Mihemed Elî,
Efrîn
[email protected]
i seranserî
cîhanê bindest hene, li sernaserî cîhanê dijber û alîgir hene û li
seranserî cîhanê kesên ku sînorên ezîtî, partî û berjewendîperest
derbas kirine jî hene.
Tenê Kurd
girêdayî partî, ezîtî û êlperestiyê ne û hêj ev çemkên kewden di nav
wan de geş û berdar in. em Kurd ne tenê beniyên dijmin in, lê her wisa
em beniyên nezanî, kêmasiyên helwest û kiryarên xwe ne.
Di dîroka gelan de, alî û partiyên dijber heke welat
û gelê wan dikeve bin nîr û mercên awarte, ew hemû nakokî û kîna xwe
didin aliyekî û li dorî al û doza netewî dicivin. Li viyêtnamê digel
ku welatê wan bûbû du parçe û aliyek ketibû rêza sosyalîzê û aliyê din
jî ketibû rêza kapîtalîzmê, lê çaxa dem hatibû û welatê wan bi wêran û
tunebûnê re rû bi rû mabû, hemû welatparêz di rêza parastina welatê
xwe de bûbûn yek û rê li nûker, xêrnexwazan û dagîrkeran girtibûn û
mezintirîn hêza cîhanê (Amerîka) şikandibûn û rûmeta welatê xwe
parastibûn, ango doza welêt di ser hemû nakokî û berjewendiyan re
hatibû girtin.
Mixabin, Kurd ji roja bine rojê de, wisa tiral û ne
li ser hev in. Hêj di dema Osmaniyan de me li hev nekiribû û em li ser
doza netewî negihîştibûn hev û di encamê de em giş alîgir û dijber
ketibûn bin desthilatdariya wan û me têra xwe azar û zilm dîtibû,
hingê Osmaniyan alîgirên xwe xelat nekirin, berevajî ew berî dijberan
hatibûn kuştin û sirgûnkirin. Dema komara Kurdistanê li Mehabatê
hatibû damezirandin û Qadî Mihemd û hevalên gorbihûşt hemû ked û hêza
xwe xistibûn berjewendiyên gelê xwe, hingê berjewendî û ezperestan di
taldeyê berjewendiyên xwe de li vê komarê nihêrîbûn, ango dema ku
pişta komarê xurt bû ew di rêza wê de sekinîn, lê piştî ku Soviyêtan
piştgiriya xwe ji Kurdan kişand, ew kesên minafiq û mifaperest
baweriyên xwe li gorî demê û berjewendiya xwe guhertin û wek teneyên
tizbiyan ji dorî Qadî Mihemed belav bûn, û dan şopa kesayetî û nêrînên
teng, lê encam ew bû ku hem komar têkçûbû û hem jî Farisan ew kesên
minafiq palîn kiribûn.
Di şoreşa Şêx Seyîd de, heman tişt derketibû holê.
Dîsa ezperestî û berjewendiyên kesane bûbûn sedema têkçûna şoreşê,
çimkî dîsa minafiq ji dorî şêxê gorbihûşt belav bûbûn û dabûn pey şopa
havilên xwe! Ta roja îro heke mirov bala xwe dibe gewdeya komara Tirk,
bi sedan Kurdên ku pêl neteweya xwe nane û li ser pişta kurdên dilpak
dane pey şopa havilên xwe hene,(ECEVIT) jî mînaka herî baş e.
Li başûrê kurdistanê, piştî serhildana 1991’an dîsa
em dibînin çawa êl û ezperestî dibin sedema ku kurd doza netewî jibîr
bikin û hemû destkeftiyên serhildana ku bi xwîna welatparêzan biser
ketibû bînin ber hereşeyê… Mixabin, ev êl û ezperestî ta roja îro bûye
sedema ku kurdên başûr ji hev bi kîn û dexes bin, dîsa welatparêzên
tepeser bûne qurbana havil û berjewndiyên minafiqan.
Li başûr rojava, ez pir jî dûr neçim. Di sala 2004’an
de di serhildana dozdehî adarê de, piştî ku gel derket kolanan û sînga
xwe da ber hovîtiya rêjîma Sûriyê, kesên welatparêz bûn yek, xwîna
hemû kurdan tevlî hev bû, sloganên netewî hatin berzkirin. Çiqas
heyecaneke mezin bû dema te didît hemû kurd, bi yekdeng banga
Kurdistanê dikin, qurşînên hovane negotin tu filan î û Elan î, qurşîn
ji devê tivingê derdiket û tenê digot Kurdan bidin pêş min… Hingê tenê
serokên, qaşo, rêberên tevgera kurdî li başûr rojava bûn, xinizî û
rûyê xwe yên reş derpêş kirin û xwe di paş berjewendiyên xwe de
veşartin û carik din doza welatê me bû qurbana têgînên teng û
helwestên tirsonek û tise! Bi baweriya we hingê van camêran çi digot?
“Îsal, ji ber ku şehîdên me ketine û em xemgîn in, em dê nema newrozê
pîroz bikin!” Hûn çi dibêjin? Ma hertim kurdan roja şehîdbûnê nekirine
roja şahî û govendê!? Belê xwediyên van angaştan derewan dikin, ev
camêr ji ber gefên dewleta Sûriyê û ji tirsa canê xwe re, ku çend
çûvan bixin, carik din pêl nirxên xwe yên netewî dinan û xwe di paş
berjewendiyên xwe yên kesane de vedişartin.
