[email protected]
Mihemed Elî, Efîrn
Sersal
çalakiyek ji çalakiyên gelêrî ên Herêma Efrînê ye, berê bi teşeyekî
çalak û firehtir dihat çêkirin, nemaze, wexta jiyana mirovan tekûz bi
çandin û berhemên xwezayê ve girêdayîbû.
Sersal
bi resenê xwe diyardeyeke olî ye, ango ji baweriya ku xwedê
desthilatdarê her tiştî ye tê, û bêyî razîbûn û pesenda wî, ne pêkan e
tu tişt li ser rûyê zemîn çêbibe. Heyama peydabûna vê têgînê vedigere
destpêka jiyana mirovê baqil, wê çaxê mirov hêma û sembolên xwezayê
wek hêzên nediyar dihesibandin, û roj ji rojê têgîna ku ew hêz mirovne
jîndar in, û ji ber ku hêzeke wan a taybet heye, mirovên asan nikarin
tu caran wek wan bibin peyda bû, hingê raman û têgihêştina mirovê asan
navê xwedewandan li wan kir, û her hêzeke xwezayê bi xwedewandekî hat
bercestekirin, her wiha xwedawendê şer, mirinê, baranê …hwd derketin,
û ji ber ku bandora wan hêzên xwezayê bi şêweyekî rasterê li mirovên
asan dibû, mirovên han girift û arîşeyên neyênî ên ku bi serê wan
dihatin, dispartin van xwedawendan, û ji bo xwe ji xeyd û nifirên wan
biparêzên, ew hertim li pesend û razîbûna xwedawendan digeriyan, di
encamê de ew têgihêştin, rêya pêşkêşkirina qurbanan, qurban jî wê çaxê
hem mirov û hem jî lawir bûn, belê ji bo qurban li wargehekî taybet
bên pêşkêşkirin, perestgeh jî hatin afirandin, ji hingê ve, jiyana
mirov û terzên cihêreng ên vê jiyanê bi van xwedawendan ve hatin
girêdan û hêj berdewam in. Bi borîna salan, herçend hiş û ramanên
mirovantiyê bi pêş ketin û werar bûn jî, lê ta roja îro bandora têgîn
û ramanên ku mirov cara yekemîn wergirtinbûn berdewam e, ev dîmen di
civaka me kurdan de pirtir diyar e, nemaze, Kurd xwedî baweriyeke olî
ne, ku ji hezar salan ve bêbirîn berdewam e, belê ew jî ola Ezdayetî
ye, û digel ku piraniya Kurdan îro misliman in, lê di jiyana wan ya
rojane de, dirûv û terzên ola kevin bi xurtî cihê xwe girtine û hêj
digrin. Ta roja îro oldarên tev perest ên ku ola mislimantiyê
dişopînin, pir caran bi serî şêx û îmamên Êzidiyan sûnd dixwin, Dayîka
min jineke misliman e, lê ta roja îro dibêje, KEREMETEK DI CIDÊ SÊX
SILÊM DE HEYE, BI SERÊ EZÎZ Û WEZÎZ, TU JI DESTÊ GOLA ŞÎN BIBÎNÎ,
(digel ku ne ew û
ne jî ez em dizanin, gola şîn çî ye û ev sûnd ji ku hatiye).
Sersal
jî yek ji wan fêr û dabên ku ji dema kevn de maye ye. Berê pir caran
baranê xwe radigirt û nema bi salan dibariya, belê wê çaxê jiyana
Kurdên Efrînê sedîsed bi çandin û berhemên xwezayê ve girêdayî bû, çi
ji bo wan çi ji bo lawirên wan, û ji ber ku hemû xelkê Herêmê
têkildarî vê giriftê bûn, ew bi şêweyekî hevbeş li pesend û dilovaniya
xwedê digeriyan, wek çawa mirov berî hezarsalan li eynî tiştî digeriya.
