Mihemed Elî,
Efrîn
[email protected]
irov wek heyînekî
jîndar û hişmend ji alî bandorên cur bi cur ve tê raçavkirin. Ev
bandor hem neyênî û hem jî erênî ne, bi vegotineke din, ev bandorên ku
hêza xwe ji hêmamên, jîngehî, hizirî, û derûnî distînin, dikarin hem
hişmendî û behreya mirov bi pêş bixin, û hem jî wan tew têk bibin. Lê
divêt ku em van hêmanan bicurînin(tesnîf) bikin, yanê hin hêmanên
bandora xwe li ser mirov, teqez xwezayî ne û hêza xwe ji xwezayê
digirin, û hin jî girêdayî hêmanên hest û hizirî ne.
Gava mirov li ber
germê pir xwê dide, derbûna bermayên ku encama şewtandina germokan di
canê wî de, laş û tevgera wî giran dikin û livîna wî lawaz û tiral
dibe, gava mirov li ber sir û seqemê ditevize, xwîn di damarên wî de
diqerime û nahêle ku Oxygen zû bigihîne aliyên laşê wî û baş tevbigere,
gava mirov amanên giran radihêje, êdî parxoneyên(muscle) wî ditevizîn,
li hev dalên û êş û elemê didin canê wî û nema dikare karê xwe
berdewam bike... Ev çend nimûneyên bandora hêman û regezên xwezayê li
tevgera mirov in. Digel vê yekê, em dikarin van bandoran di pileya
duyemîn de bi cih bikin, çima, ji ber ku ev hêman girêdayî tiştine
viyanî ne, ango mirov heke pir westiya dikare çendekê vehese û bêhna
xwe vede, piştre dîsa dikare dakeve gorepana xebata xwe, û di encamê
de dikare van bandoran pûç bike. Lê tiştên ku bandoreke mezin li hiş û
gewdeyê mirov dikin û pêkan e bibin sedema jibinvetêkçûna hêz û şiyana
wî ya kelexî û hişmendî, bandorên ku hêza xwe ji hêmanên hizrî û
derûnî digirin ne.
Wek me li jor jî
gotibû mirov heyînekî jîndar e, û ji ber ku jînadar e, ew hîs dike,
diponije, hez dike, tengezar dibe û...hwd. Ev hemû gedên mirov dihêlin
ku ji alî derûnî ve pir hestiyar be, belê hestiyarbûna wî jî ji
bandora ku hêmanên cur bi cur şopa xwe li ser hîsbûna wî dihêline ye.
Ango ev hêman dikarin mirov şad bikin, bixeyidînin, bikenîn, bigrînin
û ...hwd. Lê ciyawaziya van hêmanan ji hêmanên ku bandora xwe li laşê
mirov dikin ew e ku ev hêman û bandor nikarin bi vîna mirov pûç bibin.
Berevajî, ew yan mirov digihînin asta herî bilind ji behreya laşî û
hişmendî û yan jî wî tew pûç û bêhiş dihêlin.
Di malê de heke
dayîk atmosfêrekî derûnî baş ji zarokên xwe re peyda bike, ew zarok,
bilîmet, livok û xwedî behreyeke bêhempa derdikevin, lê berevajî be,
zarok hem ji alî hişê xwe ve û hem jî laşê wî tiral û lawaz derdikeve.
