Mihemed Elî,
Efrîn
Wek êvara her
înekê piştî min serê xwe şoşt, min û bavê xwe paş-şîva xwar, pêre me
Piyaleke ça jî bi ser de vexwar, bavê min wê şevê pir kêfxwaş bû, çima?,
çimkî du boneyên girîng gihîştibûn hev, a yekem, boneya tomarkirina
min di zanîngehê de bû û a duyem jî hatina demsal û mewsima
birefkirina zeytonan bû. Bavê min pir bi min serbilind bû, ji nav şeş
xurtan ez ê yekem bûn ê ku gihîştibû asta xwendina zanîngehê, herçend
reben xwîna xwe jî da birayên min ku bixwînin, lê xwedê ji wan razî
be, wan gişkan rûyê bavê min reş derxist, lewma ez bûbûm stêrka ezmên
a ku bavê min li hemberê bû û hertim bi roja ku bibîne ez mamoste me
difikirî û digot xwedê ji te razî be kurê min te heya niha rûyê min
sipî kir xwedê rûyê te sipî bike. Bi rastî ez jî pir bi gotinên bavê
xwe şah dibûm, û gotinên wî jî ji min re wek paldêrekê bûn ku ez hîn
pêtir bi xwendina xwe de biçim, tiştê bavê min ji bo ez bixwînim
kiribû, qet ji bîra mirov naçe, û heke mirovekî wek min jî serê bavê
xwe bilind neke, ew ê teqez, miorvekî rûreş be. Ez qet roja min ji
bavê xwe re goitbû, ”Bavo, roja pêncşemê roja dawî ji bo
tomarkirina xwendekaran e, û heke ez xwe heya pêncşemê tomar nekim, ez
nikarim îsal xwe pêşkêşî fêrnameya lîseyê bikim”.
Piştî
bavê min kûr ponijî, ji min re got, here kurtên û têrê li kerê bike û
kerê ji min re biştîne, digel ku min dizanî deh kaxit di berîka wî de
tune bûn, çimkî ew sala saleke pir giran bû, û bavê min heya stûyê xwe
di deyn û waman de fetisî bû. Rastî salên xwe bibûn heftê û pênc lê
xwe wek ciwanekî panzdeh salî avêjt ser pişta kerê û ji min re got,
kurê min xeman nexe siba pere dê bi te re bin û tû yê xwe li dibistanê
tomar bikî, wexta min wiha bihîst, min zanî ew ê biçe ji min re
pereyan dên bike. Mala felekê bişewite, gelo ev çi dilîniya bavan heye,
reben digel ku pere ji bo nanê tisî li cem tûne bûn, çû ji min re sê
hezaran ji bo ez bixwînim û ji pêşkêşkirina fêrnameyê bêpar nemînim
dênkirin.
Wê şevê berî diya
min bikeve doşeka xewê bavê min jê re got, Fêro, te tiştê min hazir
kiriye, siba ez ê biçim nav zeytonan, tu zanî mewsimê dest pê kir û
diz û efarciyan jî dest bi diziyê û rêşkirina daran kirine, bi xwedê
heke em neçin çavdêriya milkê xwe nekin, îsal qatiqî me jî ji zeytonan
dernakeve. Piştî me nanê xwe xwar û çaya xwe jî vexwar ez û bavê xwe
ketin guftegoyên siyasî jî, wî pir dixwast guh li nûçeyan bike, her
roj sê-çar caran guh li nûçeyan dikir, heya carinan radio dihatin
girtin û bavê min di ber re bi xew ve diçû, û diya min a reben
tengezar dibû, û digot ma niha keştî û leşkerên me di şer û cengan de
ne, lê em serokên dewletan e, em ewqas meraqê bi vî mêratî dikin,
mebesta wê jî radio bû. Piştî em ketin nav doşeka xewê bavê min dest
bi saz û kilamên folklorî jî kir, carikê Ceferê Teyar û carikê Memê
Alan, wî qet nikarî şahiya xwe veşarta, hem bi ketina min a zanîngehê
û hem bi hatina birefkirina zeytonan, a yekem serê wî di nav xelkê de
bilind dike û a duyem jî berîk û bêhna wî fireh dike, çimkî, dên pişta
bavê min şikandibû û dêndarên bê holman û wijdan-fayîzcî, ên ku ji
sibê heya êvarê li mizgeftê pakî û bawerî difrotin xelkê û bi şev jî
li ser deyndarên xwe digeriyan û doza deyn û fayîza xwe dikirin.
