.:: HOME ::.|.:: ABOUT US ::.|.:: CONTACT ::.|.:: YOUR ACCOUNT ::.| .:: SEND YOUR OPINION ::. |

 

 

 

 

 

    MENU

Home

Photos

القسم العربي

Taybet

 

    LANGUAGE

See more Kurdish  language resources

    INTERNET

Getright

kurditgroup

PCkurd Tip

malpersaz

rojonline

linux-ku.com

wîndowsa Kurdî

jimarok.com

    CULTURE & NOVELS

Dastana tawîr Beg Pend

Kovara mehname

Kovara W

Tûrik

Sebrî Silêvanî

Ruanîn pirtûk Pend

    KURDISH REGIONS

Efrîn region

Amûde

Qamişlo

eDuhok

    ZIMAN AVRÛ YE

 

 

 

 

.:: Sînema serî bi doman ::.

 

:: Digel ku kurdînasê mezin Celîlê Celîl jiyaneke pir fireh û kûr di nav Kurdan de nejiyaye; lê wî bi dehan pirtûkên ku bi fêr, kevneşopî, dab û folklorê Kurdan ve grêdayî nivîsandine. Bi veguhestina gotina wî em ê raz û penhaniya xebatê wî yê pîroz binasin “ Şopandina  folklor û dîroka Kurdan bi tu havil û berjewendiyên takekesî ve ne girêdayî ye,  ev kar ji bo parastin û gihandina vî folklorî ji nifşên pêşerojê re ye, em çiqas bi saman û rêkûpêkî lê bixebitin, em ê ewqas tê te biserketî bin”. min jî hewl daye ku ez rêya vekolandin û naskirina folklore Kurdî bigrim, û hêvîdar im, ku ez hinekî ji xebatên mamosteyê mezin Celîlê Celîl  bikim.

Silavik germ li te maosteyê mezin.

Sînema serî bi doman, ji Folklorê Kurdî.

   Sînem keça mirovekî pir dara û dewlemend, xwîşka du birayan bû. Serpêhatî û çîroka Sînemê li Herêmeke ku jê re dibêjin Serhatî, qewimiye. Çîroka Sînemê berî her tiştî, ji zilm û stemkariya ku ji hêla mêran ve li jinan tê kirin tê, û xuya dike çawa jin hertim hêmanê di civakê de, bi kêşe û diyaroka nizim e. Di navrêza çîrokê de, em ê bibînin çiqas hêman û factor di civaka Kurdî de rolekî neyênî dileyizin, û hêj bandora wan ya neyênî berdewam e.

 Bavê Sînemê karê bazirganî dikir, lewma ew her demekê tev herdu lawên xwe diçûn cih û bajarên dûr. Ji ber vê yekê, Sînem bi tenê li mal dima, û diviyabû ku yek bala xwe bide Sînemê û jê re xwarin û hûremûran bîne. Li bajarê ku Sînem lê dijiya, meleyekî li ba xelkê pir birêz û hurmet hebû, navê xwe jî Abid bû, hemû xelkê wî bajarî ewlehiya xwe pê dikirin, ango heke yekî bixwesta biçûya welatekî dûr, mele bi mal, milk û zarokên xwe diwesand.

Salekê, bavê Sînemê tûşî bazareke mezin bû, û bo bazara xwe serkeftî be, ew bêgav me ligel herdu lawên xwe biçe bajarekî dûr û li wî bajarî demeke dirêj bimîne. Bavê Sînemê wek hemû xelkê bajêr, bo ji alî keça xwe ve bê xem û qisawet be, gazî mele kir, ku ew li Sînêmê di dema rêwîtiya wî de miqat be.

Li dawiyê, roja rêwîtiya bavê Sînemê hatibû, wî Sînem temîn kir ku pêdivî û hûremûrên xwe ji mele bixwaze û bi tenê neçe sokê, bi rastî, ji mafê bavê Sînemê bû ku xema keça xwe bixwere, çimkî Sînem hem ciwan bû, û hem jî zor zor xweşîk bû.