Libergerîna xewdê ji alî xelkê ve niha di sersalê de tê berceste kirin,
armanca sereke ya xelkê ew bû ku xwedê ji wan razî bibe û barana
ragirtî bi ser gemin, giya û zoznên wan de jinûve bibarîne. Teqez, wan
jî dizanî ku beyî tikan, lavan û qurbanê ew tişt ne pêkan e, di encamê
de meşa sersalê derket holê.
Bi
rahatî, meş û boneya sersalê di danê şevê de çêdibe, hingê ciwanmêrêm
her gundekî li hev dicivin û dest bi meşa sersalê dikin, serekê koma
ciwanmêran li defikekê dixe, saz û lîrîkên olî distirê û hemû kesê vê
re dimeşin jî li pey wî lîrîkan dubare dikin, hemû sazên wan jî, tika,
lava, pesnên xwedê û gazî ji mala ku li deriyê wê dixin in.
Çole
çole ez ê herim
Çole çole em ê têne
Senek bilxur em ê têne
Xatûn bacê em ê têne
Senek bilxur em ê têne
Her wiha, karwana ciwanmêran mal bi malên gund digerin, û hertim bang
û tikayên wan ligel defikê berz û bilin din, Xelkê gund jî, ên ku
karwan diçe mala wan her kes li gor reşwa xwe ya aborî beşdarî bizavên
meşê dibin, û her kes li gor taqeta xwe, savar, nîsk, nok û diravan
didin karwanê, pêre, piştî ku çi ji destan tê der, xwedanê malê dê
kodikek av bi ser karwanê de bireşîne, ev jî tê wateya arîşanî û
razberî ku barana ragirtî wisa bi ser wan de bibare, gera karwana
sersalê bi mal û sînora gund ve ne girêdayî ye, ew diçe gundên
hawîdora gundê wan, û li beranberî wan jî karwanên gundên din tên
gundê wan, her wiha, sersal dibe tiştekî gelemper û giştî û li hemû
gundên herêmê belav dibe.
Karwan
di heyama hefteyekê de digere û hertim jî meş û gera xwe bi şev e, di
dawiya hefteyê de, ciwanmêrêm karwanê dê bicivin û tiştê xelkê ji wan
re pêşkêşkiribû, veqetînin, tiştê tê firotan dê li aliyekî bê danîn, û
dirav dê li aliyekî bên danîn, pêre çend ciwanmêr dê biçin bazarê û
tiştê tê firotin bikin dirav û têxin ser diravên ji sersalê komkirine,
bi hemû diravan, ew ê berxekî yan jî beranekî bikirin, û bibin li ber
perestgehekî bikin qurban, ango eynî serpêhatiya berî hezarsalan
dubare bikin. Di boneya pêşkêşkirina qurbanê de hemû endamên beşdarî
sersalê bûbûn û çend mirovên ji gund bi wan re çûne ber perestgehê,
wexta ku serê berên tê jêkirin, destên xwe berve ezmên dikin û yekdeng
tikan û lavan ji xwedê dikin ku baran bibare û jiyana wan jinûve şîn
bike, pêre ew xwarina xwe dixwin, û goştê mayî jî li feqîr û hejaran
belav dikin.
Bi rastî,
pir caran xwedê an jî xweza lava û tikan dibihîse, û xelkê ewqas cefa
dîtiye dilşkestî nahêle, ango piştî çend rojan baran dibare û hemû
jiyana wan jinûve şîn û şad dike. Lê wek her tiştekî ku kurd vê re
têkildar in, Kurdên Efrînê qerf û henek jî der barî sersalê gontine.
Dibêjin salekê encama gera sersalê pir berdar bû, ta wexta endamên
sersalê çûne bazarê biryar dan ku beranê tev mezin bikirin, û piştî
çend rojan ji pêşkêşkirina wê qurbanê, baran barî û nema sekinî,
baranê wê çaxê jiyana wan şîn nekir; lê jiyana wan reş û tarî bû,
çimkî mal û çandina wan tev li ber lehî û lêmiştan çû, hingê ew ji
nûve çûn bazarê, û beranekî din kirin qurban, lê wê carê bo ji xwedê
tikan bikin baran raweste.
|