Mihemed Elî,
Efrîn
em panzdehî Adarê
piştî nîvroj e, bi newa Ey Reqîb telefona min dinale û xwe çep
rast dilivîne... “Şêro is calling, Answer “.
- belê
Bira tu çawa yî?
- Ez baş im,
spas, tu çawa yî?
- tu sax
bî
- jivana
me sibe demjimêr deh û nîv’an berî nîvroj jibîr neke.
- baş e,
ez li benda te me…
Sibe
şanzdehî Adarê ye, sibe rojek ji rojên reş ên dîroka miletê kurd e,
sibe rojek ji meha ku hemû êş, jan û şahiyên kurdan di xwe de dihewîne
ye. Adarê xwestiye rêbazeke taybet ji cîhanê re biafirîne, Adarê
xwestiye zagona xwezayê biguherîne, wê dil kiriye dojeh û bihûştê,
bişirîn û girî, geşî û tarîtiyê hemûyan têxe heman demê…
Sibe ez ê
ligel hevalê xwe Şêro, ligel beşdarbûna milyonan Kurdên dilsoz, Kurdên
ku li şehîdên xwe, li rûmeta xwe xwedî derdikevin, ez ê ligel wan
derkevim kolanan û komkujiya hovane, para meha Adarê, a ku bi destên
Sedamê xwînmij û pîrozbahiya birayên misliman -ên xwezî deh ji wan di
çalakiyeka şermezarkirinê de derketina û bigotina « Ew Kurdên hatine
qirkirin ji rûmeta pêxemberê me ne, pêxemberê ku em îro ji bo wêneyeke
qaşo a wî ye, xelkê dikujin, konsolxane û balyozxaniyan dişewtînin…« -
û alîkariya hin angaştkerên Ewropî û çav-vemirandin û guhnedana
Emerîka, hatibûn bombekirin û di wê zivistana ber mirinê de, dê û
bavên wek çiyan, zarok û zêçên wek gulên bihara nêzîk mayî, di
solixekê de bêdeng û henaseya pîroz, bêxwedî û hizr li ser rûyê
Helebçeya sar mabûn…
Sibeya
şanzdehî Adarê demjimêr 8.15’an telefon min bi newa strana Şivan
Perwer a Helebçeyê hişyar dike! Ez nizanim min newa guhertibû, lê
telefonê ew jixweser guhertibû. Wek çawa xwestibû xwe di vê roja pîroz
de vêbêje û beşdarî Kurdan bibe û bêje “Ez jî hurmeta wan şehîdan
dikim û bejn û bala xwe li ber wan goriyan ditewînim… “ .
Îro taxa
me bûye gorepana şerên hemû cîhanê, tu dibêjî qey Hîtlêr û Mosolînî ji
aliyekî ve û Çêrşêl û Stalîn ji aliyekî din ve, leşkerên xwe rêkirine
taxa me û xwestine qurşîna yekem a şerê xwe li vir biteqînin!
Bêdengiyeke bi guman ezmanê taxa me dagirtiye, şemala rojê jî îro ne
wek her roj e…
Piştî ez
taştê dixwim, ez di televizyonên Kurdî de li wêne û strana Sivanî
digerim… Diya min bi şerpa ku li paş qirika xwe girêdayî û bi piyên
vemaltî- nîşana hemû kevaniyên Kurd- li kêlek min xwe berdide ser
mînderê û dibêje
- Kurê
min, ez destên te diramûsim, îro ji malê dernekeve, van bênamûsan tax
kirine meydana şer. Kurê min, em dikarin şehîdên xwe di malê de bibîr
bînin…
- Dayê,
heke her yek ji me di mala xwe de rûne û bêje ew ê şehîdên xwe wisa
bibîr bîne, doza me bi paşe ve diçe. Jixwe Sedamî û dagîrkerên din
Kurd qirikirin bo dengê wan bibirin û tu kes nizanibe dozek heye,
miletek heye, azadî û rizgarîxwazek heye… Dayê, heke em vê yekê bikin
û di mala xwe rûnin, hem xwîna şehîdên me û hem jî deng û vîna
raperîna wan dê bêsûd û mifa bimîne… Çênabe dayê ji bilî em derkevin û
şehîdên xwe li pêşberî hemû cîhanî bibîr bînin, bila çek û hêza wan
çavkaniyên xof û endîşeya wan be. Em tu caran ji hêza wan natirsin…
Helwesta
diya min ne helwesta jineke tirsonek bû, jixwe jinên kurd lehengan bi
dinyayê dixin, çawa bibe û ew tirsonek bin! Ma ne çêlikên şêran ji