Di rojên destpêkê de, piştî rêwîtiya bavê Sînemê mele bi teşeyekî asa pêdivî û hûremûrên Sînemê jê re danîn, û diyaroka xwe wek ku xelkê lê dinihêrî dagirtibû. Rojekê, mele Abid tiştên ku Sînemê ji xwestibûn anî, heyama Sînemê tişt ji destên mele digirtin, çavên mele li sînemê ketin, wî dît çiqas sînem xweşik û bedew e, belê bi vê dîmenê re mele serxûş bû, her wiha ged û peywira meleyan ji serê wî firiyan, ango wî bi nêteke qirêj û çavên pîs li Sînema bêguneh nihêrî. Roja din wexta mele tişt ji Sînemê re bir, di hişê wî de bû ku derî têvede û têkeve cem sînemê bo destdirêjiyan lê bike.

Teq, Teq, Teq ….

Kî ye ?

Ez im, keça min, apê te mele me, va tiştên te xwestibûn min ji te re anîne. Bi vekirina derî re, mele bi hêrs ew têveda û hewl da têkeve hundir, lê Sînemê kerîbû derî jinûve bigirta.

Apê mele ev çî ye, ma tu ji ber rihên xwe ên sipî fedî nakî ?.

Ez ez, ne apê te me, ez dixwazim bigihînim te, hestên min bi ser te de dikelin, ez dixwazim bi te re bibim yek.

Tu fedî nakî, teres, ma tuyî ewê ku hemû xelkê bajêr ewlehî û baweriya xwe pê dikin !, bi xwedê heke bavê min vegere, ez ê bihêlim ew mûyên rihên te ta ta hilke.

Sînem, dilê min, heke tu derî venekî, ez ê nema xwarinê ji te re bînim û tuyî di hundir de bimirî, wek tu dizanî bavê te dê pir dereng were ta tu zindî bimînî û jê re bêjî.

Ez di hundir de bimirim, baştir e ew kesên qirêj mîne te, bigihêjin min, teres.

Piştî vê bûyerê, Sînemê nema derî ji kesî re vedikir, û begav mabû ku nanî kufkî (genî) û ava qirêj vexwe, mele jî ji alî din ve her ku diçû, hêrs û kela xwe bi ser Sînemê--keçika bêguneh de bilind dibû, û li her rê û derfetan digeriya ku bigihîne sînemê û destdirêjiyan lê bike,(mirovê me bibû kerekî ser bêderên havînê, ê ku ji bo mankerekê gund tev  dernexûn dike).

Piştî ku mele kûr fikirî dê çawa bigihîne Sînemê, ew gihîşt têgînekê ku ew ê Sînemê bi xapandinê ji mal derxîne, vêça mele pîreke bê holman(wijdan), ji bo vê peywira qirêj kirê kir, Peywira pîrê jî ew bû ku Sînemê bi xapandinê bîne mala xwe, bo Sînem serî û cilên xwe bişo, bi bahaneya ku ew ji mêj de ji mal derneketî ye. Her wiha pîr çû ber mala Sînemê û li derî xist.

Teq, Teq, Teq …..

Kî ye ?

Ez im, keça min.

Tu kî yî ?

Ez xaltiya te me, keça min, ev bû demeke te ne serê xwe ne cilên xwe şoştine, bi xwedê te gunêh î keça min, were em ê herin mala min tuyî serî xwe, cilên xwe bişo û dîsa vegerî mal, netirse, ez ê te biparêzim.

Na, ez newêrim ji mal derkevim, ez pir ditirsim.

Na, delala min netirse, ez ê te biparêzim, û kes newêre bi te re tiştekî bêje.

Rastî ku cara yekem, pîrê nikarîbû Sînem bixapanda, lê pîra veşartî, bi zimanê xwe yê rewan, karî paşê Sînem bixapanda, ta Keçika bêguneh baweriya xwe pê kir û vê re çû mala wê, belê di vê navberê de, meleyê qirêj jî hazir û amedeyên xwe kirin, û di hemamê de li benda Sînemê bû.

Li mala pîrê.

derbas be keça min derbas be, netirse, here hemamê av germ e, wey wey, ma ev porê zêrîn ne neşayist e (herame) ku wisa wek kulavan bibe.

heyama Sînemê cilên xwe li hemamê êxistin, meleyê çav sor xwe ji paş perdeyê ajvêjt.

Ha ha, ha ha, horîka min, Sînema min, oh, çermê te, porê te, rûyê te çiqas xweş kin, were, were, ji min nereve ez ji te hez dikim.

Sînema rebenmeleyê min, delalê min, ma tu xwedê nas nakî, ma wisa dibe, ne gerek e, em berî laşê xwe bişon û paşê karê xwe bikin‘.

