Mihemed Elî,
Efrîn
[email protected]
i destpêkê de ez
dixwazim tevahiya meha adarê û Newrozê (Avdarê) li gelê kurd û dostên
wî li hemû cîhanê pîroz bikim. Wek em dizanin meha Adarê xwedî
taybetmendiyeke puxte ye, hem ji bo gelê kurd û hem jî ji bo gelê
cîhanê. Di vê meha pîroz de hêvî û jiyana sercem vejîn dibe û rengekî
nû li xwe dike, di vê mehê de her kes li bendê ye, ku ciline nû li
bejna laş û hişê xwe bike. Herçiqas ev meha nîşana nûbûnê ye jî, lê di
heman demê de ev meha bûye roja bîranînên bi êş û kovan jî. Di Adarê
de rêbazeke nû ji cîhanê re hatiye afirandin, di Adarê de şahî û jan
ketine heman govendê, di adarê de jiyan avis bûye, û di adarê de
jiyanê beravêtî jî. Adar mûmeke vêketî ku tew venamire, Adar mêrgekî
şîn ku tew ziwa nabe ye, Adar dîtyara(şahida) hemû rêwîtiya salê ye,
Adar oxirê ji seqema zivistanê dixwaze û pêşwazî li tîna havînê jî
dike. Adar qedereke jênerev e, Adar xaneyek li ser rêya karawanên
jiyanê ye, heke tu ji rojhilat diçî rojava an jî ji bakur diçî başûr,
dibe tu di rawesteka Adarê re derbas bibî û silavan li wê bikî...
Teqez meha Adarê
berî gelê Kurd hebû û serdestiya xwe li hemû mehan dikir. Lê hingê
Adarê wateya xwe bisînor kiribû, hingê Adar meha pêtandin û nûbûnê bû,
lê di heman demê de Adar seqet bû, Adar bi lingekî kût û kulek
dimeşiya, Îştar û Demoz Adar kiribûn para xwe û wateya wê li dorî
pêtandin û marbûnê pêçabûn... Kurdan Adara rasteqîn afirand, Kurdan
wateya adarê selimand û ciline nû li wê kirin. Di Adarê de gelê Kurd
serê xwe hilda û xwest neheqiya mirov li mirov rake, Di Adarê de
Kawayê hesinkar xwest gelê xwe û hemû mirovantiyê ji berqefa zilm û
bêdadperweriyê rizgar bike û têxe rêya asoyên geş û şad. Kurdan tev
Kawa şer kir, dostên wan tevlê bûn, endîşeya xelkê çavşikestî bi
wêrekiya Kurdan re rabû û xwe tev berdan gorepanên tekoşînê, Tev lezîn
tev pev çûn, tev canê xwe gorî kirin û tev Agirê azadiyê vêxistin û rê
û rêbazên kevn, rêbazên seqet şikandin. Kurd bûn pêşengên afirandina
jiyaneke nû, Kurd bûn hînkarên waneyên azadî û rizgariyê, Kurdan
agirî vêxistin û azadî danezan kirin... Bi vê yekê Newroz ava bû, bi
vê yekê roja nû li ser xelkê rojhilata navîn hilat...
Îro pêşengên
rizgariyê li ber destên zordestan û xwînmijan tên kuştin, mala wan tê
talankirin. Îro Xelkê rojhilata navîn nanxûriya xwe derpêş dike, îro
ew li mamosteyên xwe xwedî dernakevin, ew jibîr dikin ku bi saya
Kurdan azadiya xwe stendine, ew ji bîr dikin ne ji Kurdan bûya, dê ta
roja îro di quncikên reşî û bindestiyê de bûna... Lê kêfa wan bila pir
pê de neçe, vaye ew ji nû ve, hêdî hêdî, dibin dîlên xwînmijên nû,
stemkarên hovane, vaye îro dîrok ji nû ve dizîvire, vaye rojên Dehaq,
tariya Dehaq ji nû ve jiyanê dipêçin û Adarê ji wate û serdestiya wê
bêpar dikin... Gelo ma kurd dê dîsa pêşengiya rizgarî û azadiyê deynin
ser milêm xwe, Gelo ma Kawayê hesinkar dê dîsa bê û agirê Newrozê berz
û bilind bike??
Silav û hûrmet li
hemû jîndar û şehîdên meha Adarê, silav li dost û hevalên azadî û
aştîxwaz, Silav li nirxên Adarê. Bi hêviya ku Adara bê Adara wekhevî,
dostanî û hûrmetgirtinê be....
|