Li vê dawiyê serhildana bakur jî heman endîşe
derxiste holê. Dîsa kesên welatparêz bi berjewendîperestan re rû bi rû
mane, dibêjim ewên ku dikanên xwe negirtine ji aliyê girseya bi ser
PKK’ê ve tê hesibandin hatibûn kevirbarandin, û dibêjin ku PKK’ê vê
serhildanê dixe havil û berjewendiyên xwe! Berî ez berdewam bikim ez
dixwazim bêjim, ku ez kurdekî bêlayan im, lê tu caran ez ji karwanên
heqî û rasteqîniyê namînim. Gelo rast tevgera serhildanê girêdayî
PKK’ê ye? an jî rastî ew di çarçoweya alîgirên PKK’ê de bisînorkirî ye?
Ez dibêjim na. mesele dîsa meseleya ew kesên angaştkar in ên, ku carik
din negihîştine asta netewî û xwe di paş havil û berjewndiyên
ezperestî de veşartine ye. Gelo dema çardeh gerîlayên kurd bi gazên
kîmyawî tên kuştin û di pê re bi dehan kes tên kuştin, birîndarkirin û
zindankirin, ma ji ber ku ew PKK’yî ne, lê ji ber ku ew Kurd in!? Ma
dema Şêx Seyîd hatibû bidarvekirin, Dêrsim hatibû wêrankirin û
Bedirxanî hatibûn kuştin û sirgûkirin, hingê PKK’ê hebû? Nexwe bese
bahaneyên vala dêrpêş bikin û me bi derewên xwe bixapînin. Armanc ne
PKK ye, armanc hebûna gelekî ye, armanc hebûna welatekî ye, armanc
Kurd û Kurdistan e. Tirkan tu caran li Kurdan bi du çavan nenihêriye,
herdem Kurd li ba wan yek in, herdem armanca wan berve kurdan yek e,
kurd li ku dibin bila bibin ew li ba Ttirkan raçava rewa ye û bêyî wan
bikujin heca wan tekûz nabe, ma ne pîvana lehengiya leşker û
siyasetmevanên Tirk bi sermayeyên serboriya kuştin û kîna ji Kurdan
tên helsengkirin. Ma angaştkarê aştiyê û lixwegirtina çareserkirina
doza kurdan, Erdogan, li pêş hemû cîhanê negotibû « Ez li dijî
welatekî Kurd im heya ku ew li Arjantîna be » Ma ne her roj ew û
generelên dûvrût gef û hereşeyan li gelê başûr didin, gelo PKK’ê li
başûr serwer e, û hukûmet ava kiriye… Lewre ez lavan ji Kurdên
berjewendîperest û asoteng dikim, ku dest ji vê helwesta xwe ya
şermiyane beredin, lê lava û tikayên mezin ji nivîskar û kirêciyên
quncikan e. Bese, birano heke ne hûn bin kî dê miletê me hişyar bike?
Çendî şaşî hebin jî em dikarin tev û bi şêweyekî aştiyane û demokartîk
çareser bikin, ma hûn ewqas li Ewrûpa dijîn, we tew tiştek ji
demokrasiya Ewrûpa negirtiye!? Ev rexeneyên we yên neyênî û rûxîner tu
caran me nagihînin armancên me, jibîr nekin helwesta we tenê di rajeya
dewleta kûr de ye, jibîr nekin hûn havil û qezencan ji vê yekê
wernagirin û hûn li Tirkiyê nabin wezîr û serokwezîr, jibîr nekin
dîrok dê sibe dozê li we veke. Hûn li ber argûnên Skandînaviya û
peravên başûrî Ewrûpa, we tew hay ji êşa milet nîn e, ma hizra ku
zarokekî sê, çar, pênc… salî li ber qurşîna bêdil û li ber çavên te bê
kuştin li cem we peyda bûye?! Bese xam û ximava xwe ji propagandaya
dijmin re bilebitînin, bese gel dilêş û bêcoş bikin, gel birîndar e,
behiya wî bin, bese xwê têxin birîna wî û kesên birîndar jî giyanê jê
bistînin…
Ew kesên ezperest û berjewendîpesert jî, rastî hişê
we mezixî ye, lê ez bawer im hêj tova pîroz di hinava we de can dide,
bese van helwestên piştkul, bese kêra xwe di pişta me de venin, bese
kul û kovanên me dehbare bikin. Gelo dema zarokekî hêj deh biharên xwe
tekûz nekrine wek çivîkeke bêgiyan li ber seqema zivistanê bêliv
dimîne, ma ev dîmen tiştekî di dilê we de nalivîne, ma dê kengî ew
tova pîroz şax bide. Bese dexesî û kîn. li ber qedera xwezayê serê
xwe netewînin, xwedê hûn kurd dane, û hûn çiqas bikin hûn dê kurd
bimînin, û tu caran Tirk dê bi çavekî din jî li we nenihêre, nebêjin
em nandozên zikê xwe ne, vaye, bihara Kurdistanê girgîn
ne, heya lawir û sewal jî têr bûne, van du metelokên bapîr û dapîrên
me bibîr bîbin û hew… Xar rûne û rast bêje. Dîkê rojekê be û
mirîşka salekê be.
|