Mihemed Elî,
Efrîn
Ahengên der barê
zarokan di folklorê Kurdî de nayên jimartin, ji wexta ku zarok di zikê
dayîka xwe de heya ku ew dibe ciwan û digihîne, aheng û şahiyên
curbecur ên ku bi vî zarokî ve girêdayî tên lidarxisitn. Ji wan
şahiyên berbiçav, şahî û ahenga şekalvekirinê ye, şekalvekirin wexta
ku zarok nû bi ser lingan dikeve tê lidarxisitin, hingê xizm û mirovên
zarok li dûr wî dicivin û hembêza wî tijî xwarin û şekir dikin, pêre
herdu pîçên mezin ên lingên zarok bi benekî bi hev ve girêdidin, paşê
yek ji xizmên zarok derdikeve holê û benê bi pîçên wî ve girêdayî
dibire û xwarina hembêza wî direvîne, birîna bên jî wateyeke razberî
dide, ku lingên zarok ji pûçbûn û girêdanê azad bibin, û rizgar bimeşe.
Piştî ew kes xwarinê didize û baz dide, hemû kesên li derdorî zarok,
her yek şekalekê radike û davêje mirovê bazdabû, her wiha ew zarok jî
dilgur dikin ku rabe û bide pey şopa diz, û bi vê dîmenê aheng û şahî
bi qerf, ken û henekan derbas dibe.
Armanaca sereke
ji şekalvekirinê ew e ku zarokê nû bi ser lingan ketiye û hêj di meşa
xwe de vedilukume, dilgur bibe û her biçe di meşa xwe de tebat bibe.
|