Mihemed Elî,
Efrîn
Vaye salek derbas
bûye, salek miştî kul û hêsir, salek bi awirên derew, bişirînên
xaponek û rondikên fêlbaz derbas bûye... Ez bawer im tu baş dizanî
mebesta min çi ye, ne wisa ye? Tê bîra te berî salekê te çi gotibû? Tu
dixwazî ez bi bîra te bînim? Na na, ez wisa nakim, bila ew sir û raza
min, te û xwedayê jorîn be, bila ew bi me re biçe axretê. Ez ê li wir,
li pêşberî dadgerê rasteqîn dozê li te vekim... Jibîr neke hingê tu
kes piştevaniya te nake, bila hêviya te bi min jî tune be, tenê ez, tu
û dadger in…
Tê bîra
te, roja te wisa gotibû, rojeke bihara rengîn bû, dar şîn bûn, av
zelal bû, gulîstan dipêliya, kesk diçû sor dihat, zer diçû aravî
dibişirî, reş wê rojê tew ji rûyê zemîn rabibû, ew ji spehiya te, xof
û endîşe ketibû dil…Tê bîra te, te bi van dîmenên bihuştî sond xwarbû,
ew malê xwedê ne, te bi roja xwedê sond xwaribû… Jibîr neke te bi navê
miletekî sond xwaribû, tu dizanî ku ev milet tu caran li soza xwe
venagere? Ez bi bîra te bînim te çel milyon bêzar kirin, te çel milyon
gulên sor çilmisandin!? ez sond dixwim ew ê dozê li te vekin… Delala
min te bi şîrê dayîka Kurd sond xwaribû, jibîr neke şîrê wê pîroz e.
Gelo dibe em dayîka Kurd bêzar bikim, dibe em roj û hîvê bêzar bikin !?
hêvî dikim ew jî dozê li te veke, lê mixabin, dayîka kurd ji kesî
naxeyide û tim bexşewer e…
Tu dizanî
çima wisa bû, tu dizanî gotina ku ez, tu û xwedê dizanin çima te
gotibû ? belê ji ber ku tu di nav gulan de bi bîntir bû, tu di nav
sosinan de geştir bû, gotinên te puxte bûn, girnijiya te firîşteyên
evînê rajêr kiribûn û evîn bi me re pîroz dikirin… Jibîr neke min
melevaniya heft deriyan kir bo ez wê gulê ji te re bînim, jibîr neke
min pênûs bo te bi ximava sor vejîn kir, min wêne bi gulên sor nîgaş û
rengîn kir…
Tu dizanî
evîna te şeva min anî nîvê rojê, tu dizanî Cudî îsal cilên xwe
çirandin, bila te hay hebe gulên bihara me hemî bêreng in, bila tu
bizanî firîşteyên evînê ji karê xwe dilsar in. Dawî zanibe
Valentine xwe bi darve kir…
Delala min
te bi mirina bêdeng bihîstiye ? hêvî dikim. Tu bi wê min dipêçî, gelo
te zindanên dizên vînan dîtine ? te di wir de ez dîl girtime… Kujera
tova jiyanê, dibêjin paş stêrkên tarîgewrê hin vedetir hene, gelo te
bi wan bihîstiye ? vaye ez nameya xwe ji wir dişînim, ez cejna xwe
ligel firîşteyên rûjar û dilşikestî pîroz dikim, me roja pîrozbahiyê
kiriye nimêja tolvedanê ji te… Kî dibêje ev roj roja cejna evînê ye,
îro roja tolvedanê ye…
Daxwaza
dawî, ez di bextê te de me, sibe here cem bihara me, guleke sor bi xwe
re bibe, sebî xatirê bihuştê di çavên te de, sebî dêma dayîkê di rûyê
te de, rastiyê jê re bêje, bihara me Kurd e, bihara me camêr e,
bexşîna xwe jê tika bike…
Bi xatirê te, roja darizandinê li pêşberî
dadgerê mezin û gula sor jibîr neke…
Hersal tu bê Evîn bî
|