şêran ne. Diya min ne tirsonek bû, diya min ji nifşên berî pêncî salî
bû, ew ji dîtyar û şahidên ku di bin bêdengiya cîhanê û tîbûna
xwînmijan ji xwîna Kurdan re pir ezmûnên bi êş û jan ji kiryarên
hovanan dîtibûn. Diya min wek hemû hemçaxên xwe dixwest zarokên xwe ji
wan ezmûnan biparêzin, wan nedixwest êş û kovanên wan li serê zarokên
wan dubare bibin… Gelo mafê wê tune be? Ew berê ji malê û zeviyên xwe
hatibûn derxistin, ew berê ji nav û nasnameya xwe pêpar mabûn. Ew
bûbûn gorên kembera Erebî û ji gund hatibûn qeştandin, gelo mal, nav,
zevî û nasname çûbûn, ma ew dê vê carê bi kuderê de biçin!? Xak û
nasname li wan bûbû heram û tabû, ew bi hesreta ku li ser axeke - şêlû
be jî ne xem e- razên, tenê axa bav û bapîrên wan be, ew bi hesreta ku
navê xwe li ser kaxezeke fermî –çiqas kevin û rizî be- jî ne xem e, bibîn,mane!
Ma ne kevir li ser kaxizan tên binavkirin, ma ne teyîr û tilûr tên
binavkirin, çima mirovê bi laş û giyan, mirovê birayê mirov, birayê
misliman, nameya wekheviyê… çima ew bê nav, nasname û hejmar dimînin !!.
Çiqas car min ji devê wê bihîstibû, nexasme, dema qelfekî werdekan di
ser bajêr re derbasbûbûya, diya min digot
- Xwazî
xwedê baskên van werdekan bidana min, xwazî ez jî rojekê hîs bûbûma ez
azad im, tevgera min azad e, navê û nasnameya min azad in…
Bi tikayên
diya min û serhişkiya min re, demjimêr berve 10.30’an diçe, çavekî min
li televizyonê ye û ê din jî li telephonê ye, ku carik din binale û
bêje “Şêro is calling, Answer “. Wek şervanê xwe ji cenga dawîn re
amade dike, ez cilên rengîn li bejna xwe dikin, û pêlavên nû dixin
lingên xwe…
“Wey Lêlê, Wey
lolo, Hawar hawar li me ferman e ...”
Dengê nalîna
Şivan Perwer telefona min bi xwe re dinalîne û ekran dibêje “Şêro is
calling, Answer “.
- Belê tu
li ku yî?
- Ez li
ber studoyê (…) li benda te me, zû were bila em di rêza yekemîn de
bisekinin…
- çêdibe,
vaye ez gihîştim te…
Wek qazên
xwe berdidin ser gola bihûştê, xezalên ji zozanên hênik rajêrî deşta
germ dibin, kaniyên ji lûtkeyên çiyan diherikin ser warê bav û bapîran…
Keç û xortên kurd jî wisa bi cilên rengîn, xemil û xweşikiya keskesor
ji her kolan û taxên bajêr ve diherikin gorepana kombûnê. dudu dibin
çar, çar dibin heyîşt, heyîşt dibin (şanzdeh) û…hwd.
tu dibêjî
qey ev girse diçe zemawendekê! Belê çima na. teqez zemawend e, ma ne
ji berê de Kurdan roja şehîdbûnê kirine roja şahiyê! çawa bê û roja
bibîranîna şahiyê be!? Keçên dêmperî û firîştiyane, xortên bejnzirav,
lehengên bêhempa weke dîlaneke bêdawî li rex hev sekinîne, lê îcar
dîlan fireh bûye ku du sê di nav hev re digerin!
Rûyên
ciwanan, rûyên ew kesên mitmane û jixwe bi bawer in, çavên xwe rasterê
raçav kirine, milên xwe wek leşkerên rêza pergalê di cirîtê de
digirin li ber newqa xwe bi hêminî, lê bi keleke ku rehên wan rep bûne
û hêdî hêdî bêyî ku tu kes bala xwe bidiyê, kelîna xwîna wan
dinimîne…
Hingê
hizrek tê min ku hemû kes(Şêro) ye, hingê ez hîs dikin ku hemû kesî
telefon ji min re vekiriye û soza hatinê rû bi rû bi min re daniye! Ez
hîs dikim cangoriyên Helebçe di nav me de bi cih bûne û ketine dîlanê…
Di vê kûrponijîna xwe de, hizrên min, min di seranserî dîroka
Kurdistanê re digerînin û ez hemû lehengên Kurd vedixwînim vê dîlanê.