Erê erê, delala min, em ê laşê xwe bişon, bişon, erê, ma çoma na, aha aha, xuya ye tu kedî buyî ha, ne wisa ye ?.

kêlîka mele li ber hewzû (cirin) rûnişt, Sînemê bi lezgînî zerikên ava germ li pey hev li pey hev li serê mele kirin, ta ew bêhiş bû, û zû Sînemê cilên xwe li xwe kirin û reviya mal.

Roj borîn û Sînema bêguneh di mal de derî li ser xwe girtiye, nanê genî û ava mezixî û qirêj vedixe. Di vê navberê de, li nav bajêr  belav bû ku bavê Sînemê tev kerwanê û bi barekî pir giran û mezin ji bazara xwe vedigere. Dema meleyê teres weha bihîst, di dilê xwe de got “ bi xwedê heke bavê Sînemê bê û tiştê ku min bi Sînemê kiriye bibihîse, ew ê stûyê min bibire “, vêça mele pêş de berve kerwana bavê Sînemê çû, bo derewan li Sînemê bike û bavê Sînemê wê bikuje, ta sir û raza Sînemê vê re bimre.

Mele digihîne kerwana bavê Sînemê

Wey tu bi xêr hatî, wey tu bi xweşî hatî taca bajarê me, bazirganê mezin, bi xwedê bêyî hebûna te li vî bajarî, tu xêr û bêra xwe nîne.

Zor spas meleyê mezin, tu çawayî, keça me çawa ye ?, ez hêvîdar im ku Sînemê tu bi xwestek û daxwazên xwe newestandibe.

Ax, ax, bazirganê mezin, ax, ez ê çi bêjim, bi xwedê ez nema dizanim, û ji dilê min nayê jî ku ez bêjim; lê gerek tu zanibî.

Meleyê min , te ez tirsandim ha, bêja çi heye !.

Ez ê çi bêjim, Sînem li ku, keça te li ku, ji roja ku tu û heru lawên xwe rêwî bûne, Sînem her roj bi xortekî re diçe û tê, Sînemê mala te kiriye (…….), min bibexşîn, lê ev rastî ye.

Mele, tu çi dibêjî, keça min Sînem !!!!

Belê, belê, keça te, ma tu ji min bawer nakî. Ez hatim pêş te, bo tu bi xwe vê yekê nebînî, bi xwedê ez ditirsim, ji xeyda re tiştek bê serê te, ma ev lekeyek biçûk e, ku bi mirovekî wek te ve bê çespandin.

Wey keça bênamûs, bi xwedê ez ê te bikujim, û xwîna te vexwim.

Kuro, bavê Sînemê ji lawê xwe yê biçûk re got, here wê dêlikê bikuje û kirasê wê jî bi xwîn bike, bo ez vexwim, belkî hinekî dilê min hênik bibe, pêre laşê wê bavêje ji sayên ser sergiyan re, bo tu caran nayê bîra min, ku ez bavê wê dêlikê bûn.

Birayê Sînemê yê biçûk berê xwe da bajêr, bo fermana bavê xwe bi cih bîne.

Li ber deriyê mala Sînemê

Teq, teq, teq ….

Kî ye ?

Ez im, birayê te.

Ez bawer nakim, birayên min herdu rêwî ne, û dê demeke dirêj li derveyî bajêr bimînin. Dibe meleyê teres tu şandiye bo carik din min bixapîne, û destdirêjiyan li min dike.

Bi xwedê ez birayê te me, heke tu bawer nakî, vaye gustîlka min seke.

Sînemê gustîlk dît.

Keke keke, we ez çima bi tenê li ber destên vî meleyê teres, ajalê dirinde, hîştim.

Gava birayê Sînemê li rewş û dilîniya wê nihêrî, zanî ku mele derew kirine, û xwîşka xwe jî bê guneh e. Her wiha Sînemê ji birayê xwe re ew tiştên ku mele bi serî wê kirine hewaldan, lê birayê wê qet negot ku mele hatibû pêş wan, û ji wan re li ser Sînemê wisa axifîbû.

Birayê Sînemê, ji ber ku ji bêgunehiya xwîşka xwe dabîn (tekîd) bû, nikarîbû ew bikuşta û ne jî karîbû fermana bavê xwe bişkande, çimkî wî baş dizanî ku bavê wî baweriya xwe bi derewên mele kiribû, û heke ew biçe cem bavê xwe û Sînemê nekuje, dê bavê wî, wan herduyan bikuje.

