Mihemed Elî,
Efrîn
Heke tu bi rojeva kuderwarî re li başûr-rojava têkildar bî, û tu bi
du-sê kesên ku endametiya partiyên ramyarî ên vî parçeyî re têkevî
galegal û gengeşiyan, tu yê teqez tûşî van pirs û helwestan bibî.
Gelo tu bi kurdî dizanî û fêrnameya te jî heye! Tu çima naçî
kurdistanê û rajeya kurdewarî nakî(wek çawa em li beşeke kurdistanê
najîn!), û pêdiviya kurdewarî li vir bi me nîn e! Mixabin mirov bi
dehan caran tûşî van pirsên bêgane dibe, û ne tenê wisa, lê ewên ku
van pirsan dikin amade ne bi kesayetiyên herî payebilind re li başûr
ji te re navbendiyê bikin û rêya gihîştineke ewle dabîn bikin.
Dibe mirov ji van kesan bipirse, hûn partiyên rojavayî lê başûrî ne?
Derewan nekin û nebêjin em Kurdistanî ne, hûn ji partiyekî bûne
duwanzdeh û hêj (Alêfbê yê û ê pir li pê ye), hûn her roj wek teneyên
tizbiyan ji hev dikevin, îro 33 sibe 99 û xwedê dizane... Gelo heke
mirov bi hewlesta van camêran biponije, dê nekeve nav geremol û
hişbelavbûnê? Ev partî rojavayî ne, sloganên wan mafê siyasî, çandî,
mirovahî û welatî... hwd ji Kurdên başûr rojava re ne. Ma haya wan
heye, bo daxwazên wan şênber bin û zext û pesta wan li ser
deshilatdariya Sûriye dehbare bibe, pêdiviya wan bi van rewşendîrên ku
rêdikin başûrê kurdistanê heye! Heke vê yekê nizanibin rehmet li
tevgera siyasî û li gelê kurd li başûr rojava, û heke zanibin jî
girift mezintir e. Gelo ew dizanin ew heman şaşiyên ku birînên me hêj
ji ber nekewîne dikin? Dêmek xaleke nepenî li vir heye ku divêt mirov
li ser bisekine. Van camêran berî 10-15 salan PKK tawanbar dikirin, ku
başûr rojava ji ciwan û rewşenbîrên kurd vala kiriye! Ma ew li kiryara
xwe bizîvirin, ew heman çewtiyên PKK nakin? Berê partiyên siyasî li
başûr rojava digotin ”Hin canbazên xwefiroş diravan ji PKK distînin bo
ciwanên kurd rêkin bakur“, wan digot ku ev canbaz li têla netewî dixin
û bi navê kurdistanê hem berîka xwe dadigirin û hem jî ciwanan ji vî
beşê kurdistanê birêdikin, û li dawiyê xizmeta hevpeymana veşartî a di
navbera rêjîma Sûriyê û Ocelan de dikin, hevpeymana ku Sûriye û Ocelan
tê de hebûna vî beşê Kurdistanê mandele dikirin... Ka em li helwesta
partiyên başûr rojava ên serdema niha binihêrin, çi cudayetî di
navbera van partiyan û kiryarên canbazên PKK de heye? Nexwe ew jî
diravan distînin û bi navê Kurdistanê bazirganiyê dikin. Pêdivî nîn e
mirov navan bêje, lê bi dehan kesayetiyên me hene, ên rojavayî, şîkên
vekirî ji hêline başûrî wergirtine û propegendeya wan dikin. Ne tenê
wisa, lê hin kes hene dixwazin edîolojiya eşîrtî û elîtiyê jinûve li
başûr rojava vejîn bikin, jixwe hem edîolojiya feudel û eşîrtiyê li
başûr serdest e, û ew hêlên başûrî ev edêolojî rêkirine bo hevalbendên
xwe li başûr rojava û hem jî piraniya ew kesên ku propegendeya wan li
vir dikin ji bingeheke eşîrtî û stemkarî hatine û dixwazin serdestiya
xwe a berî pêcî salî miriye, vegerînin.
Ez
naxawzim pir pê de biçim û kiras û derpiyan jî pend bikim, û rûyan reş
bikim, lê mixabin ev rastî ye û mirov bi vê rastiyê her roj rû bi rû
dimîne.
Bila ew fen û fêlên xwe li ser serê me negerînin, em hemû kurd in û em
hemû ji kurdayetiyê hez dikin, tiliya başûreyekî biêşe, em ji ber
dinalin, rojhilatiyek bi werîsa bêholmanên olperest, Xumêniyan, tê
bidarvekirin, dilê me li ber jan dide, gundekî bakur hildiweşe, dilê
me vê re dirûxe... Lê ev giş nayê wê wateyê ku em birînên xwe jî jibîr
bikin. Em giş dixwazin başûr, bakur û rojhilat biser kevin, lê em
naxawazin tu kes li ser pişta kesî derkeve. Bes e ciwanên xwe ji bo
xatirê bakur gorî kirine, ma pêdivî ye her hifşekî nû derket em rêkin
qurbana perestgehên parçeyên din, ma ne xebata van rewşenbîr û
bilyanan bi me pêştir e, gelo başûr rojava ji rewşenbîr û rêberên me
vala bibe, kî dê sîpera xwe li ser rebenên vî parçeyî vede û wan ji
kirêtiya şovenîstan hişyar bike? Efrîn, Kobanî, amûde, Qamişlo qet ne
kêmtirî Amed, Hewlêr û Mehabat in, bila em tev ji bo Kurdistanê
bixebitin, lê di heman wextê de em beşa xwe û herêmêm xwe jî jibîr
nekin, an jî em ê angaştên deshilatdariya Sûriyê piştrast bikin, ku
Kurd li başûr rojava nîn in, ew hemû koçer in, û girova vê yekê ew e,
ku hemû vedigerin beşên din û bi dil û canê xwe pê ve girêdayî ne...
Ez li dawiyê bang canbazên nû dikin û dibêjim, bes e, bes e hûn
hevkariya Bees dikin û başûr rojava ji Kurdan vala dikin, we bi
hezaran sorkirin bo herin Ewropa û bi saya wan pişteka xwe li wir
çêbikin, û ên mayî jî hûn dişînin beşên din! Gelo em ê rewşenbîrinan
havirde(îstîrad) bikim, lê em ê tikan ji rewşenbîrên Ereb bikin ku
gelê me hişyar bikin, û ji wan re bêjin, keko rewşenbîrên me çûne
peywireke pîroz û cihê wan vala bûye, ma hûnê şûna wan dagirin...
Nîşe:
Li gorî têgihîştina min a şermok ji çemkê Demokrasiyê re.
Tiştên baş pesna
wan bide û tiştên çewt bi tundî rexne bike ta ew sererast dibin.
Min jî ev kevir avêtiye eniya kesên ku bed dixebitin. Rastî kevir dê
wan biêşîne, lê qet nebe ew ê wan hişyar jî bike...
|