Diya min çend
caran serê xwe ji bin orxanê derxist û ji bavê min re got” Mal avabû,
bi roj nûçe û radio û bi şev jî kilam û stran, ma ji xwedê natirsî,
sibe bû, bes e, serê xwe dîne û biraze”. Di ber şer û dengê bav û
dayîka min re ez ketime xeweke giran, çimkî mirov piştî serê xwe dişo
her wiha wek miriyan dikeve. Ez hêj di xewa xwe ya şêrîn de bûn, ez
hîs bûn dayîka xwe, min ji xewê hişyar dike, û dibêje , kuro, kuro,
rabe seke çi bi serê bavê te hatiye, ew li êşîkê ketiye û ez vê re
deng dikim, lê ew dengê xwe nake, rabe seke çi bi serê wî hatiye. Xwîn
di serê bavê min de hişk bûbû, pêre me rakir nexweşxaneyê û li wir
piştî duwanzdeh rojan çû ser dilovaniya xwedê. Bevê min mir, wî ne
demsala zeytonan dît û ne jî xwendina min li zanîngehê dît, lê sê
hezarên wî ciyana min dernexwîn kirin.
Ev dilê bavan ne,
lê dilên lawan li kû ne, ew bê dil in, ew bê nihad û holman in, û ez
serekê wan gişkan me, roja din serê sibê li şûna ez tev birayên xwe bi
bavê xwe re biçûna ser hekîm, ez çûm bajarê Helebê, ne tenê wisa lê ez
zû ji mal derketim, bû ez keçika cîranan a ku dilê min ketibû wê, li
rêvera gund bibînim, ew her roj diçû dibistanê, û min dema ew li
rêvera gund li benda trombêlê disekinî ezber kiribû. Min wê sibeyê
keçika xwe dît, û bi dîtina xwe xwestek û paldêra xwe ya qirêj têr kir.
Xelkê kevn tiştek nehîşt û negot, ew ne şaş bûn, wexta gotine, dilê
min li kurê min e, û dilê kurê min li kevirê reş e!, bavê min li
ber mirinê bû û ez jî li paldêra xwe ya qirêj digeriyam, ma çi kêmasî
ye, ne ez bûn ê ku berî solixekê gotiye, bavê min çû serê xwe li ber
xelkê xar kir û digel ku di wam û deynan de fetisî bû, sê hezar ji min
re anîn bo ez xwendina xwe berdewam bikim!. Mirov hin caran bi xwe re
rûne û aşartina çewtî û kêmasiyên xwe bike, zor baş e, kesekî çewtiyan
nake nîn e, lê bo çewtiyên mirov nebin leke û ta mirinê bi wî ve neyên
çespandin, gerek mirov dirkan bike û lixwene ku wî şaşî kiriye.
Wê rojê êvarê
birayê min telefonî min kir û got” bavê te di nexweşxaneyê de ye,
hekîm dibêjin damarên alî rastê ji kelexê wî hişk bûne, ew dibe di
nexweşxaneyê de bimîne, û ew dibêje bavê te tu caran nikarê wek berê
li ser xwe bisekine”.
Roja din ez çûm
nexweşxaneyê bo ez bavê xwe bibînim, çi dîmen bû, çi êş û çi kul bû,
bavê min, mirovê bi qîret, ewê ku rojekê li mal bima wê rojê nexweş
diket, yan jî şerê dayîka min dikir û li dawiyê ji mal derdiket, çimkî
ew fêr nebûbû ku li mal rûne, ew şêrê kar û xebat bû, lê îro ew li ser
textekî bê wijdan, textekî qirêj û bêdil, dirêjkiriye, dinihêre lê
deng tune ye, wexta çavên min li çavên wî ketin min zanî ku bi çavên
xwe ji min re dibêje, roja te ya yekemîn di zanîngehê de pîroz be,
ez pir bi te serbilind im,. Bavê min wek jinan fedî dikir wexta
mesela dihate kelex û laşê wî, îro di nav destên me de bê hêz û şiyan
e, me wek dixwast ew teqle dikir, cilên wî jê diêxisitin, lê wî bi
tundî ber xwe dida, min dît çawa bi destê xwe yê çepê bi biniyê text
girt û hîz xwe kir rabe, wexta hîz xwe jî dikir, min got qey hêza alî
rastê ketiye alî wî yê çepê, qasî bi tundî xwe diguvaşt bo rabe ser
xwe, damarên wî giş rep disekinîn, bi hîz kirinê re çavên xwe yên tijî
hêsir li me yek yek digerandin, wek çawa ji me re digot, ez sax im, ez
neketî me, ji min bigerin ez dixwazim biçim mal, ez dixwazim biçim
çavdêriya zeytonên xwe bikim, deynê xelkê li min e, ez dixwazim herim
zeytonan dawşînim û wam û deynê xelkê sax bikim, ez naxwazim kes bêje
min şora xwe xwar û soza xwe bi cih neanî.
