Mihemed Elî, Efrîn
[email protected]
Di serdema ku
Ereb tê de bûbûn dewlet û desthilatdariya xwe li ser bingeheke Îslamî
ava kiribûn, girîngiyeke mezin dabûn zimanê Erebî, ku bibe zimanekî
rêkûpêk û hemû devokên wî li ser bingehekê an jî zimanekî yekgirtî saz
bikin. Tevî ku Quran wê çaxê hatibû berhevkirin jî, lê tew ne rast e
ku Quran bi zimanekî rewan û saz wek yê îro hatibû nivîsîn. Na,
zimanê Quranê hingê zimanekî şikestî û miştî bêjeyên biyanî bû(bêyî ku
em têkevin ka çawa û ji bo çi!). Zimanê erebî ê ku îro li ber destên
me ye di rêveçûneke dûr û dirêj re derbas bûye ta gihîştiye vê qonaxa
îroyîn. Ziman jî bûnewereke ku li gorî dem, nîr, ked û mercên tê re
derbas dibe werar dibe, û her çiqas rêbazên zanistî û aqilyane bên
bikaranîn ewqas ziman xurt dibe û zû pêş dikeve.
Ji fêr û daba
dewsgir û mezinên Ereban bû ku ji bo zimanê xwe pêş bixin, yan bixwe û
yan jî zarokên xwe dişandin jîngeh û wargehên xavî ên ku êl û eşîrên
wan lê dijiyan. Muwiya Bin Abî Sifyan Lawê xwe Yazîd bi salan li nav
koçerên Ereb bi cih kiribû ku fêrî zimanê rewan û rasteqîn bibe. Heya
wê çaxê digotin ku Qureyîş gencîneya zimanê Erebî ye, û Qureyîş jî
bixwe ji koçerên Ereban bûn(piraniya wan).
Li Îngilîstanê jî,
li gorî hemû çavkaniyên girêdayî Zimanê Îngilîzî, dema ku Îngilîzan
xwestibûn zimanê xwe li ser bingeheke rêzimanî durist bikin, bêgav
mabûn xwe pispêrin civakên xavî û veder, û bi sorax, pîvan û
wergirtina rêjeya herî bilind der barê mijareke zimanî de pir rêbaz ji
zimanê xwe danînin û hêj li ser dimeşin. Nexwe ji bo mirov zimanê xwe
baş binas û rêbezeke baş jê re dîne û pirsgirêkên rêzimanî çareser
bike, pêdivî ye ew vegere kok û damarên xavî, civak û bikarhênerên ku
hêj zimanê xwe bi teşeyekî xoza û jixweser bi kar tînin û hêj ponijîna
resen li cem wan nemezixîye.
Kurdî jî wek
zimanekî jîndar di heman rewşê de ye. Îro ew hêdî hêdî bi pêş ve diçe
û berga danûstandinên xwe bi derdora xwe re fireh dike. Lewre pêdiviya
Kurdî bi bingeheke resen û yekgirtî heye, ku nema li mijarên biçûk
vegere, lê bide pey şopa zimanên ku berê bi deh qatan ketine pêş wî û
bi wan re têkeve pêşbaziyê. Mixabin îro li ser vê bingehê bi zimanê
kurdî re nayê danûstandin û ev jî seqetîk û taqeke ku neyê xetimandin
dê her biçe fireh bibe ta qonaxek bê û em ê nema karibin wê
bixetimînin. Kurdî wek tiştê tu dixwazî sorax bikî, dibe tu di qada wî
de hazir bî û rû bi rû vê re bidî û bistînî, tew nabe tu bi sed
kîlometran ji zimanê Kurdî dûr bî û tu rê û rêbazan li zimanê kurdî li
gorî, nêrîn, pêşdîtin û nirxandinên kesayetî û seqet lê bar bikî.
Zimanzanê Kurd divêt dakeve qada zimên, divêt li nav êl û zozanan û li
warên herî dûr û biçûk bigere û zimanê Kurdî bişopîne. Mijarek çiqas
biçûk be, divêt li bêtirî herêmekî bê soraxkirin, nêrînên cu bi cur li
ser bên bihîstin, pê re divêt ev wekhevî û cihêwazî bên beramberkirin
û di encamê de rêjeya herî bilind bê pejirandin, jixwe ziman malê gel
e, ne yê takekesan e, û biryar biryara gel e. pêdiviya Kurdî bi artêşa
zimanzanên kurd heye ku li herêmên cur bi cur belav bibin, biçûktirîn
komikên nişteciyan sorax bikin û lêpirsîna xwe bimeşînin, ev xebat li
her çar parçeyên kurdistanê û di nav herêmên yekdevok jî pêdivî ye,
çimkî ji gundekî heya yê din ciyawazî çêdibe, jixwe armanc
bidestxistina rêjeya herî bilind ya livehkirinê ye. Xebatên hanê dem û
keda bêhempa dixwazin, lê xem nake dema ku akam hêjayî vê keda mirov
be. Lê pêdiviya me bi saziyên netewî û zanistî ku hem lêçûn û hem jî
xebatkaran li xwe bigirin heye, Enstîtuyên kurdî, wek Enstîtuya kurdî
li Parîsê, Stenbolê Berlîn, Brûksel û hwd, dikarin bi vî karî rabin.