Bo birayê Sînemê vê pirsgirêkê çareser bike, biryar da ku Sînemê veşêre, lewna ji Sînemê xwest ku xwe made bike.

Sînem xwîşka min, xwe amede bike, em ê biçin cem bavê me, wî ez şandime bo ez te bi xwe re bibim, bi rastî qasî ku bîra te kiriye, ew pêre negihîşt ku bigihîne bajêr û te bibîne.

Sînem û birayê xwe ve berve Kerwana bavê wê çûn. Di vê rêwîtiya wan de, dê deriyekî nû li jiyana Sînemê vebe, Sînem dê bi salan ji bavê xwe, birayên xwe û bajêr ve bi dûr keve, sedem jî qirêjî û pîsîtiya meleyê Abid e.

Sînem û birayê xwe pir meşiyan ta şev li wan hilhat û ew westiyan, lê bi rê ve birayê sînemê tim bi xwîşka xwe diponijî, gelo çarnivîsa wê dê çawa be, ma heke wê bi tenê li vê çolê bihêle, ma gur û çeqel dê wê nexwin, lê wî ev eger ji kuştina wê bi destên xwe an jî birina wê ji bavê wî re baştir didîtin.

“Sînem, xwîşka min, em ê îşev li li ber vê darê derbas bikin, hem em û hem jî hespên me westiya ne, em ê li vir razin û sibê em ê berve kerwana bavê xwe biçin.” Birayê Sînemê got.

Birayê Sînemê bi şev xew nekir, sekinî ta Sînem kete xewê, pêre tiştê xwe kir hev, û Sînem li şûn xwe hîşt çû. Bi rêve wî xezalek kuşt, û kirasekî Sînemê ê ku bi xwe re anîbû, di xwîna wê xezalê da, û berve kerwana bavê xwe çû. Ew ê paşê ji bavê xwe re bêje ku vaye kirasê Sînemê, min ew kuşt û kiras di xwîna wê da, belê ew tişt dê dilê bavê hatiye xapandin bi êş rihet bike, lê meleyê teres, dê ji dile de şah û rihet bibe.

Roja din sibeyê, Sînemê çavên xwe vekririn, lê ne birayê xwe hebû û ne jî hesp hebû, Sînemê nizanîbû ew li kuye, û ne jî zanîbû dê kuve biçe, pir bang li birayê xwe kir lê neçar bû, Sînem li çol û çiyan wendabû.

 Sînema reban bi salan çavgirtî û wenda me, Sînema xanim, Sînema nazik, li çol, çiyan, gund û bajaran tu kar hehîşt û kir ta nanê devê xwe derxîne. Li alî din mele bibû dostê tev nêzîk ji bavê Sînemê, û birayê biçûk jî, bêçar, bi guneh û dilêş mabû.

Sînemê demeke dirêj pars jî dikir, Sînema, keça şahê bazirganan bibû parsecî û gund gund, bajar bajar, didan hev.

Di rêwîtiya Sînemê ya gund û bajaran de, rojekê wê ji nûşkeve xwe li bajarê bavê xwe dît, Sînemê nema zanîbû şah bibe, nema zanîbû bigirî, hemû rojên kevn bi şahî, êş û keserên xwe hatin bîra wê, mala wan, birayên xwê, û kesera tev bi êş jî nebaweriya bavê wê pê bû, çimkî, ji roja ku Sînem ji birayê xwe qetîbû û li gund û bajaran wek parsecî digeriya, meseleya wê bibû benîştê devan û ketibû devê xelkê.

Li bajêr tu kesî nikarîbû Sînem nasbikira, çimkî borîna ew dema dirêj û zehmetiya ku Sînemê dîtibû bandora xwe li wê bêgunehê kiribû, ligel ku wê jî xwestibû kesayetiya xwe veşêre û bixebite ta rastiyê ji bavê xwe diyar bike.

Sînema bi kesayetiya pîreke piştxûz û parsecî rasterê çû mala bavê xwe, lê dîmena ku Sînemê li wir dîtibû bêtir agir bi dilê wê xistibû, Sînema reben bi  ketina mala bavê xwe re  dît ku meleyê teres û pîra bê bext, her yek li aliyekî bavê Sînemê rûniştine, û bi devên xwe yên pîs û qîç berz dikenin.

