îcar kalê bangî Şeytên kir û got
- Ezbenî,
ez di bextê te de me, yekî ji jêr ve bi hêlikên min girtiye û mahêle
ez derkevin, gelo ez ê çawa bikim ?
- Law tu
çima bi ser wî de nariyî, birî bila here, ancax wisa dev ji te berde…
-
Pirrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrr, kalemêr bi xwe de rît !
Ew hay bû
di gola gû de maye û kevaniya wî jê re dibêje
- rabe
malxiranebo, çi bi serê te hatiye, te wek çêlikê rêx berdaye…
Kalemêr di
dilê xwe de got
- Heywex,
rastî xwedê di pêcî salî de tişt neda min, lê nehîşt ez tu caran birîm
jî, vî kafirî bi nimêjekê re hîşt ez
rêxa çêlekê berdim…
|