Girêdayî vê
pêşeka hinekî dirêj, berî çend rojan Mamoste Amed Tîgrîs nivîsarek di
malpera amidakurd de der barê cînavkên Kî û Kê de
weşandibû. Mamoste der barê van herdu cînavkan de tiştine pir baş
derpêş dike, ew diminîne ku ev herdu cînav girêdayî komikên cînavkên
kesîn in( ez, tu, min, te, ew, wî, em me ...). Rast e ew wisa ne û bi
heman şêwazên wan tên bikaranîn jî, ango li gorî peywir û cihê xwe di
hevokê de tên guhertin. Lê ez dixwazim hinekî li ser nivîsara wî zêde
bikim, ku ev cînavk digel ku kesîn in, ew nêtar in, ango zayenda wan
nîn e, ew rastî li gorî cînavkên kesîn tên tewandin, lê wek min got
taybetiya wan ew e ku nêtar in û dişibin IT, YOU Înglîzî û ON ya
Fransî...
Niha Em dibêjin
Kî dizane û kê xwarin rijandibû, em tew pute bi zayenda
wan nakin. Her wisa ev du cînavk di tewandinê de jî wek ên kesîn tên
tewandin, nimûne:
Ez nanî
dixwim(niha, gerguhêz), min nan xwar(borî, gerguhêz)
Ez diçim(niha,
negerguhêz), ez çûm(borî, negerguhêz)
..
Kî nanî
dixwe(cînavk nêtar e, û lêker gerguhêz e, dem niha ye)
Kê nan
xwar(cînavk nêtar e, lêker gerguhêz e, dem borî ye)
Kî diçe( cînak
nêtar e, lêker negerguhêz e, dem niha ye)
Kî çû( cînak
nêtar e, lêker negerguhêz e, dem borî ye).
Wek dixuye Kî
û kê teqez girêdayî rêbaza cînavkên din in, ango di dema niha
de wek kirde natewin lê wek bireser ditewin, û her wisa di dema borî
de, heke cînavka lêkerê gerguhêz be, ew ditewe û kî dibe kê,
wek çawa ez dibe min. Lê heke lêkera kî
negerguhêz be, wek ez di dema borî de jî natewe( ez diçim, ez çûm).
Nimûneyên din:
Kî kê dibîne (niha
gerguhêz), kê kî dît ( borî gerguhêz).
Kî dibeze (
niha, negerguhêz), kî bezî( borî negerguhêz)
Belê di vir de
pevdorandin (reciprocation) jî çêdibe, ango biresera di dema niha de
tewandî ye, di dema borî dibe kirdeyê biresera netewandî ye, a ku di
dema niha de kirde bû.
Ez te
dibînim —> Te ez dîtim
Dibe min
mebesta xwe bi şêweyekî ewqas pisporane derpêş nekiribe jî, lê armanca
min ji vê nivîsarê ew e, ku mirov li pirsgirêkên rêzimana Kurdî li
jîngehên herî xavî û veder bigere û hemû quncikên zimên li ku û çawa
tê bikaranîn ronî bike û li ser lêkolînan çêbike, ne şerm e, em ji
nexwendevanan û kal, pîr şivan, cotkar zarok …û hwd bipirsin, jixwe ev
rêbazeke zanistî ye, û li hemû saziyên zimanî li seranserî cîhanê tê
bikaranîn.
Diya min
jineke 60 salî ye, tew hey ji rêziman, xwendin û nivîsînê nîn e, lê
dema ew diaxive sedîsed, cînavkên navborî, bi şêweyekî rast û durist
bi kar tîne û egera ku şaş bike an jî li ber hevokê û tewandina lêker
û cînavkan bisekine sifir e. Ji vê yekê re dibêjin ponijîna xavî, hişê
ku ji bilî kurdî nizane bi tu şêweyên mezixî jî naponije, berevajî
nifşên ku li dibistanên dagîrkeran dixwînin û çiqas angaşt bikin jî,
lê bi zimanê serdest diponijin û li Kurdî werdigerînin. Ez jî yek ji
wan im…
|