Ev rêzbûyer, ev
dîmena reş yanzdeh rojan domand, roja duwanzdeh roja şemiyê bû, wê
rojê xwendina min li zanîngehê pir bû û ez bêgav mam heya piştî nîvroj
li zanîngehê bimînim, wê rojê min hay ji rewşa bavê xwe tune bû, lê
hinekî dilê min rihet bû, çimkî şeva berî birayê min ji nexweşxaneyê
hat û got ku bavê min pir baş e, lê wek çawa berî serî sibê tarîtir
şev çêdibe, wek çawa berî bahozê aramtir hewa xuya dibe, her wisa jî
başbûna rewşa bavê min, aramiya bahozê bû. Wê rojê piştî nîvroj ez
vegerîm mal, min nanê xwe xwar û pirtûkên xwe amede kirin bo ez herim
li cem hevalê xwe bixwînim, min pirtûk rakirin û ez berve deriyê hewşê
çûm, hêj destê min li ser kilîtê ye bo ez derî vekim, deng bi zengilê
derî ket, bi vekirina derî re min dît pismamê min tev diya xwe li ber
derî sekinîne, “Dem xweş pismam”, pismamê min got, dem xweş, min
vegerand, ka bavê te?, bavê min li nexweşxaneyê ye, aha, pismamê min
got, belê belê, xem nake, “çima te hay jê tune ye” jinapê min got,
bavê te mirî ye, Na Na, anê tu çi dibêjî, ma tu xerifî ye, bavê xwe
sax e û ew birine gund, pismamê min hewl da mirina bavê min ji pêşa
min veşêre, lê min zanî mesele çi ye, û min got pismam tu bi xwedê
dikî bavê min mir, ne wisa ye?, belê bi xwedê, min bibexşîn, lê kekê
min tu ne xeydî ev halê dinyayê ye, û li dawiyê em ê giş bimirin.
Çawa ez gihîştim
gund ez nizanim, lê tiştê ez dizanim ku di rêwîtiya katjimêrekê de ez
qet bi bavê xwe nefikirîm, ew qet nehat bala min, çawa bû û min ew ji
bîr kir ez nizanim, wek çawa ew kesê mirî mirovekî pir ji min dûr e.
Lê wexta ez gihîştim gund, û min li hewşa mala me xelk dît, min girî
bihîst, min zanî mirî li mala me ye, û ez ji nûve hişyar bûm û aqil
hat serê min ku pismamê min ji min re got bavê min mirî ye. Ez çûm ser
laşê bavê xwe û min kûr lê meyizand, ew ne rûyê mirovekî mirî bû, ew
rûyê wî yê rahat bû, min ew rû hezar caran berê dîtibû, her carekê
çavên bavê min wiha girtîbûn û ji nûşke ve hay dibû, çavên xwe
vedikirn û digot kurê min tu hat, ev car jî ji wan caran ne cuda bû,
min dîsa bawer dikir ku ew ê carik din çavên xwe veke û bêje kurdê min
tu hat!, lê mixabin wê carê ez pir di ser re sekinîm, lê wê carê rewş
awarte bû, digel girî, qîrîn û lorînan, bavê min çavên xwe venekirin,
wê çaxê ez têgihêştim ku xewa wî ne xeweke demdemî ye, xewa wî xeweke
kûr û bê dawî ye.