Hevjîn jî her wisa dikarin an bibin xwedî hêz û behreyeke bêhempa û
mal û jiyaneke puxte ava bikin, heke rêkeftin di navbera wan de hebe û
etmosfêrekî derûnî ji hev re peyda bikin, yan jî ew dikarin mala xwe
bikim hêlîna şer, pevçûn û tiraliyê û derûn û rûyên şikestî... Xuya ye
ev hêman berevajî hêmanên ku bandora xwe li laşê mirov dikin ne, çimkî
dema wisa dibe û derûna mirov birîn dibe, kes nikare di çend
demjimêran de an jî di çend rojan de wê vehesîne û ji nûve vegere ser
hêz û şiyana xwe ya berê, birînên derûnana hertim kûr û bêderman in, û
heke derman hebe jî, ew demek dirêj dixwaze ku sererast bibe - tevî ku
ew tew wek berê nabe-. Rastî ev hêmanên ku bandora xwe li derûna û
hişmendiya mirov dikin ji ên xwezayê bi bandortir in, lê bi baweriya
me, mirov heke hişmendiya xwe bikar bîne, dibe dîsa rê li ber wan
bigire, û xwe û kesên di mal û civaka wî de ji neyêniya wan biparêze,
tenê dibe ew nirxebar be, û bi çavekî dûr li tîmarkirina pirsgirêkan
binihêre...
Tenê hêmaneke ku
bandora xwe der vîna û şiyana mirov e, û birîneke kûr di dil û
kesayetiya wî de dihêle û dibe taq di têkoşîna wî bi jîyanê re, ev
hêman jî têkçûna evînî ye.
Digel ku evîn ji
hemû mirovan re peyda ye lê çemkê wê li gorî berjewendiya mirov tê
şîrovekirin, ango ew kesên ku di evînê de biser dikevin dibêjin “ Evîn
jiyan e, evîn ajoya ku jiyanê xweş dike û dibe sedema ku mirov
jiyaneke şad û bextewar û serkeftî di bin sîwana wê de bijî”, lê ew
kesên ku di evîna xwe têk diçin, evîn li ba wan reşî, kambaxî û seza
ji xwedê ye… Heke em bixwazin cudayetiya di navbera kesekî evîdar û
serkeftî, û kesekî ku di evîna xwe de têk çûye, binasin(çi jin, çi mêr
dibe), em bala xwe bidin, axaftin, tevger, xebat û pêşbîniya wan ji
jiyanê re. Ew kesê evîndar û serkeftî, tim diaxive, pir dilebite,
behreya wî ya hişmendî dehbare dibe, ew nikare li cihekî bisekine, xwe
ji mijarekî davêje yek din, ew difikire pêşerojê çawa bike û çareyan
ji hemû tengasiyên li peşberî xwe re dibîne û ji bo wan dixebite, heke
xwendevan be, di ders û waneyên xwe de serkeftî ye û pileyên herî
bilind bi dest dixe, heke bazirgan be, di xebat û bazara xwe de
serkeftinên bêhempa diafrîne, heke nivîskar be, li şûn her hefteyekê
mijarekê binivîse, û her du salan pirtûkekê( çi helbest, çi lêkolîn
be) derxîne, xebata xwe dubare dike û zimanê wî, terzê wî xweştir û
naziktir dibe… Ema ew kesê ku di evîna xwe de têk çûbe, teqez berevajî
van hêmanên me li gor rêzkiribûn dixebite, mirovê di evînê de têk diçe
(çi jin, çi mêr be) li zayeda din hertim bi çavekî reş dinihêre,
baweriya xwe nema pê dike, sêwiran û planên xwe her ku diçin lawaz
dibin, têkurkiya(aspiration) xwe tenik û vala dibe û …hwd.
Li dawiyê em
dikarin bêjin ku mirov bi hebûna xwe li ser rûyê zemîn hertim bi ber
tora bandorên têvel dikeve, û ev bandor dibin rêbazên ku xweza û qeder
ji jiyana wan re amade dikin. Lê gerek mirov ji bîr jî neke ku aliyekî
mezin ji behreya wî di destan de ye, û her çiqas ne tekûz be jî, lê ew
heya radeyekê xwedî vîn û tevgera xwe ye, û di encamê de berpirsiyarê
kiriyar û hilbijartinên xwe ye jî, û çiqas bi hişmendî tevbigere, dê
ewqas jiyanê têxe bin zeft û berjewendiya xwe, û nebe dîl û êsîrê
lawazî û eletewşiyê...
|