Sînem li mala bavê xwe

Mala xêrdar, mala xwanedan, roja we bi xêr , ma hûn parîk nan nadin, va pîra reben va pîra birçî.

“Qereçiyê, hele were, dibêjin qereçî pir çîrok û meseleyên ku dilê mirovan rihet û şah dikin dizanin, ma tu jî van çîrok û meselyan dizanî?“.  Bavê Sînemê got.

“Erê, rast e, kalê hêja, lê ez ditirsim çîrokên min dilê te sotin bikin, ne şah û rihet bikin.”  Sînemê vegerand

wek çawa ku mele  Sînem naskir û tirsiye

“ bazirganê mezin, dev ji vê qereçiyê berde, ma te cil û kelexa wê ya qirêj nedîtine, ez bawer im, çîrokên wê mîna cilên wê ne.“

“Mele, bila tu bi cilan neyê xapandin, cil û rih nasnameya mirov ya rasteqîn diyar nakin.”. Sînemê got

“Aha bazirganê mezin, te dît ev qereçî çi zimandirêjiyan li min dike, tu bi xwedê dikî wê ji vir biqewtîne, bila hişê me li hev nexe, paşê bîna wê ya pîs hundir tijîkirî ye, de rabe here, rabe.”

“Na, bi xwedê min ji wêrekî û xedariya vê qereçiyê hez kir, û ez ê meseleyeke wê guhdarî bikim.”

‘Lê bazirganê hêja, heke tu dixwazî guh li meseleyeke min bikî, dibe tu mercekî min heye, bicih bînî”. Sînemê got.

Bi xwedê, mercê te çi be, ez ê bicih bînim, tenê vê meseleya zêrîn, ji devê xwe derxe, Dikene!

“Ez dixwazim hemû deriyên mala te kilît bibin, û kilît jî bikevin bin kaba min“. Sînemê got

Ser serê min, kuro deriyan kilît bike, û kilîtê dibe qereçiyê, ma em sekin, ev çi bela ye.

Di vir de, bû pirpita dilê mele, wek çawa têgihîşt ku ev Sînem e, û diwxazê tola xwe ji mele vede.

Sînemê piştî ku kilît kirin bin kaba xwe, dest bi çîroka xwe kir, ji roja ku bavê wê ji bajêr çûye û mele Abid pê wesandiya, tiştên ku mele kirine, xapandina pîrê, hatina birayê xwe, wendabûna wê li çol û çiyan, ta roja ew carik din gihîştiye bajarê xwe û hatiye vê male.

“Bazirganê mezin” mele pir caran çîrok birî “bes ez bi derve ve biçim, bi xwedê min bi xwe de mîzt”.

Li dawiyê, Sînem rabû ser lingan û got “ bavê min , ma tu Sînemê bibînî tuyê nasbikî”, her wiha Sînemê şerpa serê xwe çirand û got, “bavo zalimo, va ez im, Sînema ku te baweriya xwe pê birî û baweriya xwe bi vî teresî kir”.

“Sînem, delal, keça min, ez destên te diramûsim, min bibexşîn, bi xwedê ez bi vî teresî hatim xapantin din, delala min were hembêza bavê xwe, ax ax xwedêyo zor zor spas ji te re.”

Mele  û pîrê herdu bi hev ve hatin girêdan û li hemû kolanên bajêr hatin gerandin û riswakirin, pêre herdu jî hatin bi darvekirin, û bajar ji pîsîtiya wan rizgar bû. Li vir meselyea me jî kuta bû.

Amedekar mamoste Mihemed Elî, Efrîn

[email protected]

 

 

      LINKS

kaderland.net

kurdishworld

Hawlati newspaper

Peyama-Kurd

rizgari.com

Kurdishpoint.com

Ferheng.org Tip

Netkurd.com

 

 

Malpera Kurdî (coming soon)

 
    POLL
    KURDISH FIGURES

Celadet Bedirxan

Cegerxwîn

    PROMISING SITES

y

 

 

 

.:: HOME ::.|.:: ABOUT US ::.|.:: CONTACT ::.|.:: YOUR ACCOUNT ::.| .:: SEND YOUR OPINION ::. |

 

kurdishclub.com ©

[email protected]

 
1