Li hember van
hemi dîmenan min xwe ragirtibû, ne min şiyana xwe wenda kir û min
bilyaniya xwe ji bîr kir, wexta min dît bavê min çavên xwe venake, min
xwe şûn ve vekişand, û ez çûm li ber deriyê hewşa me sekinîm, hewşa me
jî li gund pir mezin bû, ango li deriyê hewşê min nedibihîst çi deng
li hundir derdikevin. Carik din li ber deriyê hewşê têgîna ku min wek
kêmasî li xwe binav kir hat bala min, bavê min li ser doşeka mirinê
ye, ez dîsa bi dîlbera xwe fikirîm, di ber xwe de min got, law tu kêmî,
tu çi mirovî bavê te mirî ye û tu jî bi dîlbera xwe diponijî, lê wek
çawa hêzeke din di hundir zikê min de rabû û got, nexeyide û nefikire,
bavê te mir û her kes dê rojekê bemire, jiyan di pey bavê te re kuta
nabe, jiaya xwe bijî. Heya wextekê ez difikirîm, ku min kêmasî bi vê
yekê kiriye, lê pêre ez fikirîm, çima ev ne hêzeke nependî be, ji
xwedê de hatiye û alîkariya min dike bo ez arîşe û girifta xwe ji bîr
bikim. Bi dirêjiya wê şevê ez bi mirina bavê xwe nefikirîm, piraniya
fikra min rawestî bû, û wexta ez hay dibûm ku fikra min dest bi livê
kir jî, yekcar dîlbera min dihat bîra min.
Roja din me
amedekariyên xwe ji bo veşartina bavê xwe kirin, lê berî me veşarta
meleyê gund hat wî bişo, belê fêr û dab e ku lawên mirî bikevin cihê
şoştina wî, li wir jî digel ku rojek di ser derwarbûna giyana bavê min
re derbas bûbû, dîsa wêneya ku bavê min di xew de ye hat ber çavên
min, lê wexta ku mele destên xwe avêjtin nav lingên bavê min û endamên
zayendî ketin nav lepên wî û bavê min xwe ne livand, ez teqez dabîn
bûm ku ew mirî ye, bavê min wek jinan laşê xwe vedişart, heya roja
rihên xwe rêşdikrin, wî xwe vedişart, ez çawa guman dikim, ew nemirî
ye, ew kesê ewqas fedok, îro xelk destên xwe bixe nav lingên wî û xwe
nelivîne, ew teqez nema xwedî li laşê xwe derdikeve, wî laşê xwe li
şûn xwe hîşt û bi derûna xwe dûr bazda.
Ta êsta rondikan
rêya xwe di çavên min de nedîtin, û berge pir jî nema ez bavê xwe
rûvekirî carik din li ser rûyê zemîn bibînim, ez negiriyam çimkî dibe
dilê min bi hişê min re ketibû şerekî dijwar û xwe dispart têgîna ku
heya rûyê bavê min li ber çavên min e, ew jî bawer nake ku bavê min
mirî ye, lê dilê min zû doza xwe da bider, wexta bavê min kete nav
kifin û nema rûyê xwe ji min ve dihate xuya, wê çaxê dilê min çewtiya
xwe aşart, û rê da hişê min ku karê xwe bibîne.
Mala me reben bû,
ango tu trombêl û terektorên me tune bûn, lewma xelkê gund, mala wan
ava be, terektorên xwe anîn, hem ji bo em darbest û tabûta bavê xwe lê
siwar bikin û hem jî bo xelkê bi me re dilsoz biçe goristanê. Me
darbesta bavê xwe li terektora pêşeng kir û berê xwe da goristanê,
birêve ez û birayên xwe giş li terektora darbesta bavê min lê siwar bû,
siwar bûn, birayên min giş li dor darbestê lipê sekinîbûn, ez tenê li
ber darbestê rûniştim, yekem car ji du rojan de, min ji nûşke ve, dît
ez jî ne digirîn, lê ez wek dêwan diûrim, û wek berazekî birîndar
dinalim. Birayên min hewl dan min aram bikin, em gihîştin goristanê,
me bavê min veşart, em vegerîn mal, lê ta roja îro ez bi du tiştan
diponijim, çawa ji nûşke ve ew qîrîn û nalîn ji min derket û wan sê
hezaran jiyana min ta ku guhertin??!. |