Di ber firîna werdekên ku diya min dixwest baskên wan werbigire û di
ber melevaniya derûna min re, destek bi hêminî li milê min dikeve û
bêdeng cihê xwe li rex min digire…
“ Xwîşk û
birayên delal, hevalên xoşewîst, bo bibîranîna şehîdên Helebçeya nemir
û hemû şehîdên Kurdistanê, pênc xulekan bêdeng bin.“ Dengekî zîz xwe
ji nav girseyê hildide û bi şaristaniyane hemû kes fermanê bi cih tîne…
Ez nizanim
nezan bûn, ez nizanim bi mebest wiha dikirin? Erebên taxê ew bêdengiya
pîroz bi wanya û dengên xwe dibirandin! Lê êdî xortan çare ji wan re
jî dîtin… du xort û du keçan xwe berdan nîvê rê, dudu bûn çar, bûn
heyîşt … Wek dîwarekî hesinî wan ciwanan rê berbend kirin û ew Ereb di
nav bêdengiya xwe de dîl û êsîr girtin… Ewên ku berî solixekê hêminiya
pîroz dibirandin, an ji tirsa xwe an jî şermok bûn, di cihê xwe de wek
gewdeyên bêgiyan rawestiyan. Pênc xulekên pîroz dem û jiyan bi xwe re
ker kirin, dar, ba, teyr û tilûr… hwd, hemûyan hevsojiya me kirin û
jiyaneke bêborîn di heyamekê de afirandin!!
Bêdengiya
pîroz wiha berdewam kir, hemû kesan hûrmet jê re dikir… Tenê û ji
nişka ve çend dêwên çavsor ji paş sergoyên qirêj pêrgî me bûn. Di
nêrîna çavên wan de min zanî çiqas ji me bi kîn in, di lezîna gavên
wan de min zanî çiqas tiyên xwîna me ne…
Gorepan û
meydana bêdengiya pîroz di solixekê de li ber kûviya berazên bejî bû
qada kambax, bi xufxufa henaseyên şêlû, bi didanên qîç, ew berazên
kirêt bi ser me de hatin… Lê ciwanên me herçiqas nedixwastin rawestîna
xwe ya pîroz bibrin jî, lê ez çi bêjim, ev e qedera Kurdan, hertim
sînga leheng didin ber êrîşa neyar û hovan. Ew hêminî û aramiya
firîşteyane di laşê ciwanên me de bû pêt û agir û bi ser wan hovan de
pijiqî. Ciwan bûn pêleke bêzar ji deryayeke bêbinî û bi ser wan hovan
de herikî. Ey xwedê çi pêl bû, keçan xwe dida pêşî xortan û bi beza
şêran gavên xwe her diçûn fireh dibûn… Xwediyên awirên qirêj û
henaseya genî wek roviyan dûvên xwe dixistin nav lingan û baz didan.
Dema şer
hatibû, Hîtler, alîgir û dijberên wî fermana teqandina qurşîna yekemîn
dabûn. Li şûn henase û sîwana firîşteyane li jor, qurşîn û gule bi
ewrekî miştî kîn, dexesî û tiseyî bi ser me de hatin… Lê ez çi bêjim!
Qurşînên qirêj li sîngên pîroz hildipekîn û dibûn agir û aton û li
çavkaniyên xwe vedigerîn! Ez qet jibîr nakim çawa zirt bergîrekî wan
berazan bi kevirê dest wê keça ciwan, wê periya bihûştê li erdê ket,
ez qet wê qurîşna bêyom û dizek a ku sînga wê duta kiribû jibîr nakim…
Ta vê
solixê ez diponijim û ji xwe dipirsim, Gelo em jixweser rabûbûn, lê
lehengên min ew vexwendibûn, sêwiran û pilan ji me re amade kiribûn…
Bila kûv û beraz şah nebin, sala bê dê teqez geştir û gurtir be, sala
bê şerê me mezintir e, sala bê karwana şehîdên me dirêjtir e, lehengên
me pir dibin, tirs û xofa wan pirtir dibe…
Heya sala
bê bimînin di aramiya bihûştê de ew pekrewanên nemir…
|